KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • lff ders 5
  • Kitêba Pîroz Xebera Xwedê ye

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Kitêba Pîroz Xebera Xwedê ye
  • Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • HÛR Û KÛR BIFIKIRE
  • BI ÇEND GOTINAN
  • ZÊDETIR HÎN BIBE
  • Gelo Ev Mizgîn bi Rastî ji Xwedê ye?
    Mizgîna Xwedê
  • Kitêba Pîroz Çawa Dikare Jiyana Te Xweştir Bike?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
  • Kitêba Pîroz Çawa Dikare Jiyana Te Xweştir Bike?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz – Dersên Pêşîn
  • Tu Çawa Dikarî ji Xwendina Kitêba Pîroz Zêdetir Feydeyê Bistînî?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
Zêdetir Bibîne
Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
lff ders 5
Ders 5. Zilamek Kitêba Pîroz di otobûsê de dixwîne.

DERS 05

Kitêba Pîroz Xebera Xwedê ye

Versiyona Çapkirî
Versiyona Çapkirî
Versiyona Çapkirî

Yehowa xelateke pir xweş daye me. Ev xelat Kitêba Pîroz e. Kitêba Pîroz ji 66 kitêbên biçûk hatiye berhevkirin. Gelo Kitêba Pîroz ji ku hatiye? Nivîskarê wê kî ye? Di vê dersê de, emê cewabên van pirsan bistînin.

1. Madem ku pêxemberan Kitêba Pîroz nivîsandiye, çima jê re “Peyva Xwedê” tê gotin?

Kitêba Pîroz ji aliyê teqrîben 40 pêxemberan ve hatiye nivîsandin. Kitêba pêşîn berî 3.500 salan û ya dawîn jî berî 1.900 salan hatiye nivîsandin. Û nivîskarên Kitêba Pîroz bi esl û emrê xwe ji hev cuda bûn. Lê dîsa jî, hemû qismên Kitêba Pîroz hev digirin û ne li dijî hev in. Çimkî Kitêba Pîroz bi eslê xwe Peyva Xwedê ye (1. Selanîkî 2:13 bixwîne). Pêxemberan ne fikrên xwe nivîsandin, lê belê wan “bi rêberiya Ruhê Pîroz, peyv ji Xwedê gotine”a (2. Petrûs 1:21). Xwedê fikrên xwe bi destê ruhê pîroz dan pêxemberan, û wan jî ew nivîsandin (2. Tîmotêyos 3:16).

2. Kî dikare ji Kitêba Pîroz feydeyê bistîne?

Însanên ji “her milet, bavik, ziman û gelan” dikarin ji mizgîna Kitêba Pîroz feydeyê bistînin (Peyxam 14:6 bixwîne). Heta îro jî, Kitêba Pîroz ji kitêbên din zêdetir bi gelek zimanan hatiye tercûmekirin û belavkirin. Hema her kes, li ku derê be û bi çi zimanî jî bixwaze, dikare Kitêba Pîroz bixwîne yan guhdarî bike.

3. Yehowa çawa Kitêba Pîroz parastiye?

Kitêba Pîroz li ser tiştên wek çerm û kaxizê papîrûsê hatiye nivîsandin. Tiştên wisa zû dereng xera dibin. Lê zilamên ku ji Kitêba Pîroz hez dikir, wan gotinên wê bi destê xwe dîsa bi dîqat dinivîsandin, yanî kopî dikirin. Hin hukimdaran û rêberên dînî dixwest ku Kitêba Pîroz tune bikin. Lê kesên din jî hazir bûn ku ji bo parastina Kitêba Pîroz canê xwe bidin. Xwedê nehişt ku tu kes yan jî tu tişt rê li ber wî bigire ku Kitêba Pîroz bigihîne me. Kitêba Pîroz dibêje ku “peyva Xwedayê me her û her dimîne” (Îşaya 40:8, Mizgînî).

HÛR Û KÛR BIFIKIRE

Gelo Xwedê çawa fikrên xwe bi destê pêxemberan dane nivîsandin? Wî çawa Kitêba Pîroz parastiye? Ji bo ku Kitêba Pîroz bigihîne destê me, Xwedê çi kiriye?

4. Nivîskarê eslî yê Kitêba Pîroz

VÎDEOYÊ vêxe. Paşê 2. Tîmotêyos 3:16 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

VÎDEO: Nivîskarê Kitêba Pîroz Kî ye? (Bi Qismî) (2:48)

  • Kitêba Pîroz bi destê însanan hatiye nivîsandin. Lê çima jê re “Peyva Xwedê” tê gotin?

  • Tu çi dibêjî, gelo maqûl e ku Xwedê fikrên xwe derbasî hişê însanan kiriye?

Serkarek fikrên xwe ji sekreterê xwe re dibêje, û sekreter jî wan di nameyekê de dinivîse.

Serkarek ji sekreterê xwe re dibêje ku gerek ew di nameyê de çi binivîse. Bi eynî awayî, Xwedê jî fikrên xwe bi destê pêxemberan dane nivîsandin

5. Kitêba Pîroz li hemberî derbeyên mezin bi ser ket

Ji ber ku Kitêba Pîroz ji Xwedê ye, wî ew heta îro jî parastiye. Di tarîxê de, kesên biqudret dixwest Kitêba Pîroz tune bikin. Rêberên dînî hewl dida ku Kitêba Pîroz ji ber xelkê veşêrin. Lê heta di bin zilm û zordariyê de jî, gelek kes hazir bûn ku ji bo parastina Kitêba Pîroz canê xwe bidin. Ka were, em yekî ji wan baştir nas bikin. VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

VÎDEO: Wan Qîmet Dida Kitêba Pîroz (Bi Qismî: William Tyndale) (6:17)

  • Gelek kes hazir bûn ku ji bo parastina Kitêba Pîroz canê xwe bidin. Gelo ev yek dilê te xweş nake ku tu Kitêba Pîroz bixwînî?

Zebûr 119:97 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Çima gelek kes hazir bûn ku ji bo tercûmekirin û belavkirina Kitêba Pîroz canê xwe bidin?

6. Kitêbeke ji bo hemû însanan

Di tarîxê de, Kitêba Pîroz kitêba herî zêde tercûmekirî û belavkirî ye. Karên Şandiyan 10:34, 35 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Çima Xwedê dixwaze ku Kitêba Pîroz bi gelek zimanan bê tercûmekirin û belavkirin?

  • Çima kêfa te ji Kitêba Pîroz re tê?

Însanên ji gelek kok û miletan Kitêba Pîroz bi zimanê xwe dixwînin.

Nêzîkî ji

%100

ê nifûsa dinyayê

dikare Kitêba Pîroz bi zimanê xwe bi dest bixe

Bi zêdetirî

3.000

zimanan heye,

bi temamî yan jî bi qismî

5.000.000.000

nisxeyên Kitêba Pîroz hatine çêkirin,

yanî Kitêba Pîroz ji her kitêbeke din zêdetir hatiye çapkirin

HINEK WISA DIBÊJIN: “Kitêba Pîroz hatiye guhertin û xerakirin.”

  • Tu li ser van gotinan çi difikirî?

  • Çi îsbat dike ku Kitêba Pîroz nehatiye guhertin?

BI ÇEND GOTINAN

Kitêba Pîroz Peyva Xwedê ye. Kitêba Pîroz bi gelek zimanan heye.

Tu çi elimî?

  • Xwedê çawa fikrên xwe bi destê pêxemberan dane nivîsandin?

  • Kitêba Pîroz li hemberî derbeyên mezin bi ser ketiye, hatiye tercûmekirin û belavkirin. Ev yek li ser te çawa tesîr dike?

  • Ji bo ku Xwedê fikrên xwe bigihîne me, wî gelek tişt kirine. Gelo ev yek dilê te digire?

Hedef

ZÊDETIR HÎN BIBE

Li ser dîroka Kitêba Pîroz, yanî ji destnivîsên eslî bigire heta wergerên ku îro hene, hin tiştan bixwîne.

“Kitêba Pîroz Çawa Gihîştiye Me?” (Hişyar Bin!, Mijdar 2007)

Kitêba Pîroz li hemberî kîjan derbeyên mezin bi ser ketiye?

“Kitêba Pîroz li Hemberî Derbeyên Tunekirinê bi Ser Ketiye” (Birca Çavdêriyê No. 4 2016)

Ka binêre ku hin kesan di bin xetera mirinê de çawa Kitêba Pîroz tercûme kiriye.

Wan Qîmet Dida Kitêba Pîroz (14:26)

Kitêba Pîroz gelek caran hatiye kopîkirin û tercûmekirin. Em ji ku dizanin ku ew nehatiye guhertin?

“Gelo Kitêba Pîroz Hatiye Guhertin?” (Meqaleya Înternetê)

a Ruhê pîroz hêz û qeweta Xwedê ya xisûsî û bitesîr e. Ders 07 vê yekê zelal dike.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne