KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w25 Adar r. 2-7
  • Vaftîzbûna Xwe Neavêje Paş

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Vaftîzbûna Xwe Neavêje Paş
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • VAFTÎZBÛNA SAMERIYAN
  • VAFTÎZBÛNA SAÛLÊ TARSÛSÎ
  • VAFTÎZBÛNA KORNÊLYOS
  • VAFTÎZBÛNA KORÎNTIYAN
  • BAWERÎ DIKARE ÇIYAYAN RAKE
  • Piştî Vaftîzbûnê bi Dewamî li pey Îsa Mesîh Here
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2024
  • Gelo Tu Hazir î ku Jiyana Xwe Bidî Destê Yehowa?
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2024
  • Xwe Bispêre Yehowa û Qerarên Baş Bide
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2023
  • Bi Dilnizmî Qebûl Bike ku Tu Her Tiştî Nizanî
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
Zêdetir Bibîne
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
w25 Adar r. 2-7

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 9

KILAM 51 Me Jiyana Xwe Daye Destê Yehowa

Vaftîzbûna Xwe Neavêje Paş

“Çi rêya te digire? Rabe, vaftîz bibe” (KARÊN ŞANDIYAN 22:16).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Ji serpêhatiyên Sameriyan, Saûlê Tarsûsî, Kornêlyos û Korîntiyan, tuyê hîn bibî ku gerek tu çi bikî ku ber bi vaftîzbûnê ve bi pêş ve herî.

1. Çima lazim e ku tu vaftîz bibî?

JIYAN û her tiştê ku di destê te de heye bi eslê xwe ji Yehowa Xwedê ye. Ma tu naxwazî nîşan bidî ku tu ji wî çi qas hez dikî? Ji bo vê, gerek tu sonda xwedayînê bixwî, yanî soz bidî ku tuyê heta hetayê ji wî re xizmet bikî, û vaftîz bibî. Bi vî awayî, tuyê bikevî malbata Yehowa. Ji ber ku tuyê êdî aîdî wî bî, Bavê teyî ezmanî wê rêberiya te bike û li te xwedî derkeve (Zebûr 73:24; Îşaya 43:1, 2). Wekî din, sonda xwedayînê û vaftîzbûn rê vedikin ku tu jiyana herheyî bistînî (1. Petrûs 3:21).

2. Di vê meqaleyê de, emê çi hîn bibin?

2 Gelo tiştek rêya li ber te digire ku tu vaftîz bî? Gelek kesên din jî wisa difikirî. Berî vaftîzbûnê, lazim bû ku ew jî hal û hereketên xwe serrast bikin. Lê niha, ew bi xîret û dilxweşî ji Yehowa re xizmet dikin. Gelo tu dikarî ji hin kesên ku di sedsala yekê de vaftîz bûn, çi hîn bibî? Ka em binêrin ku astengên wan çi bûn û em dikarin ji serpêhatiyên wan çi dersan bistînin.

VAFTÎZBÛNA SAMERIYAN

3. Berî vaftîzbûnê, lazim bû ku Samerî çi bikin?

3 Di rojên Îsa Mesîh de, li derdora bajarên Şekem û Sameryayê, li bakurê Cihûstanê, mezheba Sameriyan hebû. Wan bi tenê pênc kitêbên Mûsa û belkî kitêba Yêşû jî wek kitêbên îlhamkirî qebûl dikirin. Lê belê, li gor 5. Mûsa 18:18, 19, ew jî li benda hatina Mesîh bûn (Yûhena 4:25). Ji ber van sebeban, ji bo ku Samerî vaftîz bibin, lazim bû ku ew Nivîsarên Pîroz baştir lêkolîn bikin û qebûl bikin. Wekî din, lazim bû ku ew Îsa wek Mesîhê sozdayî qebûl bikin. Gelek Sameriyan ev yek kir (Yûhena 4:39). Ji xeynî vê, belkî lazim bû hin Samerî dev ji pêşhukimên xwe yên li dijî Cihûyan berdin, çimkî gelek şagirtên Îsa Mesîh Cihû bûn (Lûqa 9:52-54).

4. Li gor Karên Şandiyan 8:5, 6, 14, hin Sameriyan çi kir?

4 Çi alî Sameriyan kir ku ew vaftîz bibin? Gava Filîposê mizgînvan ji Sameriyan re behsa Mesîh kir, hin ji wan “peyva Xwedê qebûl kir” (Karên Şandiyan 8:5, 6, 14 bixwîne). Filîpos bi xwe Cihû bû, lê dîsa jî, wan guh da wî. Dibe ku wan anî bîra xwe ku li gor kitêba 5. Mûsa, Xwedê cihêtiyê naxe nav mirovan (5. Mûsa 10:17-19). Hal her çi bû jî, wan “rind bala xwe dida tiştên ku wî digotin”, û wan îsbatên ku Xwedê piştgiriya Filîpos dike, qebûl kirin. Li wê derê, Filîpos gelek mucîze jî çêdikirin. Mesela, wî kesên nexweş qenc kirin û cin derxistin (Karên Şandiyan 8:7).

5. Ji mîsala Sameriyan, em dikarin çi dersan bistînin?

5 Pêşhukim yan nezaniyê dikaribû bibe sebeb ku Samerî bi pêş ve neçûna. Lê belê, wisa çênebû. Piştî ku ew qanî bûn ku gotinên Filîpos rast in, wan vaftîzbûna xwe neavêt paş. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Gava wan bi Filîpos bawer dikir, ê ku mizgîniya li ser Hukimdariya Xwedê û li ser navê Îsa Mesîh belav dikir, hem jin hem jî mêr hatin vaftîzkirin” (Karên Şandiyan 8:12). Gelo tu jî qanî bûyî ku gotinên Kitêba Pîroz rast in? Gelo tu bawer î ku Şahidên Yehowa xîret dikin ku ji hevdû hez bikin, çawa ku Îsa Mesîh gotibû ku şagirtên wî yên rastîn wê ji hevdû hez bikin? (Yûhena 13:35). Eger wisa ye, vaftîzbûna xwe êdî neavêje paş, û bawer be ku Yehowa wê te bereket bike!

6. Ji mîsala Ruben, em çi hîn dibin?

6 Birayê me Ruben, ê ku li Almanyayê dijî, di malbateke Şahidên Yehowa de mezin bûye. Lê belê, gava ew ciwan bû, şik û guman ketin dilê wî ka Yehowa bi rastî heye yan na. Gelo ew çawa ji şikên xwe filitî? Wî fehm kir ku zanîna wî kêm e, loma wî qerar da ku tiştekî bike. Ew dibêje: “Di lêkolîna şexsî de, lazim bû ku ez pê derxim ku çi rast e û çi na. Çend caran lazim bû ku ez li ser teoriya tekamûlê lêgerînê bikim.” Kitêbekea li ser hebûna Xwedê, ya ku wî lêkolîn kir, ser wî pir tesîr kir. Wî ji xwe re got: “Wa! Yehowa bi rastî jî heye!” Wekî din, ew carek çû merkeza cîhanî ya Şahidên Yehowa, û li wê derê, ew ji yekîtiya xwişk û birayan re hê jî zêdetir heyran ma. Piştî ku ew vegeriya Almanyayê, gava ew 17 salî bû, ew vaftîz bû. Eger şik û guman ketine dilê te ka tiştên ku tu hîn bûyî rast in yan na, di weşanên me de lêgerînê bike. Ji bo ku tu ji şikên xwe bifilitî, gerek tu “zanîna rast” bistînî (Efesî 4:13, 14). Ji xeynî vê, gava tu di heqê hezkirin û yekîtiya xizmetkarên Yehowa yên li seranserê dinyayê dibihîzî û van xisûsiyetan di civata xwe de jî dibînî, tuyê ji bo biratiya me ya cîhanî zêdetir şikirdar bî.

VAFTÎZBÛNA SAÛLÊ TARSÛSÎ

7. Lazim bû ku Saûl kîjan fikra xwe biguherîne?

7 Serpêhatiya Saûlê Tarsûsî bîne ber çavê xwe. Wî Qanûna Cihûyan rind dizanibû, û ew di nav xelkê de her ku diçû bi nav û deng dibû (Galatî 1:13, 14; Filîpî 3:5). Ji ber ku şagirtên Îsa Mesîh dev ji dînê Cihûyan berdabû, gelek Cihûyan ji wan nefret dikir, û Saûl zilm li wan dikir. Bi ser de, ew difikirî ku ew li gor daxwaza Xwedê hereket dike (Karên Şandiyan 8:3; 9:1, 2; 26:9-11). Ji ber vê yekê, Saûl fehm dikir ku eger ew Îsa Mesîh qebûl bike û wek şagirtekî wî vaftîz bibe, ewê jî rastî zilmê bê.

8. (a) Çi alî Saûl kir ku ew vaftîz bibe? (b) Li gor Karên Şandiyan 22:12-16, Hananya çawa alî Saûl kir? (Li resim jî binêre.)

8 Çi alî Saûl kir ku ew vaftîz bibe? Gava Îsa Mesîh ji wî re xuya bû, çavê Saûl kor bû (Karên Şandiyan 9:3-9). Sê roj, wî rojî girt û bê guman li ser tiştên ku hatin serê wî kûr fikirî. Saûl bawer bû ku Îsa bi rastî jî Mesîh e û rêya şagirtên wî, rêya rast e. Saûl bê guman pir xemgîn bû ji ber ku ew berê bi kuştina Steyfan razî bûbû (Karên Şandiyan 22:20). Piştî sê rojan, şagirtekî bi navê Hananya hat ba Saûl, çavên wî vekirin û jê re got ku bila ew vaftîz bibe (Karên Şandiyan 22:12-16 bixwîne). Saûl alîkariya Hananya bi dilnizmî qebûl kir û dest bi jiyaneke nû kir (Karên Şandiyan 9:17, 18).

Saûl dikeve avê ku bê vaftîzkirin. Çend kes bi dilxweşî li wî dinêrin.

Gelo tu wek Saûl hazir î ku alîkariyê qebûl bikî û vaftîz bibî? (Li paragrafa 8an binêre)


9. Ji mîsala Saûl, em dikarin çi dersan bistînin?

9 Ji mîsala Saûl, em dikarin çend dersan bistînin. Quretî yan jî tirsa ji derdorê dikaribû bibûya sebeb ku ew vaftîz nebe. Lê belê, Saûl îzin neda ku tiştekî wisa jê re bibe asteng. Wî rastiya di heqê Mesîh de bi dilnizmî qebûl kir û rêya xwe rast kir (Karên Şandiyan 26:14, 19). Saûl dizanibû ku ewê rastî zilmê bê, lê dîsa jî, ew hazir bû ku bibe şagirtê Îsa Mesîh (Karên Şandiyan 9:15, 16; 20:22, 23). Piştî ku ew vaftîz bû, wî xwe bi dewamî dispart Yehowa ku li hemberî tengasiyan sebir bike (2. Korîntî 4:7-10). Eger tu vaftîz bibî, dibe ku tu jî rastî hin tengasiyan bêyî. Lê belê, tu dikarî bawer bî ku Xwedê û Îsa Mesîh wê her tim alî te bikin (Filîpî 4:13).

10. Ji mîsala Annayê, em dikarin çi dersan bistînin?

10 Anna li Ewropaya Rojhilat di malbateke Kurd de mezin bûye. Gava ew 9 salî bû, diya wê vaftîz bû, û wê ji bavê xwe îzin stand ku dest bi kursa Kitêba Pîroz bike. Lê belê, ji ber ku li gor kultura wan şerm e ku kesek dev ji dînê xwe berde, merivên wê muxalefet lê dikir. Gava Anna 12 salî bû, wê ji bavê xwe îzin xwest ku vaftîz bibe. Wî pirsî ka ev yek bi rastî daxwaza wê ye yan kesekî din zor li wê dike ku ew vaftîz bibe. Wê cewab da: “Ez ji Yehowa hez dikim.” Hingê bavê wê îzin da ku ew vaftîz bibe. Piştî vaftîzbûnê, Anna ji aliyê gelek kesan ve rastî zilm û qerfan hat. Kalikê wê jê re got: “Xwezî ku te bêexlaqî bikira û cixare bikişanda, lê tu nebûyayî Şahideke Yehowa.” Li hemberî van tengasiyan, gelo Annayê çawa sebir kir? Ew dibêje: “Yehowa alî min dikir ku ez qewî bisekinim, û dê û bavê min pir destek dida min.” Gava Anna alîkariya Yehowa dibîne, ew vê yekê di lîsteyekê de dinivîse, û carinan, ew vê lîsteyê di ber çavan re derbas dike. Eger tu ji muxalefetê ditirsî, bîne bîra xwe ku Yehowa wê alî te jî bike (Îbranî 13:6).

VAFTÎZBÛNA KORNÊLYOS

11. Çi dikaribû ji Kornêlyos re bibûya asteng?

11 Wekî din, Kitêba Pîroz behsa mirovekî bi navê Kornêlyos dike. Ew “sersed” bû, yanî di ordiya Romayê de di ser teqrîben 100 eskerî re bû (Karên Şandiyan 10:1, jêrenot). Ji ber vê yekê, dibe ku ew ji aliyê civakî û eskerî ve mirovekî bi nav û deng bû. Kitêba Pîroz dibêje ku “wî gelek caran xêr li feqîran dikir” (Karên Şandiyan 10:2). Yehowa Petrûs şand ba wî ku mizgîniyê bide wî. Gelo pozisyona Kornêlyos bû sebeb ku ew vaftîzbûna xwe bavêje paş?

12. Çi alî Kornêlyos kir ku ew vaftîz bibe?

12 Çi alî Kornêlyos kir ku ew vaftîz bibe? Kitêba Pîroz dibêje ku “wî bi hemû maliyên xwe re ji Xwedê re îbadet dikir” û “her gav ji Xwedê re dua dikir” (Karên Şandiyan 10:2). Gava Petrûs ji Kornêlyos re behsa mizgîniyê kir, wî tevî malbata xwe baweriya xwe bi Îsa Mesîh anî û di cih de vaftîz bû (Karên Şandiyan 10:47, 48). Kornêlyos bê guman hazir bû ku jiyana xwe biguherîne û bi malbata xwe re ji Yehowa re îbadetê bike (Yêşû 24:15; Karên Şandiyan 10:24, 33).

13. Ji mîsala Kornêlyos, em dikarin çi dersan bistînin?

13 Wek Saûl, Kornêlyos jî dikaribû ji ber pozîsyona xwe qerar bidaya ku vaftîz nebe. Lê belê, wî îzin neda ku tiştekî wisa ji wî re bibe asteng. Ji bo ku tu vaftîz bibî, gelo lazim e ku tu jî di jiyana xwe de guhertinên mezin çêkî? Eger te qerar daye ku li gor prensîpên Kitêba Pîroz ji Yehowa re xizmet bikî, Yehowa wê qerara te bereket bike û alî te bike.

14. Ji mîsala Tsûyoşî, em çi hîn dibin?

14 Berî vaftîzbûnê, lazim bû ku Tsûyoşî, yê ku li Japonyayê dijî, di îşê xwe de hin guhertinan bike. Ew di mekteba gulxemilandinê ya Îkenoboyê de wekîlê mudîr bû. Gava mudîr nikaribû here cenazeyan, Tsûyoşî gelek caran li şûna wî diket ayînên Bûdîst. Lê belê, gava Tsûyoşî rastiya di heqê halê miriyan de hîn bû, wî fehm kir ku eger ew dev ji van tiştan bernede, ew nikare vaftîz bibe. Loma, wî qerar da ku êdî tev li rîtuelên Bûdîst nebe (2. Korîntî 6:15, 16). Tsûyoşî ji mudîr re behsa vê meseleyê kir. Netîce bû çi? Tsûyoşî îşê xwe winda nekir, lê ji wê rojê û pê ve, ew êdî tev li rîtuelên dînî nedibû. Teqrîben salek piştî ku wî dest bi kursa Kitêba Pîroz kir, ew vaftîz bû. Eger lazim be ku tu di îşê xwe de hin guhertinan bikî ji bo ku Xwedê ji te razî be, bawer be ku ewê hewcedariyên te û malbata te tedarek bike (Zebûr 127:2; Meta 6:33).

VAFTÎZBÛNA KORÎNTIYAN

15. Çi dikaribû bibe sebeb ku Korîntî vaftîz nebin?

15 Li bajarê Korîntê gelek kesên malperest û bêexlaq hebûn. Loma, ji bo kesên ku li wê derê dijiyan ne hêsan bû ku ji Yehowa re xizmet bikin. Dîsa jî, gava Pawlosê şandî hat û ji xelkê re behsa mizgîniya li ser Mesîh kir, “gelek Korîntiyên ku mizgînî bihîst, bawerî anî û vaftîz bûn” (Karên Şandiyan 18:7-11). Paşê, Îsa Mesîh di dîtiniyekê de ji Pawlos re xuya bû û got: “Li vî bajarî gelek mirov hene, yên ku aîdî min in.” Ji ber vê yekê, Pawlos salek û nîv li wê derê ma ku mizgîniyê belav bike.

16. Çi alî hin Korîntiyan kir ku ew xwe ji bo vaftîzê hazir bikin? (2. Korîntî 10:4, 5)

16 Çi alî Korîntiyan kir ku ew vaftîz bibin? (2. Korîntî 10:4, 5 bixwîne). Nivîsarên Pîroz û ruhê pîroz alî wan kir ku ew jiyana xwe bi temamî biguherînin (Îbranî 4:12). Korîntiyên ku mizgîniya li ser Mesîh qebûl kir dev ji tiştên wek serxweşî, dizî û homoseksueliyê berda (1. Korîntî 6:9-11).

17. Ji mîsala Korîntiyan, em dikarin çi hîn bibin?

17 Her çi qas xisûsiyetên xerab ên hin Korîntiyan hebûn jî, ew nedifikirîn ku ew nikarin bibin şagirtên Îsa Mesîh. Wan xîret kir ku bikevin rêya teng, a ku diçe jiyana herheyî (Meta 7:13, 14). Gelo li te zor tê ku tu dev ji xisûsiyeteke xerab berdî ji bo ku tu vaftîz bibî? Tu caran dev ji micadelekirinê bernede! Ji Yehowa rica bike ku ew ruhê pîroz bide te û alî te bike ku tu xwesteka xwe ya nerast bindest bikî.

18. Ji mîsala Monîkayê, em dikarin çi hîn bibin?

18 Li xwişkeke me ya bi navê Monîka, ya ku li Gurcistanê dijî, zor dihat ku dev ji zimanekî xerab û mijûliyên nebaş berde ku vaftîz bibe. Ew dibêje: “Gava ez ciwan bûm, min ji duayê qewet distand. Yehowa dizanibû ku min dixwest ya rast bikim, û wî her tim alî min dikir û rêberiya min dikir.” Gava Monîka 16 salî bû, ew vaftîz bû. Ji bo ku Yehowa ji te razî be, gelo lazim e ku tu jî dev ji hin tiştan berdî? Bi dewamî dua bike ku bila ew qewetê bide te ku tu jiyana xwe biguherînî. Yehowa hazir e ku ruhê pîroz bide te (Yûhena 3:34).

BAWERÎ DIKARE ÇIYAYAN RAKE

19. Çi dikare alî te bike ku tu li hemberî astengên mîna çiyayan bi ser bikevî? (Li resim jî binêre.)

19 Bawer be ku Yehowa ji te hez dike û dixwaze ku tu bikevî malbata wî. Astengên te her çi bin jî, daxwaza Yehowa ev e. Îsa Mesîh ji hin şagirtên xwe re wisa gotibû: “Bi rastî, eger baweriya we wek toximekî xerdelê jî biçûk be, hûn ji vî çiyayî re bibêjin, ‘Ji vir here wê derê’, ewê here” (Meta 17:20). Kesên ku guh dida van gotinan bi tenê çend sal li cem Îsa Mesîh bûn, loma lazim bû ku baweriya wan hê jî xurttir bibe. Lê belê, Îsa Mesîh ji wan re got ku eger ew baweriya xwe bi pêş bixin, Yehowa wê alî wan bike ku ew astengên mîna çiyayan rakin. Yehowa wê helbet alî te jî bike ku tu vêya bikî!

Li komcivînekê, gava kesên ku nû vaftîz bûne derbas dibin, çend xwişk û bira bi dilxweşî çepikan lêdixin.

Bawer be ku Yehowa ji te hez dike û dixwaze ku tu bikevî malbata wî (Li paragrafa 19an binêre)b


20. Mîsalên xwişk û birayên berê û îro çawa daxwaza te xurttir dikin ku tu ji Yehowa re xizmet bikî?

20 Eger astengên te hebin, ên ku dibin sebeb ku tu vaftîz nebî, wan zû ji holê rake. Ji mîsalên xwişk û birayên di sedsala yekê de û di rojên me de teselî û qewetê bistîne. Bila mîsalên wan dilê te xurt bikin û alî te bikin ku tu jiyana xwe bidî destê Yehowa û vaftîz bibî. Di jiyana te de, qerara herî muhîm ev e!

JI MÎSALÊN VAN KESAN, EM DIKARIN ÇI HÎN BIBIN:

  • Xelkê Sameryayê

  • Saûl û Kornêlyos

  • Xelkê Korîntê

KILAM 38 Ewê Me Xurt Bike

a Kitêba bi navê Is There a Creator Who Cares About You? (bi zimanê Îngilîzî)

b RESIM: Çend xwişk û bira bi germî bixêrhatina kesên ku nû vaftîz bûne, dikin.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne