Şer Felaketeke Mezin e
Tu tiştek nikare wek şer û pevçûnan zerarê bide mirovan. Leşker û sivîlên li seranserê dinyayê dizanin ku bandora şer çi qas xerab e.
LEŞKER
“Tu li ku derê dinêrî jî, tu mirovên ku birîndar bûne an jî hatine kuştin dibînî. Tu xwe qet di ewlehiyê de hîs nakî” (Gary, Brîtanya).
“Gule li pişta min û li rûyê min ketin. Min bi çavê xwe dît ku zarok, extiyar û gelek kesên din çawa hatin kuştin. Şer dilê mirov hişk dike” (Wilmar, Kolombiya).
“Gava kesek li ber çavê te tê kuştin, ev sûret qet ji hişê te dernakeve. Dengê qîrîn û nalînê qet ji guhê te nare. Tu qet nikarî wî kesî ji bîr bikî” (Zafirah, Amerîka).
SIVÎL
“Min xwe wisa hîs kir ku ezê tu carî dilxweş nebim. Mirov ji bo jiyana malbat û hevalên xwe ji ya xwe zêdetir ditirse” (Oleksandra, Ûkrayna).
“Tiştekî çi qas xerab e ku em ji 20 saetan zêdetir li benda dora xwarinê disekinîn û her tim ditirsiyan ku guleyek li me bikeve” (Daler, Tacîkistan).
“Şer ez bê dê û bav hiştim. Ez sêwî mam û êdî kes tune bû ku êşa dilê min sivik bike û li min xwedî derkeve” (Marie, Rwanda).
Van mirovan her çi qas ji şer êş kişandin jî, wan dîsa jî hizûr dît. Wekî din, ew piştrast in ku dawiya hemû şer û pevçûnan wê di demeke nêzîk de bê. Ev kovara Birca Çavdêriyê bi destê Kitêba Pîroz şîrove dike ku ev yek wê çawa pêk bê.