KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • lfb ders 82 r. 192-r. 193 p. 2
  • Îsa Şagirtên Xwe Dielimîne ku Çawa Dua Bikin

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Îsa Şagirtên Xwe Dielimîne ku Çawa Dua Bikin
  • Dersên ji Kitêba Pîroz
  • Malzemeya Eleqedar
  • Dua – Keremeke Mezin
    Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje?
  • Bi Alîkariya Duayê Nêzîkî Xwedê Bibe
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
  • Ecêba Yehowa Guh Dide Me?
    Guh Bide Xwedê û Her Bijî
  • Dua – Hediyeyeke Biqîmet
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2022
Dersên ji Kitêba Pîroz
lfb ders 82 r. 192-r. 193 p. 2
Fêrisiyek li ber kesên din dua dike û mirov disekinin ku li wî binêrin

DERS 82

Îsa Şagirtên Xwe Dielimîne ku Çawa Dua Bikin

Fêrisiyan dixwest bikevin çavê xelkê. Gava wan xêrek dikir, wan ev yek wisa dikir ku kesên din wan bibînin. Wan li cihê ku her kesî dikaribû wan bibihîzin dua dikir. Fêrisiyan duayên dirêj ezber dikirin û duayên xwe di kolan û sînagogan de dubare dikirin. Loma xelk ji ber van gotinên Îsa şaş ma: ‘Wek Fêrisiyan dua nekin. Ew difikirin ku Xwedê ji duayên wan ên dirêj hez dike, lê Xwedê ji van duayan ne razî ye. Dua tiştekî di navbera te û Yehowa de ye. Gava hûn dua dikin, hûn eynî gotinan dîsa û dîsa nebêjin. Yehowa dixwaze ku hûn dilê xwe ji wî re vekin.’

Kurikek diçe ser çokan û dua dike

Îsa got ku wisa dua bikin: “Bavê me yê li ezmanan, bila navê te pîroz be. Bila Hukimdariya te bê. Bila daxwaza te wek li ezmên li ser rûyê erdê jî bê cih.” Wekî din, Îsa ji wan re got ku ew dikarin ji bo nanê xwe yê rojê, ji bo efûkirina gunehên xwe û ji bo tiştên din ên şexsî dua bikin.

Îsa got: ‘Tu carî dev ji duakirinê bernedin. Her tim tiştên qenc ji Bavê xwe Yehowa bixwazin. Hemû dê û bav dixwazin tiştên qenc bidin zarokên xwe. Eger kurê we nên ji we bixwaze, gelo hûnê kevirekî bidin wî? Eger ew masiyekî bixwaze, gelo hûnê marekî bidin wî?’

Piştre Îsa gotinên xwe ji wan re zelal kirin: ‘Hûn dizanin ku çawa tiştên qenc bidin zarokên xwe. Îcar Bavê we yê li ezmanan wê hê bêtir ruhê pîroz bide we! Tenê lazim e ku hûn ji wî bixwazin.’ Gelo tu jî wek ku Îsa got dua dikî? Tu di duayên xwe de çi dibêjî?

“Bi dewamî bixwazin û wê ji we re bê dayîn, bi dewamî lê bigerin û hûnê bibînin, bi dewamî li derî bixin û wê ji we re bê vekirin” (Meta 7:7).

Pirs: Îsa ji şagirtên xwe re li ser duayê çi got? Gelo tu di duayên xwe de tiştên ku ji bo te muhîm in dibêjî?

Meta 6:2-18; 7:7-11; Lûqa 11:13

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne