KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • wp20 no. 2 r. 6-7
  • Padîşahê Padîşahiya Xwedê Kî ye?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Padîşahê Padîşahiya Xwedê Kî ye?
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Umûmî) – 2020
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • Îsa Mesîh Hikumdarê Herî Baş e
  • Padîşahiya Xwedê Çi ye?
    Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje?
  • Hukûmeta Ku Dîsa Cenetê Bîne
    Hukûmeta Ku Dîsa Cenetê Bîne
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Umûmî) – 2020
wp20 no. 2 r. 6-7
Îsa Mesîh jinikeke extiyar qenc dike. Gelek mirov tên ba wî.

Padîşahê Padîşahiya Xwedê Kî ye?

Wek Kitêba Pîroz ji berê de gotibû, Padîşahê Padîşahiya Xwedê ...

  • ji aliyê Xwedê ve hat hilbijartin: ‘Ez im, yê ku padîşahê xwe, li ser çiyayê pîroz da rûniştin. Ezê wek mîras miletan, bi milkî çar kujên dinê bidim te’ (Zebûr 2:6, 8).

  • ji zuriyeta Dawid Padîşah hat: “Xwedê wê textê bavê wî Dawid bide wî ... û dawiya padîşahiya wî nayê” (Lûqa 1:32, 33).

  • li Beytlehemê hat dinyayê. “Wî hemû serekên kahînan û Şerîetzan li hevdû civandin û ji wan pirsî, ka Mesîh wê li ku derê çêbe. Wan jê re got: ‘Li Beytlehma Cihûstanê, çimkî bi destê pêxember weha hatiye nivîsîn’” (Metta 2:4, 5).

  • ji aliyê însanan ve hat red kirin û kuştin: “Biçûk hate dîtin û ji aliyê mirovan ve hate berdan ... Ji ber gunehên me birîndar bû” (Îşaya 53:3, 5).

  • ji mirinê rabû û hat bilind kirin: “Ew ne li diyarê miriyan hat hiştin û ne jî bedena wî rizîbûn dît. Îcar ew hatiye hilkişandin milê Xwedê yê rastê” (Karên Şandiyan 2:31, 33).

Îsa Mesîh Hikumdarê Herî Baş e

Eşkere ye ku ev ayetên Kitêba Pîroz behsa Îsa Mesîh dikin. Melekekî ji diya wî Meryemê re wisa gotibû: “Xwedê wê textê bavê wî Dawid bide wî ... û dawiya padîşahiya wî nayê” (Lûqa 1:31-33).

Îsa Mesîh li dinyayê nebû hikumdar, çimkî wî dizanibû ku ewê wek Padîşahê Padîşahiya Xwedê ji ezmanan li ser dinyayê hikum bajo. Gelo Îsa Mesîh çima Hikumdarê herî baş e? Van xisûsiyetên Îsa Mesîh bîne ber çavê xwe:

  • Îsa Mesîh xema mirovan dixwar. Jin yan mêr bûya, ciwan yan extiyar bûya, feqîr yan zengîn bûya – Îsa Mesîh alî her kesî dikir (Metta 9:36; Marqos 10:16). Carekê, gava zilamekî bicuzam ji wî re got: “Eger tu bixwazî, tu dikarî min paqij bikî”, dilê Îsa Mesîh pê şewitî, û wî ew qenc kir (Marqos 1:40-42).

  • Îsa Mesîh rêyî me daye ku em çawa dikarin dilê Xwedê şa bikin. Wî got: “Hûn nikarin xulamtiyê hem ji Xwedê re û hem jî ji dewlemendiyê re bikin.” Wekî din, wî got: “Her çi ku hûn dixwazin xelk ji we re bikin, hûn jî wusa ji wan re bikin.” Îsa Mesîh zelal kir ku Xwedê ne tenê kirinên me, lê dilê me jî dibîne. Loma, ji bo ku Xwedê ji me razî be, gerek em hiş û dilê xwe kontrol bikin (Metta 5:28; 6:24; 7:12). Îsa Mesîh got ku ji bo ku em bi rastî dilşad bin, gerek em daxwaza Xwedê rind fehm bikin û pêk bînin (Lûqa 11:28).

  • Îsa Mesîh maneya hezkirinê zelal kir. Gotin û kirinên Îsa Mesîh dilê guhdarên wî digirt. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Elalet li hînkirina wî gelek şaş ma. Çimkî wî ne wek Şerîetzanên wan, lê wek yekî xweyî desthilatî ew hîn dikirin” (Metta 7:28, 29). Mesela, wî ji wan re wisa got: “Ji dijminên xwe hez bikin.” Bi ser de, wî ji bo hin kesên ku ew dikuştin, wisa dua kir: “Bavê min, li wan bibihûre, çimkî ew nizanin ku ew çi dikin!” (Metta 5:44; Lûqa 23:34).

Belê, Îsa Mesîh Hikumdarekî dilovan û dilrehm e. Gelo ewê kengê dest bi hikumdariya li ser dinyayê bike?

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne