DERS 87
Şîva Îsa ya Dawîn
Cihûyan Cejna Derbasbûnê her sal di 14ê meha Nîsanê de pîroz dikir. Vê cejnê dianî bîra wan ku Yehowa çawa ew ji koletiya li Misrê xelas kirin û ew anîn Welatê Sozdayî. Piştî mîladê di sala 33yan de, Îsa û şandiyên wî Cejna Derbasbûnê li Orşelîmê li malekê pîroz kir. Di dawiya şîvê de, Îsa got: ‘Yek ji we wê min bide dest dijminan.’ Şandî pir şaş man û ji wî pirsî: ‘Ka bêje ew kî ye?’ Îsa got: ‘Kesê ku ez vî nanî didim wî ew e.’ Piştre wî parçeyekî nan da Cihûdayê Îsxeryot. Di cih de Cihûda rabû ser xwe û ji odeyê derket.
Piştre Îsa dua kir, nan parçe kir û li şandiyên mayî belav kir. Wî got: ‘Vî nanî bixwin. Ev bedena min ya ku ezê ji bo we bidim temsîl dike.’ Piştre wî taseke şerabê rakir, da şandiyên xwe û dua kir. Wî got: ‘Vê şerabê vexwin. Ev xwîna min ya ku ezê ji bo efûkirina gunehên we bidim temsîl dike. Ez soz didim we ku hûnê bi min re li ezmanan bibin padîşah. Vê yekê her sal ji bo bîranîna min bikin.’ Ji bo vê yekê, şagirtên Îsa jî her sal di eynî tarîxê de li hev kom dibin. Ji vê civînê re Şîva Efendiyê me tê gotin.
Piştî vê şîvê, şandiyên wî bi hev re minaqeşe kir ka di nav wan de yê herî mezin kî ye. Lê Îsa ji wan re got: ‘Di nav we de yê herî mezin gerek xwe wek yê herî biçûk bibîne. Yanî gerek ew xwe wek kesekî muhîm nebîne.’
‘Hûn dostên min in. Ez her tiştê ku min ji Bavê xwe bihîstiye ji we re dibêjim. Di demeke nêzîk de ezê herim cem Bavê xwe yê li ezmanan. Hûnê li vir bimînin. Gava mirov bibînin ku hûn ji hev hez dikin, ewê fehm bikin ku hûn şagirtên min in. Wek ku min ji we hez kir, hûn jî ji hev hez bikin.’
Di dawiyê de Îsa dua kir û ji Yehowa rica kir ku ew hemû şagirtên wî biparêze. Ji bo ku ew bi hev re di nav aştiyê de kar bikin, wî ji Yehowa xwest ku ew alî wan bike. Wekî din, wî ji bo pîrozkirina navê Yehowa dua kir. Dûre Îsa û şandiyên wî bi kilaman pesnê Yehowa da û derketin derve. Êdî wexta girtina Îsa nêzîk bûbû.
“Netirse, keriyê biçûk, çimkî Bavê we razî ye ku Hukimdariyê bide we” (Lûqa 12:32).