Mirov nikarin dawiyê li hemû şeran bînin
Çawa Şer û Pevçûn Wê bi Dawî Bibin?
Kitêba Pîroz dibêje ku ne mirov, lê Xwedê wê “li seranserê dinyayê şeran bisekinîne” (Zebûr 46:9).
XWEDÊ WÊ HUKÛMETÊN DINYAYÊ TUNE BIKE
Kitêba Pîroz dibêje ku Xwedê wê hukûmetên dinyayê bi destê şerê Harmegedonê ji holê rakea (Peyxam 16:16). Wê çaxê, “hemû padîşahên dinyayê” wê “ji bo cenga Roja Mezin a Xwedayê karîndarê her tiştî” bên civandin (Peyxam 16:14, Mizgînî). Bi destê şerê Harmegedonê, Xwedê wê dawiyê li hemû şeran bîne.
Xwedê wê Hukimdariya xwe bixe şûna hukûmetên dinyayê. Hukimdariya Xwedê wê ji ezmanan hukim bike û tu carî neyê hilweşandin (Danîêl 2:44). Ji bo vê Hukimdariyê, Xwedê Kurê xwe Îsa Mesîh wek Padîşah hilbijartiye (Îşaya 9:6, 7; Meta 28:18). Îsa Mesîh şagirtên xwe hîn dikirin ku ji bo vê Hukimdariyêb dua bikin (Meta 6:9, 10). Bi rêberiya Îsa Mesîh, hemû mirov wê di bin hukimdariyeke cîhanî de bibin yek.
Li eksî serokên dinyayê, Îsa Mesîh wê qudreta xwe ji bo menfaeta xwe bi kar neyne. Ji ber ku ew yekî adil û bêalî ye, ne hewce ye ku tu kes ji ber esl, milet an rengê xwe bitirse (Îşaya 11:3, 4). Û mirov wê mecbûr nemînin ku ji bo heqê xwe şer bikin. Gelo çima? Ji ber ku Îsa Mesîh wê bi hewcedariyên her kesî re eleqedar bibe. ‘Ew diçe hawara hejaran, ew rizgar dike feqir û bêkesan. … Ew wan ji tehde û zordariyê xelas dike’ (Zebûr 72:12-14).
Hukimdariya Xwedê wê hemû çekên ku mirov ji bo kuştina hev bi kar tînin tune bike (Mîka 4:3). Wekî din, ewê mirovên ku bi israr dev ji şerkirinê bernadin û zerarê didin kesên din ji holê rake (Zebûr 37:9, 10). Jin, mêr û zarok, yanî her kes wê xwe li her dera dinyayê di ewlehiyê de hîs bike (Hêzekîêl 34:28).
Di bin Hukimdariya Xwedê de, şertên jiyanê wê bêqisûr bin û her kes wê tehmê ji jiyanê bistîne. Problemên ku dibin sebebê şer, yên wek feqîrî, birçîtî û bêmalbûnê wê bên çareserkirin. Li cem her kesî wê têr û tije xwarina bisihet hebe û her kes wê bibe xwediyê xaniyekî xweşik (Zebûr 72:16; Îşaya 65:21-23).
Di bin Hukimdariya Xwedê de, zerarên ku ji ber şer çêbûne wê ji holê bên rakirin. Hemû birînên şer, yanî hem birînên fîzîkî hem jî birînên hîsî, wê bên qenckirin. Heta kesên ku mirine jî wê ji bo jiyana li ser rûyê erdê bên rakirin û bi vî awayî malbat wê dîsa bigihîjin hev (Îşaya 25:8; 26:19; 35:5, 6). Wekî din, tiştên xerab, ên ku di şer de hatine serê mirovan, wê neyên bîra wan (Peyxam 21:4).
XWEDÊ WÊ GUNEHKARIYÊ TUNE BIKE
Di bin Hukimdariya Xwedê de, hemû mirov wê tenê ji “Xwedayê hezkirin û aştiyê” re, yanî ji Xwedayê rast Yehowac re îbadetê bikin (2. Korîntî 13:11). Ewê hîn bibin ku bi hev re di aştiyê de bijîn (Îşaya 2:3, 4; 11:9). Hemû kesên ku bi ya Xwedê dikin wê ji tesîra gunehkariyê azad bibin (Romayî 8:20, 21).
XWEDÊ WÊ ÎBLÎS Û CINÊN WÎ TUNE BIKE
Hukimdariya Xwedê wê yên ku dibin sebebê şer, yanî Şeytan û cinên wî helak bike (Peyxam 20:1-3, 10). Gava tesîra wan a xerab ji holê rabe, li her derê aştî wê hebe (Zebûr 72:7).
Xwedê soz dide ku ewê hemû şer û pevçûnan bi dawî bike. Em dikarin piştrast bin ku Xwedê wê soza xwe bîne cih ji ber ku hem qudret hem jî daxwaza wî heye ku wisa bike.
Hîkmet û qudreta Xwedê heye ku şer û zordariyê ji holê rake (Eyûb 9:4). Li ba Xwedê tiştekî nemumkin tune ye (Eyûb 42:2).
Gava Xwedê dibîne ku mirov êşê dikişînin, ew xemgîn dibe (Îşaya 63:9). Wekî din, Xwedê ji her kesê ku ji şidetê hez dike nefret dike (Zebûr 11:5).
Xwedê her tim gotina xwe tîne cih û ew nikare derewan bike (Îşaya 55:10, 11; Tîtos 1:2).
Di demeke nêzîk de, Xwedê wê aştiyeke rast û bêdawî bîne dinyayê.
Xwedê wê hemû şeran tune bike
a Li ser jw.org meqaleya “Harmegedon Çi ye?” bixwîne.
b Li ser jw.org li vîdeoya Padîşahiya Xwedê Çi ye? temaşe bike.
c Yehowa navê Xwedê ye (Zebûr 83:18, NWT).