MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 23
KILAM 2 Yehowa Navê Te ye
Navê Yehowa ji bo Te Çi Qas Muhîm e?
“Gotina Xudan ev e: ‘Hûn şahidên min in’” (ÎŞAYA 43:10).
EMÊ ÇI HÎN BIBIN?
Emê bibînin ku em çawa dikarin îsbat bikin ku Yehowa pîroz e û ku her tiştê ku Îblîs li ser wî gotiye derew e.
1-2. Em ji ku dizanin ku navê Yehowa ji bo Îsa Mesîh pir muhîm e?
NAVÊ Yehowa ji bo Îsa Mesîh pir muhîm e. Ew ji her kesî zêdetir piştgiriya navê Bavê xwe dike. Wek meqaleya berê nîşan dabû, Îsa Mesîh hazir bû ku ji bo xatirê navê Yehowa bimire. Bi vî awayî, wî îsbat kir ku Yehowa pîroz e û hemû kirinên wî rast in (Marqos 14:36; Îbranî 10:7-9). Piştî Hukimdariya Hezarsalî, Îsa Mesîh wê hazir be ku hukimdariyê bide destê Bavê xwe, çimkî ew dixwaze ku hemû rûmet û hurmet aîdî wî be (1. Korîntî 15:26-28). Her tiştê ku Îsa Mesîh ji bo Yehowa kiriye nîşanî me dide ku ew ji wî çi qas hez dike.
2 Îsa Mesîh bi navê Bavê xwe hat erdê (Yûhena 5:43; 12:13). Wî navê Bavê xwe ji şagirtên xwe re da zanîn (Yûhena 17:6, 26). Wî bi navê Yehowa hîn dikir û mucîze çêdikirin (Yûhena 10:25). Carekê, Îsa Mesîh ji Yehowa rica kir ku bila ew “ji bo xatirê navê xwe” li şagirtan xwedî derkeve (Yûhena 17:11). Madem ku Îsa Mesîh ew qas bala xwe dida navê Yehowa, kesek çawa dikare xwe wek şagirtê Îsa Mesîh nîşan bide, lê navê Xwedê nizanibe yan bi kar neyne?
3. Di vê meqaleyê de, emê çi hîn bibin?
3 Ji ber ku em şagirtên Îsa Mesîh in û xîret dikin ku di şopa wî de herin, em qîmetê didin navê Bavê wî (1. Petrûs 2:21). Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku Yehowa çima navê xwe daye kesên ku “mizgîniya Padîşahiyê” belav dikin (Meta 24:14). Wekî din, emê bibînin ku gerek navê Yehowa ji bo me çi qas muhîm be.
“MILETEKÎ JI BO NAVÊ XWE”
4. (a) Berî ku Îsa Mesîh vegeriya ezmanan, wî çi mesûliyet da wan? (b) Ji ber gotinên Îsa Mesîh, kîjan pirs tê meydanê?
4 Berî ku Îsa Mesîh vegeriya ezmanan, wî ji şagirtên xwe re wisa got: “Gava ruhê pîroz dakeve ser we, hûnê qewetê bistînin, û hûnê li Orşelîmê, li temamiya Cihûstan û Sameriyayê û li seranserê dinyayê bibin şahidên min” (Karên Şandiyan 1:8). Yanî, wî got ku mizgînî wê ne tenê li welatê Îsraîl, lê li her derê bê belavkirin. Bi saya vî karî, fersenda însanên ji hemû miletan heye ku bibin şagirtên Îsa Mesîh (Meta 28:19, 20). Lê ka bala xwe bidê ku Îsa Mesîh çi got: “Hûnê … bibin şahidên min.” Gelo lazim e ku şagirtên nû navê Yehowa bizanin, yan bes e ku ew bibin şahidên Îsa Mesîh? Gotinên beşa 15an a kitêba Karên Şandiyan alî me dikin ku em cewaba vê pirsê bistînin.
5. Şandî û rîspiyên li Orşelîmê çawa nîşan da ku gerek her kes navê Yehowa bizane? (Li resim jî binêre.)
5 P.M. di sala 49an de, şandî û rîspiyên li Orşelîmê li hev top bûn ku pê derxin ku kesên ji miletên din, ên ku sinet nebûn, gerek çi bikin ku wek şagirtên Îsa Mesîh bên qebûlkirin. Di dawiya sohbetê de, birayê Îsa Mesîh Aqûb wisa got: “[Petrûs] hûr û kûr got ku Xwedê çawa cara pêşîn bala xwe da miletên din, da ku ji nav wan miletekî ji bo navê xwe top bike.” Gelo Aqûb behsa navê kê dikir? Ev yek ji gotinên Amos pêxember, ên ku Aqûb dubare kirin, eşkere dibe: “Bi vî awayî kesên mayî û mirovên ji hemû miletan, ên ku navê min li ser wan e, wê bi xîret li Yehowa bigerin. Yehowa vê yekê dibêje” (Karên Şandiyan 15:14-18). Ji xeynî vê ku gerek şagirtên nû di heqê Yehowa de hîn bibin, ji berê ve hat gotin ku ‘navê wî wê li ser wan be’. Yanî, lazim bû ku ew navê Xwedê bidin zanîn û ji her kesî re nîşan bidin ku ew vî navî temsîl dikin.
Li civîneke koma rêberiyê ya sedsala yekê, wan zilamên dilsoz bi zelalî fehm kir ku navê Xwedê li ser şagirtên Îsa Mesîh e (Li paragrafa 5an binêre)
6-7. (a) Îsa Mesîh çima hat dinyayê? (b) Hatina wî bi kîjan sebebê muhîm ve girêdayî bû?
6 Navê “Îsa” tê maneya “Yehowa xelas dike”. Bi rastî jî, Yehowa kesên bawermend bi destê wî xelas dike. Îsa Mesîh hat dinyayê ku canê xwe ji bo xatirê însanan feda bike (Meta 20:28). Bi saya fîdyeyê, wî rê vekir ku însan xelas bibin û jiyana herheyî bistînin (Yûhena 3:16).
7 Ji ber tiştên ku di baxçeyê Adenê de çêbûbûn, însan hewceyî xelasiyê ne. Wek meqaleya berê nîşan dabû, însanên pêşîn Adem û Hewayê li hemberî Yehowa serî hildabû û fersenda jiyana herheyî winda kiribû (1. Mûsa 3:6, 24). Loma, Îsa Mesîh hat dinyayê ku zuriyeta Adem û Hewayê ji guneh û mirinê xelas bike. Lê belê, sebebekî hê jî muhîmtir hebû ku ew hat dinyayê. Di baxçeyê Adenê de, Îblîs navê Yehowa reş kiribû (1. Mûsa 3:4, 5). Loma, lazim bû ku navê Yehowa bê pîrozkirin. Îsa Mesîh dizanibû ku xelaskirina însanan bi pîrozkirina navê Yehowa ve girêdayî ye. Ji ber ku Îsa Mesîh Yehowa temsîl dikir û navê Yehowa li ser wî bû, wî di pîrozkirina navê Yehowa de roleke muhîm lîst.
Kesek çawa dikare bibêje ku ew şagirtê Îsa Mesîh e, lê navê Xwedê nizanibe yan bi kar neyne?
8. Lazim bû ku hemû şagirtên Îsa Mesîh çi qebûl bikin?
8 Lazim bû ku hemû şagirtên Îsa Mesîh – yanî hem Cihû hem jî kesên ji miletên din – qebûl bikin ku xelasî ji Yehowa tê (Yûhena 17:3). Çawa ku navê Yehowa li ser Îsa Mesîh e, navê Yehowa li ser wan e jî. Lazim bû ku ew fehm bikin ku çi qas muhîm e ku ev nav bê pîrozkirin. Xelasiya wan pê ve girêdayî bû (Karên Şandiyan 2:21, 22). Loma, lazim bû ku hemû şagirtên dilsoz ên Îsa Mesîh hem di heqê Yehowa de hem jî di heqê Îsa Mesîh de hîn bibin. Ji ber vê yekê, Îsa Mesîh di dawiya duaya xwe de wisa got: “Min navê te ji wan re daye zanîn û ezê bi dewamî bidim zanîn, da ku ew ji kesên din wisa hez bikin, wek ku te ji min hez kiriye, û ez bi wan re di yekîtiyê de bim” (Yûhena 17:26).
“HÛN ŞAHIDÊN MIN IN”
9. Em çawa dikarin nîşan bidin ku navê Yehowa ji bo me muhîm e?
9 Ji ber vî sebebî, lazim e ku hemû Mesîhiyên rastîn bi pîrozkirina navê Yehowa eleqedar bin (Meta 6:9, 10). Gerek navê Yehowa ji bo wan navê herî muhîm be, û gerek ew vêya bi hal û hereketên xwe nîşan bidin. Gelo em çawa dikarin navê Yehowa pîroz bikin û ji îftiraya ku Îblîs lê avêtiye paqij bikin?
10. Beşên 42 heta 44an a kitêba Îşaya behsa çi dikin? (Îşaya 43:9; 44:7-9) (Li resim jî binêre.)
10 Beşên 42 heta 44an a kitêba Îşaya bala me dikişînin ser vê yekê ku gerek em navê Yehowa pîroz bikin. Di van beşan de, Yehowa ji kesên ku jê re îbadetê nakin re dibêje ku bila ew îsbat bikin ku îlahên wan bi rastî hene. Wekî din, ew dibêje ku bila şahid derkevin meydanê û gotinên wan îlahan îsbat bikin, lê şahidên wisa tune ne (Îşaya 43:9; 44:7-9 bixwîne).
Em ji bo Yehowa şahidiyê dikin (Li paragrafên 10 û 11an binêre)
11. Li gor Îşaya 43:10-12, Yehowa ji xizmetkarên xwe re çi dibêje?
11 Îşaya 43:10-12 bixwîne. Yehowa li ser xizmetkarên xwe wisa dibêje: “Hûn şahidê min in ku ez Xwedê me.” Yehowa ji wan wisa dipirse: “Ma ji xeynî min Xwedê heye?” (Îşaya 44:8). Îro, em dikarin cewaba vê pirsê bidin. Bi gotin û kirinên xwe, em dikarin şahidiyê bikin ku tenê Yehowa, Xwedayê rastîn e. Bi hal û hereketên xwe, em dikarin îsbat bikin ku em ji Yehowa bi rastî hez dikin û Îblîs çi qas zorê li me bide jî, em ji Yehowa re dilsoz in. Bi vî awayî, fersenda me heye ku em navê wî pîroz bikin.
12. Gotinên Îşaya 40:3, 5 çawa hatin cih?
12 Bi vê yekê ku em piştgiriya navê Yehowa dikin, em Îsa Mesîh ji xwe re emsal digirin. Îşaya pêxember ji berê ve gotibû ku kesek wê rêya Yehowa veke (Îşaya 40:3). Gelo ev gotin çawa hat cih? Yehya ji bo Îsa Mesîh, ê ku bi navê Yehowa hat û bi navê Yehowa xeber dida, rê vekir (Meta 3:3; Marqos 1:2-4; Lûqa 3:3-6). Wekî din, Îşaya ji berê ve gotibû ku “rûmeta Yehowa wê eşkere bibe” (Îşaya 40:5, NWT). Bi rastî jî wisa çêbû. Gava Îsa Mesîh hat dinyayê, wî Yehowa bi awayekî ew qas kamil temsîl dikir qey Yehowa bi xwe hatibû dinyayê (Yûhena 12:45).
13. Em çawa dikarin Îsa Mesîh ji xwe re emsal bigirin?
13 Wek Îsa Mesîh, em jî şahidên Yehowa ne. Navê Yehowa li ser me ye, û em ji her kesî re behsa mezinahiya wî dikin. Ji bo ku em baş şahidiyê bikin, gerek em ji mirovan re bibêjin ku Îsa Mesîh navê Yehowa çawa pîroz dikir (Karên Şandiyan 1:8). Îsa Mesîh Şahidê herî mezin ê Yehowa ye, û em li pey wî diçin (Peyxam 1:5). Wekî din, em çawa dikarin nîşan bidin ku em qedrê navê Yehowa digirin?
EM LI NAVÊ YEHOWA ÇAWA DINÊRIN?
14. Wek Zebûr 105:3 nîşan dide, em li navê Yehowa çawa dinêrin?
14 Em ji ber navê Yehowa serbilind in (Zebûr 105:3 bixwîne). Li Yehowa xweş tê ku em bi navê wî serbilind in (Yêremya 9:23, 24; 1. Korîntî 1:31; 2. Korîntî 10:17). Belê, em serbilind in ji ber ku Yehowa Xwedayê me ye, û ji bo me îmtiyazeke mezin e ku em rûmetê bidin navê wî û ji mirovan re bibêjin ku hemû kirinên wî rast in. Gerek em tu caran fedî nekin ku ji hevalkar, hevalders û cîranên xwe re bibêjin ku em Şahidên Yehowa ne. Îblîs dixwaze ku em ji tu kesî re behsa navê Yehowa nekin (Yêremya 11:21; Peyxam 12:17). Îblîs û kesên ku derewên wî belav dikin dixwazin ku navê Yehowa bê jibîrkirin (Yêremya 23:26, 27). Lê ji ber ku em ji navê Yehowa hez dikin, em “tevahiya rojê bi navê [wî] şa dibin” (Zebûr 5:11; 89:16).
15. Em çawa dikarin gazî navê Yehowa bikin?
15 Em tim gazî navê Yehowa dikin (Yowêl 2:32; Romayî 10:13, 14). Maneya vê ne tenê ev e ku gerek em navê Xwedê bizanin û bi kar bînin. Ji xeynî vê, gerek em wî rind nas bikin, xwe bispêrin wî û li alîkarî û rêberiya wî bigerin (Zebûr 20:7; 99:6; 116:4; 145:18). Wekî din, gerek em ji kesên din re behsa navê wî û xisûsiyetên wî bikin û ji wan re bibêjin ku bila ew tobe bikin û xwe serrast bikin ku Yehowa ji wan razî be (Îşaya 12:4; Karên Şandiyan 2:21, 38).
16. Em çawa dikarin îsbat bikin ku Îblîs derewçîn e?
16 Em hazir in ku ji bo xatirê navê Yehowa tengasiyê bikişînin (Aqûb 5:10, 11). Gava em li hemberî tengasiyan ji Yehowa re dilsoz dimînin, em îsbat dikin ku Îblîs derewçîn e. Di rojên Eyûb de, Îblîs li ser xizmetkarên Yehowa wisa gotibû: “Mirov ji bo canê xwe her tiştî dide” (Eyûb 2:4). Îblîs got ku mirov wê tenê ji Yehowa re xizmet bikin eger halê wan baş be, lê eger ew bikevin tengasiyê, ewê dev ji Yehowa berdin. Eyûb bi dilsoziya xwe îsbat kir ku gotinên Îblîs derew in. Em jî dikarin îsbat bikin ku Îblîs li hemberî me çi bike jî, emê tu caran dev ji Yehowa bernedin. Bila em bawer bin ku Yehowa wê ji bo xatirê navê xwe li me xwedî derkeve (Yûhena 17:11).
17. Li gor 1. Petrûs 2:12, em çawa dikarin rûmetê bidin navê Yehowa?
17 Em qedrê navê Yehowa digirin (Methelokên Silêman 30:9; Yêremya 7:8-11). Ji ber ku em Yehowa temsîl dikin û navê wî li ser me ye, em dikarin yan rûmetê bidin wî yan jî leke bînin ser navê wî (1. Petrûs 2:12 ji tercûmeya Mizgînî bixwîne). Loma, em dixwazin xîret bikin ku bi gotin û kirinên xwe pesnê Yehowa bidin. Bi vî awayî, em her çi qas qisûrdar in jî, emê rûmetê bidin navê wî.
18. Em çawa dikarin nîşan bidin ku navê Yehowa ji bo me muhîm e? (Li jêrenotê jî binêre.)
18 Em ji navê xwe zêdetir bala xwe didin navê Yehowa (Zebûr 138:2). Gelo ev yek çima muhîm e? Ji ber ku em ji navê Yehowa hez dikin, dibe ku mirovên derdorê ji me nefret bikin.a Gava Îsa Mesîh hat îdamkirin, mirovan ew wek kesekî sûcdar didît. Lê belê, Îsa Mesîh hazir bû ku bi vî awayî bimire ku rûmetê bide navê Yehowa. Wî “şermî bi tiştekî hesab nekir”, yanî ji bo wî ne muhîm bû ku kesên din di heqê wî de çi difikirin (Îbranî 12:2-4, Mizgînî). Wî herî zêde bala xwe dida pêkanîna daxwaza Xwedê (Meta 26:39).
19. Tu li navê Yehowa çawa dinêrî, û çima?
19 Em ji ber navê Yehowa serbilind in, û ji bo me şerefeke mezin e ku em Şahidên Yehowa ne. Loma, em ji navê xwe zêdetir qîmetê didin navê Yehowa. Ji ber vî sebebî, ji bo me ne muhîm e ku mirov me kêm dibînin. Îblîs li hemberî me çi dike bila bike, bila em her tim pesnê navê Yehowa bidin. Bi vî awayî, em dikarin îsbat bikin ku çawa ku navê Yehowa ji bo Îsa Mesîh muhîm e, ji bo me jî muhîm e.
KILAM 10 Navê Xwedê Birûmet Bikin!
a Gava sê hevalên Eyûb got ku wî bê guman tiştekî xerab kiriye, Eyûb bi zêdeyî li ser navê xwe fikirî. Di serî de, wexta ku wî zarokên xwe û temamiya mal û milkê xwe winda kiribû, “Eyûb guneh nekir û Xwedê sûcdar nekir” (Eyûb 1:22; 2:10). Lê gava Eyûb hat sûcdarkirin, ew “tewşo mewşo axivî”. Wî ji pîrozkirina navê Xwedê zêdetir bala xwe da parastina navê xwe (Eyûb 6:3; 13:4, 5; 32:2; 34:5).