MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 16
KILAM 64 Karê Çinînê Dilê Me Xweş Dike
Em Çawa Dikarin ji Xizmetê Zêdetir Kêfê Bistînin?
“Bi kêf ji [Yehowa] re qûlitiyê bikin” (ZEBÛR 100:2, KP).
EMÊ ÇI HÎN BIBIN?
Ev meqale nîşan dide ku em çawa dikarin di xizmetê de dilxweşiya xwe zêde bikin.
1. Li hin kesan çima zor tê ku herin xizmetê? (Li resim jî binêre.)
WEK XIZMETKARÊN Yehowa, em mizgîniyê belav dikin ji ber ku em ji Yehowa hez dikin û dixwazin alî mirovan bikin ku ew wî nas bikin. Gelek mizgînvan bi rastî ji îşê belavkirina mizgîniyê hez dikin. Lê hin kes ew qas jê kêfê nastînin. Gelo çima? Hin kes pir fediyok in û difikirin ku ew nikarin baş hîn bikin. Hin kes jî hez nakin ku herin mala kesên ku ew nas nakin. Hin kes naxwazin mirovan aciz bikin. Hin kes jî hîn bûne ku bi kesên din re minaqeşe nekin. Xwişk û birayên me helbet ji Yehowa pir hez dikin, lê dîsa jî ji bo wan ne hêsan e ku bi mirovên nenas re di heqê mizgîniyê de xeber bidin. Lê ji ber ku ew dizanin ku ev îş muhîm e, ew dîsa jî bi awayekî rêk û pêk xizmet dikin. Bê guman, ev yek dilê Yehowa pir şa dike!
Gelo tu ji belavkirina mizgîniyê kêfê distînî? (Li paragrafa 1ê binêre)
2. Eger tu carinan ji xizmetê kêfê nastînî, çima gerek tu ber xwe nekevî?
2 Eger tu carinan ji xizmetê kêfê nastînî, ber xwe nekeve. Sebeb belkî ev e ku tu dilnizm î û naxwazî bi zêdeyî bala kesên din bikişînî ser xwe. Wekî din, tu belkî naxwazî bi kesên din re minaqeşe bikî. Ji xeynî vê, tu helbet naxwazî mirovan aciz bikî. Bavê teyî ezmanî hîsên te rind fehm dike û dixwaze alî te bike (Îşaya 41:13). Di vê meqaleyê de, emê bala xwe bidin pênc tewsiyeyên ku em çawa dikarin li gel hîsên wisa di xizmetê de dilxweş bin.
JI KITÊBA PÎROZ QEWETÊ BISTÎNE
3. Çi alî Yêremya pêxember dikir ku ew xebera Xwedê belav bike?
3 Di demên berê de jî, xebera Xwedê qewet dida xizmetkarên wî, da ku ew bikarin wezîfeyên zor bînin cih. Mesela, Yêremya pêxember bîne ber çavê xwe. Gava Yehowa ji wî re got ku gerek ew xeberekê belav bike, ew tirsiya. Yêremya wisa got: “Ez nizanim gotin bibêjim; ji ber ku ciwan im!” (Yêremya 1:6). Lê belê, gotinên Yehowa cesaret da wî. Wî got: “Di dilê min de bû mîna agirekî vêketî, … û ez ji bi xwe girtinê westiyam” (Yêremya 20:8, 9). Wezîfeya Yêremya her çi qas zor bû jî, gotinên Yehowa qewet dida wî ku ew vê wezîfeyê bîne cih.
4. Çima lazim e ku em Kitêba Pîroz bixwînin û li ser wê kûr bifikirin? (Kolosî 1:9, 10)
4 Em jî ji gotinên Kitêba Pîroz qewetê distînin. Pawlosê şandî ji xwişk û birayên li bajarê Koloseyê re nivîsî ku “şehrezayî”, yanî melûmata ji Kitêba Pîroz, wê alî wan bike ku ew “bi awayekî ku hêjayî Xudan e rêve herin” û “di her karê qenc de ber bidin” (Kolosî 1:9, 10 bixwîne). Belavkirina mizgîniyê yek ji van karên qenc e. Loma, gava em Kitêba Pîroz dixwînin û li ser wê kûr difikirin, baweriya me ya bi Yehowa xurttir dibe, û em baştir fehm dikin ku belavkirina xebera Hukimdariya Xwedê çi qas muhîm e.
5. Em çawa dikarin ji xwendin û lêkolîna Kitêba Pîroz tam feydeyê bistînin?
5 Ji bo ku em ji Kitêba Pîroz tam feydeyê bistînin, gerek em bê ecele bixwînin, lêkolîn bikin û kûr bifikirin. Eger li te zor bê ku tu ayetekê fehm bikî, zû zû jê derbas nebe. Bi alîkariya hacetên lêgerînê li melûmata li ser vê ayetê bigere. Her ku tu hûr û kûr lêkolîn bikî, tuyê ji rastiya Kitêba Pîroz hê jî emîntir bibî (1. Selanîkî 5:21). Û her ku baweriya te xurttir bibe, tuyê ji belavkirina tiştên ku tu hîn bûyî zêdetir kêfê bistînî.
XWE JI BO XIZMETÊ HAZIR BIKE
6. Çima lazim e ku em xwe ji bo xizmetê hazir bikin?
6 Eger tu xwe ji bo xizmetê hazir bikî, tuyê ew qas netirsî ku bi mirovan re bipeyivî. Berî ku Îsa Mesîh şagirtên xwe şandin xizmetê, wî alî wan kir ku ew xwe hazir bikin (Lûqa 10:1-11). Ji ber ku wan li gor rêberiya wî hereket dikir û xwe ji bo xizmetê hazir dikir, ew serkeftî û dilxweş bûn (Lûqa 10:17).
7. Em çawa dikarin xwe ji bo xizmetê hazir bikin? (Li resim jî binêre.)
7 Gelo em çawa dikarin ji bo xizmetê haziriyê bikin? Mesela, em dikarin ji berê ve bifikirin ku em çawa dikarin mizgîniyê bi gotinên hêsan bînin zimên. Wekî din, em dikarin ji berê ve bifikirin ku mirov wê çi bibêjin, û em dikarin çend cewaban hazir bikin. Paşê, wexta ku em rastî mirovan tên, em dikarin hewl bidin ku em rihet, rûken û nazik bin.
Xwe ji bo xizmetê rind hazir bike (Li paragrafa 7an binêre)
8. Xizmetkarên Xwedê çawa dişibin “firaxên herrî”?
8 Pawlosê şandî wisa gotibû: “Em di firaxên herrî de xwediyê vê xezînê ne” (2. Korîntî 4:7). Îşê belavkirina xebera Hukimdariya Xwedê bi rastî jî xezîne ye, çimkî bi saya vî îşî, mirov dikarin bikevin rêya jiyanê (2. Korîntî 4:1). “Firaxên herrî” xizmetkarên Xwedê ne, yên ku mizgîniyê belav dikin. Di rojên Pawlos de, hin tiştên biqîmet, mesela xwarin, şerab û pere di firaxên herî de dihatin mihafizekirin. Mîna vê, Yehowa mizgîniya biqîmet emanetî me kiriye. Ew qewetê dide me, da ku em bikarin vê mizgîniyê bi dilsozî belav bikin.
JI YEHOWA CESARETÊ BIXWAZE
9. Ji bo ku em ji muxalefetê netirsin, gerek em çi bikin? (Li resim jî binêre.)
9 Carinan, dibe ku ji em ji muxalefetê bitirsin. Gelo em çawa dikarin ji vê tirsê bifilitin? Di sedsala yekê de, gava ji şandiyan re hatibû gotin ku gerek ew mizgîniyê belav nekin, wan dev ji xizmetê berneda, lê ji Yehowa alîkarî xwest “ku peyva [wî] tam bi ziravî bêjin”. Yehowa di cih de cewab da vê duaya wan (Karên Şandiyan 4:18, 29, 31). Eger em carinan ji însanan bitirsin, gerek em jî dua bikin. Gerek em ji Yehowa alîkariyê bixwazin ku em ji însanan hez bikin û netirsin ku mizgîniyê bidin wan.
Ji Yehowa cesaretê bixwaze (Li paragrafa 9an binêre)
10. Yehowa çawa alî me dike? (Îşaya 43:10-12)
10 Yehowa em wek Şahidên xwe hilbijartine, û wî soz daye ku ewê cesaretê bide me (Îşaya 43:10-12 ji wergera Mizgînî bixwîne). Mesela, ew bi van çar awayan alî me dike: A yekê, ferq nake ku em mizgîniyê li ku derê belav bikin, Îsa Mesîh bi me re ye (Meta 28:18-20). A diduyan, Yehowa bi destê melekan alî me dike (Peyxam 14:6). A sisêyan, Yehowa bi destê ruhê pîroz alî me dike ku em tiştên ku em hîn bûne, bînin bîra xwe (Yûhena 14:25, 26). A çaran, Yehowa gelek xwişk û bira dane me. Belê, bi alîkariya Yehowa û desteka xwişk û birayên ezîz, di destê me de her tişt heye ku em serkeftî bibin.
LI FERSENDÊN NÛ BIGERE Û HÊVIYA XWE WINDA NEKE
11. Di xizmetê de, em çawa dikarin zêdetir mirovan bibînin? (Li resim jî binêre.)
11 Gava tu diçî xizmetê, lê gelek kes ne li malê ne, gelo tu xemgîn dibî? Ji xwe bipirse: “Gelo mirov niha li ku derê ne?” (Karên Şandiyan 16:13). “Gelo ew çûne karê xwe yan sûkê?” Eger wisa be, gelo tu dikarî di xizmeta li kolanan de zêdetir mirovan bibînî? Birayekî bi navê Joshua dibêje: “Ez li merkezên kirîn û firotinê û li cihên parkkirinê gelek fersendan dibînim ku mizgîniyê belav bikim.” Wekî din, di xizmeta mal bi mal de, Joshua û pîreka wî Bridget serê êvarê û roja Yekşemê piştî nîvro zêdetir mirovan dibînin (Efesî 5:15, 16).
Mizgîniyê li cih û wextên cuda belav bike (Li paragrafa 11an binêre)
12. Em çawa dikarin pê derxin ka mirov bi çi eleqedar in yan bi çi bawer dikin?
12 Eger mizgînî bala gelek mirovan nakişîne, pê derxe ka ew bi çi eleqedar in yan bi çi bawer in. Joshua û Bridget bi alîkariya pirsên li rûyê belavokan dest bi sohbetan dikin. Mesela, gava ew belavoka Hûn li ser Kitêba Pîroz Çi Difikirin? bi kar tînin, ew wisa dibêjin: “Hin kes Kitêba Pîroz wek kitêbeke ji Xwedê dibînin, lê hin kes na. Ma hûn çi difikirin?” Bi vê metodê, gelek caran sohbetên xweş çêdibin.
13. Eger mirov guh nedin me jî, xizmeta me çima serkeftî ye? (Methelokên Silêman 27:11)
13 Eger mirov guh nedin me jî, em di xizmeta xwe de serkeftî ne, çimkî me daxwaza Yehowa û Îsa Mesîh aniye cih (Karên Şandiyan 10:42). Eger piraniya mirovan ne li malê bin yan eger ew mizgîniyê red bikin jî, ne lazim e ku em dilxweşiya xwe winda bikin, çimkî em dizanin ku Bavê meyî ezmanî ji me razî ye (Methelokên Silêman 27:11 bixwîne).
14. Gava mizgînvanek din bi kesekî nû re dest bi kursa Kitêba Pîroz dike, em çima gişt kêfxweş dibin?
14 Wekî din, gava mizgînvanek bi kesekî nû re dest bi kursa Kitêba Pîroz dike, em gişt kêfxweş dibin. Carekê, Birca Çavdêriyê karê me şibandibû lêgerîna li zarokekî windabûyî. Li her derê, gelek kes li zarok digerin. Gava zarok tê dîtin, ne tenê kesê ku ew dîtiye, lê her kes kêfxweş dibe. Mîna vê, belavkirina mizgîniyê karê gelek kesan e. Ji bo ku mizgînî li her derê bê belavkirin, keda her kesî kêrhatî ye, û gava kesekî nû tê civînan, her kes kêfxweş dibe.
BALA XWE BIDÊ KU TU JI YEHOWA Û JI ÎNSANAN ÇI QAS HEZ DIKÎ
15. Pêkanîna gotinên Meta 22:37-39 çawa dikare alî me bike ku em ji xizmetê zêdetir kêfê bistînin? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)
15 Ji bo ku em ji belavkirina mizgîniyê zêdetir kêfê bistînin, bila em bala xwe bidinê ku em ji Yehowa û ji însanan çi qas hez dikin (Meta 22:37-39 ji wergera NWT bixwîne). Bîne ber çavê xwe ku gava em karê Yehowa dikin, ew çi qas dilxweş dibe. Wekî din, gava mirov dest bi kursa Kitêba Pîroz dikin, ew jî pir dilxweş dibin. Kesên ku guh didin me û qerarê didin ku ji Yehowa re xizmet bikin dikarin heta bi hetayê bijîn (Yûhena 6:40; 1. Tîmotêyos 4:16).
Ji bo ku tu ji xizmetê zêdetir kêfê bistînin, bala xwe bidê ku tu ji Yehowa û ji însanan çi qas hez dikî (li paragrafa 15an binêre)
16. Eger em nikarin ji malê derkevin jî, em çawa dikarin ji xizmetê kêfê bistînin?
16 Eger tu ji ber sebebekî nikarî ji malê derkevî, tu dîsa jî dikarî bi gelek awayên din nîşan bidî ku tu ji Yehowa û ji însanan hez dikî. Ka bala xwe bide serpêhatiya Samuel û Daniayê. Di dema pandemiya COVID-19 de, wan nikaribû ji malê derketana. Lê belê, wan bi dewamî bi telefonê xizmet dikir, name dinivîsandin û bi destê programa Zoomê kursên Kitêba Pîroz îdare dikirin. Wekî din, Samuel ji bo tedawiya kanserê diçû nexweşxaneyê, û li wê derê jî, wî mizgînî dida mirovan. Ew dibêje: “Mirov dikare ji ber tengasiyan ji aliyê psîkolojîk, bedenî û ruhî ve biweste. Ji ber vê yekê, lazim e ku em ji xizmeta ji Yehowa re kêfê bistînin.” Bi ser de, Dania rojekê li erdê ket, û wê sê meh nikaribû rabe ser piyan. Paşê jî, ew ji bo şeş mehan muhtacî kursiya biteker bû. Dania dibêje: “Çi ji destê min dihat, min ew dikir. Mesela, min mizgînî dida hemşîreyeke ku dihat ba min, û min bi kesên ku sîparîş dianîn re xeber dida. Wekî din, min bi temsîlkara şîrketeke medîkal re xweş sohbet dikir.” Belê, şertan her çi qas îzin nedida ku Samuel û Dania her tiştî li gor dilê xwe bikin jî, çi ji destê wan dihat, wan dikir. Di netîceyê de, wan ji van tiştan kêf distand.
17. Tu çawa dikarî ji tewsiyeyên vê meqaleyê tam feydeyê bistînî?
17 Ji bo ku em ji tewsiyeyên vê meqaleyê tam feydeyê bistînin, bila em wan bi hev re pêk bînin. Vê mîsalê bîne ber çavê xwe: Her xwarin ji gelek tiştan pêk tê. Ji bo ku xwarin tehmxweş be, lazim e ku hemû tişt tê de hebin. Mîna vê, eger em hemû tewsiyeyan pêk bînin, emê ji xizmetê zêdetir hez bikin û jê kêfê bistînin.
JI BO KU TU JI XIZMETÊ KÊFÊ BISTÎNÎ, ÇIMA MUHÎM E KU TU …
xwe rind hazir bikî?
ji Yehowa cesaretê bixwazî?
bala xwe bidî vê yekê ku tu ji Yehowa û ji însanan çi qas hez dikî?
KILAM 80 Bibîne ku Yehowa Çi Qas Qenc e