KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w18 Çile r. 12-16
  • Yekîtiya Me û Bîranîna Mirina Îsa Mesîh

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Yekîtiya Me û Bîranîna Mirina Îsa Mesîh
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2018
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • EM ÇAWA DIKARIN XWE HAZIR BIKIN Û FEYDE BIBÎNIN?
  • TESÎRA BÎRANÎNÊ LI SER YEKÎTIYA ME
  • EM ÇAWA DIKARIN YEKÎTIYÊ BI PÊŞ BIXIN?
  • BÎRANÎNA DAWÎN – KENGÊ?
  • Bîranîna Mirina Îsa Mesîh ji bo Me Çima Muhîm e?
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2022
  • Yehowa Xîreta Me ya ji bo Derbaskirina Bîranînê Bibereket Dike
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2023
  • Gelo Tu ji bo Roja Herî Muhîm a Salê Hazir î?
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2024
  • Elaleteke Mezin Pesnê Xwedê û Îsa Mesîh Dide
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2021
Zêdetir Bibîne
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2018
w18 Çile r. 12-16
Mirovên li gelek welatan diçin Bîranînê

Yekîtiya Me û Bîranîna Mirina Îsa Mesîh

“Çiqas qenc e, çiqas xweş e, di yekîtiyê de jiyana biratî!” (ZEB. 133:1).

KILAM: 18, 14

BÎRANÎNA MIRINA ÎSA MESÎH ÇAWA ...

  • ji me re feyde tîne?

  • li ser yekîtiya xizmetkarên Xwedê tesîr dike?

  • dikare alî me bike ku em di yekîtiyê de bin?

1, 2. Li sala 2018an, kîjan civîn wê yekîtiya me ya bêemsal eyan bike? (Li resmê ewilî binêre.)

LI SALA 2018an, li 31ê Adarê, gava roj diçe ava, xizmetkarên Xwedê û gelek dost û hevalên wan wê ji bo Bîranîna Mirina Îsa Mesîh li hev top bibin. Li wê tarîxê, li hemû dinyayê bi milyonan kes wê mirina Mesîh bînin bîra xwe. Her sal, yekîtiya ku di Bîranînê de tê meydanê, bêemsal e!

2 Em ancax dikarin heyal bikin ku Yehowa û Îsa çawa kêfxweş dibin gava li hemû dinyayê bi milyonan însan li wê rojê saet bi saet li Bîranîna Mirina Îsa Mesîh li hev top dibin. Kitêba Pîroz ji berê de eyan kiribû ku “elaleteke mezin ya ku ji her miletî, ji her bavikî, ji her gelî û ji her zimanî ku tu kesî nedikarî bihejmarta” wê bigota: “Xilasî babetê Xwedayê me ye yê ku li ser text rûniştiye û babetê Berx e” (Pey. 7:9, 10). Çi qas xweş e ku Yehowa û Îsa li Bîranînê tên bilind kirin!

3. Ev meqale wê cewabên kîjan pirsan bide?

3 Ev meqale wê cewabên van pirsan bide: (1) Em çawa dikarin xwe ji bo Bîranînê hazir bikin û jê feyde bibînin? (2) Bîranîn li ser yekîtiya xizmetkarên Xwedê çawa tesîr dike? (3) Ji bo ku em yekîtiya xwe bi pêş bixin, em dikarin çi bikin? (4) Gelo Bîranîn wê rojekê qut bibe? Eger wisa be, kengê?

EM ÇAWA DIKARIN XWE HAZIR BIKIN Û FEYDE BIBÎNIN?

4. Eger derfeta me hebe, gerek em çima herin Bîranînê?

4 Bîranîna Mirina Îsa bi rastî jî pir muhîm e! Ji bîr neke ku civînên me qismekî îbadeta me ne. Yehowa û Îsa helbet dibînin ku kî xîret dike ku here Bîranînê. Eger derfeta me hebe, bila Yehowa û Îsa me li wê derê bibînin! Eger em bi hal û hereketên xwe eyan bikin ku em qîmetê didin civînan, ev yek wê bibe yek ji sebebên ku Yehowa navê me têxe hundirê ‘pirtûkeke bîranînê’, yanî “Kitêba Jîyanê”. Di vê kitêbê de, navê kesên ku Yehowa layiqî jiyana herheyî dibîne, hene (Malx. 3:16; Pey. 20:15).

5. Her ku em nêzikî roja Bîranînê dibin, em çawa dikarin ‘xwe bi xwe biceribînin ka gelo em di baweriyê de ne’?

5 Berî roja Bîranînê, em dikarin ji xwe re wext peyde bikin ku bi dua û bi dîqat li ser dostiya xwe bi Yehowa re bifikirin (2. Korîntî 13:5 bixwîne). Em çawa dikarin vêya bikin? Gerek em ‘xwe bi xwe biceribînin ka gelo em di baweriyê de ne’. Ji bo vê, gerek em ji xwe wisa bipirsin: “Gelo ez bi rastî baweriyê tînim ku tenê teşkîlata me ji alîyê Yehowa ve tê şixulandin? Gelo ez mizgînê bi xîret hîn dikim û îlan dikim? Gelo hal û hereketên min eyan dikin ku ez bawer dikim ku em niha di rojên dawîn de ne û dawiya hikumdariya Îblîs nêzîk e? Li gor wexta ku ez ketibûm riya rastiyê, gelo baweriya min niha hê eynî ye?” (Met. 24:14; 2. Tîm. 3:1; Îbr. 3:14). Eger em li ser cewabên van pirsan hûr û kûr bifikirin, emê bibînin ku baweriya me bi rastî di çi halî de ye.

6. (a) Ji bo ku em jiyana herheyî bistînin, gerek em çi bikin? (b) Birayekî me her sal çawa xwe ji bo Bîranînê hazir dike? Ma tu nikarî tiştekî wisa bikî?

6 Meqaleyên ku mane û ehemiyeta Bîranînê nîşan didin, bixwîne û li ser wan kûr bifikire (Yûhenna 3:16; 17:3 bixwîne). Ji bo ku em jiyana herheyî bistînin, lazim e ku em Yehowa “nas bikin” û “baweriyê” bi Îsa bînin. Ji bo ku tu xwe ji bo Bîranînê hazir bikî, belkî tu dikarî hin malzemeyan hilbijêrî û lêkolîn bikî, yên ku wê alî te bikin ku tu nêziktirî Yehowa û Îsa bibî. Mesela, birayekî me, yê ku bi salan wek kalê civatê xizmet kiriye, meqaleyên Birca Çavdêriyê yên li ser Bîranînê û li ser hezkirina ku Yehowa û Îsa ji me re eyan kiriye, top dike. Birayê me carinan jî meqaleyên nû îlawe dike. Li heftiyên berî roja Bîranînê, ew van meqaleyan û ayetên ku ji bo Bîranînê tên hazir kirin, dixwîne û li ser ehemiyeta mirina Îsa kûr difikire. Bi saya vê, ew her sal tiştên nû dielime. Bi ser de, hezkirina wî ji Yehowa û Îsa re her ku diçe xurttir dibe. Eger tu jî tiştekî wisa bikî, tuyê jî ji Yehowa û Îsa zêdetir hez bikî û ji Bîranînê zêdetir feyde bistînî.

TESÎRA BÎRANÎNÊ LI SER YEKÎTIYA ME

7. (a) Îsa ji bo çi dua kiribû? (b) Em ji ku dizanin ku Yehowa ev daxwaza Îsa aniye cih?

7 Li şeva Bîranîna pêşîn, Îsa dua kiribû ku şagirtên wî gişt yek bin – wekî ku Îsa û Bavê wî di yekîtiyê de ne (Yûhenna 17:20, 21 bixwîne). Xuya ye ku Yehowa ev daxwaza Îsa aniye cih, û niha bi milyonan kes bawer dikin ku Yehowa Kurê xwe şandiye. Bîranîn ji hemû civînên din ên xizmetkarên Xwedê zêdetir îsbat dike ku Şahidên Yehowa di yekîtiyê de ne. Li wê rojê, însanên ji hemû milet û kokan li seranserê dinyayê li hev top dibin. Li hin deran, topbûna însanên ji milet û kokên cuda ji bo civîneke dînî wek tiştekî ecêb an xerîb tê dîtin. Lê ev yekîtî li ber çavê Yehowa û Îsa tiştekî pir xweş e!

8. Der heqê yekîtiyê de, Yehowa çi mizgîn dabû Hêzekîêl?

8 Xizmetkarên Yehowa ji yekîtiya xwe re şaş namînin, çimkî Yehowa jixwe gotibû ku tiştekî wisa wê çêbe. Bîne ber çavê xwe ku Xwedê ji Hêzekîêl pêxember re li ser lihevkirina du çoyan – çoyê “bona Cihûdayê” û çoyê “bona Ûsiv” – çi gotibû (Hêzekîêl 37:15-17 bixwîne). Li ser van ayetan, meqaleya “Pirsên Xwendevanan” a kovara The Watchtower a Tîrmeh 2016 wisa şîrove kir: “Yehowa mizgîn dabû Hêzekîêl ku miletê Îsraêl wê vegere Welatê Sozdayî û dîsa bibe yek. Wekî din, vê pêxembertiyê ji berê de got ku xizmetkarên Xwedê wê li rojên dawîn çawa bibin yek.”

9. Pêkhatina pêxembertiya Hêzekîêl li Bîranînê çawa xuya dibe?

9 Ji sala 1919an û pê ve, Yehowa serê pêşîn kesên meshkirî top kir û wan kir yek. Çoyê “bona Cihûdayê” van kesên meshkirî temsîl dike. Paşê, kesên ku li benda jiyana herheyî ya li ser erdê ne – yanî çoyê “bona Ûsiv” – her ku diçe zêde bûn û bi kesên meshkirî re bûn “keriyek” (Yûh. 10:16; Zek. 8:23). Yehowa soz daye ku ewê van du çoyan li hev bike û di destê xwe de bike yek (Hêz. 37:19). Niha her du kom di yekîtiyê de li bin hikumdariya Îsa Padîşah – ê ku Xwedê di pêxembertiyê de jê re dibêje “qûlê min Dawid” – xizmetê dikin (Hêz. 37:24, 25). Gava kesên meshkirî û “miyên din” her sal ji bo Bîranîna Mirina Îsa li hev top dibin, yekîtiya bêemsal a ku li kitêba Hêzekîêl tê tarîf kirin, bi aşkerahî xuya dibe! Lê belê em çawa dikarin vê yekîtiyê biparêzin û bi pêş bixin?

EM ÇAWA DIKARIN YEKÎTIYÊ BI PÊŞ BIXIN?

10. Em çawa dikarin yekîtiya xizmetkarên Xwedê bi pêş bixin?

10 A yekê, ji bo pêşxistina yekîtiya xizmetkarên Xwedê pir muhîm e ku em dilnizm bin. Îsa ji şagirtên xwe re got ku gerek ew xwe nizm bikin (Met. 23:12). Gelek însanên vê dinyayê xwe ji kesên din mezintir dibînin. Lê eger em dilnizm bin, emê hurmetê bidin birayên ku ji me re rêberiyê dikin û guh bidin wan. Ev yek ji bo yekîtiya civatê pir muhîm e. Tiştê herî muhîm jî ev e ku Xwedê wê ji dilnizmiya me razî bibe, çimkî ew “li hember pozbilindan disekine lê keremê li nefsbiçûkan dike” (1. Ptr. 5:5).

11. Wexta ku em li ser maneya Bîranînê difikrin, ev yek çawa alî me dike ku em yekîtiya xwe bi pêş bixin?

11 A diduyan, ji bo pêşxistina yekîtiyê, wê baş be ku em li ser maneya sembolan bifikirin, ên ku li Bîranînê tên gerandin. Beriya wê şevê – û bîlhesa li wê şevê – li ser maneya nanê bêhevîrtirş û şeraba sor bifikire (1. Kor. 11:23-25). Nan, bedena Îsa ya bêguneh temsîl dike, û şerab, xwîna wî ya rijandî temsîl dike. Lê belê ne bes e ku em maneya sembolan tenê bi hişê xwe fehm bikin. Ji bîr neke ku fîdyeya Îsa Mesîh hezkirina herî mezin eyan dike – hezkirina Yehowa, ê ku Kurê xwe di oxira me de qurban kir, û hezkirina Îsa, yê ku bi dilxwazî canê xwe feda kir. Her ku em li ser hezkirina wan bifikirin, emê jî ji wan zêdetir hez bikin. Ev yek ku em gişt ji Yehowa hez dikin, me girêdide û me dike yek.

Birayek fehm dike ku berî ku ew here Bîranînê, gerek ew birayekî din efû bike

Gava em mirovan efû dikin, em yekîtiya xwe bi pêş dixin (Li paragrafên 12 û 13an binêre)

12. Îsa çawa nîşan da ku Yehowa dixwaze ku em kesên din efû bikin?

12 A sisêyan, ji bo pêşxistina yekîtiyê, gerek em hevdû bi comerdî efû bikin. Gava em kesên ku me diêşînin, efû bikin, em wisa nîşan didin ku em jî muhtacî efûkirinê ne, û ku em qîmetê didin fîdyeya Mesîh. Li ser mesela Îsa ya ku li Metta 18:23-34 hatiye qeyd kirin, bifikire. Ji xwe wisa bipirse. “Gelo dilê min heye ku ez gotinên Îsa bînim cih? Gelo ez ji xwişk û birayên xwe re sebir û maqûliyê eyan dikim? Gelo ez hazir im ku kesên ku dilê min diêşînin, efû bikim?” Helbet hemû guneh ne wekî hev in, û ji ber ku em qisûrdar in, ji me re carinan zor tê ku em hin sûcan efû bikin. Dîsa jî, Îsa di mesela xwe de rêyî me dide ku Yehowa ji me çi dixwaze (Metta 18:35 bixwîne). Îsa bi aşkerahî nîşan da ku eger sebebên baş hene ku em xwişk û birayên xwe efû bikin, lê belê em wan dîsa jî efû nekin, Yehowa wê me jî efû neke. Bi rastî jî pir muhîm e ku em vêya fehm bikin! Eger em dixwazin yekîtiya xwe biparêzin û xwedî bikin, gerek em guhdariya Îsa bikin û kesên din efû bikin.

13. Eger em ji bo pêşxistina aştîyê xîret bikin, ev yek wê li ser yekîtiya me çawa tesîr bike?

13 Gava em kesên din efû dikin, em bi vî awayî îsbat dikin ku em qîmetê didin aştiyê. Bîne bîra xwe ku Pawlos wisa nivîsîbû: “Xîretkêşiyê bikin ku hûn yekîtiya Ruh bi hevgirêdana aştiyê biparêzin” (Ef. 4:3). Berî Bîraninê û bîlhesa li civîna Biranînê kûr bifikire ku muemeleya te bi kesên din re çawa ye. Ji xwe re wisa bipirse: “Ecêba xelk ji bo min dibêje ku ez ne xeydok im? Gelo ez ji bo pêşxistina aştî û yekîtiyê pir xîret dikim?” Ev pirs, pirsên pir muhîm in, û gerek em bîlhesa li dema Bîranînê li ser vana kûr bifikirin.

14. Em çawa dikarin “di hezkirinê de ... hevdû ragirin”?

14 Ji bo pêşxistina yekîtiyê, riya çaran çi ye? Gerek em Yehowa ji xwe re bikin nimûne, çimkî Yehowa Xwedayê hezkirin e (1. Yûh. 4:8). Ji bo xwişk û birayên me, gerek em tu caran wisa nebêjin: “Ez mecbûr im ku ji wan hez bikim, lê ez ne mecbûr im ku nêzikî wan bim!” Eger em wisa bifikirin, ev ne li gorî şîreta Pawlos e, çimkî wî wisa nivîsîbû: “Di hezkirinê de ... hevdû ragirin” (Ef. 4:2). Vêya ji bîr neke ku ew tenê nabêje “hevdû ragirin”, lê ew dibêje ku gerek em vêya “di hezkirinê de” bikin. Di civatên me de, her cure însan hene, yên ku Yehowa kişandine (Yûh. 6:44). Madem ku Yehowa ew kişandine, xuya ye ku ew ji wan hez dike. Loma em çawa dikarin bibêjin ku xwişk an birayekî me hêjayî hezkirina me nîne? Belê, gerek em ji wan dûr nesekinin, çimkî Yehowa dixwaze ku em ji wan ji dil hez bikin! (1. Yûh. 4:20, 21).

BÎRANÎNA DAWÎN – KENGÊ?

15. Em ji ku dizanin ku rojekê, emê dev ji pîrozkirina Bîranînê berdin?

15 Rojekê, emê dev ji pîrozkirina Bîranînê berdin. Em vêya ji ku dizanin? Pawlos ji şagirtên Îsa yên meshkirî re wisa got: “Heta ku Xudan bê, hûn mirina wî didin zanîn” (1. Kor. 11:26). Peyva “bê”, li vir tê maneya ku Îsa wê “bê” ku hikmê dinyayê bide. Li ser tengahiya mezin, a ku êdî pir nêzik e, Îsa wisa got: “Nîşana Kurê Mirov wê li ezmên xuya bibe û hemû miletên li ser erdê wê li xwe bixin. Ewê bibînin ku ‘Kurê Mirov bi hêz û rûmeta mezin li ser ewrên ezmên tê.’ Ewê milyaketên xwe bi boriya dengbilind bişîne û milyaket wê bijartiyên wî ji çar aliyan, ji perekî ezmanan heta perê din bicivînin” (Met. 24:29-31). ‘Civandina bijartiyên wî’ tê maneya ku rojekê, hemû meshkiriyên Îsa, yên ku hê li ser erde dijîn, wê herin ezmên. Ev yek wê piştî destpêka tengahiya mezin, lê berî cenga Harmegedonê çêbe. Paşê, Îsa û 144.000 kesên meshkirî wê gişt hazir bin ku bi padîşahên dinyayê şer bikin (Pey. 17:12-14). Bîranîna berî ku Îsa “bê” û meshkiriyan bibe ezmên, wê bibe Bîranîna dawîn.

16. Tu çima dixwazî herî Bîranîna vê salê?

16 Li sala 2018an, li 31ê Adarê, em mutleqe dixwazin herin Bîranînê. Bila Yehowa alî me bike ku em jî yekîtiya xizmetkarên wî bi pêş bixin! (Zebûr 133:1 bixwîne). Ji bîr neke, emê rojekê herin Bîranîna dawîn. Heta wê rojê, bila em xiret bikin ku em her tim herin Bîranînê, û bila em ji yekîtiya xweş, a ku li Bîranînê tê meydanê, kêfê bistînin!

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne