DERS 44
Îbadetgeheke ji bo Yehowa
Piştî ku Silêman bû padîşahê Îsraîlê, Yehowa ji wî pirsî: ‘Tu dixwazî ez çi bidim te?’ Silêman got: ‘Ez pir ciwan im û tecrûbeya min tune ye. Ji kerema xwe re hîkmetê bide min ku ez li xelkê te xwedî derkevim.’ Yehowa got: ‘Ji ber ku te hîkmet xwest, ezê te bikim zilamê herî bihîkmet ê dinyayê. Wekî din, ezê te pir dewlemend bikim. Û eger tu bi ya min bikî, ezê emrekî dirêj bidim te.’
Silêman dest bi avakirina îbadetgehê kir. Wî zêr, zîv, darên herî baş û kevirên biqîmet bi kar anîn. Bi hezaran jin û mêrên hoste li ser îbadetgehê şixulîn. Piştî heft salan, îbadetgeh hazir bû ku ji Yehowa re bê dayîn. Li wir li ser qurbangehê qurban hebûn. Silêman li ber qurbangehê çû ser çokan û dua kir: ‘Ya Yehowa, mezinahî û xweşikahiya vê îbadetgehê têra te nake, lê ji kerema xwe re îbadeta me qebûl bike û guh bide duayên me.’ Gelo Yehowa îbadetgeh û duaya Silêman eciband? Wexta ku Silêman duaya xwe xelas kir, agir ji ezmanan daket û qurbanên li ser qurbangehê şewitandin. Bi vî awayî Yehowa nîşan da ku wî îbadetgeh qebûl kir. Gava Îsraîliyan ev yek dît, ew kêfxweş bûn.
Silêman Padîşah li Îsraîlê û li welatên din jî bi hîkmeta xwe dihat naskirin. Mirov ji bo safîkirina problemên xwe dihatin cem Silêman. Heta melîkeya Sebayê jî hat ku wî bi pirsên zehmet biceribîne. Gava wê cewabên wî bihîstin, wê got: ‘Min ji tiştên ku mirovan li ser te gotine bawer nedikir, lê niha ez dibînim ku hîkmeta te ji tiştên ku wan gotine hê mezintir e. Bi rastî jî bereketa Xwedayê te Yehowa li ser te ye.’ Îsraîliyan jiyaneke xweş û bihizûr derbas dikir. Lê halê wan li ber guhertinê bû.
“Û va ye, yekî ji Silêman mezintir li vir e” (Meta 12:42).