Şer û Pevçûn Çawa Bandorê li Hemû Mirovan Dikin?
“Ji Şerê Cîhanê yê Duyem û vir ve, li dinyayê tu carî wek îro ew qas şer û pevçûn çênebûne. Du milyar mirov ku ji çaran yekê nifûsa dinyayê ye li cihên ku şer û pevçûn derdikevin dijîn.”
Alîkara Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Amina J. Mohammed, 26 Çile 2023.
Şer û pevçûn dikarin ji nişka ve li cihekî ku îro aştî lê heye dest pê bikin. Ji ber ku dinya ji hemû demên berê bêtir bi hev ve girêdayî ye, şer dikare bandorê li kesên ku ji herêmên şer dûr in jî bike. Wekî din, piştî ku şerek xelas dibe jî, zerara ku çêbûye dikare heta demeke dirêj dewam bike. Ka em li çend mînakan binêrin:
Xela. Li gor rapora Bernameya Cîhanî ya Xwarinê, “şer û pevçûn hê jî sebebê sereke yê birçîtiyê ye. Ji sedî 70 mirovên birçî yên dinyayê li cihên ku şer û pevçûn lê hene dijîn.”
Problemên sihetê yên fîzîkî û psîkolojîk. Îhtimala şer dikare bibe sebeb ku mirov bikevin stresê û xeman bixwin. Kesên ku li herêmên şer dijîn dikarin ji aliyê fîzîkî ve zerarê bibînin û ji aliyê psîkolojîk ve jî nexweş bikevin. Gelek caran pir zehmet e ku mirov xwe bigihînin xizmetên tibî.
Koçberbûn. Di Îlona 2023an de, Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî da zanîn ku zêdeyî 114 milyon mirov li seranserê dinyayê mecbûr man ku ji malên xwe birevin. Sebebê sereke yê vê krîzê şer û pevçûn in.
Tengasiyên aborî. Ji ber şeran gelek caran problemên aborî yên wek enflasyonê çêdibin. Gava hukûmet pereyên ku ji bo xizmetên tibî û perwerdeyê tên bikaranîn ji bo operasyonên leşkerî xerc dike, mirov zerarê dibînin. Û piştî şer ji bo karê ji nû ve avakirinê gelek pere lazim e.
Pirsgirêkên hawirdorê. Dema ku çavkaniyên xwezayî, yên ku mirov hewceyî wan in, bi qestî tên hilweşandin, mirov zerarê dibînin. Av, hewa û axa qirêj ji bo demeke dirêj rê li ber problemên sihetê vedike. Û piştî şer jî, xeter hê heye ku mayînên di bin erdê de zerarê bidin mirovan.
Bê guman şer ji aliyê madî û manewî ve zerareke pir mezin li dû xwe dihêle.