Li Gora Markos
11 Gava ew nêzîkî Orşelîmê bûn û hatine Beytfacê û Beytanyayê, ku ser Çiyayê Zeytûnê ne, Îsa du şagirtên xwe şandin 2 û wanra got: “Herin gundê pêşberî xwe. Hûn hema ça bikevine vî gundî, hûnê ceşikeke girêdayî bivînin, ku hê kesek lê siyar nebûye. Wê ceşikê vekin û bînin vira. 3 Û hergê kesek ji we bipirse: ‘Hûn çima usa dikin?’, bêjin: ‘Ew Xudanra lazim e, û ewê zû paşda vegerîne’”. 4 Hingê şagirt çûn, û li kûçê ber derê malekê ceşik girêdayî dîtin û vekirin. 5 Lê hine merivên ku wêderê sekinî bûn, ji wan pirsîn: “Hûn çi dikin? Çima ceşikê vedikin?” 6 Şagirta caba wan usa dan, çawa ku Îsa wanra gotibû, û ewan meriva ew hîştin.
7 Wana ceşik anî bal Îsa, kincên xwe avîtine ser ceşikê, û Îsa lê siyar bû. 8 Xêncî wê yekê, geleka kincên xwe ser rê radixistin, lê hineka jî çiqilên ku deştêda dibirîn, datanîn ser rê. 9 Merivên ku pêşiya wî û pey wî diçûn, dikirine gazî: “Ya Xwedê, lava dikin, wî xilaz ke! Keremkirî ye ewê ku bi navê Yehowa tê! 10 Padşatiya bavê me Dawid, ya ku tê, keremkirî ye! Yê Jorin, em lava dikin, wî xilaz ke!” 11 Îsa kete Orşelîmê û çû paristgehê. Wêderê ewî li her tiştî nihêrî, lê çimkî îda dereng bû, tevî Donzdeha* çû Beytanyayê.
12 Roja din, gava ewana ji Beytanyayê derdiketin, Îsa birçî bû. 13 Ewî dûrva dareke hêjîrê bi belga dît û çû bivîne hela ber pêva hene. Lê gava ew nêzîkî darê bû, xêncî belga tu tişt ser nedît, çimkî ne wextê hêjîra bû. 14 Hingê ewî darêra got: “Bira îda tu kes berê te nexwe”. Û şagirtên wî ev gilî bihîstin.
15 Paşê ewana çûn gihîştine Orşelîmê. Îsa kete paristgehê û destpêkir berî wan hemûya bide, yên ku wêderê dikirîn û yên ku difirotin. Ewî usa jî textên pereguhêra û kursiyên kevotkfiroşa welgerandin. 16 Ewî nehîşt kesek tiştekî paristgehêra derbaz ke. 17 Îsa meriv hîn dikirin û digot: “Hûn nizanin çi hatiye nivîsarê? ‘Mala min wê bê navkirinê mala dua bona hemû mileta’, lê we ew kiriye şkefta qaçaxa”. 18 Gava serokên kahîna û qanûnzana ev yek bihîstin, destpêkirin mecalê bigerin wekî Îsa bidine kuştinê. Ewana ji wî ditirsiyan, çimkî temamiya elaletê ser hînkirina wî ecêbmayî dima.
19 Gava bû êvar, ew tevî şagirtên xwe ji bajêr derket. 20 Serê sibehê, ewana ber dara hêjîrêra derbaz dibûn, û dîtin ku dar kokêva hişk bûye. 21 Ew dar hate bîra Petrûs û ewî Îsara got: “Dersdar, binihêre! Dara ku te nifir lê kir, hişk bûye”. 22 Îsa wanra got: “Baweriya xwe Xwedê bînin. 23 Ez rast wera dibêjim, kî vî çiyayîra bêje: ‘Rabe xwe bavêje berê’, û dudilî nebe, lê bawer ke ku gotina wî wê bê sêrî, ev yek wê bibe. 24 Lema jî ez wera dibêjim, her tiştê ku hûn duayên xweda dixwazin, bawer kin ku we standiye, û hûnê bistînin. 25 Û gava hûn disekinin dua dikin, hergê tiştekî we hindava kesekîda hebe bibaxşînin, seva ku Bavê weyî ezmana jî gunên we bibaxşîne we”. 26* ——
27 Ewana dîsa hatin Orşelîmê. Gava Îsa paristgehêda digeriya, serokên kahîna, qanûnzan û rûspî hatin 28 û ji wî pirsîn: “Tu bi çi hukumî van tişta dikî? Kî ev hukum daye te, van tişta bikî?” 29 Îsa caba wan da: “Ezê pirsekê bidime we, caba min bidin, û ezê wera bêjim ku ez bi çi hukumî van tişta dikim. 30 Gava Yûhenna* meriv dinixumandin, ewî ev hukum ji Xwedê* standibû yan ji meriva? Caba min bidin”. 31 Hingê ewana nav xweda şêwirîn û gotin: “Hergê em bêjin ‘Ji Xwedê’, ewê bêje, ‘Lê we çira ew bawer nekir?’ 32 Em nikarin bêjin ‘Ji meriva’ jî”. Ewana ji xelqê ditirsiyan, çimkî ewana gişk difikirîn ku Yûhenna bi rastî pêxember bû. 33 Lema wana Îsara got: “Em nizanin”. Ewî jî wanra got: “Ez jî wera nabêjim ku ez bi çi hukumî van tişta dikim”.