Karên Şandiya
5 Merivekî bi navê Hananiya tevî jina xwe Safêriyayê erdek firot. 2 Lê hine pere ewî xwera veşart, û jina wî haj vê yekê hebû, perê mayî jî ewî anî û da şandiya. 3 Lê Petrûs Hananiyara got: “Hananiya, te çira hîşt ku Şeytan ser dilê te hukum ke, wekî tu ruhê pîroz bixapînî û hine perê erd xwera veşêrî? 4 Pêşiya ku te ew erd bifirota, ne ew yê te bû? Ne paşî firotanê jî ew pere destê teda bû? Îja te çira fikireke usa kire dilê xwe? Te ne ku meriv xapandin, lê Xwedê”. 5 Gava Hananiya ev gilî bihîstin, ket û mir. Û tirseke mezin kete dilê hemû kesên ku ev yek bihîstin. 6 Hingê çend xort hatin, ew bi kitan pêçan, birine derva û defin kirin.
7 Weke sê sihet şûnda jina wî jî hat, lê ew haj vê yekê tune bû ku çi qewimî bû. 8 Petrûs ji wê pirsî: “Minra bêje, we erdê xwe bahê haqasî firot?” Ewê jî got: “Belê, hema haqasî”. 9 Hingê Petrûs jêra got: “Çira we herda giliyên xwe kire yek, wekî ruhê Yehowa bicêribînin? Va ye, kesên ku mêrê te defin kirin, ber dêrî ne, û ewana tên wekî te jî derxine derva”. 10 Derbêra ew ber nigên wî ket û mir. Gava xort ketine hindur û dîtin ku ew miriye, wana ew jî bir û kêleka mêrê wê defin kirin. 11 Hingê tirseke mezin kete dilê temamiya civatê û her kesê ku ev yek bihîstin.
12 Bi destê şandiya gelek keremet û nîşan nava cimetêda dihatine kirinê; û ewana gişk tevayî Sivdera* Silêmanda top dibûn. 13 Rast e tu kesekî din newêribû tevî wan bûya, lê yeke cimetê pesinê wan dida. 14 Xêncî wê yekê, çiqas diçû hê zêde jin û mêra baweriya xwe Xudan dianîn û dibûne şagirtên wî. 15 Meriva gelek kesên nexweş dianîne kûçên sereke û wêderê ser doşeka datanîn, wekî gava Petrûs derbaz be, hema siya wî bikeve ser wan hineka. 16 Usa jî, gelek meriv ji bajarên der-dorê Orşelîmê dihatin. Wana kesên nexweş û yên cinaketî dianîn, û ewana gişk qenc dibûn.
17 Kahînê mezin û hemûyên tevî wî, yên ku piştgirên hînkirinên Sadûqiya* bûn, bi hevsûdiyê tije rabûn. 18 Wana şandî girtin û avîtine kela bajêr. 19 Lê melekê Yehowa şev hat û derên kelê vekir, ewana derxistin û got: 20 “Herin paristgehê û berdewam kin merivara derheqa vê jîyînê gilî kin”. 21 Gava wana ev yek bihîst, berbangê ketine paristgehê û destpêkirin hîn kin.
Çaxê kahînê mezin û piştgirên wî civiyan, wana Dîwana Bilind ya Cihûya* û rûspiyên Îsraêlê top kirin û nobedar şandine kelê, wekî şandiya bînin cem wan. 22 Lê gava nobedar gihîştine wêderê, wana şandî kelêda nedîtin. Hingê ewana paşda vegeriyan, û gotin: 23 “Me dît ku derên kelê dadayî ne û nobedar ber derî sekinî ne, lê gava me derî vekir, hindurda kesek nedît”. 24 Gava serwêrê nobedarên paristgehê û serokên kahîna ev gilî bihîstin, metal man, tevlihev bûn û nizanibûn axiriya vê yekê wê ça be. 25 Wê demê kesek hat û wanra got: “Va ew merivên ku we avîtine kelê, paristgehêda sekinî ne û cimetê hîn dikin”. 26 Hingê serwêrê nobedara û nobedar çûn şandiya bînin, lê ne bi destê zorê, çimkî ewana ditirsiyan ku cimet wana bide ber kevira.
27 Û wana şandî anîne ber Dîwana Bilind ya Cihûya. Kahînê mezin ji wan pirsî 28 û got: “Me sert ferman da we, wekî hûn bi wî navî hîn nekin, lê we dîsa jî Orşelîm pê hînkirinên xwe tije kiriye, û hûn dixwazin xûna wî merivî bikine stiyê me”. 29 Lê Petrûs û şandiyên din gotin: “Em gerekê gura Xwedê bikin, ne ku gura meriva. 30 Xwedayê kal-bavên me, Îsa ji mirinê rakir, ewê ku we stûnêva* darda kir û kuşt. 31 Xwedê ew bilind kir û ça Serok û Xilazkar danî li milê xweyî rastê, wekî mecala tobekirinê û baxşandina guna bide Îsraêlê. 32 Em şedên van tişta ne, û usa jî ruhê pîroz, kîjan ku Xwedê daye wan, yên ku wî ça serwêr qebûl dikin û gura wî dikin”.
33 Gava wana ev yek bihîst, gelek hêrs ketin û dixwestin wana bikujin. 34 Lê yekî Fêrisî, navê kîjanî Gamalyêl bû, yê ku dersdarê Qanûnê bû û temamiya cimetê qedirê wî digirt, Dîwana Bilind ya Cihûyada rabû û ferman da, ku ser wextekî kin şandiya derxin derva. 35 Hingê ewî got: “Gelî Îsraêliya, pêşiya ku hûn tiştekî li van meriva bikin, rind bifikirin. 36 Mesele, pêşiya wan roja, merivek hebû, navê kîjanî Tewdas bû. Ewî xwe ça kesekî mezin dida kifşê û weke 400 meriv bûne piştgirên wî. Lê gava ew hate kuştinê, hemû piştgirên wî hev bela bûn. 37 Pey wîra, wedê navnivîsarê, Cihûdayê Celîlî hat û meriv pey xwe birin. Lê ew jî mir, û hemû kesên ku pey wî diçûn jî hev bela bûn. 38 Ji bo vê yekê ez wera dibêjim, ji wan meriva vegerin û bihêlin bira herin. Çimkî hergê ev nêt û şixul ji meriva ye, ewê xirab be. 39 Lê hergê ji Xwedê ye, hûnê nikaribin xirab kin. Fesal bin, wekî usa nîbe, ku hûn miqabilî Xwedê şer bikin”. 40 Wana guh da wî û gazî şandiya kirin, ew dane ber qamçiya* û ferman dane wan, ku bi navê Îsa Mesîh îda xeber nedin, û paşê berdan.
41 Gava şandî ji Dîwana Bilind ya Cihûya derketin, gelek şa bûn, çimkî bona wan qedirekî mezin bû, wekî ewana ji bo navê Îsa hatine bêhurmetkirinê. 42 Ewana nedisekinîn û berdewam dikirin her roj paristgehêda, usa jî mal bi mal hîn kin û mizgîniya derheqa Îsa Mesîh bela kin.