KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • wp25 no. 1 r. 9
  • Çima Şer û Pevçûn Xelas Nabin?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Çima Şer û Pevçûn Xelas Nabin?
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Umûmî) – 2025
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • GUNEHKARÎ
  • HUKÛMETÊN DINYAYÊ
  • ÎBLÎS Û CINÊN WÎ
  • Çawa Şer û Pevçûn Wê bi Dawî Bibin?
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Umûmî) – 2025
  • Mexseda Xwedê ya ji bo Însanan Çi ye?
    Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje?
  • Şer û Pevçûn Çawa Bandorê li Hemû Mirovan Dikin?
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Umûmî) – 2025
  • Babîla Mezin Çi ye?
    Pirsên li ser Kitêba Pîroz
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Umûmî) – 2025
wp25 no. 1 r. 9

Çima Şer û Pevçûn Xelas Nabin?

Kitêba Pîroz zelal dike ku sebebên şer û pevçûnan çi ne û çima dawiya wan nayê.

GUNEHKARÎ

Xwedê dê û bavê me yên pêşîn, Adem û Hewa, di sûretê xwe de afirandin (1. Mûsa 1:27). Yanî sifetên Xwedê yên wek aştî û hezkirinê di dilê wan de hebûn (1. Korîntî 14:33; 1. Yûhena 4:8). Lê Adem û Hewayê bi ya Xwedê nekir û guneh kir. Di netîceyê de, guneh û mirin derbasî hemû mirovan bûn (Romayî 5:12). Ji ber vî gunehê mîrasgirtî, gelek caran fikrên xerab di hişê mirovan de çêdibin û loma gelek mirov tiştên xerab dikin (1. Mûsa 6:5; Marqos 7:21, 22).

HUKÛMETÊN DINYAYÊ

Xwedê em nexuliqandine ku em bi xwe li ser xwe hukimdariyê bikin. Kitêba Pîroz dibêje: “Gava dimeşin, ew nikarin gavên xwe rasterast bavêjin” (Yêremya 10:23). Ji ber vê yekê, hukûmetên dinyayê nikarin hemû şer û pevçûnan ji holê rakin.

ÎBLÎS Û CINÊN WÎ

Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Tevahiya dinyayê di bin desthilatiya Yê Xerab de ye” (1. Yûhena 5:19, Mizgînî). Di vê ayetê de, gotina “Yê Xerab” ji bo Şeytan Îblîs tê gotin û ew qatilekî bêrehm e (Yûhena 8:44). Belê, ew û cinên wî bandorê li mirovan dikin ku dest bi şer bikin û zordar bin (Peyxam 12:9, 12).

Tenê Xwedê dikare sebebên sereke yên şer û zordariyê ji kokê ve rake.

Dîn û Şer

Şer gelek caran ji aliyê dînan ve tên erêkirin, heqdar tên derxistin an jî heta tên destekkirin. Hemû dînên ku tiştên wisa dikin dînên sexte ne û di Kitêba Pîroz de wek “Babîla Mezin” tên binavkirin (Peyxam 18:2). Xwedê Babîla Mezin ji mirina hemû kesên ku li ser rûyê erdê hatine kuştin mesûl dibîne (Peyxam 18:24). Ji bo agahiyên zêdetir, li ser jw.org meqaleya “Babîla Mezin Çi ye?” bixwîne.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne