KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • 2 Korintî 12
  • Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

2 Korintî Naveroka Kin

      • Dîtinokên Pawlos (1-7a)

      • Stirî bedena Pawlosda (7b-10)

      • Pawlos ji şandiyên “herî baş” kêmtir nîne (11-13)

      • Pawlos bona Korintiya ber xwe dikeve (14-21)

2 Korintî 12:2

Spartin

  • *

    Raste-rast “tevî Mesîh yektiyêda ye”.

2 Korintî 12:4

Îndêks

  • Rêberiya Lêkolînkirinê

    “Birca Qerewiliyê”,

    7/1/2015, rûp. 13

2 Korintî 12:21

Spartin

  • *

    Yan “bênamûsiya sêksûalî”.

  • Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • 7
  • 8
  • 9
  • 10
  • 11
  • 12
  • 13
  • 14
  • 15
  • 16
  • 17
  • 18
  • 19
  • 20
  • 21
Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
2 Korintî 12:1-21

2 Korintî

12 Ez gerekê payê xwe bidim. Rast e kara vê yekê tune, lê ez dixwazim besa dîtinok û eyantiyên ji Xudan bikim. 2 Ez merivekî nas dikim, ew şagirtekî Mesîh e.* Çardeh sal pêşda, ew meriv heta ezmanê sisiya hate hildanê. Ez nizanim ew bedena xweda bû yan na, Xwedê zane. 3 Erê, ez merivekî usa nas dikim, ew hate hildanê li cinetê. Ez nizanim ew bedena xweda bû yan na, Xwedê zane. 4 Û gava ew cinetêda bû, ewî giliyên usa bihîstin, kîjan ku îzin tune ye bêne gotinê. 5 Erê, ez dixwazim payê merivê usa bidim. Lê ezê payê xwe nedim, ezê tenê pê kêmasiyên xwe paya bidime xwe. 6 Hergê ez payê xwe bidim jî, ez tiştekî bêfemtî nakim, çimkî ezê rastiyê bêjim. Lê ez payê xwe nadim. We dît ku min çi kir û çi got, lema bira tu kes nefikire ku min ji wan tişta zêdetir kir, 7 tenê bona vê yekê, ku tiştên mexsûs minra hatine eyankirinê.

Û seva ku ez qure nebim, û derheqa xwe zêde nefikirim, bedena minda stirî hate dayînê, û ev mîna milyaketekî Şeytan e, kîjan ku timê min dixe. 8 Min sê cara ji Xudan lava kir, ku vê yekê ji min dûr xe. 9 Lê ewî usa minra got: “Kerema mine mezin besî te ye, çimkî çaxê tu sist î, hingê qewata min bi temamî eyan dibe”. Û bona vê yekê ezê bi şabûneke mezin sistbûnên xwera firnaq bim, wekî qewata Mesîh mîna kon ser min bimîne. 10 Lema jî ez bona xatirê Mesîh, sistbûnara, bêhurmetiyara, wedê zemetra, zêrandinara û tengasiyara şa dibim. Çimkî gava ez sist im, hingê ez qewî me.

11 Ez bûme yekî bêfem. We ez mecbûr kirim, çimkî gerekê we payê min bida. Ez tu tiştîda ji wan şandiyên weye “herî baş” kêmtir nînim, lê ez xwexa jî ne tu tişt im. 12 We bi çevê xwe îzbatî dîtin ku ez şandî me, we sebir, nîşan, kerem û kirên mine mezin dît. 13 Sebebê ku hûn ji civatên din biçûktir hatine hesabê, tenê ev bû ku ez wera nebûm barekî giran. Ji kerema xwe bona vê şaşiyê bibaxşînine min.

14 Eva cara sisiya ye ku ez xwe hazir dikim, wekî bême bal we, lê ezê wera nebime barekî giran. Ez ne ku mal-milkê we dixwazim, lê kara we digerim. Çimkî gerekê ne ku zar bona dê-bavê xwe mal-milk top kin, lê dê-bav bona zarên xwe. 15 Ezê bi şabûn bona we her tiştî bidim, hela hê emirê xwe jî. Hergê ez we usa zef hez dikim, gelo gerekê hûn min kêm hez bikin? 16 Çi jî hebe, ez wera nebûm barekî giran. Lê dîsa jî, hûn dibêjin ku ez yekî binva me û min “bi fêlbaziyê” hûn xapandine. 17 Qe min bi destê kesên ku min şandine cem we, keda we xwariye? 18 Min dilê Tîto qewî kir û birak tevî wî şande bal we. Qe Tîto keda we xwariye? Ne em yektiyêda bûn? Ne em rêkêda diçûn?

19 Hûn difikirin ku em dixwazin xwe ber we rast derxin? Na, em mîna şagirtên Mesîh ber Xwedê rastiyê dibêjin. Xûşk-birên delal, her tiştî çi ku em dikin bona qewîkirina we dikin. 20 Tirsa min ew e ku gava ez bême bal we, rabûn-rûniştina we ne li gora dilê min be, û dibeke rabûn-rûniştina min jî ne li gora dilê we be. Çimkî ez ditirsim ku nav weda şer-dew, hevsûdî, hêrs, hevrikî, buxdan, geveztî, kubar-babaxî û bêterbetî hebe. 21 Dibeke gava ez dîsa bême bal we, Xwedê wê ber we min bide şermê, û dibeke ez bona geleka şînê bikim, kîjana pêşda gune kirine, lê tobe nekirine bona mirdarî, zinêkarî* û rabûn-rûniştina xweye robetî.

Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Elametiyên Konfêdênsîal
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin