Fîlîpiyara
2 Çi ji destê we tê bikin, wekî hûn bi saya Mesîh dilê hev qewî kin. Bi hezkirinê dil bidine hev, bona hev xem bikin,* bi dil hev hez bikin û dilşewat bin. 2 Hergê hûn usa bikin, hûnê dilê min gelek şa kin. Yektiyêda bijîn, hev hez bikin, fikir û kirên xweda bi temamî bibine yek. 3 Tiştekî bi hevrikiyê nekin, û xwehez nîbin, lê milûk bin û kesên din ser xwera bigirin. 4 Tenê kara xwe negerin, lê kara kesên din jî bigerin.
5 Bira nêt-fikirên we mîna yên Mesîh Îsa bin: 6 Rast e ew sûretê Xwedê bû, lê qe nedifikirî ku bibe weke Xwedê. 7 Dewsê ewî terka her tiştî da, hazir bû bibe mîna xulam, û bû meriv. 8 Xêncî wê yekê, gava ew bû meriv, ewî xwe nimiz kir û guhdar bû heta mirinê, belê heta mirina ser stûna cefê jî. 9 Bona vê yekê, Xwedê ew hê bilind kir, û navekî ku ser hemû navara ye, da wî. 10 Xwedê usa kir, wekî ber navê Îsa her kes çok bide, hergê li ezmên be, ser rûyê erdê be û bin erdê be. 11 Her kes* gerekê eşkere bêje ku Îsa Mesîh Xudan e, bona rûmeta Bavê me Xwedê.
12 Xûşk-birên delal, çawa ku hûn her gav guhdar bûne, ne ku tenê gava ez bal we me, lê hela hê niha jî, gava ez bal we nînim, berdewam kin vê yekê bi tirs û lerizandinê bikin, wekî xilaz bin. 13 Yê ku we qewî dike Xwedê ye, û ew him xwestin him jî qewatê dide we, wekî hûn dilê wî şa kin. 14 Her tiştî bê gazin û bê şer-dew bikin, 15 wekî hûn bibine zarên Xwedêye bêsûc û helal. Hergê hûn bêleke bimînin, hûnê nav vî nisilê xirab û ji riya xwe derketî, mîna ronayîke qewî şewq bidin. 16 Xwe qayîm li xebera jîyînê bigirin. Hingê roja Mesîhda meniya min wê hebe ku ez şa bim, çimkî ezê bizanibim ku cefa û xîreta min badîhewa nîbû. 17 Û hergê ez mîna pêşkêşa rijandinê ser vê qurbana ku hûn bona baweriya xwe tînin, bême rêtinê jî, ez şa me û tevî we hemûya şa dibim. 18 Usa jî hûn gerekê şa bin, tevî eşqa min bin.
19 Ez guman im ku Xudan Îsa wê îzinê bide, wekî ez zûtirekê Tîmotêyo bişînime bal we. Bi vî cûreyî wê dilê min rihet be, gava ez halê we pêbihesim. 20 Tu kesê min mîna wî tune, yê ku wê bi dil û can bona we xem bike. 21 Çimkî hemû kesên din tenê kara xwe digerin, ne ku kara Îsa Mesîh. 22 Lê hûn zanin ku Tîmotêyo rind îzbat kir, wekî ew ne yekî usa ye. Çawa zar tevî bavê xwe, usa jî ewî tevî min bi dil û can xizmet dikir, wekî mizgîniyê bela ke. 23 Lema ez guman im ku ezê wî bişînim bal we, gava bizanibim ku halê min wê ça be. 24 Lê ez bawer im ku Xudan wê îzinê bide, wekî ez xwexa jî zûtirekê bême bal we.
25 Lê niha lazim e ku ez Êpafrodîto bişînim bal we. Ew birê min e, hevalkarê min e û mîna min eskerê Mesîh e. Ewî çawa xeberbêj û berdestî wera xizmet kiriye, ku alî we bike. 26 Ez wî dişînim, çimkî ew gelek dixwaze we gişka bivîne. Ew gelek xemgîn e, çimkî we bihîstibû ku ew nexweş ketibû. 27 Nexweşiya wî haqas xirab bû, ku hindik mabû ew bimira. Lê Xwedê ne ku tenê li wî hate remê, lê li min jî, wekî ser derdên minda derdekî din jî zêde nebe. 28 Lema ezê wî zû bişînime bal we, wekî hûn bi dîtina wî dîsa şa bin, û hingê xemên min wê kêm bin. 29 Çawa ku hûn şagirtên Xudan qebûl dikin, wî jî bi eşq û dil qebûl kin û merivên mîna wî qîmet kin, 30 çimkî hindik mabû ew bona şixulê Mesîh bimira. Û çimkî hûn kêleka min nîbûn û we nikaribû alî min bikira, ewî emirê xwe bona min kire bin xofê.