MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 17
KILAM 99 Xwişk û Birayên Biqîmet
Em Tu Caran Ne bi Tena Serê Xwe ne
‘Ezê alîkariya te bikim’ (ÎŞAYA 41:10).
EMÊ ÇI HÎN BIBIN?
Emê bibînin ku Yehowa çawa bi çar awayan alî me dike.
1-2. (a) Em ji ku dizanin ku di dema tengasiyan de, emê tu caran bi tena serê xwe nemînin? (b) Di vê meqaleyê de emê çi hîn bibin?
GAVA em rastî tengasiyên giran tên, dibe ku em xwe wisa hîs bikin qey em di nav çolê de bi tena serê xwe mane. Lê bi eslê xwe, em ne bi tena serê xwe ne. Bavê meyî ezmanî tengasiyên me dibîne, û wî bi dilovanî soz daye ku ewê alî me bike. Yehowa ji xizmetkarên xwe yên dilsoz re wisa dibêje: ‘Ezê alîkariya te bikim’ (Îşaya 41:10).
2 Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku Yehowa çawa (1) rêberiya me dike, (2) hewcedariyên me tedarek dike, (3) me diparêze û (4) dilê me rehet dike. Yehowa soz daye ku çi dibe bila bibe, ew me tu caran ji bîr nake û me tu caran terk nake. Ji ber vê yekê, em tu caran ne bi tena serê xwe ne.
YEHOWA RÊBERIYA ME DIKE
3-4. Yehowa çawa rêberiya me dike? (Zebûr 48:14)
3 Zebûr 48:14 bixwîne. Yehowa dizane ku em nikarin xwe bi xwe rêya xwe bibînin. Ji ber vê yekê, ew bi destê Kitêba Pîroz rêberiya me dike (Zebûr 119:105). Gotinên Kitêba Pîroz alî me dikin ku em qerarên baş bidin û gotin û kirinên Yehowa ji xwe re emsal bigirin. Gava em li gor rêberiya Kitêba Pîroz dimeşin, jiyana me baştir dibe û hêviya jiyana herheyî dikeve destê me. Mesela, Yehowa hînî me dike ku em dev ji kînê berdin, di her tiştî de durist bin û ji dil ji hevdû hez bikin (Zebûr 37:8; Îbranî 13:18; 1. Petrûs 1:22). Gava em wisa hereket dikin, em dibin dê û bavên baş, jin û mêrên baş û dost û hevalên baş.
4 Wekî din, Yehowa di Kitêba Pîroz de behsa serpêhatiyên hin mirovan dike, yên ku mîna me rastî tengasiyan dihatin û hîsên wan mîna hîsên me bûn (1. Korîntî 10:13; Aqûb 5:17). Gava em van serpêhatiyan dixwînin û li gor dersên ku em ji wan distînin, hereket dikin, em herî kêm bi du awayan feydeyê dibînin: A yekê, em fehm dikin ku em ne bi tena serê xwe ne – mîna me, kesên din jî rastî rewşên zor hatine û bi alîkariya Yehowa serî bi wan re derxistiye (1. Petrûs 5:9). A diduyan, em hîn dibin ku em çawa dikarin li hemberî tengasiyên xwe sebir bikin û dilxweş bimînin (Romayî 15:4).
5. Li ser rêya jiyanê, Yehowa bi destê kê rêberiya me dike?
5 Wekî din, Yehowa bi destê xwişk û birayan rêberiya me dike.a Mesela, çavdêrê herêmê tê civata me ku me teşwîq bike. Gotarên wî baweriya me xurttir dikin û alî me dikin ku em yekîtiya xwe biparêzin (Karên Şandiyan 15:40–16:5). Rîspiyên civatê jî bi halxweşiya her mizgînvanekî eleqedar in (1. Petrûs 5:2, 3). Dê û bav rêberiya zarokên xwe dikin û alî wan dikin ku ew ji Yehowa hez bikin, qerarên baş bidin û jiyaneke bi rêk û pêk bijîn (Methelokên Silêman 22:6). Xwişkên me yên emirmezin ji xwişkên me yên ciwan re dibin emsal, tewsiyeyên bifeyde didin wan û dilê wan xurt dikin (Tîtos 2:3-5).
6. Ji bo ku em ji rêberiya Yehowa feydeyê bistînin, gerek em çi bikin?
6 Gelo em çawa dikarin nîşan bidin ku em ji bo rêberiya Yehowa şikirdar in? Methelokên Silêman 3:5, 6 wisa dibêje: “Bi hemû dilê xwe ewle be bi Xudan, xwe nespêre fêmdariya xwe.” Eger em wisa bikin, ewê rêya me “rast bike”, yanî ewê alî me bike ku em xwe ji gelek derdan dûr bigirin û bi dilxweşî bijîn. Ma em spasdar nînin ku Yehowa bi dilovanî şîretan dide me? (Zebûr 32:8).
YEHOWA HEWCEDARIYÊN ME TEDAREK DIKE
7. Yehowa kîjan hewcedariyên me tedarek dike? (Filîpî 4:19)
7 Filîpî 4:19 bixwîne. Ji xeynî vê ku Yehowa li ser rêya rastiyê rêberiya me dike, ew alî me dike ku em ji xwe re kinc, star û xwarinê bi dest bixin (Meta 6:33; 2. Selanîkî 3:12). Helbet normal e ku em bi hewcedariyên xwe eleqedar bin, lê belê, Yehowa dibêje ku gerek em ji bo meseleyên wisa bi zêdeyî xeman nexwin (Meta 6:25). Gelo çima? Çimkî Bavê me xizmetkarên xwe yên dilsoz tu caran nahêle (Meta 6:8; Îbranî 13:5). Yehowa soz daye ku ewê hewcedariyên me tedarek bike, û em dikarin bi soza wî bawer bin.
8. Yehowa çawa alî Dawid dikir?
8 Bîne ber çavê xwe ku Yehowa çawa alî Dawid Padîşah dikir. Gava ew ji Saûl direviya, Yehowa hewcedariyên wî û hevalên wî tedarek dikirin. Li ser vê yekê, Dawid wisa got: “Ciwan bûm, niha ez pîr im, min nedît ku yê rast hat berdan, an dûndana wî pars kir, ji bo nan” (Zebûr 37:25). Di emrê xwe de, ma te jî nedîtiye ku Yehowa hewcedariyên xizmetkarên xwe yên dilsoz bi dilovanî tedarek dike?
9. Di dema felaketan de, Yehowa hewcedariyên xizmetkarên xwe çawa tedarek dike? (Li resiman jî binêre.)
9 Di dema felaketan de jî, Yehowa hewcedariyên xizmetkarên xwe tedarek dike. Gava di sedsale yekê de xela rabû, xwişk û birayên ji gelek welatan ji xwişk û birayên xwe yên hewcedar re tiştên lazim şandin (Karên Şandiyan 11:27-30; Romayî 15:25, 26). Îro jî, xizmetkarên Xwedê destvekirî ne. Gava felaket çêdibin, Yehowa bi destê xizmetkarên xwe tiştên wek av, xwarin, kinc û dermanan tedarek dike. Komên avakirinê Salonên Îbadetê û malên ku zerar dîtiye, tamîr dikin. Wekî din, xizmetkarên Yehowa li ser esasê Kitêba Pîroz teseliyê didin kesên ku mal û milkê xwe yan hezkiriyên xwe winda kirine.b
Di dema felaketan de, Yehowa me çawa teselî dike? (Li paragrafa 9an binêre)d
10-11. Ji serpêhatiya Borîs, em çi hîn dibin?
10 Ji xeynî vê, Yehowa bi comerdî hewcedariyên kesên ku hê nebûne xizmetkarên wî jî tedarek dike, û em jî li fersendan digerin ku xêrê li kesên ku ne Şahidên Yehowa ne, bikin (Galatî 6:10). Ev yek dikare alî wan bike ku ew hem me hem jî Yehowa baştir nas bikin. Ka bala xwe bide serpêhatiya mudîrê mektebeke li Ûkraynayê yê bi navê Borîs. Ew Şahidê Yehowa nîne, lê ew her tim li hemberî xwendekarên xwe, yên ku Şahidên Yehowa ne, nazik bû û qedrê baweriya wan digirt. Gava Borîs qerar da ku ji ber şer ji gundê xwe bireve û here cihekî din, birayên me alî wî kir. Paşê, Borîs çû Bîranîna Mirina Îsa Mesîh. Ew dibêje: “Şahidên Yehowa pir nazik bûn û li min xwedî derketin. Ez ji wan re şikirdar im.”
11 Wek Bavê meyî dilovan, bila em jî xêrê li kesên hewcedar bikin – hem li xwişk û birayên me hem jî li kesên ku ji Yehowa re xizmet nakin (Lûqa 6:31, 36). Em hêvîdar in ku qenciya me alî mirovan bike ku ew bibin şagirtên Îsa Mesîh (1. Petrûs 2:12). Netîce her çi be jî, em bawer in ku “dilxweşiya dayînê ji ya standinê mezintir e” (Karên Şandiyan 20:35).
YEHOWA ME DIPARÊZE
12. Yehowa soz daye ku ewê xizmetkarên xwe çawa biparêze? (Zebûr 91:1, 2, 14)
12 Zebûr 91:1, 2, 14 bixwîne. Yehowa soz daye ku ewê xizmetkarên xwe ji her tiştê ku dikare zerarê bide dostaniya wan a bi wî re, biparêze. Ewê tu caran îznê nede ku Îblîs îbadeta rast xera bike (Yûhena 17:15). Gava “tengasiya mezin” dest pê bike, Yehowa wê hem alî me bike ku em dilsoz bimînin hem jî me ji talûkeyan xelas bike (Peyxam 7:9, 14).
13. Yehowa me çawa diparêze?
13 Gelo Yehowa her yekî ji me çawa diparêze? Mesela, bi destê Nivîsarên Pîroz, ew alî me dike ku em tê derxin ku çi rast e û çi şaş e (Îbranî 5:14). Gava em xwe li qanûnên Kitêba Pîroz digirin, em dostaniya xwe ya bi wî re xwedî dikin û qerarên baş didin, ên ku alî me dikin ku em jiyaneke baştir bajon (Zebûr 91:4). Wekî din, Yehowa me bi destê civatê diparêze (Îşaya 32:1, 2). Gava em nêzîkî kesên ku ji Yehowa hez dikin û li gor qanûnên wî dijîn, dimînin, em teşwîq û qewetê distînin ku em xwe ji xerabiyê dûr bigirin (Methelokên Silêman 13:20).
14. (a) Xwedê çima hemû tengasiyan ji me dûr naxe? (b) Zebûr 9:10 çi soz dide? (Li jêrenotê jî binêre.)
14 Di demên berê de, Yehowa hin xizmetkarên xwe ji mirin û ji talûkeyan diparastin. Lê belê, wî her kes bi vî awayî nediparast. Carinan, “tiştên nehêvîkirî” dikarin bên serê me (Waiz 9:11, NWT). Wekî din, Yehowa di demên berê de îzin dida ku xizmetkarên wî rastî zilmê bên. Heta, hin xizmetkarên Xwedê hatin kuştin. Bi vî awayî, bi eşkereyî hatiye îsbatkirin ku Îblîs derewçîn e (Eyûb 2:4-6; Meta 23:34). Îro jî wisa ye. Dibe ku Yehowa hemû tengasiyan ji me dûr nexe. Dîsa jî, em dikarin bawer bin ku ewê kesên ku ji wî hez dikin tu caran terk nekec (Zebûr 9:10).
YEHOWA DILÊ ME REHET DIKE
15. Dilê me çawa bi saya dua, Kitêba Pîroz û xwişk û birayan rehet dibe? (2. Korîntî 1:3, 4)
15 2. Korîntî 1:3, 4 bixwîne. Car caran, em xemgîn dibin, ditirsin yan xeman dikişînin. Ji ber tengasiyekê, dibe ku tu xwe tenê hîs dikî. Gelo kesek heye, yê ku ji halê te fehm dike? Belê, Yehowa ji halê te fehm dike. Ew bi derdên me dizane û “di hemû tengasiyên me de dilê me rehet dike”. Gelo çawa? Gava em ji Yehowa re dua dikin, ew “aştiya Xwedê ya ku di ser her têgihîştinê re ye” dide me (Filîpî 4:6, 7, Mizgînî). Wekî din, gava em di Kitêba Pîroz de gotinên Yehowa dixwînin, dilê me rehet dibe. Yehowa ji me re dibêje ku ew ji me çi qas hez dike, û ew hîkmet û hêviyê dide me. Ji xeynî vê, em di civînan de ji dostaniya xwişk û birayan û ji teşwîqa ji Kitêba Pîroz teseliyê distînin.
16. Em ji serpêhatiya Nathan û Priscillayê çi hîn dibin?
16 Serpêhatiya Nathan û Priscillayê, yên ku li Amerîkayê dijîn, nîşan dide ku Yehowa çawa bi destê Kitêba Pîroz teselî û teşwîqê dide. Çend sal berê, wan qerar dabû ku mala xwe bar bikin û herin cihekî ku li wê derê mizgînvan hindik in. Nathan dibêje: “Em bawer bûn ku Yehowa wê qerara me bibereket bike.” Lê belê, piştî ku ew gihîştin cihê nû, ew nexweş ketin û ji aliyê ekonomîk ve ketin tengasiyê. Dawiya dawîn, ew mecbûr man ku vegerin bajarê xwe. Li wê derê jî, problemên wan ên madî dewam kir. Nathan wisa dibêje: “Min meraq dikir ka Xwedê çima bi awayê ku em hêvî bûn, bereketa xwe neda me. Heta, min meraq dikir ka min şaşiyek kir yan na. Lê belê, bi zeman re Nathan û Priscillayê fehm kir ku Yehowa ew terk nekiribûn. Nathan dibêje: “Di wan rojên zehmet de, Kitêba Pîroz ji me re bû wek dostekî zana, yê ku dilê me xurt dike û rêberiya me dike. Gava me bala xwe dida ne tengasiyê, lê vê yekê ku Yehowa çawa alî me dikir ku em li hemberî tengasiyan sebir bikin, baweriya me xurttir dibû ku Yehowa wê di pêşerojê de jî her tim alî me bike.”
17. Xwişka me Helga çawa teselî distand? (Li resim jî binêre.)
17 Xwişk û birayên me jî dikarin dilê me rehet bikin. Gelo çawa? Ka bala xwe bide serpêhatiya xwişka me Helga, ya ku li Mecaristanê dijî. Ji ber tengasiyên ku bi gelek salan dihatin serê wê, wê xwe bêçare û bêqîmet hîs dikir. Lê belê, gava ew li ser wan salên zehmet difikire, ew fehm dike ku Yehowa çawa bi destê civatê teselî dida wê. Helga wisa dinivîse: “Gava ez ji ber karê xwe, ji ber xwedîkirina kurê minî nexweş û zehmetiyên din sist diketim, Yehowa tim alî min dikir. Di van 30 salên borî de, rojek jî derbas nebûye ku wî soza xwe neyne cih û dilê min rehet neke. Ew gelek caran bi destê gotinên nazik, fehmdar û şikirdar ên kesên din qewetê dide min. Carinan, wexta ku ez pir aciz dibûm, kesekî ji min re kart yan mesajek dişand yan pesnê min dida.”
Yehowa çawa dikare kesên din bi destê te teselî bike? (Li paragrafa 17an binêre)
18. Em çawa dikarin dilê kesên din rehet bikin?
18 Wek Xwedayê me, em jî dikarin dilê kesên din rehet bikin. Gelo çawa? Em dikarin bi sebir guh bidin wan, bi dilgermî bi wan re xeber bidin û alî wan bikin (Methelokên Silêman 3:27). Em dixwazin teseliyê bidin her kesî – heta kesên ku hê ji Yehowa re xizmet nakin jî. Gava mirovên li derdora me xemgîn in, nexweş in yan xeman dixwin, em diçin ba wan, guh didin wan û gotinên teselîdar ên Kitêba Pîroz nîşanî wan didin. Gava em “Xwedayê dilrehetiyê” ji xwe re emsal digirin, dibe ku em ne tenê alî xwişk û birayên me, yên ku ketine tengasiyê, dikin, lê rê vedikin ku kesên nebawermend jî bixwazin Yehowa nas bikin (Meta 5:16).
YEHOWA HER TIM LI KÊLEKA ME YE
19. Yehowa çawa alî me dike, û em çawa dikarin wî ji xwe re emsal bigirin?
19 Yehowa bi kesên ku ji wî hez dikin ji dil eleqedar e. Gava em bi problemên xwe re micadele dikin, ew me terk nake. Çawa ku dê û bav bi dilovanî li zarokên xwe xwedî derdikevin, Yehowa jî li xizmetkarên xwe yên dilsoz xwedî derdikeve. Ew rêberiya me dike, hewcedariyên me tedarek dike, me diparêze û dilê me rehet dike. Bi vê yekê ku em destek û teşwîqê didin kesên din, ên ku di tengasiyê de ne, em Bavê xweyî ezmanî ji xwe re emsal digirin. Em her çi qas rastî zehmetî û tengasiyan bên jî, em dikarin bawer bin ku Yehowa bi me re ye. Wî wisa soz daye: “Netirse, çimkî ez bi te re me” (Îşaya 41:10). Ev soz bi rastî jî baweriya me xurttir dike ku emê tu caran bi tena serê xwe nemînin.
KILAM 100 Mêvanperwer Be
a Li paragrafên 11 heta 14an a meqaleya “Her Tim li pey Rêberiya Yehowa Here” (Birca Çavdêriyê, Sibat 2024) binêre.
b Ji bo dîtina hin mîsalan, li ser jw.org di qutiya lêgerînê “alîkariya piştî felaketan” binivîse.
c Li meqaleya “Pirsên Xwendevanan” (Birca Çavdêriyê, Sibat 2017) binêre.
d RESIM: Piştî felaketeke tebîetê, xwişk û birayên li Malawiyê desteka madî û manewî distînin.