KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • wp20 no. 2 r. 4-5
  • Em Çima Hewceyî Padîşahiya Xwedê ne?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Em Çima Hewceyî Padîşahiya Xwedê ne?
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Umûmî) – 2020
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • DESTPÊKA HIKUMDARIYA ÎNSANAN
  • HIKUMDARIYEKE NÛ
  • Çima Ew Qas Kul û Derd Hene?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
  • Çima Ew Qas Kul û Derd Hene?
    Mizgîna Xwedê
  • Mexseda Xwedê ya ji bo Însanan Çi ye?
    Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje?
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Umûmî) – 2020
wp20 no. 2 r. 4-5
Li baxçeyê Adenê, Adem û Hewa li şelaleleyekê mêze dikin.

Di bin hikumdariya Xwedê de, yekîtî û selamet hebû

Em Çima Hewceyî Padîşahiya Xwedê ne?

Gava însanên pêşîn hatin xuliqandin, tenê Xwedê – yê ku navê wî Yehowa ye – Hikumdar bû. Hikumdariya wî pir baş bû. Xwedê li rûyê erdê baxçeyekî bedew çêkir ku însan tê de bijîn, û wî têr û tije xwarin da wan. Wekî din, wî di vê Cenetê de îşekî kêfdar da wan (1. Mûsa 1:28, 29; 2:8, 15). Eger însan di bin hikumdariya dilovan a Xwedê de bimana, jiyana wan wê pir xweş bûya.

Di destê Adem de mêweya qedexekirî heye, ya ku Hewayê pêşkêşî wî kir.

Însanên pêşîn hikumdariya Xwedê red kir

Kitêba Pîroz – yanî Tewrat, Zebûr û Încîl – nîşan dide ku melekekî li hemberî Xwedê û hikumdariya wî serî hilda. Ev melek paşê wek Îblîs hat bi nav kirin. Wî got ku rêberî û hikumdariya Xwedê ne lazim e. Çi heyf e ku Adem û Hewayê guh da Îblîs û li hemberî Xwedê serî hilda (1. Mûsa 3:1-6; Peyxam 12:9).

Ji ber ku Adem û Hewayê hikumdariya Xwedê red kir, ew ji Cenetê hatin derxistin, û wan hêviya jiyana bêdawî winda kir (1. Mûsa 3:17-19). Qerara wan li ser zarokên wan jî bandor kir. Kitêba Pîroz dibêje ku seba gunehê Adem, “guneh ket dinyayê û ji guneh mirin hat” (Romayî 5:12). Wekî din, seba gunehê Adem, însanan dest bi hikumdariya li ser însanên din kir, û vê yekê kul û derdên mezin anîne meydanê (Waiz 8:9).

DESTPÊKA HIKUMDARIYA ÎNSANAN

Nîmrod bi awayekî qure disekine. Ji dûr ve, mirovên ku avahiyekê ava dikin xuya dikin.

Nîmrod li hemberî Yehowa serî hilda

Yek ji hikumdarên pêşîn, ên ku Kitêba Pîroz behsa wan dike, zilamekî bi navê Nîmrod bû. Nîmrod li hemberî hikumdariya Yehowa serî hilda. Ji rojên Nîmrod û pê ve, gelek mirovan qudreta xwe bi awayekî xerab bi kar aniye. Weke 3.000 sal berê, Silêman Padîşah got ku seba hikumdariya însanan, dinya bi zilm û zordariyê ve tije ye (Waiz 4:1).

Îro jî halê dinyayê eynî ye. Di sala 2009an de, weşaneke Rêxistina Neteweyên Yekbûyî got ku hikumdariya xerab “yek ji sebebên herî mezin ên problemên civakî” ye.

HIKUMDARIYEKE NÛ

Dinya bi rastî jî hewceyî hikumdariyeke baştir e, û Xwedê soz daye ku di demeke nêzik de, hikumdariyeke wisa wê li ser dinyayê hikum bajo.

Resim: Netîceyên hikumdariya însanan. 1. Li Asyayê, jinikek û zarokê wê li kolaneke qirêjî rûniştî ne. 2. Zilamekî extiyar û nexweş. 3. Leşker şer dikin. 4. Mirovên ku protestoyê dikin. 5. Jinikek û qîza wê dibînin ku cama deriyê mala wan şikestî ye. 6. Bajarekî kirêjî.

Hikûmetên însanan çi qas xîret bikin jî, ew nikarin kul û derdên dinyayê safî bikin

Xwedê Padîşahiyeke ku wê cihê hemû hikûmetên dinyayê bigire û heta bi hetayê berdewam bike, saz kiriye (Danîêl 2:44). Padîşahiya ku bi milyonan însan di duayên xwe de behsa wê dikin, ew e (Metta 6:9, 10). Lê belê, Xwedê wê bi tena serê xwe hikum neajo. Wî kesekî din wek Padîşah hilbijartiye. Gelo kî?

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne