MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 12
KILAM 77 Ronahiya li Dinyaya Reş û Tarî
Ji Tariyê Bireve, di Ronahiyê de Bimîne
“Demekê hûn tarîtî bûn, lê niha hûn bi Xudan ronahî ne” (EFESÎ 5:8).
EMÊ ÇI HÎN BIBIN?
Nameya ji Efesiyan re behsa tarî û ronahiyê dike. Ev meqale zelal dike ku em dikarin ji van mîsalan çi dersan bistînin.
1-2. (a) Nameya ji Efesiyan re kengê û çima hat nivîsandin? (b) Niha emê bala xwe bidin kîjan pirsan?
GAVA Pawlosê şandî li Romayê li malê girtî bû, wî dixwest cesaretê bide xwişk û birayan. Ji ber ku wî nikaribû bi xwe biçûya cem wan, wî çend name nivîsandin. Mesela, di sala 60 yan 61ê a P.M. de, wî ji civata Efesê re nameyek şand (Efesî 1:1; 4:1).
2 Nêzîkî 10 sal berê, Pawlos ji bo belavkirina mizgîniyê li bajarê Efesê wext derbas kiribû (Karên Şandiyan 19:1, 8-10; 20:20, 21). Wî ji xwişk û birayan pir hez dikir, û wî dixwest alî wan bike ku ew ji Yehowa re dilsoz bimînin. Gelo wî çima ji wan re di heqê tarî û ronahiyê de nivîsand? Gelo em dikarin ji vê şîretê çi dersan bistînin? Ka em bala xwe bidin cewabên van pirsan.
JI TARIYÊ BER BI RONAHIYÊ VE
3. Di nameya xwe de, Pawlos kîjan mîsal bi kar anî?
3 Pawlos ji xwişk û birayên li Efesê re wisa nivîsand: “Demekê hûn tarîtî bûn, lê niha hûn bi Xudan ronahî ne” (Efesî 5:8). Pawlos bi destê mîsala tarî û ronahiyê zelal kir ku halê wan ê berê çawa bû û niha çawa ye.
4. Xelkê Efesê ji çi aliyî ve di tariya dînî de bû?
4 Tariya dînî. Berî ku xwişk û birayên li bajarê Efesê bûn şagirtên Îsa Mesîh, ew di bin destê bawerî û adetên sexte de bûn. Li Efesê, îbadetgeha Artemîsê hebû, ya ku wê demê wek yek ji avahiyên herî bi nav û deng dihat dîtin. Li wê derê, pûtperestî pir belavbûyî bû. Mirovan bi çêkirin û firotina pûtên Artemîsê pir pere qezenc dikir (Karên Şandiyan 19:23-27). Wekî din, gelek kesên ku li Efesê dijiyan sêrbazî jî dikir (Karên Şandiyan 19:19).
5. Xelkê Efesê ji çi aliyî ve di tariya exlaqî de bû?
5 Tariya exlaqî. Navê Efesê bi bêexlaqî û bêşermiya xelkê derketibû. Li tiyatroyan û heta li eydên dînî ji peyvên xerab dihatin bikaranîn (Efesî 5:3). Kitêba Pîroz dibêje ku gelek kesên ku li wê derê dijiyan “şerma rûyê xwe winda” kiribû, yanî ew êdî ji ber bêexlaqiyê aciz nedibûn (Efesî 4:17-19, NWT). Berî ku ew hîn bûn ku çi rast e û çi şaş e, kirinên wan li ser wijdanê wan tesîr nedikir, û wan bala xwe nedida nêrîna Yehowa. Ji ber vê yekê, Pawlos got ku “hişê wan di tariyê de ye, û ew ji jiyana ku Xwedê teklîf dike, dûr in”.
6. Pawlos çima ji Efesiyan re got ku ew êdî “ronahî ne”?
6 Hin kesên ku li bajarê Efesê dijiyan di tariyê de neman. Pawlos nivîsî ku ew êdî “bi Xudan ronahî ne” (Efesî 5:8). Wan êdî ronahiya Kitêba Pîroz qebûl kiribû (Zebûr 119:105). Wekî din, wan dev ji adetên dînê sexte û ji bêexlaqiyê berdabû. Wan Xwedê ji xwe re “mînak” digirt û çi ji destê wan dihat, wan dikir ku ji Yehowa re îbadetê bikin û dilê wî xweş bikin (Efesî 5:1, KP).
7. Halê me çawa dişibe halê gelek kesên ku li Efesê dijiyan?
7 Mîna wan, berî ku em heqîqetê hîn bûn, em di tariya dînî û exlaqî de bûn. Me belkî eydên ku bi dînê sexte ve girêdayî ne, pîroz dikirin yan bêexlaqî dikir. Lê gava em hîn bûn ku li ber çavê Xwedê çi rast e û çi şaş e, me jiyana xwe guhert. Hêdî hêdî, me hal û hereketên xwe li gor qanûnên Yehowa serrast kirin. Di netîceyê de, me pir feyde dîtiye (Îşaya 48:17). Dîsa jî, micadeleya me dewam dike. Gerek em xwe ji tariya ku em jê derketine, dûr bigirin û “wek zarokên ronahiyê rêve herin”. Gelo em çawa dikarin vêya bikin?
Resmê dîjîtal bi îzna Papyrology Collection, Graduate Library, University of Michigan, P.Mich.inv. 6238 hatiye bikaranîn. Lîsans: CC by 3.0
Şîretên ku Pawlos bi dilovanî dabûn Efesiyan ji bo me jî bifeyde ne (Li paragrafa 7an binêre)b
JI TARIYÊ BIREVE
8. Li gor Efesî 5:3-5, lazim bû ku şagirtên Îsa Mesîh xwe ji çi dûr bigirin?
8 Efesî 5:3-5 bixwîne. Pawlos ji Efesiyan re got ku “di Padîşahiya Mesîh û Xwedê de mîrasa tu mirovê” ku bêexlaqiya cinsî dike yan peyvên xerab bi kar tîne, tune ye. Loma, pir muhîm bû ku xwişk û birayên li bajarê Efesê xwe ji tariya exlaqî dûr bigirin.
9. Çima gerek em xwe qet merûzî bêexlaqiyê nehêlin?
9 Gerek em jî bi dewamî micadele bikin, da ku em tev li “karên tariyê” nebin (Efesî 5:11). Her ku kesek li tiştên nepak û bêexlaq dinêre yan guh dide yan jî di heqê tiştên wisa de xeber dide, talûke mezintir dibe ku ew guneh bike (1. Mûsa 3:6; Aqûb 1:14, 15). Li welatekî, çend bira li ser înternetê bûn hevalên hev. Di serî de, gelek ji wan li ser Yehowa û li ser heqîqetê sohbet dikir. Lê bi zeman re, wan dest bi sohbetên li ser cinsîtiyê kir. Ji ber van sohbetên nepak, çend bira paşê ketin bêexlaqiyê.
10. Îblîs çawa hewl dide ku me bixapîne? (Efesî 5:6)
10 Dinyaya Îblîs hewl dide ku me bixapîne û me bide bawerkirin ku tiştên ku li ber çavê Yehowa nepak in bi eslê xwe ne xerab in (2. Petrûs 2:19). Jixwe, metoda Îblîs bi hezaran salan ev e ku hişê mirovan tevlihev bike, da ku ew nebînin ku çi rast e û çi şaş e (Îşaya 5:20; 2. Korîntî 4:4). Ji ber vê yekê, gelek fîlm, bernameyên televîzyonê û rûpelên înternetê fikrên ku li dijî qanûnên Yehowa ne, belav dikin. Îblîs dixwaze ku em bifikirin ku kirinên nepak hem normal û bêzerar in hem jî kêfê didin (Efesî 5:6 bixwîne).
11. Mîsala Angelayê çawa nîşan dide ku guhdayîna şîreta ji Efesî 5:7 bihîkmet e? (Li resim jî binêre.)
11 Îblîs dixwaze ku em tevî kesên ku qedrê qanûnên Yehowa nagirin hevaltiyê bikin, da ku em qanûnên Yehowa binpê bikin. Loma, Pawlos ji Efesiyan re got ku bila ew “nebin hevparên” kesên ku xerabiyê dikin (Efesî 5:7). Lazim e ku em ji Efesiyan hê jî zêdetir dîqat bikin, çimkî îro, mirov dikare ne tenê rû bi rû, lê bi navgîniya înternetê jî bi kesên din re hevaltiyê bike. Xwişkeke me ya bi navê Angelaa, ya ku li Asyayê dijî, bi çavê xwe dîtiye ku ev yek çi qas bitalûke ye. Ew dibêje: “Hêdî hêdî, fikrên min hatin guhertin. Êdî ne xema min bû ku hevalên min qedrê prensîpên Kitêba Pîroz digirin yan na. Di netîceyê de, ez difikirîm ku ne xerab e ku ez bi ya Yehowa nekim.” Çi baş e ku hin rîspiyan bi dilovanî alî Angelayê kir ku ew hal û hereketên xwe serrast bike. Angela dibêje: “Niha, li şûna ku ez bi zêdeyî bi înternetê mijûl bim, ez herî zêde bala xwe didim Yehowa û fikrên wî.”
Ev yek ku em bi kê re hevaltiyê dikin dikare li ser dilsoziya me tesîr bike (Li paragrafa 11an binêre)
12. Çi wê alî me bike ku em xwe li qanûnên Yehowa bigirin?
12 Dinyaya Îblîs bêexlaqiyê wek tiştekî normal dibîne, lê em dizanin ku ne wisa ye (Efesî 4:19, 20). Bila em ji xwe bipirsin: “Gelo ez xîret dikim ku bi zêdeyî wexta xwe tevî hevalkarên xwe, hevaldersên xwe yan kesên din, ên ku qedrê qanûnên Yehowa nagirin, derbas nekim? Eger hin kes me wek mirovên fanatîk bibînin jî, gelo ez qanûnên Yehowa bi serbilindî diparêzim?” Wek em ji 2. Tîmotêyos 2:20-22 fehm dikin, gerek em di civatê de jî hevalên xwe rind hilbijêrin, çimkî hevalên nebaş dikarin dostaniya me ya bi Yehowa re xera bikin.
“WEK ZAROKÊN RONAHIYÊ RÊVE HERIN”
13. Em çawa dikarin “wek zarokên ronahiyê rêve herin”? (Efesî 5:7-9)
13 Ji xeynî vê ku lazim bû ku xwişk û birayên li Efesê ji tariyê birevin, Pawlos got ku gerek ew “wek zarokên ronahiyê rêve herin” (Efesî 5:7-9 bixwîne). Maneya vê ev e ku gerek em her tim wek şagirtên Îsa Mesîh hereket bikin. Ji bo vê, lazim e ku em Kitêba Pîroz û weşanên li ser Kitêba Pîroz hûr û kûr lêkolîn bikin. Bi xisûsî muhîm e ku em rind bala xwe bidin mîsal û gotinên Îsa Mesîh, ê ku “ronahiya dinyayê” ye (Yûhena 8:12; Methelokên Silêman 6:23).
14. Ruhê pîroz çawa dikare alî me bike?
14 Ji bo ku em “wek zarokên ronahiyê” hereket bikin, em muhtacî alîkariya ruhê pîroz in. Gelo çima? Çimkî qet ne hêsan ku em di vê dinyaya bêexlaq de pak bimînin (1. Selanîkî 4:3-5, 7, 8). Ruhê pîroz dikare alî me bike ku em li hemberî fikir û felsefeyên dinyayê, yên ku li dijî nêrîna Xwedê ne, micadele bikin. Wekî din, ruhê pîroz dikare alî me bike ku em “her qencî, rastî û rastdariyê” bînin meydanê (Efesî 5:9).
15. Em çawa dikarin ruhê pîroz bistînin? (Efesî 5:19, 20)
15 Gerek em dua bikin ku bila Yehowa ruhê pîroz bide me. Îsa Mesîh gotibû ku Yehowa wê “ruhê pîroz bide wan, ên ku ji wî dixwazin” (Lûqa 11:13, NWT). Wekî din, gava em li civînan bi xwişk û birayên xwe re pesnê Yehowa didin, em ruhê pîroz distînin (Efesî 5:19, 20 bixwîne). Tesîra baş a ruhê pîroz wê alî me bike ku em li gor dilê Xwedê bijîn.
16. Çi dikare alî me bike ku em qerarên baş bidin? (Efesî 5:10, 17)
16 Wexta ku gerek em qerarên muhîm bidin, lazim e ku em “fêm bikin ka daxwaza Xudan çi ye” û li gor wê hereket bikin (Efesî 5:10, 17 bixwîne). Bi vê ku em derdixin ka kîjan prensîpên Kitêba Pîroz bi rewşa me ve girêdayî ne, em nîşan didin ku em dixwazin li gor nêrîna Xwedê qerarê bidin. Her ku em prensîpên wî bi kar bînin, emê bi îhtimaleke mezin qerarên baş bidin.
17. Em çawa dikarin wexta xwe bi hîkmet bi kar bînin? (Efesî 5:15, 16) (Li resim jî binêre.)
17 Wekî din, Pawlos ji Efesiyan re got ku bila ew wexta xwe bi hîkmet bi kar bînin (Efesî 5:15, 16 bixwîne). “Yê Xerab”, yanî dijminê me Îblîs, dixwaze ku em bi karên dinyayê ew qas mijûl bibin ku ji bo xizmeta Xwedê êdî wexta me nemîne (1. Yûhena 5:19). Eger em dîqat nekin, fikrên dinyayê dikarin li ser me tesîr bikin. Di netîceyê de, emê belkî ji fersendên ji bo xizmeta Yehowa zêdetir bala xwe bidin mal û milk, perwerde yan karê xwe. Tiştên wisa ne xerab in, lê gerek ew di jiyana me de tu caran nebin tiştên herî muhîm. Ji bo ku em “wek zarokên ronahiyê rêve herin”, gerek em “ji fersenda vê demê îstifade bikin” û bala xwe bidin tiştên ku bi rastî muhîm in.
Pawlos xwişk û birayên li bajarê Efesê tembîh kirin ku bila ew wexta xwe bi hîkmet bi kar bînin (Li paragrafa 17an binêre)
18. Donald çi kir ku wexta xwe bi hîkmet bi kar bîne?
18 Li fersendan bigere ku tu xizmeta xwe ya ji Yehowa re berfirehtir bikî. Birayekî bi navê Donald, ê ku li Afrîkaya Başûr dijî, wisa kir. Ew dibêje: “Min li rewşa xwe mêze kir û ji Yehowa alîkarî xwest, da ku ez xizmeta xwe berfirehtir bikim. Min dua kir ku bila ez ji xwe re karekî wisa bibînim ku ji bo belavkirina mizgîniyê zêdetir wexta min hebe. Bi alîkariya Yehowa, min ji xwe re karekî minasib dît. Paşê, ez û xanima min, me bi hev re dest bi xizmeta tamrojî kir.”
19. Em çawa dikarin bi dewamî “wek zarokên ronahiyê rêve herin”?
19 Nameya Pawlos bê guman alî Efesiyan dikir ku ew ji Yehowa re dilsoz bimînin. Şîretên îlhamkirî, yên ku di vê nameyê de hene, dikarin alî me jî bikin. Mesela, ev şîret dikarin alî me bikin ku em qerarê bidin ku em wexta xwe bi çi û bi kê re derbas bikin. Wekî din, şîretên ji nameya ji Efesiyan re dikarin daxwaza me zêde bikin ku em Kitêba Pîroz bi dewamî lêkolîn bikin, da ku ronahiya heqîqetê li ser me be. Ji xeynî vê, nameya ji Efesiyan re nîşan dide ku ruhê pîroz çi qas muhîm e û dikare alî me bike ku em sifetên baş bînin meydanê. Şîretên Pawlos dikarin alî me bikin ku em qerarên baş bidin, ên ku li gor nêrîna Xwedê ne. Eger em guh bidin van şîretan, emê bikarin ji tariya dinyayê birevin û di ronahiyê de bimînin.
PIRSÊN DUBAREKIRINÊ
Di Efesî 5:8 de, peyvên “tarî” û “ronahî” tên çi maneyê?
Em çawa dikarin ji “tariyê” birevin?
Em çawa dikarin “wek zarokên ronahiyê rêve herin”?
KILAM 95 Ronahî Her ku Diçe Zêde Dibe
a Hin navên di vê meqaleyê de hatine guhertin.
b RESIM: Destnivîseke kevn a nameya ji Efesiyan re.