MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 16
KILAM 87 Civînên ku Dilê Me Xurt Dikin
Ji bo Me Baş e ku Em Nêzîktirî Hevdû Bibin
“Çi qenc û çi xweş e bi hev re rûniştina birayan!” (ZEBÛR 133:1, KP).
EMÊ ÇI HÎN BIBIN?
Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku em çawa dikarin nêzîktirî hevdû bibin. Wekî din, emê bibînin ku gava em bi xwişk û birayan re dostaniyê dikin, Yehowa me çawa bibereket dike.
1-2. Ji bo Yehowa çi muhîm e, û ew dixwaze ku em çi bikin?
EV YEK ku eleqeya me ya bi kesên din re çawa ye ji bo Yehowa pir muhîm e. Îsa Mesîh hîn dikir ku wek em ji xwe hez dikin, gerek em ji kesên din jî hez bikin (Meta 22:37-39). Ev tê maneya ku gerek em ji kesên nebawermend re jî qenciyê bikin. Gava em vê yekê dikin, em Yehowa Xwedê ji xwe re dikin emsal. Wek Kitêba Pîroz dibêje, “ew rojê hem li ser kesên xerab, hem jî li ser kesên baş dertîne, û ew baranê li ser kesên rast û nerast dibarîne” (Meta 5:45).
2 Rast e ku Yehowa ji hemû mirovan hez dike, lê ew helbet ji kesên ku guh didin wî zêdetir hez dike (Yûhena 14:21). Ew dixwaze ku em wî ji xwe re bikin emsal. Yehowa ji me re dibêje ku bila em ji xwişk û birayên xwe ji dil hez bikin û ji wan re dilgerm bin (1. Petrûs 4:8; Romayî 12:10). Ev dilgermî û hezkirin dişibe vê yekê ku em ji dost û merivên xwe çawa hez dikin.
3. Li ser hezkirinê, gerek em çi ji bîr nekin?
3 Hezkirin mîna nebateke malê ye, ya ku lazim e ku em her tim li wê xwedî derkevin. Pawlos ji şagirtên Îsa Mesîh re ev şîret dabû: “Bila hezkirina biratiyê daîm be!” (Îbranî 13:1, KP). Yehowa dixwaze ku em bi dewamî ji kesên din hez bikin. Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku çima gerek em nêzîktirî xwişk û birayan bibin û em çawa dikarin nêzîkî wan bimînin.
ÇIMA GEREK EM NÊZÎKTIRÎ HEVDÛ BIBIN?
4. Em çawa dikarin bi dewamî qîmetê bidin yekîtiya di nav xwişk û birayan de, ya ku Zebûr 133:1 behsa wê dike? (Li resiman jî binêre.)
4 Zebûr 133:1 bixwîne. Em bi gotinên zebûrbêj hemfikir in, ê ku gotibû ku dostaniya bi kesên ku ji Yehowa hez dikin “qenc e” û “xweş e”. Lê çawa ku mirov êdî pir bala xwe nade dareke xweş û bilind, a ku ew roj bi roj li ber mala xwe dibîne, dibe ku em jî carinan ji bîr bikin ku yekîtiya di nav me de tiştekî çi qas qenc û xweş e. Em xwişk û birayan gelek caran dibînin, belkî di heftiyê de çend caran. Ji bo ku em bi dewamî qîmetê bidin wan, gerek em çi bikin? Ji bo ku em ji xwişk û birayan hê jî zêdetir hez bikin, bila em bînin bîra xwe ku her yek ji wan ji bo me û ji bo hemû civatê çi qas biqîmet e.
Her tim qîmetê bide xweşikiya yekîtiya me (Li paragrafa 4an binêre)
5. Hezkirina di nav me de çawa dikare ser kesên din tesîr bike?
5 Kesên ku cara pêşîn tên civîneke me ji hezkirina di nav xwişk û birayan de heyran dimînin. Carinan, ev yek ser mirovan ew qas tesîr dike ku ew fehm dikin ku rêya rast ev e. Wek Îsa Mesîh wisa gotibû: “Eger hûn ji hevdû hez bikin, her kes wê bizane ku hûn şagirtên min in” (Yûhena 13:35). Ka bala xwe bide serpêhatiya xwendekareke zanîngehê ya bi navê Chaithra, ya ku bi Şahidên Yehowa re kursa Kitêba Pîroz derbas dikir. Piştî ku ew cara pêşîn çû komcivîneke sêrojî, wê ji xwişka ku Kitêba Pîroz hînî wê dikir re wisa got: “Dê û bavê min ez tu caran hembêz nedikirim. Lê li komcivîna we, di nav rojekê de mirovan ez 52 caran hembêz kirim. Min hîs dikir ku bi destê malbata xwe, Yehowa hezkirina xwe nîşanî min dide. Ez jî dixwazim bibim pareke vê malbatê.” Chaithra bi pêş ve çû û di sala 2024an de vaftîz bû. Belê, gava kesên nû hezkirin û dilovaniya di nav me de dibînin, gelek ji wan dixwazin bibin xizmetkarê Yehowa (Meta 5:16).
6. Nêzîkbûna bi xwişk û birayan re çawa dikare me biparêze?
6 Nêzîkbûna bi xwişk û birayan re dikare me biparêze. Pawlos ji şagirtên Îsa Mesîh re wisa gotibû: “Her roj hevdû bişidînin, da ku dilê tu kesî ji we bi xapandina guneh hişk nebe” (Îbranî 3:13, Mizgînî). Eger em cesareta xwe winda bikin û hêdî hêdî ji rêya rastiyê dûr bikevin, Yehowa dikare bi destê xwişk an birayekî alîkariya me bike (Zebûr 73:2, 17, 23). Alîkariyeke wisa ji bo me pir bifeyde ye.
7. Di nav hezkirin û yekîtiyê de çi girêdan heye? (Kolosî 3:13, 14)
7 Ji ber ku em aîdî malbateke mirovên dilovan in, ên ku pir xîret dikin ku ji hevdû hez bikin, em gelek bereketan distînin (1. Yûhena 4:11). Mesela, bi saya hezkirinê em hazir in ku li hemberî hev bêhnfireh bin, û ev yek alî me dike ku em yekîtiya di nav xwe de xwedî bikin (Kolosî 3:13, 14 bixwîne; Efesî 4:2-6). Li temamiya dinyayê, yekîtiyeke wisa tenê di nav me de heye, û ji ber vê yekê, em li civînan kêfxweş dibin.
QEDRÊ HEVDÛ BIGIRIN
8. Yehowa çawa alî me dike ku di nav me de yekîtî hebe?
8 Yekîtiya ku di nav me de heye bi rastî jî mucîze ye. Em her çi qas qisûrdar in jî, Yehowa alî me dike ku di nav me de yekîtî hebe (1. Korîntî 12:25). Kitêba Pîroz dibêje ku em “ji aliyê Xwedê ve hatine hînkirin, ku [em] ji hevdû hez bikin” (1. Selanîkî 4:9, Mizgînî). Bi destê Kitêba Pîroz, Yehowa dibêje ku gerek em çi bikin ji bo ku em nêzîktirî hevdû bibin. Gava em gotinên Xwedê kûr lêkolîn dikin û li gor wan dijîn, em ji aliyê wî ve tên hînkirin (Îbranî 4:12; Aqûb 1:25). Şahidên Yehowa xîret dikin ku vêya bikin.
9. Ji Romayî 12:9-13, em li ser qedirgirtina hevdû çi hîn dibin?
9 Kitêba Pîroz me çawa hîn dike ku em nêzîktirî hevdû bibin? Ka bala xwe bidê ku Pawlosê şandî di Romayî 12:9-13 de çi gotibû (bixwîne). Bi xisûsî, bala xwe bide van gotinan: “Di qedirgirtinê de gava pêşîn bavêjin.” Gelo maneya van gotinan çi ye? Gerek em gava pêşîn bavêjin ku dilovaniya xwe nîşan bidin û kesên din efû bikin, mêvanhez bin û destvekirî bin (Efesî 4:32). Ne lazim e ku em li bendê bin ku xwişk yan birayek nêzîkî me be. Em dikarin “gava pêşîn bavêjin”. Eger em wisa bikin, emê bi xwe bibînin ku ev gotinên Îsa Mesîh çi qas rast in: “Dilxweşiya dayînê ji ya standinê mezintir e” (Karên Şandiyan 20:35).
10. Em çawa dikarin di qedirgirtinê de “jîr û jêhatî” bin? (Li resim jî binêre.)
10 Piştî ku Pawlos gotibû ku gerek em gava pêşîn bavêjin ku qedrê hevdû bigirin, wî got ku gerek em “jîr û jêhatî bin û tembel nebin”. Gava ji kesekî “jîr û jêhatî” re wezîfeyek tê dayîn, ew vê wezîfeyê bi dil û can tîne cih. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Heta ku ji destê te tê, qenciyê ji yên ku heqê wan li qenciyê hene re veneşêre” (Methelokên Silêman 3:27, 28, KP). Li gor vê şîretê, gava em dibînin ku kesek hewceyî alîkariyê ye, gerek em hazir bin ku çi ji destê me tê bikin ku destekê bidinê. Gerek em xwe paş negirin û nefikirin ku kesekî din wê meseleyê hel bike (1. Yûhena 3:17, 18).
Bila em gava pêşîn bavêjin ku alî xwişk û birayên hewcedar bikin (Li paragrafa 10an binêre)
11. Çi dikare alî me bike ku em nêzîktirî hevdû bibin?
11 Wekî din, ji bo ku em qedrê hevdû bigirin, gerek em kesên ku dilê me êşandiye zû efû bikin. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Bila roj li ser hêrsa we neçe ava” (Efesî 4:26, Mizgînî). Gelo çima? Wek ayet 27 dibêje, ji bo ku em ‘rê nedin Îblîs’. Di Nivîsarên Pîroz de, Yehowa ji me re dîsa û dîsa dibêje ku bila em “hevdû bibihûrin” (Kolosî 3:13, Mizgînî). Efûkirina qisûr û şaşiyan bi rastî jî alî me dike ku em nêzîktirî hev bibin. Bi vî awayî, em dikarin “yekîtiya Ruh bi hevgirêdana aştiyê biparêzin” (Efesî 4:3, Mizgînî). Yanî, efûkirin rasterast bi yekîtî û aştiya me ve girêdayî ye.
12. Yehowa çawa alî me dike ku em efûkar bin?
12 Belkî li me hêsan nayê ku em kesên ku dilê me êşandiye, efû bikin. Lê belê, bi alîkariya ruhê Xwedê, em dikarin vêya bikin. Piştî şîreta ku gerek em “jîr û jêhatî bin û tembel nebin”, Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Bila ruhê pîroz agirê xîretkêşiyê di dilê we de vêxe” (Romayî 12:11). Belê, ruhê pîroz dikare alî me bike ku em dilgerm bin û hevdû bi comerdî efû bikin. Loma, em ji Yehowa rica dikin ku bila ew di vî warî de alî me bike (Lûqa 11:13).
“BILA DI NAV WE DE CUDAHÎ ÇÊNEBE”
13. Çi dikare di nav me de bibe sebebê cudahiyê?
13 Di civatê de, mirovên ji gelek kok û miletan hene (1. Tîmotêyos 2:3, 4). Ji ber vê yekê, dibe ku di warên kinc, xwedîkirina sihetê û mijûliyan de tercîhên me ji hev cuda bin. Eger em hay ji xwe nebin, tiştên wisa dikarin di nav me de bibin sebebê cudahiyê (Romayî 14:4; 1. Korîntî 1:10). Madem ku em “ji aliyê Xwedê ve hatine hînkirin, ku [em] ji hevdû hez bikin”, gerek em nefikirin ku tercîhên me ji tercîhên kesên din baştir in (Filîpî 2:3).
14. Wê baş be ku em tim çawa bin, û çima?
14 Wekî din, ji bo ku di civatên me de cudahî çênebe, gerek em hevdû tim ava bikin û teşwîq bikin (1. Selanîkî 5:11). Van rojan, gelek kesên ku neaktîf bûn yan ji civatê hatibûn derxistin, vegeriyane ba Yehowa. Em bi hatina wan pir dilxweş in! (2. Korîntî 2:8). Xwişkeke ku 10 sal neaktîf bû û paşê vegeriya Salona Îbadetê wisa dibêje: “Her kesî bi dil û can silav da min” (Karên Şandiyan 3:19). Vê yekê çawa ser wê tesîr kir? Ew dibêje: “Dilgermiya wan nîşanî min da ku Yehowa ez ji nû ve dibirim ser rêya dilxweşiyê.” Eger em li hemberî her kesî dilgerm bin, Îsa Mesîh dikare canê kesên “westiyayî û bargiran” bi destê me rehet bike (Meta 11:28, 29).
15. Wekî din, em çawa dikarin yekîtiyê bi pêş bixin? (Li resim jî binêre.)
15 Tiştên ku em dibêjin jî dikarin yekîtiya di nav me de bi pêş bixin. Eyûb 12:11 wisa dibêje: “Çawa dev, tehma tiştê dixwe hiltîne, gelo guh jî gotinê wisa naceribîne?” Çawa ku kesekî ku xwarinê çêdike xwarinê tehm dike berî ku ew wê deyne ser sifrê, gerek em jî rind bifikirin berî ku gotinek ji devê me derkeve (Zebûr 141:3). Bila xeberdana me her tim “ji guhdaran re keremdar be” û wan teşwîq bike (Efesî 4:29, Mizgînî).
Berî ku tu tiştekî bibêjî, bifikire ku tuyê çi bibêjî (Li paragrafa 15an binêre)
16. Bi xisûsî lazim e ku kî bi dilovanî xeber bide?
16 Bi xisûsî mêrên zewicî û dê û bav gerek bi dilovanî xeber bidin (Kolosî 3:19, 21; Tîtos 2:4). Rîspiyên civatê gerek miyên Yehowa teşwîq û teselî bikin (Îşaya 32:1, 2; Galatî 6:1). Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Gotina di cih de tê gotin, çiqas xweş e!” (Methelokên Silêman 15:23).
‘BI KIRIN Û RASTIYÊ HEZ BIKIN’
17. Ji bo ku em ji xwişk û birayan ji dil hez bikin, gerek em çi bikin?
17 Yûhenayê şandî wisa gotibû: “Ne bi gotin û peyvê, lê bi kirin û rastiyê em hez bikin” (1. Yûhena 3:18). Belê, em dixwazin ji xwişk û birayan ji dil hez bikin. Ji bo vê, gerek em çi bikin? Her ku em bi xwişk û birayan re wextê derbas bikin, emê nêzîktirî hev bibin û ji hevdû zêdetir hez bikin. Loma, bila em li fersendan bigerin ku li civînan û li xizmetê bi xwişk û birayan re wextê derbas bikin. Wekî din, bila em xwişk û birayan ziyaret bikin. Bi vî awayî, em dikarin nîşan bidin ku em “ji aliyê Xwedê ve hatine hînkirin, ku [em] ji hevdû hez bikin” (1. Selanîkî 4:9, Mizgînî). Îcar, emê bibînin ku yekîtiya me çi qas xweş e! (Zebûr 133:1).
KILAM 90 Hevdû Teşwîq Bikin