KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • lff ders 51
  • Bi Gotinên Xwe Dilê Yehowa Xweş Bike

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Bi Gotinên Xwe Dilê Yehowa Xweş Bike
  • Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • HÛR Û KÛR BIFIKIRE
  • BI ÇEND GOTINAN
  • ZÊDETIR HÎN BIBE
  • “Di Peyivînê de . . . Bibe Mînak”
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2022
  • Kitêba Pîroz li ser Kar û Pere Çi Dibêje?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
  • Ji Xwe re Dost û Hevalên Baş Bibîne
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
  • Kitêba Pîroz Çawa Dikare Jiyana Te Xweştir Bike?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
Zêdetir Bibîne
Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
lff ders 51
Ders 51. Sê jinik di qehwexaneyê de bi kêfxweşî sohbet dikin.

DERS 51

Bi Gotinên Xwe Dilê Yehowa Xweş Bike

Versiyona Çapkirî
Versiyona Çapkirî
Versiyona Çapkirî

Kitêba Pîroz dibêje ziman diyariyeke pir xweş e ku Yehowa daye me. Gelo ji bo wî muhîm e ku em çawa xeber didin? Belê, helbet muhîm e! (Aqûb 1:26 bixwîne). Gelo em çawa dikarin bi gotinên xwe dilê Yehowa xweş bikin?

1. Em çawa dikarin bi gotinên xwe qenciyê bikin?

Kitêba Pîroz van gotinên xweş ji me re dibêje: “Di ber dilê hev de werin û hevdû ava bikin” (1. Selanîkî 5:11). Gelo tu kesekî ku bêkêf bûye nas dikî? Gelo tu çawa dikarî dilê wî xweş bikî? Ji wî re bibêje ku ew li ber dilê te gelek ezîz e. Belkî tu dikarî ji wî re bibêjî ku çima kêfa te ji wî re tê. Teyê bi kîjan ayetê dilê wî ava bikira? Di Kitêba Pîroz de gelek ayetên xweş hene. Ji bîr neke xeberdana xweş û gotina jidil, diçe dil. Loma xîret bike ku tu her tim bi zimanekî şîrîn û nerm xeber bidî (Methelokên Silêman 15:1).

2. Gerek em bi çi awayî xeber nedin?

Kitêba Pîroz dibêje: “Bila qet gotina xerab ji devê we dernekeve” (Efesî 4:29 bixwîne). Yanî gerek em nifiran nekin, xeberên pîs û gotinên ku dikarin dilê kesên din biêşînin, nebêjin. Wekî din, gerek em li ser kesên din xeberên xerab nebêjin, sirên tu kesî eşkere nekin û fesadî û paşgotiniyê nekin (Methelokên Silêman 16:28 bixwîne).

3. Çi alî me dike ku em bi zimanekî xweş xeber bidin?

Gotinên ku ji devê me derdikevin eşkere dikin ku dilê me û hişê me li ser çi ye (Lûqa 6:45). Loma, gerek em xwe bielimînin ku em bala xwe bidin ser tiştên baş. Yanî gerek em li ser tiştên rast, paqij, delal û hêjayî pesindanê bifikirin (Filîpî 4:8). Ji ber vê yekê, gerek em hay ji xwe hebin ku em sebra xwe bi çi tînin, di televîzyonê de li çi mêze dikin û wexta xwe bi dostên baş re derbas bikin (Methelokên Silêman 13:20). Wekî din, gerek em pêşî baş bifikirin û paşê xeber bidin. Bila haya te ji gotinên te hebe ku ew li ser kesên din çawa tesîr dikin. Kitêba Pîroz dibêje: “Gotinên bêfikar wekî birîna şûr e, lê zimanê şehrezayan şifa ye” (Methelokên Silêman 12:18, Mizgînî).

HÛR Û KÛR BIFIKIRE

Em çawa dikarin bi gotinên xwe dilê Yehowa şa bikin û kesên din ava bikin?

4. Pêşî bifikire, paşê xeber bide

Carinan em hemû ji gotinên xwe poşman dibin (Aqûb 3:2). Galatî 5:22, 23 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Kîjan sifet dikarin alî te bikin ku tu pêşî bifikirî û paşê xeber bidî? Dua çawa dikare alî te bike?

1. Korîntî 15:33 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Televîzyon, kêf û şahî û dostên te dikarin li ser xeberdana te çawa tesîr bikin?

Albûm: Kirinên ku dibin sebeb ku zilamek bi hişkî bi jina xwe re xeber bide. 1. Ew li muzîka xerab guhdarî dike. 2. Ew bi hevalê xwe re li televîzyonê li boksê temaşe dike. Albûm: Kirinên ku dibin sebeb ku eynî zilam bi dilovanî bi jina xwe re xeber bide. 1. Ew Kitêba Pîroz dixwîne. 2. Ew û pîreka xwe li Salona Îbadetê bi dostekî re sohbet dikin.

Gelo çi tişt li ser xeberdana te tesîrê dike?

Waiz 3:1, 7 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Çima carinan çêtir e ku em bêdeng bimînin û li benda demeke minasib bisekinin?

5. Li ser kesên din bi awayekî baş xeber bide

Em çawa dikarin hay ji xwe hebin ku em dilê kesên din neêşînin û gotinên tehl nebêjin? VÎDEOYÊ vêxe û li ser van pirsan sohbetê bikin:

VÎDEO: Bi Gotinên “Qenc” Hevdû Ava Bikin (4:07)

  • Birayê me çima êdî nedixwest li ser kesên din tiştên xerab bibêje?

  • Wî çi kir ku hay ji zimanê xwe hebe?

Waiz 7:16 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Ji bo ku em li ser kesên din tiştekî xerab nebêjin, gerek em çi bînin bîra xwe?

Waiz 7:21, 22 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Gava kesên din li ser te tiştên xerab bibêjin, ev ayet çawa alî te dike ku tu neqehirî?

6. Tevî malbata xwe bi awayekî xweş xeber bide

Yehowa dixwaze ku em bi malbata xwe re bi zimanekî şîrîn û xweş bipeyivin. VÎDEOYÊ vêxe û li ser van pirsan sohbetê bikin:

VÎDEO: Hezkirin û Qedirgirtin Yekîtiya Malbatê Ava Dike (3:08)

  • Çi dikare alî te bike ku tu bi malbata xwe re bi zimanekî şîrîn û xweş xeber bidî?

Efesî 4:31, 32 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Gerek em bi malbata xwe re çawa xeber bidin?

Yehowa anî zimên ku ew ji Kurê xwe Îsa Mesîh hez dike. Meta 17:5 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Gava tu bi malbata xwe re xeber didî, tu çawa dikarî Yehowa ji xwe re bikî emsal?

Dayikek pesnê keçika xwe, ya ku resmek çêkiriye, dide.

Li fersendan bigere ku tu pesnê kesên din bidî

HINEK WISA DIBÊJIN: “Ez çi bixwazim ezê wê bêjim. Kî aciz dibe ne xema min e.”

  • Gelo tu çawa difikirî?

BI ÇEND GOTINAN

Ziman hem dost e hem dijmin e. Loma gerek em hay ji xwe hebin ku em bi kesên din re çi, kengê û çawa xeber didin.

Tu çi elimî?

  • Tu çawa dikarî bi gotinên xwe ji kesên din re qenciyê bikî?

  • Gerek em çawa xeber nedin?

  • Çi alî me dike ku em her tim bi zimanekî şîrîn û xweş xeber bidin?

Hedef

ZÊDETIR HÎN BIBE

Çi alî me dike ku em bi zimanekî baş xeber bidin?

Xwe Bielimîne Zimanê Şehrezayan (8:04)

Çima gerek em gotinên pîs nebêjin?

“Ma Gotina Nifiran bi Rastî Xerab e?” (Meqaleya Înternetê)

Çi dikare alî me bike ku em fesadiyê nekin?

Dev ji Fesadiyê Berde (2:36)

Zilamekî dixwest dev ji gotinên pîs û nifiran berde. Gelo Yehowa çawa alî wî kir?

“Ez Kûr Difikirîm ku Jiyana Min wê Çawa Bibe” (Birca Çavdêriyê, 1 Tebax 2013)

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne