DERS 69
Cibrayîl bi Meryemê re Dipeyive
Meriveke Êlîzabêtê ya bi navê Meryemê hebû. Meryem li bajarê Nasiraya Celîleyê dijiya. Ew bi Ûsivê xerat re bi nîşanî bû. Gava Êlîzabêt şeş mehî bihemle bû, melek Cibrayîl li Meryemê xuya bû. Wî got: ‘Merheba Meryem. Bereketa Yehowa li ser te ye.’ Wê maneya gotinên Cibrayîl fehm nekir. Piştre melek ji wê re got: ‘Tuyê bihemle bibî û kurekî bînî dinyayê. Navê wî bike Îsa. Ewê bibe Padîşah û Hukimdariya wî wê her tim hebe.’
Meryemê got: ‘Lê ez ne zewicî me. Ezê çawa zarokekî bînim?’ Cibrayîl got: ‘Ji bo Yehowa tiştekî nemumkin tune ye. Ruhê pîroz wê bê ser te û kurekî te wê çêbe. Meriva te Êlîzabêt jî bizaro ye.’ Piştre Meryemê got: ‘Ez xulama Yehowa me. Wek ku tu dibêjî bila wisa bibe.’
Meryem ji bo serdana Êlîzabêtê çû bajarê ku ew lê dima. Gava ew ket hundirê malê û silav da Êlîzabêtê, bebeka di zikê Êlîzabêtê de xwe livand. Di bin tesîra ruhê pîroz de, wê got: ‘Meryem, bereketa Yehowa li ser te ye. Çi şerefeke mezin e ku diya Mesîh hatiye cem min.’ Meryemê got: ‘Ez bi hemû dilê xwe pesnê Yehowa didim.’ Meryem sê mehan li cem Êlîzabêtê ma. Piştre ew vegeriya mala xwe ya li Nasirayê.
Gava Ûsiv pê hesiya ku Meryem bizaro ye, wî xwest ku nîşaniya xwe xera bike. Lê melekek di xewnê de li Ûsiv xuya bû û got: ‘Netirse ku tu bi Meryemê re bizewicî. Wê tiştekî şaş nekiriye.’ Loma Ûsiv bi Meryemê re zewicî û ew bir mala xwe.
“Li erdê û li ezman … Xudan her daxwaza xwe bi cih tîne” (Zebûr 135:6).