KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • lfb ders 5 r. 18-r. 19 p. 5
  • Gemiya Nûh

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Gemiya Nûh
  • Dersên ji Kitêba Pîroz
  • Malzemeya Eleqedar
  • Di Wexta Tofana Nûh de kê Guh Da Xwedê?
    Guh Bide Xwedê û Her Bijî
  • Heşt Kes di Tofanê de Sax Man
    Dersên ji Kitêba Pîroz
  • Qisim 5
    Guh bidin Xweda
Dersên ji Kitêba Pîroz
lfb ders 5 r. 18-r. 19 p. 5
Nûh û malbata wî gemiyê ava dikin

DERS 5

Gemiya Nûh

Bi zeman re mirov li ser erdê zêde dibûn. Gelek ji wan xerab bûn. Hinek melekên li ezmanan jî xerab bûn. Wan mala xwe ya li ezmanan hişt û daketin ser erdê. Tu dizanî wan çima ev yek kir? Ji ber ku wan dixwest bi jinan re bizewicin.

Gava ev melekên xerab bi jinan re zewicîn, kurên wan çêbûn. Kurên wan pir biqewet û bêrehm bûn. Wan zilm li xelkê dikir. Yehowa nehişt ku ev yek wisa bimîne. Loma wî qerar da ku Tofanekê bîne ser erdê û hemû kesên xerab tune bike.

Nûh û malbata wî gemiyê ava dikin û xwarinê hazir dikin

Lê zilamek hebû ku ne wek wan bû. Wî ji Yehowa hez dikir. Navê wî Nûh bû. Ew zewicî bû û bavê sê kuran bû. Navê wan Sam, Ham û Yefet bûn. Her sê kurên wî jî zewicî bûn. Ji bo ku Nûh û malbata wî di Tofanê de sax bimînin, Yehowa ji Nûh re got ku gerek ew gemiyeke mezin çêke. Ev gemî wek qutiyeke pir mezin bû û dikaribû li ser avê biherike. Ji bo ku heywan jî xelas bibin, Yehowa ji Nûh re got ku gerek ew gelek heywanan jî têxe gemiyê.

Nûh zû dest bi çêkirina gemiyê kir. Ji Nûh û malbata wî re teqrîben 50 sal lazim bûn ku vî karî xelas bikin. Eynî wek ku Yehowa ji wan re got, wan gemî tam wisa çêkir. Di wê demê de, Nûh xelk hişyar dikir û ji wan re digot ku Tofan wê li ser erdê rabe. Lê tu kesî guh neda wî.

Di dawiyê de wext hat ku ew têkevin hundirê gemiyê. Ka em binêrin piştre çi bû.

“Di rojên Nûh de çawa bû, hazirbûna Kurê Mirov jî wê wisa be” (Meta 24:37).

Pirs: Yehowa çima qerar da ku Tofanekê bîne dinyayê? Yehowa ji Nûh re got ku gerek ew çi bike?

1. Mûsa 6:1-22; Meta 24:37-41; 2. Petrûs 2:5; Cihûda 6

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne