KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w25 Gulan r. 20-25
  • Navê Yehowa ji bo Îsa Mesîh Çi Qas Muhîm e?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Navê Yehowa ji bo Îsa Mesîh Çi Qas Muhîm e?
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • “MIN NAVÊ TE JI WAN RE DAYE ZANÎN”
  • “NAVÊ TE, YÊ KU TE DAYE MIN”
  • “BAVO, NAVÊ XWE BIRÛMET BIKE”
  • “EZ CANÊ XWE DIDIM”
  • “MIN ÎŞÊ KU TE DAYE MIN ANIYE CIH”
  • Navê Yehowa ji bo Te Çi Qas Muhîm e?
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
  • “Pesnê Navê Xudan Bidin!”
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2024
  • Fîdye Çi Nîşanî Me Dide?
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
  • “Hilbijêrin ka Hûnê Xulamiya Kê Bikin”
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
Zêdetir Bibîne
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
w25 Gulan r. 20-25

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 22

KILAM 15 Pesnê Îsa Mesîh Bidin!

Navê Yehowa ji bo Îsa Mesîh Çi Qas Muhîm e?

“Min navê te ji wan re daye zanîn û ezê bi dewamî bidim zanîn” (YÛHENA 17:26).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Emê bibînin ku Îsa Mesîh navê Yehowa çawa dida zanîn û pîroz dikir.

1-2. (a) Êvara berî ku Îsa Mesîh hat kuştin, wî çi kir? (b) Di vê meqaleyê de, emê cewaba kîjan pirsan bistînin?

TARÎX, P.M. 14ê Nîsanê ya sala 33yan bû. Êvar bû, û Îsa Mesîh bi şandiyên xwe yên dilsoz re şîva xwe ya dawîn dixwar. Wî dizanibû ku ewê rastî îxanetê bê, îşkence bibîne û bê kuştin. Ji ber vê yekê, wî dilê şandiyên xwe yên dilsoz xurt kir. Berî ku ew bi hev re ji wê derê derketin, Îsa Mesîh ji Xwedê re dua kir. Ev duaya muhîm di beşa 17an a kitêba Yûhena de hatiye qeydkirin.

2 Di vê meqaleyê de, emê li ser hin nuqteyên muhîm ên duaya Îsa Mesîh bisekinin. Berî mirina xwe, hiş û aqlê wî li ser çi bû? Gava Îsa Mesîh li dinyayê xizmet dikir, gelo çi ji bo wî muhîm bû? Ka em cewabên van pirsan bibînin.

“MIN NAVÊ TE JI WAN RE DAYE ZANÎN”

3. Îsa Mesîh di heqê navê Yehowa de çi got, û ev yek dihat çi maneyê? (Yûhena 17:6, 26)

3 Di duaya xwe de, Îsa Mesîh wisa got: “Min navê te ji wan re daye zanîn.” Eşkere ye ku ev yek ji bo wî muhîm bû, çimkî wî eynî fikir di duaya xwe de du caran anî zimên (Yûhena 17:6, 26 bixwîne). Maneya van gotinan çi ye? Gelo Îsa Mesîh ji wan re got ku navê Xwedê çi ye ji ber ku wan ev yek nizanibû? Na. Şagirtên Îsa Mesîh Cihû bûn, loma wan helbet dizanibû ku navê Xwedê, Yehowa ye. Di Nivîsarên Îbranî de, ev nav bi hezaran caran derbas dibe. Ji ber vê yekê, xuya ya ku Îsa Mesîh ji wan re negot ku navê Xwedê çi ye. Bi eslê xwe, wî ji wan re got ku Yehowa yekî çawa ye, û wî armanc, kar û sifetên Xwedê bi awayekî pir xweş ji wan re dan zanîn.

4-5. (a) Gelo navê kesekî çawa dikare ji bo me bibe tiştekî muhîm? Mîsalekê bide. (b) Şandiyên Îsa Mesîh Yehowa çawa baştir nas kir?

4 Ferz bike ku yek ji rîspiyên civata te yê bi navê Cemîl hekîm e. Êdî gelek sal e ku tu wî nas dikî. Lê rojekê, tu giran nexweş dikevî, û te dibin nexweşxaneya ku ew li wê derê dixebite. Bi saya hunerên wî, tu sax dimînî. Niha tu ji wî hê jî zêdetir hez dikî, û her ku tu navê wî dibihîzî, xêra ku wî ji bo te kiribû tê bîra te. Ji xeynî vê ku Cemîl yek ji rîspiyên civata te ye, ew ji bo te bûye hekîmê ku canê te xelas kiriye.

5 Mîna vê, şagirtên Îsa Mesîh jixwe dizanibû ku navê Xwedê, Yehowa ye. Lê bi saya xizmeta Îsa Mesîh, navê Xwedê ji bo wan hê jî biqîmettir bû. Gelo çima? Çimkî Îsa Mesîh bi hemû gotin û kirinên xwe Bavê xwe ji xwe re emsal digirt. Loma, gava şandiyan guh dida gotinên Îsa Mesîh û didît ku ew bi mirovan re çawa ye, wan Yehowa hê jî baştir nas kir (Yûhena 14:9; 17:3).

“NAVÊ TE, YÊ KU TE DAYE MIN”

6. Gotina Îsa Mesîh ku Yehowa navê xwe dabû wî tê çi maneyê? (Yûhena 17:11, 12)

6 Di duaya xwe de, Îsa Mesîh ji bo şagirtên xwe wisa dua kir: “Ji bo xatirê navê xwe, yê ku te daye min, li wan xwedî derkeve” (Yûhena 17:11, 12 bixwîne). Gelo maneya van gotinan ev e ku navê Îsa Mesîh êdî bûye “Yehowa”? Helbet na. Îsa Mesîh ji bo navê Xwedê got “navê te”, yanî navê “Yehowa” nebû navê şexsî yê Îsa Mesîh. Îcar, maneya van gotinan çi ye? A yekê, Îsa Mesîh temsîlkar û xeberbêjê Yehowa bû. Ew bi navê Bavê xwe hat, û wî bi vî navî gelek mucîzeyên mezin çêkirin (Yûhena 5:43; 10:25). Wekî din, navê “Îsa” tê maneya “Yehowa xelas dike.” Belê, di navê Îsa de, navê Xwedê heye.

7. Îsa Mesîh çima dikaribû bi navê Yehowa xeber bide? Mîsalekê bide.

7 Vê mîsalê bîne ber çavê xwe: Ji ber ku qasid hukimdarekî temsîl dike, ew dikare bi navê wî xeber bide. Ji ber vê yekê, gotinên qasid wek gotinên hukimdar tên dîtin. Mîna vê, Îsa Mesîh Yehowa temsîl dikir û bi navê wî ji xelkê re xeber dida (Meta 21:9; Lûqa 13:35).

8. Berî ku Îsa Mesîh hat dinyayê, navê Yehowa çawa “li ser wî” bû? (2. Mûsa 23:20, 21)

8 Îsa Mesîh wek “Peyv” tê binavkirin, yanî ew xeberbêjê Yehowa ye, yê ku melûmat û rêberiya Xwedê digihîne melek û însanan (Yûhena 1:1-3). Bi îhtimaleke mezin, gava miletê Îsraîl ji welatê Misrê derket, melekê ku Yehowa şand ku li wan xwedî derkeve, Îsa bû. Yehowa ji xelkê re got ku gerek ew guh bidin wî melekî. Gelo çima? Yehowa got: “Navê min li ser wî ye”a (2. Mûsa 23:20, 21 bixwîne). Navê Yehowa “li ser” Îsa bû ji ber ku ew Yehowa temsîl dike, û kesê sereke, yê ku piştgiriya navê Yehowa dike û wî pîroz dike, ew e.

“BAVO, NAVÊ XWE BIRÛMET BIKE”

9. Navê Yehowa ji bo Îsa Mesîh çi qas muhîm bû? Şîrove bike.

9 Wek me dîtiye, berî ku Îsa Mesîh hat dinyayê jî, navê Yehowa ji bo wî pir muhîm bû. Ji ber vê yekê, her tiştê ku Îsa Mesîh li dinyayê kir bi navê Yehowa ve girêdayî bû. Nêzîkî dawiya xizmeta xwe, Îsa Mesîh ji Yehowa re wisa got: “Bavo, navê xwe birûmet bike.” Bavê wî jî bi dengekî bilind ji ezmanan wisa got: “Min ew birûmet kiriye, û ezê dîsa birûmet bikim” (Yûhena 12:28).

10-11. (a) Îsa Mesîh navê Yehowa çawa birûmet dikir? (Li resim jî binêre.) (b) Çima lazim bû ku bê îsbatkirin ku navê Yehowa pîroz e û hemû kirinên wî rast in?

10 Îsa Mesîh jî navê Bavê xwe birûmet dikir. Gelo çawa? Wî ji kesên din re behsa kirin û sifetên xweş ên Bavê xwe dikir. Ji xeynî vê, wî îsbat dikir ku navê Yehowa pîroz e û hemû kirinên wî rast in. Ji ber vê yekê, gava wî nîşanî şagirtên xwe da ku gerek ew çawa dua bikin, wî got: “Bavê me yê li ezmanan, bila navê te pîroz be” (Meta 6:9).

11 Çima lazim bû ku bê îsbatkirin ku navê Yehowa pîroz e û hemû kirinên wî rast in? Çimkî li baxçeyê Adenê, Îblîs navê Xwedê reş kiribû. Ji gotinên Îblîs wisa derket qey Yehowa Xwedê derewçîn e û tiştên baş ji Adem û Hewayê vedişêre (1. Mûsa 3:1-5). Bi vî awayî, Îblîs Yehowa wisa nîşan da qey kirinên wî ne rast in. Derewên Îblîs leke anî ser navê Yehowa. Paşê, di rojên Eyûb de, Îblîs got ku însan bi tenê ji bo menfaeta xwe ji Yehowa re xizmet dikin. Wî got ku eger ew bên ceribandin, ewê dev ji xizmeta Yehowa berdin, çimkî ew ji wî ji dil hez nakin (Eyûb 1:9-11; 2:4). Wext lazim bû ku bê îsbatkirin ku derewçîn bi rastî kî ye – Yehowa yan Îblîs e.

Îsa Mesîh Gotara li ser Çiyê li ber gelek mirovan pêşkêş dike.

Îsa Mesîh şagirtên xwe hîn dikirin ku çi qas muhîm e ku ew navê Xwedê pîroz bikin (Li paragrafa 10an binêre)


“EZ CANÊ XWE DIDIM”

12. Ji ber ku Îsa Mesîh ji navê Yehowa hez dikir, ew hazir bû ku çi bike?

12 Ji ber ku Îsa Mesîh ji Yehowa hez dikir, wî dixwest çi ji destê wî tê bike ku navê Yehowa pîroz bike û îsbat bike ku hemû kirinên wî rast in. Loma, wî got: “Ez canê xwe didim” (Yûhena 10:17, 18). Belê, ew hazir bû ku ji bo xatirê Yehowa canê xwe bide.b Du însanên pêşîn Adem û Hewa kamil bûn, lê li şûna ku guh bidin Yehowa, wan aliyê Îblîs girt. Îsa Mesîh ne mîna wan bû. Ew hazir bû ku were dinyayê û îsbat bike ku ew ji Yehowa çi qas hez dike. Gava Îsa Mesîh li dinyayê bû, wî di her tiştî de guh dida Xwedê (Îbranî 4:15; 5:7-10). Heta ku ew li ser darê îşkenceyê hat kuştin, ew ji Yehowa re dilsoz ma (Îbranî 12:2). Bi vî awayî, wî îsbat kir ku ew ji Yehowa û ji navê wî ji dil hez dike.

13. Ji bo ku bê îsbatkirin ku Îblîs derewçîn e, Îsa Mesîh çima kesê herî minasib bû? (Li resim jî binêre.)

13 Hemû kirinên Îsa Mesîh îsbat dikir ku Yehowa rast e û Îblîs derewçîn e (Yûhena 8:44). Tu kesî Yehowa bi qasî Îsa Mesîh baş nas nedikir. Eger tiştekî ku Îblîs li hemberî Yehowa gotibû rast bûya, Îsa Mesîh wê ev yek bizanibûya. Lê belê, gotinên Îblîs gişt derew bûn, loma Îsa Mesîh navê Yehowa heta dawiyê parast. Gava Yehowa Îsa Mesîh bi tena serê xwe hişt jî, li şûna ku ji Bavê xweyî ezîz re bêîtaetiyê bike, ew hazir bû ku bimire (Meta 27:46).c

Îsa Mesîh li ser darê îşkenceyê xistî ye.

Hal û hereketên Îsa Mesîh bi zelalî nîşan da ku Yehowa rast e û Îblîs derewçîn e (Li paragrafa 13an binêre)


“MIN ÎŞÊ KU TE DAYE MIN ANIYE CIH”

14. Yehowa dilsoziya Îsa Mesîh çawa xelat kir?

14 Êvara berî ku Îsa Mesîh hat kuştin, wî di duaya xwe de anî zimên ku wî îşê Xwedê anîbû cih, û ew bawer bû ku Yehowa wê dilsoziya wî xelat bike (Yûhena 17:4, 5). Bi rastî jî wisa çêbû. Yehowa ew di mezel de nehişt (Karên Şandiyan 2:23, 24). Wî Îsa Mesîh ji mirinê rakir û li ezmanan îmtiyazeke mezin da wî (Filîpî 2:8, 9). Bi zeman re, Îsa Mesîh bû Padîşahê Hukimdariya Xwedê. Bi saya vê Hukimdariyê, gelo çi wê çêbe? Qismê diduyan a duaya emsal cewaba vê pirsê dide: “Bila Hukimdariya te bê. Bila daxwaza te [Yehowa] wek li ezmên li ser rûyê erdê jî bê cih” (Meta 6:10).

15. Îsa Mesîh wê çi bike?

15 Di demeke nêzîk de, Îsa Mesîh wê li cenga Harmegedonê li hemberî dijminên Xwedê şer bike û xeraban helak bike (Peyxam 16:14, 16; 19:11-16). Piştî vê, ewê Îblîs bavêje “kortala bêbinî”. Li wê derê, ewê girtî bimîne û nikaribe tiştekî bike (Peyxam 20:1-3, Mizgînî). Di dema Hukimdariya Hezarsalî de, Îsa Mesîh wê aştiyê bîne dinyayê û însanan ji nû ve bigihîne bêqisûriyê. Wekî din, ewê miriyan rake û temamiya dinyayê bike cenet. Belê, armanca Yehowa wê bê cih (Peyxam 21:1-4).

16. Di dawiya Hukimdariya Hezarsalî de halê dinyayê wê çawa be?

16 Gelo di dawiya Hukimdariya Hezarsalî de halê dinyayê wê çawa be? Guneh û qisûrdarî wê êdî tune bin. Êdî wê ne lazim be ku em li ser esasê fîdyeyê ji bo gunehên xwe efû bixwazin. Emê êdî hewceyî navberkar yan kahîntiyê nebin. Wekî din, “dijminê dawîn, yanî mirin, wê ji holê bê rakirin”. Mezel wê vala bin, çimkî kesên mirî wê êdî sax bin. Her kesê ku li dinyayê dijî wê bêqisûr be (1. Korîntî 15:25, 26).

17-18. (a) Di dawiya Hukimdariya Hezarsalî de çi wê çêbe? (b) Gava dema hukimdariya Îsa Mesîh xelas bibe, ewê çi bike? (1. Korîntî 15:24, 28) (Li resim jî binêre.)

17 Wekî din, di dawiya Hukimdariya Hezarsalî de çi wê çêbe? Wê demê, tiştekî pir muhîm wê çêbe. Doza pîrozkirina navê Yehowa wê xelas bibe. Gelo çawa? Li baxçeyê Adenê, Îblîs îma kiribû ku Yehowa derewçîn e û ku ew bê dilovanî li ser însanan hukim dajo. Ji wê demê û pê ve, kesên ku rûmetê didin Yehowa û qedrê wî digirin navê wî gelek caran pîroz kiriye. Loma, di dawiya Hukimdariya Hezarsalî de, navê wî wê êdî bi temamî paqij derketî be. Îsbatên saxlem wê hebin ku ew bi rastî jî Bavekî dilovan e.

18 Wê demê, her kes wê bizane ku tiştên ku Îblîs di heqê Yehowa de gotibûn, derew in. Gava dema hukimdariya Îsa Mesîh xelas bibe, gelo ewê çi bike? Gelo ewê wek Îblîs li hemberî Yehowa serî hilde? Helbet na! (1. Korîntî 15:24, 28 bixwîne). Îsa Mesîh wê hukimdariyê vegerîne Bavê xwe û bi xwe jî teslîmî hukimdariya Yehowa bibe. Belê, Îsa Mesîh ne wek Îblîs e. Ji ber ku ew ji Yehowa hez dike, ew hazir e ku her tiştî feda bike.

Li ezmanan, Îsa Mesîh taca xwe dide Yehowa.

Di dawiya Hukimdariya Hezarsalî de, Îsa Mesîh wê hukimdariyê vegerîne Yehowa (Li paragrafa 18an binêre)


19. Gelo ji bo Îsa Mesîh navê Yehowa çi qas muhîm e?

19 Em ecêbmayî namînin ku Yehowa hazir bû ku navê xwe bide Îsa Mesîh. Îsa bavê xwe bi awayekî bêqisûr temsîl kiriye. Xuya ye ku ji bo Îsa Mesîh, navê Yehowa ji her tiştî muhîmtir e. Ew hazir bû ku di oxira vî navî de bimire, û ewê hazir be ku di dawiya Hukimdariya Hezarsalî de her tiştî bide destê Yehowa. Gelo em çawa dikarin Îsa Mesîh ji xwe re emsal bigirin? Di meqaleya din de, emê cewaba vê pirsê bistînin.

PIRSÊN DUBAREKIRINÊ

  • Îsa Mesîh navê Yehowa çawa ji şagirtên xwe re da naskirin?

  • Ev yek ku Yehowa navê xwe dabû Îsa Mesîh tê çi maneyê?

  • Îsa Mesîh hazir bû ku ji bo navê Yehowa çi bike, û çima?

KILAM 16 Yehowa Tac Daniye ser Serê Îsa

a Carinan, melekên ku bi navê Yehowa xeber dida jî Yehowa temsîl dikir. Ji ber vê yekê, di hin ayetên Kitêba Pîroz de wisa xuya dike qey Yehowa rasterast xeber dide, lê bi eslê xwe melekek xeber dide (1. Mûsa 18:1-33). Nivîsarên Pîroz dibêjin ku Mûsa pêxember Qanûn ji Yehowa stand, lê ayetên din nîşan didin ku Yehowa melekên xwe bi kar anîn ku ew Qanûnê bi navê wî bigihînin însanan (3. Mûsa 27:34; Karên Şandiyan 7:38, 53; Galatî 3:19; Îbranî 2:2-4).

b Wekî din, mirina Îsa Mesîh rê vekir ku însan jiyana bêdawî bistînin.

c Li “Pirsên Xwendevanan” binêrin (Birca Çavdêriyê, Nîsan 2021, rûp. 30-31).

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne