MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 25
KILAM 96 Kitêba Pîroz Xezîne ye
Dersên ji Gotinên Dawîn ên Aqûb – Qisim 2
“Wî li gorî her yekî ew pîroz kirin” (1. MÛSA 49:28).
EMÊ ÇI HÎN BIBIN?
Emê bala xwe bidin hin dersên ku em dikarin ji gotinên dawîn ên Aqûb ên li ser heşt kurên wî bistînin.
1. Di vê meqaleyê de, emê bala xwe bidin kîjan qismê gotinên dawîn ên Aqûb?
BERÎ MIRINA Aqûb, kurên wî li dora wî top bûn û rind guh da gotinên dawîn ên bavê xwe. Di meqaleya berê de, me dîtibû ku Aqûb ji kurên xwe Rûben, Şîmeon, Lêwî û Cihûda re çi gotibû. Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku Aqûb ji kurên xwe yên din Zebûlon, Îsexar, Dan, Gad, Aşer, Neftelî, Ûsiv û Benyamîn re çi gotibû û em dikarin ji gotinên wî çi dersan bistînin.a
ZEBÛLON
2. Aqûb di heqê Zebûlon de çi got, û gotinên wî çawa hatin cih? (1. Mûsa 49:13) (Li çarçoveyê jî binêre.)
2 1. Mûsa 49:13 bixwîne. Aqûb got ku zarokên Zebûlon wê li kêleka behrê, li bakurê Welatê Sozdayî bijîn. Zêdetirî 200 sal bi şûn de, Zebûloniyan erdê xwe stand. Erdê wan di nav Behra Celîleyê û Behra Spî de bû. Mûsa ji berê ve gotibû ku eşîra Zebûlon wê “şa be” (5. Mûsa 33:18). Maneya vê belkî ew bû ku wan bi hêsanî dikaribû ji bo ticaretê bigihîjin wan du behran. Her çi be jî, sebebên Zebûloniyan hebûn ku şa bin.
3. Ji bo ku em dilxweş bin, gerek em bala xwe bidin çi?
3 Dersa ji bo me çi ye? Em li ku derê bijîn yan şert û mercên me her çi bin jî, sebebên me hene ku em dilxweş bin. Ji bo ku em dilxweş bimînin, gerek em bi tiştên ku di destê me de hene, razî bin (Zebûr 16:6; 24:5). Çi heyf e ku li me carinan hêsantir tê ku em bala xwe bidin tiştên ku li ba me tune ne. Lê belê, bila em xîret bikin ku em bala xwe bidin tiştên baş, ên ku jixwe li ba me hene (Galatî 6:4).
ÎSEXAR
4. Aqûb ji bo Îsexar çi got, û gotinên wî çawa hatin cih? (1. Mûsa 49:14, 15) (Li çarçoveyê jî binêre.)
4 1. Mûsa 49:14, 15 bixwîne. Aqûb pesnê Îsexar da ji ber ku ew kesekî jîr û jêhatî ye, wek heywanekî ku barên giran hildigire. Wekî din, Aqûb got ku Îsexar wê erdekî baş bistîne. Bi rastî jî wisa çêbû. Eşîra Îsexar li cem Çemê Urdunê erdekî berdar stand (Yêşû 19:22). Ji xeynî vê ku wan bê guman ji bo debara xwe pir kar dikir, wan destek dida eşîrên din jî (1. Qiralan 4:7, 17). Eşîra Îsexar hazir bû ku tevî eşîrên din li hemberî dijminan şer bike, mesela di rojên Barakê hakim û Debora pêxember de (Serweran 5:15).
5. Çima lazim e ku em jîr û jêhatî bin?
5 Dersa ji bo me çi ye? Çawa ku Yehowa qîmet dida xîreta eşîra Îsexar, ew qîmetê dide keda me jî (Waiz 2:24). Mesela, ka bîne ber çavê xwe ku birayên me ji bo civatê çi qas kar dikin (1. Tîmotêyos 3:1). Ew her çi qas wek eşîra Îsexar şer nakin jî, ew pir xîret dikin ku xwişk û birayan ji tiştên ku dikarin zerarê bidin baweriya wan, biparêzin (1. Korîntî 5:1, 5; Cihûda 17-23). Wekî din, ew ji bo teşwîqkirina civatê bi dil û can gotarên xweş hazir dikin (1. Tîmotêyos 5:17).
DAN
6. Eşîra Dan çi wezîfe standibû? (1. Mûsa 49:17, 18) (Li çarçoveyê jî binêre.)
6 1. Mûsa 49:17, 18 bixwîne. Aqûb got ku Dan wek marekî ye, yê ku li hemberî dijminên ku ji wî mezintir in, şer dike, mesela li hemberî hespekî û sîwarê wî. Bi rastî jî Dan eşîreke egîd bû, ya ku li hemberî dijminên Îsraîl şer dikir. Gava miletê Îsraîl ber bi Welatê Sozdayî ve diçû, eşîra Dan “piştî hemûyan” diçû û ew diparastin (4. Mûsa 10:25). Wezîfeya Daniyan her çi qas ne li ber çavan bû jî, wezîfeya wan muhîm bû.
7. Gava em di xizmeta Yehowa de wezîfeyekê distînin, gerek em li vê yekê çawa binêrin?
7 Dersa ji bo me çi ye? Belkî te jî wezîfeyeke wisa standiye, ya ku ne li ber çavan e, mesela di îşê paqijkirin û xwedîkirina Salona Îbadetê de yan di komcivînekê de. Eger wisa be, tu caran ji bîr neke ku Yehowa xîreta te dibîne û qîmetê dide her îşê ku tu ji bo wî dikî – bi xisûsî eger tu vî îşî dikî ji ber ku tu ji Yehowa hez dikî, ne ji bo ku kesên din pesnê te bidin (Meta 6:1-4).
GAD
8. Çima hêsan bû ku dijminên Îsraîl hicûmî eşîra Gad bikin? (1. Mûsa 49:19) (Li çarçoveyê jî binêre.)
8 1. Mûsa 49:19 bixwîne. Aqûb ji berê ve gotibû ku rêbir wê hicûmî Gad bikin. Zêdetirî 200 sal bi şûn de, eşîra Gad li rojhilata Çemê Urdunê, nêzîkî dijminan, cihwar bû. Ji ber vê yekê, ji bo dijminan hêsan bû ku hicûmî wan bikin. Dîsa jî, Gadiyan dixwest li wê derê rûnin, çimkî ew der ji bo keriyên wan baş bû (4. Mûsa 32:1, 5). Wisa tê fehmkirin ku Gadî, mirovên mêrxas bûn. Wekî din, ew bawer bûn ku Yehowa wê alî wan bike ku ew erdê xwe li hemberî dijminan biparêzin. Bi gelek salan, wan eskerên xwe dişandin ku alî eşîrên din bikin ku erdên li aliyê din a Çemê Urdunê bindest bikin (4. Mûsa 32:16-19). Ew bawer bûn ku gava ew ji mala xwe dûr bin, Yehowa wê malbatên wan biparêze. Yehowa cesaret û fedakariya wan bibereket kir (Yêşû 22:1-4).
9. Gava em xwe dispêrin Yehowa, ev yek wê çawa ser qerarên me tesîr bike?
9 Dersa ji bo me çi ye? Ji bo ku em bikarin li hemberî tengasiyan ji Yehowa Xwedê re xizmet bikin, gerek em xwe tim bispêrin wî (Zebûr 37:3). Îro, gelek xwişk û birayên me bi fedakarî di projeyên avakirinê de dixebitin, diçin cihên ku li wan deran mizgînvan hindik in yan di xizmeta Yehowa de îşên din dikin. Bi vî awayî, ew nîşan didin ku ew xwe dispêrin Yehowa. Ew bawer in ku Yehowa wê her tim li wan xwedî derkeve (Zebûr 23:1).
AŞER
10. Eşîra Aşer gerek çi bikira, lê nekir? (1. Mûsa 49:20) (Li çarçoveyê jî binêre.)
10 1. Mûsa 49:20 bixwîne. Aqûb ji berê ve gotibû ku eşîra Aşer wê berdar be. Bi rastî jî wisa bû. Erdên ku ji wan re hatin dayîn pir berdar bûn (5. Mûsa 33:24). Wekî din, herêma wan li kêleka Behra Spî bû, nêzîkî bajarê Saydayê, yê ku bi saya ticaretê pir dewlemend bû. Lê belê, eşîra Aşer Kenaniyên ku li erdên wan rûdiniştin, dernexistin (Serweran 1:31, 32). Bi zeman re, wan xîreta xwe ya ji bo îbadeta Yehowa winda kir – belkî ji ber dewlemendiya wan yan ji ber tesîra xerab a Kenaniyan. Gava Barakê hakim li eskeran digeriya ku li hemberî koalîsyoneke Kenaniyan şer bike, Aşeriyan alî wî nekir. Ji ber vê yekê, wan nedît ku Yehowa “li ber ava Megîddoyê” çawa alî Îsraîliyan kir (Serweran 5:19-21). Ji bo Aşeriyan çi qas şerm bû ku Barak û Deborayê di strana xwe ya îlhamkirî de wisa got: “Aşêrî li keviya deryayê rûniştin, … bêhna xwe vedan” (Serweran 5:17).
11. Çima gerek nêrîna me ya li ser mal û milk terazdar be?
11 Dersa ji bo me çi ye? Em dixwazin ji dil ji Yehowa re xizmet bikin. Ji bo vê, gerek em nêrîna dinyayê ya li ser mal û milk red bikin (Methelokên Silêman 18:11). Em helbet hewceyî pere ne, lê em nafikirin ku pere ji xizmeta Yehowa muhîmtir e (Waiz 7:12; Îbranî 13:5). Ji ber vê yekê, em wext û qeweta xwe ji bo tiştên ku bi rastî ji me re ne lazim in, xerc nakin. Li şûna vê, em çi ji destê me tê dikin ku dilê Yehowa şa bikin, çimkî em dizanin ku eger em dilsoz bimînin, ewê di pêşerojê de jiyaneke pir xweş bide me (Zebûr 4:8).
NEFTELÎ
12. Gotinên Aqûb ên ji Neftelî re çawa hatin cih? (1. Mûsa 49:21) (Li çarçoveyê jî binêre.)
12 Aqûb li ser kurê xwe Neftelî wisa got: “Neftelî xezaleke zirav e, gotinên xweş dibêje” (1. Mûsa 49:21, NWT). Dibe ku “gotinên xweş”, ên ku Aqûb behsa wan kir, gotinên Îsa Mesîh bûn. Îsa Mesîh li bajarê Kapernaûmê, ya ku li herêma Neftelî bû, pir wext derbas dikir. Loma, Îsa Mesîh ew bajar wek “bajarê xwe” hesab dikir (Meta 4:13; 9:1; Yûhena 7:46). Îşaya pêxember ji bo Îsa Mesîh ji berê ve gotibû ku xelkê Zebûlon û Neftelî “wê ronahiyeke mezin bibîne” (Îşaya 9:1, 2). Bi destê tiştên ku wî hîn dikirin, Îsa Mesîh bû “ronahiya rastîn, a ku ronahiyê dide hemû cureyên mirovan” (Yûhena 1:9).
13. Em çawa dikarin bi xeberdana xwe dilê Yehowa xweş bikin?
13 Dersa ji bo me çi ye? Ev yek ku em çi dibêjin û çawa dibêjin ji bo Yehowa muhîm e. Gelo em çawa dikarin bi “gotinên xweş” xeber bidin? Mesela, gerek em her tim rastiyê bibêjin (Zebûr 15:1, 2). Ji xeynî vê, bila em dilê kesên din bi gotinên xwe ava bikin. Li şûna ku em bi zêdeyî bala xwe bidin kêmasiyên wan, bila em hazir bin ku pesnê wan bidin (Efesî 4:29). Wekî din, em dikarin ji xwe re bikin hedef ku em di warê destpêkirina sohbetan de bi pêş bikevin, da ku zêdetir fersenda me hebe ku em behsa Hukimdariya Xwedê bikin.
ÛSIV
14. Gotinên Aqûb ên di heqê Ûsiv de çawa hatin cih? (1. Mûsa 49:22, 26) (Li çarçoveyê jî binêre.)
14 1. Mûsa 49:22, 26 bixwîne. Aqûb bê guman bi kurê xwe Ûsiv pir serbilind bû. Yehowa ew ji nav birayên wî hilbijart û wezîfeyeke xisûsî da wî. Aqûb ew wek “şaxekî berdar” bi nav kir. Aqûb bi xwe wek darekê bû, Ûsiv jî “şaxekî” wî darî bû. Aqûb ji jina xwe ya diduyan Rahelê pir hez dikir, û Ûsiv kurê wê yê pêşîn bû. Loma, wî got ku mîrasa kurê wî yê pêşîn Rûben wê ji Ûsiv re bê dayîn (1. Mûsa 48:5, 6; 1. Dîrokan 5:1, 2). Gava neviyên Efraîm û Manaşe wek du eşîrên serbixwe mîrasa xwe stand, gotinên Aqûb hatin cih (1. Mûsa 49:25; Yêşû 14:4).
15. Ûsiv li hemberî neheqiyê çi kir?
15 Wekî din, Aqûb got ku “tîravêjan” “tîr avêtin” ser Ûsiv û “tada lê kirin” (1. Mûsa 49:23). Bi van gotinan, Aqûb behsa birayên Ûsiv kir, ên ku çavnebariya wî kir û bûn sebeb ku ew gelek tengasiyan bikişîne. Dîsa jî, Ûsiv ji birayên xwe nefret nekir û Yehowa sûcdar nekir. Aqûb wisa got: “Kevanê [Ûsiv] zexim, zendê wî bi hêz derket” (1. Mûsa 49:24). Gava neheqî li Ûsiv dihat kirin, wî xwe dispart Yehowa. Ji xeynî vê ku wî birayên xwe efû kirin, wî bi dilovanî li wan xwedî derket (1. Mûsa 47:11, 12). Tengasiyên ku hatin serê Ûsiv alî wî kir ku ew bibe mirovekî hê jî baştir (Zebûr 105:17-19). Di netîceyê de, ew hazir bû ku Yehowa wezîfeyeke pir muhîm bide wî.
16. Gava em rastî tengasiyan tên, em çawa dikarin Ûsiv ji xwe re emsal bigirin?
16 Dersa ji bo me çi ye? Bila em nehêlin ku zehmet û tengasî me ji Yehowa Xwedê yan ji xwişk û birayan dûr bixin. Ji bîr neke ku Yehowa dikare îznê bide ku baweriya me bê ceribandin (Îbranî 12:7). Bi saya vê perwerdeyê, em dikarin sifetên wek dilovanî û efûkariyê bi pêş bixin (Îbranî 12:11). Eger em wek Ûsiv tehemul bikin, Yehowa wê me jî xelat bike.
BENYAMÎN
17. Gotinên di heqê Benyamîn de çawa hatin cih? (1. Mûsa 49:27) (Li çarçoveyê jî binêre.)
17 1. Mûsa 49:27 bixwîne. Aqûb ji berê ve got ku mirovên eşîra Benyamîn wê bibin şervanên egîd, mîna guran (Serweran 20:15, 16; 1. Dîrokan 12:2). “Serê sibê”, wexta ku padîşahiya Îsraîl hat meydanê, Saûl, ê ku ji eşîra Benyamîn bû, bû padîşahê pêşîn. Ew li hemberî Filîstiyan şervanekî egîd bû (1. Samûyêl 9:15-17, 21). “Êvarê”, yanî gelek sal bi şûn de, Estera Melîke û Mordekayê Serokwezîr – ên ku her du jî ji eşîra Benyamîn bûn – di Împaratoriya Farisan de xelkê Îsraîl ji komkujiyekê xelas kir (Ester 2:5-7; 8:3; 10:3).
18. Em çawa dikarin dilsoziya eşîra Benyamîn ji xwe re emsal bigirin?
18 Dersa ji bo me çi ye? Gava gotinên Aqûb hatin cih û kesekî ji eşîra Benyamîn bû padîşah, Benyamînî bê guman serbilind bûn. Lê paşê, Yehowa padîşahiya Îsraîl da destê Dawid, ê ku ji eşîra Cihûda bû. Dîsa jî, Benyamîniyan bi zeman re destek da wî (2. Samûyêl 3:17-19). Çend sal bi şûn de, gava eşîrên din serî hilda, Benyamîniyan bi dilsozî piştgiriya Cihûda û padîşahê tayînkirî kir (1. Qiralan 11:31, 32; 12:19, 21). Bila em jî bi dilsozî destekê bidin kesên ku Yehowa tayîn dike ku rêberiya xizmetkarên wî bikin (1. Selanîkî 5:12).
19. Gotinên dawîn ên Aqûb ji bo me hemûyan çima bifeyde ne?
19 Em dikarin ji gotinên dawîn ên Aqûb gelek dersan bistînin. Gava em bala xwe didinê ku gotinên wî çawa hatin cih, baweriya me ya bi Kitêba Pîroz xurttir dibe. Wekî din, ev yek ku Aqûb ji kurên xwe re çi got nîşanî me dide ku em çawa dikarin dilê Yehowa Xwedê xweş bikin.
KILAM 128 Heta Dawiyê Dilsoz Bimîne
a Gava Aqûb li ser Rûben, Şîmeon, Lêwî û Cihûda duaya xêrê kir, wî ev yek li gor dora emrê wan kir. Lê belê, gava wî li ser kurên xwe yên din duaya xêrê kir, wî ev yek li gor dora emrê wan nekir.