DERS 73
Yehya Rê Hazir Dike
Gava Yehyayê kurê Zekerya û Êlîzabêtê mezin bû, ew bû pêxember. Yehowa bi destê Yehya ji xelkê re digot ku hatina Mesîh nêzîk bûye. Yehya ev xeber ne li bajaran ne jî di sînagogan de, lê li çolê belav dikir. Mirov ji Orşelîmê û ji her dera Cihûstanê dihatin ku ji Yehya bielimin. Wî ew dielimandin ku eger ew dixwazin dilê Xwedê xweş bikin, gerek ew dev ji tiştên xerab berdin. Piştî ku gelek kesan guh da Yehya, wan gunehên xwe tobe kirin û Yehya ew di Çemê Urdunê de vaftîz kirin.
Yehya jiyaneke sade derbas dikir. Wî kincên ji pirça deve li xwe dikirin û kulî û hingivê çolê dixwarin. Mirovan meraq dikir ku Yehya yekî çawa ye. Heta Fêrisî û Sadûqiyên pozbilind jî dihatin ku wî bibînin. Yehya ji wan re got: ‘Gerek hûn tobe bikin û xwe biguherin. Nefikirin ku hûn mirovên xisûsî ne tenê ji ber ku hûn dibêjin ku hûn zarokên Birahîm in. Ev yek nayê maneya ku hûn zarokên Xwedê ne.’
Gelek kes dihatin cem Yehya. Wan jê dipirsî: ‘Ji bo ku Xwedê ji me razî be, gerek em çi bikin?’ Yehya ji Cihûyan re digot: ‘Eger du kirasên we hebin, yekî bidin kesekî ku hewcedariya wî pê heye.’ Gelo tu dizanî wî çima ev yek digot? Wî dixwest ku şagirtên wî vê yekê fehm bikin: Ji bo ku Xwedê ji wan razî be, gerek ew ji mirovan hez bikin.
Yehya ji bacgiran re digot: ‘Durist bin û tu kesî nexapînin.’ Wî ji eskeran re digot: ‘Rişwetê nestînin û derewan nekin.’
Kahîn û Lêwî jî dihatin cem Yehya û jê dipirsî: ‘Tu kî yî? Her kes vê yekê meraq dike.’ Yehya got: ‘Wek ku Îşaya ji berê ve gotibû, ez ew dengê li çolê me û mirovan nêzîkî Yehowa dikim.’
Mirovan ji tiştên ku Yehya dielimandin hez dikir. Gelek kesan meraq dikir ka Yehya Mesîh e yan na. Yehya ji wan re got: ‘Kesekî ji min mezintir tê. Ez ne hêja me ku benikên solên wî vekim. Ez we bi avê vaftîz dikim, lê ewê we bi ruhê pîroz vaftîz bike.’
“Ev zilam wek şahid hat. Ew hat ku şahidiya ronahiyê bike, da ku hemû cureyên mirovan bi navgîniya wî bawer bikin” (Yûhena 1:7).