MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 15
KILAM 30 Bav, Xwedê û Dostê Min
Ji bo Me Baş e ku Em Nêzîktirî Xwedê Bibin
“Nêzikbûna Xwedê ji bo min qenc e” (ZEBÛR 73:28).
EMÊ ÇI HÎN BIBIN?
Emê bibînin ku em çawa dikarin nêzîktirî Yehowa bibin, û feydeyên vê çi ne.
1-2. (a) Gelo dostaniya bi kesekî re çawa bi pêş ve diçe? (b) Di vê meqaleyê de, emê çi hîn bibin?
KA DOSTEKÎ xwe bîne ber çavê xwe. Tu çawa nêzîkî wî bûyî? Bi îhtimaleke mezin, te bi wî re wext derbas dikir, te dît ku hal û rewşa wî çawa ye û te fehm kir ku ew ji çi hez dike û ji çi hez nake. Te sifetên wî yên baş dîtin, û tu dixwazî wan ji xwe re bikî emsal. Bi vî awayî, te ji dostê xwe hez kiriye.
2 Belê, wext û xîret lazim e ku em nêzîkî kesekî bibin. Dostaniya bi Yehowa Xwedê re jî wisa ye. Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku em çawa dikarin nêzîkî Xwedê bibin, û feydeyên vê çi ne. Ewilî, ka em bala xwe bidinê ku çima baş e ku em nêzîkî dostê xwe Yehowa bibin.
3. Çima lazim e ku em li ser feydeyên nêzîkbûna bi Yehowa re bifikirin? Mîsalekê bide.
3 Bi îhtimaleke mezin, tu jî qebûl dikî ku ji bo me baş e ku em nêzîkî Yehowa bibin. Lê belê, gava em tînin ber çavê xwe ku ev yek çi qas baş e, daxwaza me xurttir dibe ku em hê jî nêzîktirî wî bibin (Zebûr 63:6-8). Mesela, em gişt dizanin ku xwarinên bifeyde, spor, îstirehet û vexwarina avê ji bo me baş in. Dîsa jî, gelek kes van tiştan nakin û li siheta xwe nanêrin. Ji ber vê yekê, ji bo ku em van tiştan ji xwe re bikin adet, gerek em zêdetir li ser feydeyên van tiştan bifikirin. Mîna vê, em jixwe dizanin ku ji bo me baş e ku em nêzîkî Yehowa bibin, lê ji bo ku em xîret bikin ku nêzîkî wî bibin, gerek em li ser feydeyên dostaniya wî kûr bifikirin (Zebûr 119:27-30).
4. Di Zebûr 73:28 de, zebûrbêj çi got?
4 Zebûr 73:28 bixwîne. Nivîskarê Zebûra 73yan zilamekî ji eşîra Lêwî bû, yê ku li îbadetgeha Yehowa wek muzîkvan xizmet dikir. Bi îhtimaleke mezin, wî jixwe bi gelek salan bi dilsozî ji Yehowa re xizmet kiribû. Dîsa jî, wî xwest bîne zimên ku “nêzîkbûna Xwedê” tiştekî çi qas baş e. Gelo hin feydeyên vê yekê çi ne?
“NÊZÎKBÛNA XWEDÊ” DILXWEŞIYÊ TÎNE
5. (a) Nêzîkbûna bi Yehowa re çima dilxweşiyê tîne? (b) Li ser esasê Methelokên Silêman 2:6-16, mîsalan bide ku hîkmeta Yehowa çawa dikare ji bo te bifeyde be û te biparêze.
5 Em çi qas nêzîkî Yehowa bibin, emê ew qas dilxweş bibin (Zebûr 65:4). Gelek sebebên vê yekê hene. Mesela, em ji bikaranîna hîkmeta Kitêba Pîroz feydeyê dibînin. Ev hîkmet me ji tesîrên xerab diparêze û alî me dike ku em şaşiyên giran nekin (Methelokên Silêman 2:6-16 bixwîne). Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Xwezî bi wî mirovê ku şehrezayî [yan “hîkmet”] dîtiye û fêmdariyê bidest bixe” (Methelokên Silêman 3:13).
6. Zebûrbêj dilxweşiya xwe çima winda kir?
6 Helbet, dostên Yehowa jî carinan xemgîn dibin. Gava fikrên negatîf ketin dilê nivîskarê Zebûra 73yan, wî dilxweşiya xwe winda kir. Ji wî re wisa xuya dikir qey kesên xerab, ên ku guh nadin Xwedê û qanûnên wî, rehet in. Loma, wî xweziya xwe bi wan anî. Ew bi şaşîtî difikirî ku mirovên zordar û pozbilind tim ji aliyê madî ve rehet in, siheta wan baş e û tu derdê wan tune ye (Zebûr 73:3-7, 12). Heta, wî carek meraq kir ka bi rastî hêja ye ku ew ji Yehowa re xizmet bike. Zebûrbêj ew qas xemgîn bû ku wî wisa got: “Ya rast, min dilê xwe beredayî paqij kiriye, bi bêsûcî destê xwe şûştiye” (Zebûr 73:13).
7. Gava em xemgîn in, em dikarin çi bikin? (Li resim jî binêre.)
7 Zebûrbêj her çi qas xemgîn bû jî, wî hin gavên muhîm avêtin. Ew ket îbadetgeha Xwedê, û li wê derê, Yehowa nêrîna wî serrast kir (Zebûr 73:17-19). Gava em xemgîn in, dostê me Yehowa halê me dibîne. Eger em dua bikin ku ew rêberiya me bike û em alîkariya wî qebûl bikin, a ku ew bi destê Kitêba Pîroz û bi destê civatê digihîne me, emê bikarin ji wî re dilsoz bimînin. Gava em ji ber tengasiyên xwe li ber xwe dikevin, Yehowa hazir e ku me teselî bike û dilê me rehet bike (Zebûr 94:19).a
Zilamê ji eşîra Lêwî, yê ku nivîskarê Zebûra 73yan e, di îbadetgeha Xwedê de sekinî ye (li paragrafa 7an binêre)
“NÊZÎKBÛNA XWEDÊ” JIYANA ME BIMANE DIKE Û HÊVIYÊ DIDE ME
8. Kîjan sebebên din hene ku em nêzîkî Xwedê bibin?
8 Du sebebên din jî hene ku em nêzîkî Xwedê bibin. A yekê, nêzîkbûna bi Xwedê re jiyana me bimane dike. A diduyan, ev yek hêviyeke xweş dide me (Yêremya 29:11). Ka em van feydeyan lêkolîn bikin.
9. Nêzîkbûna Yehowa çawa jiyana me bimane dike?
9 Gava em nêzîkî Yehowa dibin, jiyana me bimane dibe. Îro, gelek kes bawer nakin ku Xwedê heye. Ew difikirin ku jiyan bêmane ye û rojekê, însaniyet wê tune bibe. Lê belê, em ji Kitêba Pîroz hîn bûne ku “Xwedê heye û wan ên ku li wî digerin xelat dike” (Îbranî 11:6). Yehowa em wisa çêkirine ku em ji wî re xizmet bikin. Loma, gava em vêya dikin, em ji jiyanê zêdetir kêfê distînin (5. Mûsa 10:12, 13).
10. Zebûr 37:29 li ser pêşeroja kesên ku xwe dispêrin Yehowa çi dibêje?
10 Îro, gelek kes bêhêvî ne. Ew tenê kar dikin, dizewicin, zarokan tînin dinyayê û ji bo extiyariya xwe pere top dikin. Ew nizanin ku armanca Xwedê çi ye. Lê belê, xizmetkarên Yehowa dizanin ku ewê li wan xwedî derkeve (Zebûr 25:3-5; 1. Tîmotêyos 6:17). Em xwe dispêrin Xwedê û em bawer dikin ku sozên wî wê bên cih. Pêşeroja me ronî ye, û em li bendê ne ku li Cenetê heta hetayê ji Yehowa re xizmet bikin (Zebûr 37:29 bixwîne).
11. Netîceyên “nêzîkbûna Xwedê” çi ne?
11 Gelek sebebên din jî hene ku “nêzîkbûna Xwedê” ji bo me baş e. Mesela, Yehowa soz daye ku ewê gunehên kesên tobedar efû bike, yên ku nêzîkî wî ne (Îşaya 1:18). Ji ber vê yekê, ne lazim e ku wijdanê me ji ber gunehên me yên berê bi dewamî nerehet be (Zebûr 32:1-5). Wekî din, em şa ne ji ber ku em dilê Yehowa xweş dikin (Methelokên Silêman 23:15). Belê, bi saya dostaniya bi Xwedê re, em gelek bereketan distînin. Lê em çawa dikarin her ku diçe nêzîktirî Xwedê bibin?
HER KU DIÇE NÊZÎKTIRÎ XWEDÊ BIBE
12. Ji bo ku tu nêzîkî Xwedê bibî, te çi gav avêtine?
12 Eger tu bûyî şagirtekî Îsa Mesîh, tu jixwe pir nêzîkî Yehowa bûyî. Tu di heqê Yehowa Xwedê û Îsa Mesîh de êdî gelek tiştan hîn bûyî, te ji gunehên xwe yên berê tobe kiriye, te baweriya xwe bi Xwedê aniye û te xîret kiriye ku li gor daxwaza wî hereket bikî. Lê ji bo ku tu hê jî nêzîktirî Xwedê bibî, gerek tu van tiştan bi dewamî bikî (Kolosî 2:6).
13. Ji bo ku em hê jî nêzîktirî Yehowa bibin, gerek em çi bikin?
13 Çi wê alî me bike ku em her ku diçe nêzîktirî Yehowa bibin? (1) Gerek em Kitêba Pîroz bi dewamî bixwînin û lêkolîn bikin. Gava em Kitêba Pîroz dixwînin, ne bes e ku em bi tenê tiştên esasî yên di heqê Yehowa de hîn bibin. Ji xeynî vê, lazim e ku em tê derxin ka daxwaza Xwedê ya ji bo me çi ye. Wekî din, lazim e ku em li gor daxwaza wî bijîn (Efesî 5:15-17). (2) Gerek em bînin ber çavê xwe ku Yehowa ji me çi qas hez dike û îmana xwe xurttir bikin. (3) Gerek em bi dewamî ji tiştên ku Yehowa aciz dikin, nefret bikin û bi kesên ku van tiştan dikin re hevaltiyê nekin (Zebûr 1:1; 101:3).
14. Li gor 1. Korîntî 10:31, em dikarin çi bikin ku dilê Yehowa şa bikin? (Li resiman jî binêre.)
14 1. Korîntî 10:31 bixwîne. Gerek em tiştên wisa bikin, ên ku li Yehowa xweş tên. Ne bes e ku em bi tenê derkevin xizmetê û herin civînan. Ji bo ku Yehowa ji me razî be, gerek em her roj di jiyana xwe de tiştên baş bikin, ên ku li wî xweş tên. Mesela, gava em di her tiştî de durist in û tiştên ku di destê me de hene bi kesên din re parve dikin, dilê Yehowa şa dibe (2. Korîntî 8:21; 9:7). Wekî din, ew dixwaze ku em qîmetê bidin jiyana ku wî daye me. Ji ber vê yekê, gerek em dîqat bikin ku em çi qas dixwin û vedixwin, û gerek em bi awayên din jî li siheta xwe binêrin. Gava Yehowa dibîne ku em xîret dikin ku dilê wî şa bikin, ewê ji me hê jî zêdetir hez bike (Lûqa 16:10).
Ji bo ku em dilê Yehowa xweş bikin, bila em bi dîqat erebe bajon, li siheta xwe rind binêrin, xwarinên bifeyde bixwin û destvekirî bin (Li paragrafa 14an binêre)
15. Yehowa dixwaze ku em li hemberî kesên din çawa bin?
15 Yehowa xêrê li her kesî dike, hem li kesên rast hem jî li kesên nerast (Meta 5:45). Ew dixwaze ku em jî li hemberî kesên din nazik bin. Mesela, Kitêba Pîroz dibêje ku gerek em “çêrî kesî nekin, şerûd nebin, nerm bin û ji hemû mirovan re berbiwêr bin” (Tîtos 3:2, Mizgînî). Loma, em kesên ku ji Yehowa re xizmet nakin kêm nabînin (2. Tîmotêyos 2:23-25). Gava em li hemberî her kesî nazik û dilovan in, em nêzîktirî Yehowa dibin.
LI GEL ŞAŞIYÊN XWE NÊZÎKÎ XWEDÊ BIBE
16. Piştî ku nivîskarê Zebûra 73yan çend sal ji Yehowa re xizmet kiribû, wî xwe çawa hîs kir?
16 Carinan, dibe ku tu ji ber şaşiyên xwe difikirî ku tu ji Yehowa dûr î. Wek me berê dîtibû, tiştekî wisa hatibû serê nivîskarê Zebûra 73yan jî. Wî got: “Lingên min, li ber terpilînê bûn, gavên min li ber şemitînê” (Zebûr 73:2). Wî bi xwe got ku li ber Yehowa, ew bû yekî “bêaqil û nezan”, “mîna heywan” (Zebûr 73:21, 22). Gelo ew difikirî ku ji ber şaşiya xwe, ew êdî ne hêjayî hezkirina Yehowa ye?
17. (a) Gava zebûrbêj xwe pir xerab hîs dikir, eşkere ye ku wî çi kir? (b) Ji serpêhatiya zebûrbêj, em dikarin çi dersan bistînin? (Li resiman jî binêre.)
17 Fikra zebûrbêj ku Yehowa ji wî ne razî ye, zû derbas bû. Xuya ye ku gava wî xwe pir xerab hîs dikir, wî fehm kir ku gerek ew nêzîktirî Xwedê bibe. Wî ji Yehowa re wisa got: “Ez hergav bi te re me, te bi destê min ê rastê girt. Bi şîreta xwe rê nîşanî min didî, dû re min digihînî berziya xwe” (Zebûr 73:23, 24). Gava em xwe zeîf yan bêcesaret hîs dikin, bila em xwe bispêrin zinarê xwe Yehowa (Zebûr 73:26; 94:18). Eger em şaşiyan bikin jî, em dikarin vegerin ba Yehowa, çimkî ew hazir e ku me efû bike (Zebûr 86:5). Gava em xwe pir xerab hîs dikin, pir muhîm e ku em nêzîktirî Xwedê bibin (Zebûr 103:13, 14).
Eger baweriya me sist bûye, bila em zêdetir dua bikin û herin hemû civînan û bi vî awayî nêzîktirî Yehowa bibin (Li paragrafa 17an binêre)
HETA HETAYÊ NÊZÎKTIRÎ XWEDÊ BIBE
18. Emê çima her tim bikarin hê jî nêzîktirî Yehowa bibin?
18 Çi qas wext derbas be jî, emê her tim bikarin hê jî nêzîktirî Yehowa bibin. Emê heta hetayê di heqê wî de tiştên nû hîn bibin. Kitêba Pîroz di heqê Yehowa de wisa dibêje: “Çi qas kûr in hîkmet û zanîna wî! Ma kî dikare hukmên wî fehm bike, û kî dikare rêyên wî bizane?” (Romayî 11:33).
19. Kitêba Zebûrê di heqê pêşerojê de çi dibêje?
19 Zebûr 79:13 wisa dibêje: “Em gelê te, miyên mêrga te, em her û her spas dikin ji bo te, ji nifşan heta nifşan em digihînin pesindana te.” Bawer be ku her ku tuyê nêzîktirî Xwedê bibî, tuyê jî bereketên bêdawî bistînî û bikarî bi piştrastî wisa bibêjî: “Hêza dilê min, û para min hergav Xwedê ye” (Zebûr 73:26).
KILAM 32 Were ba Yehowa
a Hin kesên ku bi demeke dirêj xemgîn in yan tengasiyê dikişînin belkî hewceyî alîkariya profesyonel in. Ji bo zêdetir melûmatê, li Birca Qerewiliyê, No. 1 2023 (bi Kurmanciya Qafkasyayê) binêre.