KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • lfb ders 57 r. 138-r. 139 p. 1
  • Yehowa Wezîfeyek Da Yêremya

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Yehowa Wezîfeyek Da Yêremya
  • Dersên ji Kitêba Pîroz
Dersên ji Kitêba Pîroz
lfb ders 57 r. 138-r. 139 p. 1
Yêremya cerekî li ber çavê rîspiyan dişikîne

DERS 57

Yehowa Wezîfeyek Da Yêremya

Yehowa Yêremya ji xelkê Cihûdayê re kir pêxember. Yehowa ji wî xwest ku ew gotinên wî ji xelkê re bibêje û wan hişyar bike ku gerek ew dev ji tiştên xerab berdin. Yêremya got: ‘Lê Yehowa, ez hê xort im. Ez nizanim çawa bi wan re bipeyivim.’ Yehowa ji wî re got: ‘Netirse. Ezê gotinên xwe ji te re bêjim. Ezê alî te bikim.’

Yehowa ji Yêremya xwest ku ew rîspiyên xelkê li hev kom bike, cerekî li ber wan bişikîne û wisa bibêje: ‘Orşelîm jî wê wek vî cerî parçe parçe bibe.’ Gava Yêremya ev yek kir, rîspî pir qehirîn. Kahînekî bi navê Paşhûr li Yêremya xist û dest û lingên wî bi dar û zincîran girêdan. Yêremya nikaribû xwe temamiya şevê bilivîne. Roja din Paşhûr ew serbest berda. Yêremya got: ‘Êdî nikarim tehemul bikim. Êdî nikarim gotinên te ji xelkê re bêjim.’ Lê gelo wî bi rastî dev ji her tiştî berda? Na. Gava Yêremya hinekî din li ser vê yekê fikirî, wî got: ‘Xebera Yehowa wek agirekî di dilê min de ye. Ez nikarim dev ji belavkirina gotina wî berdim.’ Yêremya bi dewamî xelk hişyar dikir.

Sal derbas bûn û padîşahekî nû dest bi hukimdariya Cihûdayê kir. Kahînan û pêxemberên sexte ji xebera ku Yêremya ji wan re digot nefret dikir. Wan ji mezinên xelkê re got: ‘Ev zilam mirinê heq dike.’ Yêremya got: ‘Eger hûn min bikujin, hûnê zilamekî bêsûc bikujin. Ez ne gotinên xwe, lê gotinên Yehowa ji we re dibêjim.’ Gava mezinên xelkê ev gotin bihîstin, wan got: ‘Ev zilam mirinê heq nake.’

Ji ber ku Yêremya her tim xebera Xwedê belav dikir, mezinên milet pir diqehirîn. Wan ji padîşah xwest ku ew Yêremya bikuje. Padîşah got ku ew çi bixwazin dikarin bi Yêremya bikin. Wan Yêremya bir û avêt bîreke kûr. Wan hêvî dikir ku ewê tê de bimire. Yêremya her ku diçû bêtir diket nav heriya bîrê.

Ebed-Melek û zilamên bi wî re Yêremya ji bîrê derdixin

Piştre memûrekî qesrê yê bi navê Ebed-Melek ji padîşah re got: ‘Mezinên xelkê Yêremya avêtine bîrekê! Eger em wî tê de bihêlin, ewê bimire.’ Padîşah ji Ebed-Melek re got ku ew dikare 30 zilamî bi xwe re bibe û Yêremya ji bîra kûr derxe. Halê Yêremya çi qas zehmet bû jî, wî dev ji belavkirina xebera Yehowa berneda. Gelo tu jî naxwazî wek Yêremya bî?

“Ji ber navê min hemû mirov wê ji we nefret bikin, lê yê ku heta dawiyê sebir bike, ewê xelas bibe” (Meta 10:22).

Pirs: Yêremya wexta ku ciwan bû çima guhdariya Yehowa dikir? Kê dixwest ku Yêremya dev ji belavkirina xebera Xwedê berde?

Yêremya 1:1-19; 19:1-11; 20:1-13; 25:8-11; 26:7-16; 38:1-13

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne