KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • lfb ders 50 r. 120-r. 121 p. 5
  • Yehowa Alî Yehoşafat Kir

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Yehowa Alî Yehoşafat Kir
  • Dersên ji Kitêba Pîroz
  • Malzemeya Eleqedar
  • Ji Tiştên Nivîsî ji Xwe re Dersan Bigire
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2017
  • Yehowa li ser Kesên Din Çi Difikire, Gelo Tu jî Wisa Difikirî?
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2023
  • Bi Hemû Dilê Xwe ji Yehowa re Xizmet Bike
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2017
  • Cotên Nûzewicî – Xizmeta Yehowa Bixin Cihê Pêşîn!
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2021
Dersên ji Kitêba Pîroz
lfb ders 50 r. 120-r. 121 p. 5
Yehoşafat Padîşah û stranbêjên Lêwî ordiyê ji Orşelîmê derdixin

DERS 50

Yehowa Alî Yehoşafat Kir

Yehoşafat padîşahê Cihûdayê bû. Li welatê xwe wî pût û îbadetgehên Baal tune kirin. Wî dixwest ku xelk qanûnên Yehowa bielime. Ji bo ku xelkê perwerde bike, wî mezinên milet û Lêwî şandin hemû Cihûdayê.

Miletên li derdora wan dizanibû ku Yehowa bi xelkê xwe re ye. Ji ber vê yekê, ew ditirsiyan ku hicûmî Cihûdayê bikin. Heta wan diyarî ji Yehoşafat Padîşah re anîn. Lê piştre Moabî, Ammonî û yên ji herêma Seîrê hatin ku bi Cihûdayê re şer bikin. Yehoşafat dizanibû ku ew hewceyî alîkariya Yehowa ye. Wî hemû jin, mêr û zarok li Orşelîmê li hev kom kirin. Wî li ber wan dua kir: ‘Yehowa bêyî te em nikarin zora wan bibin. Ji kerema xwe re ji me re bêje ku em çi bikin.’

Yehowa cewaba duaya wî da: ‘Netirsin. Ezê alî we bikim. Rabin, bisekinin û bibînin ku ezê we çawa xelas bikim.’ Gelo Yehowa ew çawa xelas kirin?

Roja din Yehoşafat stranbêj hilbijartin û ji wan re got ku li pêş ordiyê bimeşin. Ew ji Orşelîmê derketin û heta meydana şer a li cihê bi navê Teqoayê meşiyan.

Dema ku stranbêjan bi kêfxweşî û bi dengekî bilind ji Yehowa re stran digotin, Yehowa ji bo xelkê xwe şer dikir. Wî Ammonî û Moabî ew qas tev li hev kirin ku wan bi hev re şer kir û yek jî ji wan sax nema. Lê Yehowa xelkê Cihûdayê, esker û kahîn parastin. Hemû miletên li derdora wan tiştên ku Yehowa kirin bihîstin. Wan fehm kir ku Yehowa hê jî xelkê xwe diparêze. Belê, Yehowa dikare xizmetkarên xwe bi gelek awayan xelas bike. Ji bo vê yekê, ew ne muhtacî alîkariya mirovan e.

“Ne hewce ye ku hûn vê carê şer bikin. Rabin, bisekinin û bibînin ku Yehowa we çawa xelas dike” (2. Dîrokan 20:17, NWT).

Pirs: Yehoşafat padîşahekî çawa bû? Yehowa çawa Cihûda parast?

2. Dîrokan 17:1-19; 20:1-30

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne