MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 43
KILAM 90 Hevdû Teşwîq Bikin
Ji Şikên Xwe Bifilite
“Her tiştî ji hev derxin” (1. SELANÎKÎ 5:21).
EMÊ ÇI HÎN BIBIN?
Emê bibînin ku eger şikên me hebin, ên ku dikarin ser xizmeta me ya ji Yehowa re tesîr bikin, em dikarin çi bikin.
1-2. (a) Dibe ku hin xizmetkarên Yehowa çi meraq bikin? (b) Di vê meqaleyê de, emê bala xwe bidin çi?
EMRÊ ME çi qas be jî, carinan dibe ku şikêna me hebin. Mesela, dibe ku em ji xwe bipirsin ka Yehowa qîmetê dide me yan ka qerarên ku me dane baş bûn yan na. Ciwanekî ku ne emîn e ku Yehowa ji wî hez dike, bîne ber çavê xwe. Ji ber vê yekê, ew belkî meraq dike ka ew ji bo vaftîzbûnê hazir e yan na. Yan jî, bîne ber çavê xwe ku birayekî di ciwaniya xwe de qerar dabû ku ewê nekeve pey mal û milk, lê herî zêde bala xwe bide xizmeta Yehowa. Niha, li wî zor tê ku debara malê bike, û ew meraq dike ka qerara wî baş bû yan na. Yan jî, xwişkeke extiyar, a ku êdî bêhal ketiye, bîne ber çavê xwe. Wê belkî cesareta xwe winda kiriye ji ber ku ew êdî nikare wek berê xizmet bike. Gelo te jî qet ji xwe pirsiye: “Ma Yehowa halê min dibîne? Ma fedakariyên ku min ji bo xatirê Yehowa kirine, bi rastî hêja bûn? Li ber çavê Yehowa, ma ez hê kêrhatî me?”
2 Ji bo ku baweriya me sist nebe û em di xizmeta Yehowa de xîreta xwe winda nekin, gerek em li cewabên pirsên wisa bigerin. Di vê meqaleyê de, emê bala xwe bidin çend prensîpên Kitêba Pîroz, ên ku dikarin alî me bikin eger em meraq bikin (1) ka Yehowa hê bi me eleqedar e yan na, (2) ka qerarên me yên berê baş bûn yan na û (3) ka em li ber çavê Yehowa hê kêrhatî ne yan na.
HIN GAVÊN BIFEYDE
3. Eger şikên me hebin, gerek em çi bikin?
3 Ji bo ku em ji şikên xwe bifilitin, em dikarin di Kitêba Pîroz de li cewabên pirsên xwe bigerin. Eger em wisa bikin, emê qewetê bistînin, di rêya Yehowa de mezintir bibin û “di baweriyê de hîmgirtî bin” (1. Korîntî 16:13).
4. Em çawa dikarin “her tiştî ji hev derxin”? (1. Selanîkî 5:21)
4 1. Selanîkî 5:21 bixwîne. Kitêba Pîroz dibêje ku bila em “her tiştî ji hev derxin”. Gelo em çawa dikarin vêya bikin? Em dikarin pê derxin ka fikrên me û gotinên Kitêba Pîroz hev digirin yan na. Mesela, ciwanê ku ne emîn bû ku Yehowa qîmetê dide wî, dîsa bîne ber çavê xwe. Ji bo ku ew bizane ka fikra wî rast e yan na, gerek ew nêrîna Yehowa ya li ser vê meseleyê pê derxe.
5. Em çawa dikarin guh bidin dengê Yehowa, da ku em cewabên pirsên xwe bistînin?
5 Gava em Kitêba Pîroz dixwînin, em qey dengê Yehowa dibihîzin. Lê ji bo ku em pê derxin ku nêrîna Yehowa ya li ser pirseke me ya xisûsî çi ye, xîret lazim e. Gerek em li ayetên wisa bigerin, ên ku bi halê me ve girêdayî ne. Ji bo lêgerînê, em dikarin hacetên lêkolînê, yên ku teşkîlata Yehowa dane destê me, bi kar bînin (Methelokên Silêman 2:3-6). Berî ku em dest bi lêgerînê bikin, bila em dua bikin, da ku Yehowa alî me bike ku em cewaba pirsa xwe bibînin. Paşê, em dikarin li prensîpên Kitêba Pîroz û melûmatên bifeyde bigerin. Wekî din, em dikarin di Kitêba Pîroz de serpêhatiyên xizmetkarên Xwedê yên berê – yên ku hîs û fikrên wan mîna yên me bûn – bixwînin.
6. Civînên me çawa dikarin alî me bikin, da ku em ji şikên xwe bifilitin?
6 Yehowa bi destê civînan jî bi me re xeber dide. Eger em bi dewamî herin civînan, emê belkî di gotarekê de yan di cewaba xwişk yan birayekî de tiştekî wisa bibihîzin, ê ku dikare alî me bike ku em ji şikên xwe bifilitin (Methelokên Silêman 27:17). Niha, bila em bibînin ku em çawa dikarin cewabên hin pirsên xwe bistînin.
GELO YEHOWA BI TE ELEQEDAR E?
7. Hin kes çi meraq dikin?
7 Gelo te qet meraq kiriye ka Yehowa bi rastî bi te eleqedar e yan na? Belkî tu xwe bêqîmet hîs dikî û difikirî ku qet ne mumkin e ku tu bibî dostê Xaliqê erd û ezmanan. Dibe ku Dawid Padîşah jî wisa difikirî. Ev yek ku Yehowa bi însanan eleqedar dibe, li wî ecêb dihat. Wî got: “Ya Xudan, ma mirov çi ye ku tu wî bihesibînî, kurê mirov çi ye ku tu wî bibîr bînî?” (Zebûr 144:3). Gelo tu çawa dikarî cewaba vê pirsê bistînî?
8. Li gor 1. Samûyêl 16:6, 7, 10-12, Yehowa Xwedê çi dibîne?
8 Kitêba Pîroz nîşanî me dide ku Yehowa Xwedê kesên ku li ber çavê mirovan wek kesên nemuhîm xuya dikin jî, dibîne. Mesela, Yehowa Samûyêl pêxember şandibû mala mirovekî bi navê Yêşay, da ku yekî ji kurên wî wek padîşahê Îsraîlê tayîn bike. Samûyêl jê re got ku bila ew gazî kurên xwe bike. Ji heşt kurên xwe, Yêşay tenê gazî heft kurên xwe kir, lê wî gazî yê herî biçûk Dawid nekir.b Lê belê, yê ku ji aliyê Yehowa ve hat hilbijartin, Dawid bû, çimkî Yehowa dilê wî didît û dizanibû ku Dawid ji wî çi qas hez dike (1. Samûyêl 16:6, 7, 10-12 bixwîne).
9. Em ji ku dizanin ku Yehowa bi me eleqedar e? (Li resim jî binêre.)
9 Ka bîne bîra xwe ku heta niha, Yehowa çawa nîşan daye ku ew bi te eleqedar e. Gava lazim dibe, ew hazir e ku şîretan bide te (Zebûr 32:8). Ev yek nîşan dide ku ew te çi qas rind nas dike (Zebûr 139:1). Eger tu li gor şîretên Yehowa hereket bikî û bibînî ku ew çi qas bifeyde ne, tuyê emîn bî ku Yehowa bi rastî bi te eleqedar e (1. Dîrokan 28:9; Karên Şandiyan 17:26, 27). Yehowa xîreta te û xisûsiyetên te yên baş dibîne (Yêremya 17:10). Ew dixwaze ku tu teklîfa wî qebûl bikî, û ew hazir e ku bibe Dostê te (1. Yûhena 4:19).
“Ger tu li [Yehowa] bigere, ew ê xwe bi te bide dîtin” (1. Dîrokan 28:9). (Li paragrafa 9an binêre)c
GELO QERARÊN TE YÊN BERÊ BAŞ BÛN?
10. Gava em li ser qerarên xwe yên berê difikirin, dibe ku em ji xwe çi bipirsin?
10 Hin kes meraq dikin ka qerarên ku wan berê dabûn baş bûn yan na. Wan belkî dev ji karekî baş berdabû, da ku zêdetir ji Yehowa re xizmet bikin. Lê niha, êdî wext derbas bûye, û ew dibînin ku halê madî yê hin hevalên wan ji halê wan baştir e. Loma, dibe ku ew ji xwe bipirsin: “Gelo bi rastî hêja bû ku ez ji bo xatirê Yehowa ew qas fedakariyê bikim? Yan wê baştir bûya ku min jî zêdetir kar bikira, da ku ez niha ji aliyê madî ve rihettir bûma?”
11. Nivîskarê Zebûra 73yan ji ber çi aciz bû?
11 Eger tu jî carinan ji xwe wisa dipirsî, ji kerema xwe re bala xwe bide nivîskarê Zebûra 73yan. Wî didît ku jiyana hin kesan qey rihet û bêderd e (Zebûr 73:3-5, 12). Gava wî li wan û li rihetiya wan dinêrî, ew difikirî ku xizmeta wî ya ji Yehowa re badîhewa ye. Ji ber vê yekê, ew pir aciz bû (Zebûr 73:13, 14). Gelo ew çawa ji van fikrên negatîf filitî?
12. Li gor Zebûr 73:16-18, zebûrbêj çawa ji şikên xwe filitî?
12 Zebûr 73:16-18 bixwîne. Gava ew çû îbadetgeha Yehowa, nêrîna wî guherî. Wî fehm kir ku jiyana hin kesan her çi qas rihet xuya bike jî, hêviya wan tune ye. Di netîceyê de, hizûr ket dilê wî, û ew emîn bû ku qerara ku ji her tiştî zêdetir bala xwe bide xizmeta Yehowa, qerareke baş bû. Loma, wî ji nû ve qerar da ku dev ji xizmeta Yehowa bernede (Zebûr 73:23-28).
13. Eger tu ne emîn î ka qerarên te yên berê baş bûn yan na, tu dikarî çi bikî, da ku hizûr bikeve dilê te? (Li resim jî binêre.)
13 Bi alîkariya Kitêba Pîroz, hizûr dikare bikeve dilê te jî. Gelo çawa? Qîmeta tiştên ku di destê te de hene bîne ber çavê xwe. Tu dostê Yehowa yî, û Yehowa soz daye ku ewê bereketên mezin bide te. Halê kesên ku Yehowa nas nakin, ne wisa ye. Ji ber ku ew ne li benda jiyana li Cenetê ne, ew difikirin ku li vê dinyayê, karekî baş tiştê herî muhîm e (Zebûr 145:16). Ka bifikire: Em nizanin ku eger me qerarên din bidana, jiyana me wê çawa bûya. Lê belê, em dizanin ku eger em qerarên xwe li ser esasê hezkirina Xwedê û hezkirina însanan bidin, tiştên ku ji bo dilxweşiya me lazim in wê tu caran ji me kêm nebin.
Bala xwe bide bereketên sozdayî (Li paragrafa 13an binêre)d
GELO TU JI BO YEHOWA KÊRHATÎ YÎ?
14. Hin kes ji xwe çi dipirsin?
14 Hin xizmetkarên Yehowa êdî kal û pîr bûne, siheta wan ne baş e yan astengên wan ên din hene. Ji ber vê yekê, ew belkî meraq dikin ka Yehowa hê ji wan razî ye yan na. Ew belkî ji xwe dipirsin: “Gelo ez ji bo Yehowa hê kêrhatî me yan na?”
15. Nivîskarê Zebûra 71ê ji çi emîn bû?
15 Nivîskarê Zebûra 71ê wisa dua kir: “Gava ku ez ji taqetê ketim, tu min bernede!” (Zebûr 71:9, 18). Li gel xemên xwe, ew bawer bû ku heta ku ew bi dilsozî ji Xwedê re xizmet bike, Yehowa wê rêberiya wî bike û destekê bide wî. Zebûrbêj bi çavê xwe didît ku Yehowa qîmetê dide kesên ku li gel sînorên xwe çi ji destê wan tê dikin ku ji wî re xizmet bikin (Zebûr 37:23-25).
16. Xwişk û birayên emirmezin çawa ji bo Yehowa kêrhatî ne? (Zebûr 92:12-15)
16 Xwişk û birayên emirmezin, bi çavê Yehowa li halê xwe binêrin! Qeweta we her çi qas ne wek berê be jî, Yehowa dikare alî we bike ku hûn ji wî re bi dilsozî xizmet bikin (Zebûr 92:12-15 bixwîne). Li şûna ku hûn bi zêdeyî bala xwe bidin tiştên ku hûn êdî nikarin bikin, bala xwe bidin tiştên ku hûn dîsa jî dikarin bikin. Mesela, hûn dikarin bi dilsoziya xwe û bi destê eleqeya şexsî alî kesên din bikin. Hûn dikarin ji xwişk û birayan re behsa vê yekê bikin ku bi salan, Yehowa çawa destek daye we, û ji wan re bibêjin ku hûn li benda pêkhatina kîjan sozên Kitêba Pîroz in. Wekî din, ji bîr nekin ku tesîra duayên we yên ji dil dikare çi qas mezin be (1. Petrûs 3:12). Belê, şert û mercên me her çi bin jî, em dikarin tiştekî ji bo Yehowa û ji bo kesên din bikin!
17. Gerek em xwe çima bi kesên din re muqayese nekin?
17 Eger tu xemgîn î ji ber ku tu nikarî zêdetir xizmetê bikî, bawer be ku eger tu çi ji destê te tê bikî, Yehowa wê ji te razî be. Ji kerema xwe re kirinên xwe bi kirinên kesên din re muqayese neke! Gelo çima? Çimkî Yehowa jî wisa nake (Galatî 6:4). Mesela, bîne bîra xwe ku Meryemê çawa rûnê bêhnxweş, ê ku pir biha bû, wek hediye da Îsa Mesîh (Yûhena 12:3-5). Ji aliyê din ve, jinebiyeke feqîr tenê du pereyên biçûk avêtin peredanka îbadetgehê (Lûqa 21:1-4). Lê belê, Îsa Mesîh hediyeyên van du jinikan bi hev re muqayese nedikirin. Wî dizanibû ku her du jinik jî kesên dilsoz in. Tiştên ku tu dikarî bikî bi nêrîna te her çi qas hindik bin jî, bawer be ku Yehowa qîmetê dide her tiştê ku tu dikî ji ber ku tu ji wî hez dikî.
18. Çi wê alî me bike ku em ji şikên xwe bifilitin? (Li çarçoveya “Kitêba Pîroz Dikare Alî Te Bike ku Tu ji Şikên Xwe Bifilitî” jî binêre.)
18 Eger şikên me hebin, Kitêba Pîroz dikare alî me bike ku em ji wan bifilitin. Xîret bike ku tu cewabên pirsên xwe bibînî, da ku dilê te rihet be. Bawer be ku Yehowa bi te eleqedar e. Ew qîmetê dide fedakariya te, û ewê te helbet xelat bike. Belê, Yehowa ji hemû xizmetkarên xwe yên dilsoz hez dike û li wan xwedî derdikeve.
KILAM 111 Sebebên Dilxweşiya Me
a Ev meqale behsa şikên ku ji ber kêmasiya baweriya bi Yehowa û sozên wî tên meydanê, nake.
b Kitêba Pîroz nabêje ku gava Dawid ji aliyê Yehowa ve hat hilbijartin, ew çend salî bû, lê îhtimal heye ku ew ji 20 salî biçûktir bû (Birca Çavdêriyê, 1 Îlon 2011, rûp. 29, par. 2, bi zimanê Îngilîzî).
c RESIM: Bi vê yekê ku ew li şîretên Kitêba Pîroz dinêre, xwişkeke ciwan li Yehowa digere.
d RESIM: Birayek ji bo debara mala xwe karekî zor dike, lê hişê wî li ser jiyana li Cenetê ye.