Gelo Mirov Dikarin Dawiyê li Şer û Pevçûnan Bînin?
Mirov ji bo gelek sebeban şer dikin. Hinek ji bo guhertina rewşa siyasî, aborî yan civakî şer dikin. Kesên din ji bo ku erd û çavkaniyên xwezayî bixin bin kontrola xwe şer dikin. Gelek şer û pevçûn ji ber cudahiyên dînî yan qewmî jî çêdibin. Ji bo ku şer bên sekinandin û aştî pêk were, çi tê kirin? Gelo ev hewldan wê bi ser bikevin?
Drazen_/E+ via Getty Images
PÊŞVEBIRINA ABORIYÊ
Armanc: Başkirina rewşa jiyana xelkê. Bi vî awayî newekheviya aborî ku sebebekî sereke yê şer e dikare ji holê bê rakirin an jî kêmkirin.
Astengî: Divê hukûmet ji nû ve bifikirin ku çawa pereyên xwe bi kar bînin. Li gor texmînan, di sala 2022an de, li seranserê dinyayê 34.1 milyar dolarên Amerîkî ji bo avakirin û parastina aştiyê hatin xerckirin. Lê belê, ev yek di eynî salê de bi tenê ji sedî 0.4ê mesrefên leşkerî bû.
“Pere û çavkaniyên ku em ji bo alîkariya kesên ku şeran bandor li wan kiriye xerc dikin ji yên ku em ji bo pêşîlêgirtina şeran û çêkirina aştiyê xerc dikin pir zêdetir e” (António Guterres, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî).
Kitêba Pîroz çi dibêje? Hukûmet û saziyên dinyayê çi qas alî feqîran bikin jî, ew qet nikarin feqîriyê bi temamî ji holê rakin (5. Mûsa 15:11; Meta 26:11).
DÎPLOMASÎ
Armanc: Hewl tê dayîn ku bi rêya diyalog û lihevkirinê ji bo menfaeta her du aliyan problem bên çareserkirin an rê li ber wan bê girtin.
Astengî: Dibe ku yek an hê zêdetir alî ji bo gotûbêjkirin, lihevkirin an qebûlkirina peymanekê ne hazir bin. Û peymanên aştiyê bi hêsanî dikarin bên xerakirin.
“Dîplomasî her tim bi ser nakeve. Di peymana bidawîkirina şerekî de dibe ku ew qas neheqî hebin ku rê li ber şerekî din vebe” (Raymond F. Smith, American Diplomacy).
Kitêba Pîroz çi dibêje? Ew dibêje ku divê mirov ‘li aştiyê bigerin’ (Zebûr 34:14). Lê îro gelek mirov “nedilsoz” in, naxwazin “bi kesên din re li hev” bikin û “xayîn” in (2. Tîmotêyos 3:1-4). Ev xisûsiyetên mirovan ji serokên niyetbaş re dibin asteng ku şer û pevçûnan çareser bikin.
BÊÇEKBÛN
Armanc: Kêmkirin an tunekirina çek û sîlehan, bi taybetî çekên nukleerî, kîmyewî û biyolojîk.
Astengî: Dewlet gelek caran naxwazin çekên xwe kêm bikin an tune bikin ji ber ku ew ditirsin ku hêza xwe winda bikin an bêparastin bimînin. Tunekirina çekan sebebên ku mirov çima şer dikin çareser nake.
“Gelek soz û peymanên ji bo kêmkirin an tunekirina çekan ên ji dema dawiya Şerê Sar nehatin cih. Mesela, hukûmetan soz dabû ku ji bo kêmkirina xeteran û çareserkirina pirsgirêkên navneteweyî gavan bavêjin, û di dawiyê de dinyayê bikin cihekî ewletir” (“Securing Our Common Future: An Agenda for Disarmament”).
Kitêba Pîroz çi dibêje? Ew dibêje ku divê mirov dev ji çekan berdin û “şûrên xwe bikin gîsin” (Îşaya 2:4). Lê belê, ev yek bi tenê ne bes e ji ber ku şidet di dilê mirov de dest pê dike (Meta 15:19).
EWLEHIYA HEVPAR
Armanc: Dewlet soz didin ku hevdû ji êrîşên dijminan biparêzin. Fikir ew e ku gava dewletek bibîne ku hêza gelek dewletan bûye yek, ewê dest bi şer neke.
Astengî: Tehdîda şer aştiyê garantî nake. Dewlet ne her tim bi sozên xwe ve girêdayî dimînin, ne jî li hev dikin ku çawa û kengê li dijî dijminan tevbigerin.
“Hem Komeleya Neteweyan hem jî Neteweyên Yekbûyî ji bo ewlehiya hevpar hewldanên mezin dan, lê belê van hewldanan pêşî li şeran negirtin” (“Encyclopedia Britannica”).
Kitêba Pîroz çi dibêje? Gelek caran di yekîtiyê de ewlehî heye (Waiz 4:12). Lê belê, saziyên mirovî nikarin aştî û ewlehiyeke bêdawî pêk bînin. “Bi serokan û bi mirovên ku nikarin we xelas bikin bawer nebin! Dema ew hilma xwe ya dawîn bide, dîsa vedigere axê, wê rojê pêşniyarên wî diqedin” (Zebûr 146:3, 4, KP).
Her çi qas dewlet xîret dikin ku aştiyeke mayînde pêk bînin jî, mixabin şer hê jî belaya serê mirovan in.