KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • lff ders 58
  • Ji Yehowa re Dilsoz Bimîne

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Ji Yehowa re Dilsoz Bimîne
  • Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • HÛR Û KÛR BIFIKIRE
  • BI ÇEND GOTINAN
  • ZÊDETIR HÎN BIBE
  • Dînên Sexte di Heqê Xwedê de Derewan Dibêjin
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
  • Çi wê Bê Serê Dîn û Baweriyên Sexte?
    Mizgîna Xwedê
  • Babîla Mezin Çi ye?
    Pirsên li ser Kitêba Pîroz
  • Em Çawa Dikarin Nîşan Bidin ku Em ji Yehowa Hez Dikin?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
lff ders 58
Ders 58. Komeke mirovan li hemberî rastiyê serî hildidin. Malbatek bi dilrihetî li ber wan dimeşe û diçe komcivînê.

DERS 58

Ji Yehowa re Dilsoz Bimîne

Versiyona Çapkirî
Versiyona Çapkirî
Versiyona Çapkirî

Em dixwazin bi dilsozî ji Yehowa re îbadetê bikin. Loma em qet nahêlin ku kesek yan tiştek navbera me û Yehowa xera bike. Bê şik û bê guman tu jî dixwazî ji Yehowa re dilsoz bimînî. Yehowa gelek qîmetê dide dilsoziya te (1. Dîrokan 28:9 bixwîne). Di kîjan hal û rewşan de belkî ji bo te zor e ku tu ji wî re dilsoz bimînî? Gelo çi dikare alî te bike?

1. Hin kes çi dikin ku dilsoziya me ya ji Yehowa re xera bikin?

Hin kes dixwazin me ji îbadeta Yehowa dûr bixin. Gelo ew kî ne? Hin kesên ku ji rêya rastiyê derketine li ser teşkîlata Yehowa derewan dibêjin, da ku îmana me tune bikin. Ji wan re serhildêrên li hemberî rastiyê tê gotin. Wekî din, hin zilamên dînî jî li ser me derewan belav dikin. Eger em hay ji xwe nebin, emê bi derewên wan bawer bikin û dev ji îbadeta Yehowa berdin. Ji bo me pir bizerar e ku em bi muxalifan re munaqeşe bikin, kitêbên wan yan fikrên wan di Înternetê de bixwînin, yan jî li fîlmên wan mêze bikin. Îsa Mesîh li ser kesên ku dixwazin me ji rêya Yehowa derxin wisa gotibû: “Dev ji wan berdin! Ew kor in, rêberên koran in. Eger kor rêberiya yê kor bike, herdu jî wê bikevin çalê” (Meta 15:14).

2. Em çawa dikarin nîşan bidin ku em ji Yehowa re dilsoz in?

Ji ber ku em ji Yehowa hez dikin, em bi her awayî ji dînê sexte dûr dikevin. Gerek karê me, teşkîlatên ku em endamên wan in yan jî fealiyetên me yên din, bi dînê sexte ve girêdayî nebin. Yehowa me bi van gotinan hişyar dike: “Ya gelê min, ji wê [Babîla Mezin], derkevin” (Peyxam 18:2, 4).

HÛR Û KÛR BIFIKIRE

Çi dikare alî te bike ku tu kes dilsoziya te ya ji Yehowa re xera neke? Çi eleqeya derketina ji Babîla Mezin bi dilsoziya te ve heye?

3. Li hemberî derewkaran hişyar be

Gava ku em li ser teşkîlata Yehowa tiştên xerab bibihîzin, gerek em çi bikin? Methelokên Silêman 14:15 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Çima gerek em bi her tiştê ku dibihîzin bawer nekin?

2. Yûhena 9-11 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Gerek em li ser serhildêrên li hemberî rastiyê çawa bifikirin?

  • Eger eleqeya me rasterast bi serhildêrên li hemberî rastiyê ve tune be jî, gelo fikrên wan çawa dikarin bigihîjin me?

  • Eger em guh bidin derewên ku li ser Yehowa û teşkîlata wî tên gotin, gelo Yehowa wê li ser me çi bifikire?

4. Gava xwişk yan birayek guneh bike, ji Yehowa re dilsoz bimîne

Eger xwişk yan birayek gunehekî giran bike û tu pê bihesî, gerek tu çi bikî? Bala xwe bide vê pîvan û prensîpa ku Xwedê dabû Îsraêla berê (3. Mûsa 5:1 bixwîne).

Li gor vê ayetê, eger xwişk yan birayek gunehekî giran bike û em pê bihesin, gerek em vê yekê ji rîspiyan re bibêjin. Berî vê yekê, gerek em ji ber hezkirinê şîretê bidin wî kesî û bibêjin gerek ew here cem rîspiyan û gunehê xwe ji wan re îtiraf bike. Eger ew wisa neke, gerek dilsoziya me ya ji Yehowa re me dehf bide ku em vê meseleyê ji rîspiyan re bibêjin. Bi vî awayî, em çawa hezkirina dilsoz …

  • ji Yehowa Xwedê re nîşan didin?

  • ji kesê ku guneh kiriye re nîşan didin?

  • ji xwişk û birayên din re nîşan didin?

Albûm: Birayek alî birayekî din ê ku şaşiyek kiriye, dike. 1. Ew bira tiştekî pîs li ser telefona xwe dibîne. 2. Ew bira telefona xwe ji birayê din re nîşan dide, lê birayê din vê red dike. 3. Ew bira bi du rîspiyan re dipeyive û telefona xwe nîşanî wan dide.

Eger xwişk yan birayek bikeve ser rêya şaş, alî wî bike!

5. Ji Babîla Mezin bi temamî derkeve

VÎDEOYÊ vêxe.

VÎDEO: Ji Babîla Mezin Derkevin! (5:06)

Dîmenek ji vîdeoya ‘Ji Babîla Mezin Derkevin!’ Piştî ku xwendekareke Kitêba Pîroz karê xwe yê di dêrê de betal dike, ew rûyê xwe ji keşîşekî difetilîne û diçe.

Lûqa 4:8 û Peyxam 18:4, 5 bixwîne û cewabên van pirsan bide:

  • Gelo ez hê jî endamekî dînê sexte me yan tev li fealiyetên wan dibim?

  • Gelo ez endamê komele yan teşkîlatekê me, ya ku bi dînê sexte ve girêdayî ye?

  • Gelo ez bi karê xwe dînê sexte destek dikim?

  • Gelo hewce ye ku ez di warekî din de ji dînê sexte qut bibim?

  • Eger cewaba yek ji van pirsan erê be, gerek tu çi bikî?

Di her halekî de, qerareke wisa bide ku wijdanê te rihet be û tu ji Yehowa re dilsoz bimînî.

Xwişkek û kurê wê ji marketê derdikevin. Li wir, jinek ji bo teşkîlateke dînî bexşan top dike. Xwişka me û kurê wê di ber wê re derbas dibin.

Gelo teyê bexş bidaya teşkîlateke dînî ya xêrxwaz?

HINEK WISA DIBÊJIN: “Eger ez bizanibim serhildêrên li hemberî rastiyê çi dibêjin, ezê îbadeta Yehowa baştir biparêzim.”

  • Ma hîkmetek di van gotinan de heye? Tu çima wisa difikirî?

BI ÇEND GOTINAN

Ji bo ku em ji Yehowa re dilsoz bimînin, gerek em ji kesên ku dixwazin me ji rê derxin, dûr bisekinin.

Tu çi elimî?

  • Çima gerek em guhdariya fikrên serhildêrên rastiyê nekin?

  • Eger em pê bihesin ku xwişk an birayekî gunehekî giran kiriye, divê em çi bikin?

  • Em çawa dikarin guh bidin qanûna Yehowa û ji dînê sexte derkevin?

Hedef

ZÊDETIR HÎN BIBE

Eger kesên din li ser Şahidên Yehowa derewan belav bikin, gerek em çawa hereket bikin?

“Bilez bi Her Tiştî Bawer Nebe!” (Birca Çavdêriyê, Tebax 2018)

Em ji ku dizanin ka teşkîlatek yan fealiyetek piştgiriya Babîla Mezin dike?

“Li Dawiya ‘Rojên Dawîn’ bi Îşê Xudan Mijûl Bibe” (Birca Çavdêriyê, Cotmeh 2019, paragraf 16-18)

Hin muxalif çawa hewl didin ku îmana me sist bikin?

Neyên Xapandin (9:32)

Keşîşekî Şîntoyî dibêje ku ew çima ji dînê sexte derketiye. Meqaleya bi navê “Ez ji Zaroktiya Xwe ve li Xwedê Digeriyam” bixwîne.

“Kitêba Pîroz Jiyanê Diguherîne” (Birca Çavdêriyê, 1 Tîrmeh 2011)

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne