KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w23 Mijdar r. 8-13
  • Hezkirina di Nav Xwe de Germ Bihêlin

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Hezkirina di Nav Xwe de Germ Bihêlin
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2023
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • ÇIMA GEREK EM JI HEV HEZ BIKIN?
  • EM ÇAWA DIKARIN HEZKIRINA XWE NÎŞAN BIDIN?
  • EM ÇAWA DIKARIN HEZKIRINA DI NAV XWE DE GERM BIHÊLIN?
  • BI TAYBETÎ ÎRO HEZKIRIN LAZIM E
  • Îzin Nede Ku Hezkirina Te Sar Bibe
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2017
  • Hezkirin Sifateke Pir Biqîmet
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2017
  • Hezkirina Xwe Mezintir Bike
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2023
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2023
w23 Mijdar r. 8-13

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 47

Hezkirina di Nav Xwe de Germ Bihêlin

“Hezkirîno, em ji hevdû hez bikin; çimkî hezkirin ji Xwedê ye” (1. YÛHENA 4:7).

KILAM 109 Ji Dil Hez Bike

PÊŞGOTINa

1-2. (a) Pawlosê şandî çima gotibû ku sifetê “herî mezin hezkirin e”? (b) Emê bala xwe bidin kîjan pirsan?

GAVA Pawlosê şandî behsa hêvî, bawerî û hezkirinê kir, wî gotibû ku “ji van [sifetan] ya herî mezin hezkirin e” (1. Korîntî 13:13). Pawlos çima wisa gotibû? Li dinyaya nû, wê êdî ne lazim be ku em hêvî û bawer bikin ku sozên Xwedê pêk werin, çimkî emê bi çavê xwe bibînin ku ew çawa hatine cih. Lê tiştek wê her û her bimîne. Gelo çi? Gerek em her tim ji Yehowa Xwedê û ji mirovan hez bikin. Ev hezkirin wê heta hetayê mezintir bibe.

2 Ji ber ku em her tim hewceyî hezkirinê ne, emê bala xwe bidin sê pirsan. A yekê, çima gerek em ji hev hez bikin? A diduyan, em çawa dikarin hezkirina xwe nîşan bidin? A sisêyan, em çawa dikarin hezkirina di nav xwe de germ bihêlin?

ÇIMA GEREK EM JI HEV HEZ BIKIN?

3. Çima gerek em ji hev hez bikin?

3 Çima muhîm e ku em ji hev hez bikin? Şagirtên Îsa Mesîh ên rast bi hezkirina xwe tên naskirin. Îsa Mesîh ji şandiyên xwe re wisa gotibû: “Bi vê yekê hemû wê bizanin ku hûn şagirtên min in, eger hûn ji hevdû hez bikin” (Yûhena 13:35). Hezkirin îtifaq û yekîtiya me diparêze. Pawlosê şandî anî ziman ku hezkirin “girêdana bêkêmahîtiyê ye” (Kolosî 3:14). Ji xeynî vê, Yûhenayê şandî ji xwişk û birayan re nivîsand: “Yê ku ji Xwedê hez dike, bila ji birayê xwe jî hez bike” (1. Yûhena 4:21). Gava em hezkirina xwe ji hev re nîşan didin, bi eslê xwe em hezkirina xwe ji Yehowa Xwedê re nîşan didin.

4-5. Hezkirina ji Xwedê çawa bi hezkirina ji xwişk û birayan ve girêdayî ye? Mîsalekê bide.

4 Gelo hezkirina ji Xwedê çawa bi hezkirina ji xwişk û birayên me ve girêdayî ye? Wek mîsal, ka li ser girêdana di nava dil û endamên bedenê de bifikire. Gava doktor li ser zendê me lêdana dilê me dipîve, ew dikare pê derxe ku siheta dilê me çawa ye. Ji vê mîsalê, em dikarin çi bielimin?

5 Çawa ku lêdana dilê me di heqê siheta me de melûmatan dide doktor, wisa jî hezkirina me ya ji kesên din nîşan dide ku em ji Xwedê çi qas hez dikin. Eger em pê bihesin ku hezkirina me ya ji xwişk û birayan kêm bûye, ev yek belkî xuya dike ku hezkirina Yehowa Xwedê jî di dilê me de kêm bûye. Lê gava em her roj hezkirina xwe ji xwişk û birayan re nîşan didin, wê çaxê em dizanin ku em ji Xwedê gelek hez dikin.

6. Çima gerek em ji xwişk û birayan hez bikin? (1. Yûhena 4:7-9, 11)

6 Eger hezkirina xwişk û birayan di dilê me de kêm bibe, ev çima derdekî mezin e? Ji ber ku ev yek nîşan dide ku siheta me ya ruhî nebaş e. Yûhenayê şandî bi eşkereyî wisa gotibû: “Çimkî yê ku ji birayê xwe yê ku dibîne hez neke, nikare ji Xwedayê ku nabîne hez bike” (1. Yûhena 4:20). Dersa ji bo me çi ye? Ji bo ku Yehowa Xwedê ji me razî be, gerek em “ji hevdû hez bikin” (1. Yûhena 4:7-9, 11 bixwîne).

EM ÇAWA DIKARIN HEZKIRINA XWE NÎŞAN BIDIN?

7-8. Em çawa dikarin hezkirina xwe ji kesên din re nîşan bidin?

7 Peyva Xwedê dîsa û dîsa dibêje ku gerek em “ji hevdû hez bikin” (Yûhena 15:12, 17; Romayî 13:8; 1. Selanîkî 4:9; 1. Petrûs 1:22; 1. Yûhena 4:11). Lê belê, hezkirin ji dil tê, û tu mirov nikare li nava dilê me binêre. Îcar kesên din çawa dikarin fehm bikin ku em ji dil ji wan hez dikin? Ji gotin û kirinên me.

8 Gelek rê hene ku em hezkirina xwe nîşanî xwişk û birayan bidin. Mesela, Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Bila her kes ya rast … bibêje” (Zekerya 8:16). “Bi hev re di aştiyê de bijîn” (Marqos 9:50). “Di hurmetgirtinê de ji xwe bêtir hurmeta hevdû bigirin” (Romayî 12:10). “Hevdû qebûl bikin” (Romayî 15:7). “Li hember hev bîhnfireh bin” (Kolosî 3:13). “Barên hevdû hilgirin” (Galatî 6:2). “Di ber dilê hev de werin” (1. Selanîkî 4:18). “Hevdû ava bikin” (1. Selanîkî 5:11). “Ji bo hev dua bikin” (Aqûb 5:16).

Resim: 1. Xwişkek dua dike. 2. Gava xwişkek dipeyive, ew guhdarî dike. 3. Ew bi vîdeoyê telefonî xwişkeke nexweş dike. 4. Ew kart û diyariyekê dişîne. 5. Ew bi xwişkeke ku destê wê şikestî ye re xwarinê dixwe.

Em çawa dikarin di ber dilê kesên din de herin? (Li paragrafên 7 heta 9an binêre)

9. Çima muhîm e ku em dilê hevdû ava bikin? (Li resim jî binêre.)

9 Ka em bala xwe bidin vê şîreta Pawlosê şandî: “Di ber dilê hev de werin.” Çima muhîm e ku em dilê hevdû ava bikin, û ev yek çawa hezkirina me nîşan dide? Li gor çavkaniyekê, peyva ku Pawlosê şandî di vê ayetê de bi kar aniye tê maneya ku kesek “di rojên zehmet de li kêleka yekî disekine û cesaretê dide wî”. Dema ku em di rojên reş û tarî de dilê xwişk yan birayekî xweş dikin, em alî wî dikin ku ew dîsa rabe ser piyan û li ser rêya jiyanê dewam bike. Her cara ku em di ber dilê kesekî de diçin, em hezkirina xwe nîşanî wî didin (2. Korîntî 7:6, 7, 13).

10. Di navbera dilşewatî û teselîkirinê de çi eleqe heye?

10 Dilşewatî û teselîkirin bi hev ve girêdayî ne. Yekî dilşewat dixwaze qewetê bide kesên din û xem û derdên wan siviktir bike. Yanî pêşîn dilê me bi kesekî dişewite û dû re em di ber dilê wî de diçin. Gotinên Pawlosê şandî bala me dikişînin ser vê girêdanê. Pawlos Yehowa wek “Bavê dilovaniyê û Xwedayê hemû handanê [teseliyê]” bi nav kir (2. Korîntî 1:3). Ji ber ku Yehowa Xwedê “Bavê dilovaniyê” ye, dilê wî bi me dişewite, û ew “di her cûreyê tengahiyê de” bi me re ye (2. Korîntî 1:4). Çawa ku di rojeke germ de ava cemidî tîna me dişikîne û dilê me xweş dike, Yehowa jî di rojên reş û tarî de dilê me rihet dike. Mîna Yehowa, gelo em çawa dikarin li hemberî kesên din dilşewat bin û bêhna wan fireh bikin? Em dikarin sifetên ku bi teselîkirinê ve girêdayî ne di dilê xwe de hê zêdetir ava bikin.

11. Ji bo ku em “di ber dilê hev de werin”, gerek em kîjan sifetan ava bikin? (Kolosî 3:12 û 1. Petrûs 3:8)

11 Ji bo ku em her û her “di ber dilê hev de werin”, çi dikare alî me bike ku em vê hezkirinê zindî bihêlin? Gerek em sifetên wek hevdilî, hezkirina biratiyê û dilovaniyê bi pêş bixin (Kolosî 3:12 û 1. Petrûs 3:8 bixwîne). Gava ev sifet bibin parçeyekî şexsiyeta me, emê ji dil bixwazin alîkariya kesên din bikin. Îsa Mesîh wisa gotibû: “Çi di dilê mirov de heye, ew vê yekê dibêje. Mirovê qenc tiştên qenc dibêje, çimkî dilê wî bi tiştên qenc ve tije ye” (Meta 12:34, 35, NWT). Belê, gava em di ber dilê xwişk û birayan de diçin, em nîşan didin ku em bi rastî ji wan hez dikin.

EM ÇAWA DIKARIN HEZKIRINA DI NAV XWE DE GERM BIHÊLIN?

12. (a) Çima gerek em hişyar bimînin? (b) Emê niha cewaba kîjan pirsê bistînin?

12 Em dixwazin her tim “ji hevdû hez bikin” (1. Yûhena 4:7). Lê belê, gerek em vê yekê ji bîr nekin: Îsa Mesîh gotibû ku “hezkirina gelekan wê sar bibe” (Meta 24:12, NWT). Îsa Mesîh ne gotibû ku hezkirina di nava piraniya şagirtên wî de wê sar bibe. Lê gerek em hişyar bimînin ku dilsariya vê dinyayê li ser hezkirina me tesîr û bandor neke. Ji bo vê yekê, emê bala xwe bidin vê pirsa muhîm: Em çawa dikarin pê derxin ka hezkirina me ya ji xwişk û birayan xurt e?

13. Çi dikare hezkirina me bide ceribandin?

13 Gotin û kirinên me didin xuyakirin ku em ji kesên din çi qas hez dikin (2. Korîntî 8:8). Petrûsê şandî li ser vê yekê wisa gotibû: “Bila berî her tiştî, hezkirina we yî bi hev û din re, ji dil û can be; ji ber ku hezkirin, gelek gunehan dinixumîne” (1. Petrûs 4:8, KP). Qisûr û kêmasiyên kesên din dikarin hezkirina me bidin ceribandin.

14. Li gor 1. Petrûs 4:8, gerek hezkirina me çawa be? Mîsalekê bide.

14 Em ji nêz ve li gotinên Petrûsê şandî binêrin. Qismê pêşîn ê ayeta 8an dibêje ku gerek hezkirina me “ji dil û can be”. Peyva ku Petrûsê şandî ji bo “ji dil û can” bi kar aniye bi herfî tê maneya “hatiye vezilandin”. Qismê diduyan ê ayetê behsa tesîra hezkirina “ji dil û can” dike. Ew alî me dike ku em gunehên xwişk û birayan binixumînin. Em dikarin hezkirina jidil wek qumaşekî nerm bînin ber çavê xwe. Ev qumaş ew qas tê vezilandin ku ew ne yek, ne du, lê “gelek gunehan dinixumîne”. Yanî “nuximandin” tê maneya efûkirina gunehan. Çawa ku qumaş dikare lekeyekê binixumîne, hezkirin jî dikare qisûr û kêmasiyên kesên din binixumîne.

15. Gava hezkirina me bi têra xwe xurt be, emê bikaribin çi bikin? (Kolosî 3:13).

15 Hezkirina me gerek ew qas xurt be ku em bikaribin qisûr û kêmasiyên xwişk û birayan, heta eger pir zor be jî, efû bikin (Kolosî 3:13 bixwîne). Gava em kesên din ji dil efû dikin, em nîşan didin ku hezkirina me xurt e û em dilê Yehowa şa dikin. Wekî din, çi dikare alî me bike ku em qisûrên kesên din efû bikin û zû nexeyidin?

Birayek yek ji sûretên komeke xwişk û birayan ji telefona xwe paqij dike. Wî sûretekî komê kiriye nava çarçoveyekê û daniye ser refekê.

Çawa ku em sûretê herî xweşik dihêlin û yên din diavêjin, wisa jî em qîmetê didin bîranînên xweş ên bi xwişk û birayan re û tiştên nexweş ji bîr dikin (Li paragrafên 16 û 17an binêre)

16-17. Tu çawa dikarî çavên xwe li ser qisûr û kêmasiyên kesên din bigirî? Mîsalekê bide. (Li resim jî binêre.)

16 Li şûna ku tu bala xwe bidî qisûr û kêmasiyên xwişk û birayan, bala xwe bide sifetên wan ên baş. Ka li ser vê mîsalê bifikire: Tu bi xwişk û birayan re demeke xweş derbas dikî. Berî ku her kes here mala xwe, tu sûretê komê dikişînî. Gava sûretê pêşîn baş dernekeve, tu du sûretên din jî dikişînî. Niha sê sûret di destê te de ne. Lê di sûretekî de, tu ferq dikî ku birayekî rûyê xwe qurmiçandiye. Tuyê çi bikî? Helbet, tuyê wî sûretî paqij bikî, çimkî hê du sûretên din hene û her kes xweşik xuya dike.

17 Em dikarin bîranînên xwe bişibînin sûretên wisa. Gava em bi xwişk û birayan re demeke xweş derbas dikin, em van bîranînên xwe qet ji bîr nakin. Lê rojekê, eger xwişkek yan birayek dilê me biêşîne, emê çi bikin? Çawa ku em dikarin sûretekî ne xweşik bavêjin, wisa jî em dikarin hewl bidin ku vî tiştê ne xweş jî ji bîr bikin (Methelokên Silêman 19:11; Efesî 4:32). Ji bo xatirê wextên xweş, ên ku me bi xwişk û birayan re derbas kirine, em dikarin şaşiyên wan ji bîr bikin. Em dixwazin van bîranînên xweş di bîra xwe de bihêlin.

BI TAYBETÎ ÎRO HEZKIRIN LAZIM E

18. Di vê meqaleyê de, em di heqê hezkirinê de çi hîn bûn?

18 Em çima dixwazin hezkirina di nav xwe de germ bihêlin? Wek me dît, hezkirina me ya ji xwişk û birayan nîşan dide ku em bi rastî ji Yehowa Xwedê hez dikin. Em çawa dikarin hezkirina xwe ji kesên din re nîşan bidin? Rêyek ew ku em ji dilşewatiya xwe “di ber dilê hev de” herin. Gava em qisûr û kêmasiyên kesên din efû dikin, hezkirina me zindî dimîne.

19. Çima pir muhîm e ku em îro hezkirinê ji hev re nîşan bidin?

19 Gelo çima ew qas muhîm e ku em îro ji hev hez bikin? Petrûs wisa gotibû: “Dawiya her tiştî nêzîk e. … Bila berî her tiştî, hezkirina we yî bi hev û din re, ji dil û can be” (1. Petrûs 4:7, 8, KP). Her ku dawiya vê dinyaya xerab nêzîktir dibe, gerek em ji bo çi hazir bin? Îsa Mesîh ji berê ve ji şagirtên xwe re wisa gotibû: “Ji ber navê min hemû milet wê ji we nefret bikin” (Meta 24:9, NWT). Ji bo ku em li hemberî vê nefretê ji Yehowa Xwedê re dilsoz bimînin, gerek em îtifaq û yekîtiya xwe biparêzin. Eger em ji xwişk û birayan hez bikin, Îblîs tu caran nikare me ji hev veqetîne, çimkî hezkirin girêdana bêqisûr a yekîtiyê ye (Kolosî 3:14; Filîpî 2:1, 2).

PIRSÊN DUBAREKIRINÊ

  • Em ji xwişk û birayan çima hez dikin?

  • Em çawa dikarin ji xwişk û birayan re hezkirinê nîşan didin?

  • Çima muhîm e ku em hevdû efû bikin?

KILAM 130 Hevdû Efû Bikin

a Îro pir muhîm e ku em ji xwişk û birayan hez bikin. Gelo çima, û em çawa dikarin vê hezkirinê nîşan bidin?

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne