DERS 23
Wan Sozek Da Yehowa
Piştî derketina ji Misrê teqrîben du meh derbas bûn. Îsraîlî gihîştin Çiyayê Sînayê û li wir konên xwe vegirtin. Yehowa gazî Mûsa kir û Mûsa hilkişiya ser çiyê. Xwedê ji wî re got: ‘Min Îsraîlî xelas kirin. Eger ew guh bidin min û emrên min bînin cih, ewê bibin xelkê min ê xisûsî.’ Mûsa ji çiyê daket û ev gotinên Yehowa ji Îsraîliyan re gotin. Cewaba wan çi bû? Wan got: ‘Her tiştê ku Yehowa ji me re dibêje emê bikin.’
Mûsa dîsa hilkişiya ser çiyê. Li wir Yehowa got: ‘Di roja sisêyan de ezê bi te re bipeyivim. Îsraîliyan hişyar bike ku ew hilnekişin ser Çiyayê Sînayê.’ Mûsa ji çiyê daket û ji Îsraîliyan re got gerek ew guh bidin gotinên Yehowa.
Piştî sê rojan Îsraîliyan ewrekî tarî û birûsk li ser çiyê dîtin. Wan şirqîna birûskan û dengê boriyê bihîstin. Dûre Yehowa di nav êgir de daket ser çiyê. Îsraîlî ji tirsan ricifîn. Çiya hejiya û di nav dûmanê de ma. Dengê boriyê her ku diçû bilindtir dibû. Piştre Xwedê got: ‘Ez Yehowa me. Ji min pê ve gerek hûn ji tu îlahekî din re îbadetê nekin.’
Mûsa dîsa derket ser çiyê. Li wir Yehowa emrên xwe dan wî. Van emiran nîşan dida ku Îsraîlî gerek çawa ji Xwedê re îbadetê bikin û bijîn. Mûsa ev emir nivîsandin û ji Îsraîliyan re xwendin. Wan soz da: ‘Her tiştê ku Yehowa ji me re dibêje emê bikin.’ Belê, wan sozek da Xwedê. Gelo ew li ser vê soza xwe sekinîn?
“Gerek tu ji Xwedayê xwe Yehowa bi temamiya dilê xwe, bi temamiya canê xwe û bi temamiya hişê xwe hez bikî” (Meta 22:37).