Li gora Yûhenna
14 “Bira dilê we teng nebe. Baweriya xwe Xwedê bînin û baweriya xwe min jî bînin. 2 Mala Bavê minda gelek cî hene. Hergê usa nîbûya, minê wera negota, çimkî ez diçim bona we cî hazir kim. 3 Gava ez herim û bona we cî hazir kim, ezê dîsa bêm û we bivime cem xwe, wekî ez li ku bim, hûn jî wêderê bin. 4 Û ez diçime kîderê, hûn vê rê zanin”.
5 Tûma jêra got: “Xudan, em nizanin tu diçî ku. Emê çawa rê bizanibin?”
6 Îsa wîra got: “Rê, rastî û jîyîn ez im. Tu kes bêyî min nikare bê cem Bavê. 7 Hergê we ez nas kirama, weyê Bavê min jî nas kira. Awa ji wir şûnda hûn wî nas dikin û we ew dîtiye”.
8 Fîlîpo wîra got: “Xudan, ka Bav nîşanî me ke, û ev besî me ye”.
9 Îsa wîra got: “Fîlîpo, ez haqas wext tevî we me, û hê tu min nas nakî? Yê ku ez dîtime, Bav jî dîtiye. Îja tu ça dibêjî ‘Bav nîşanî me ke’? 10 Tu bawer nakî ku ez tevî Bav yektiyêda me, û Bav jî tevî min yektiyêda ye? Tiştên ku ez wera dibêjim, ez ji ber xwe nabêjim, lê Bavê ku tevî min yektiyêda dimîne, pê min kirên xwe dike. 11 Bawer bin ku ez tevî Bav yektiyêda me, û Bav jî tevî min yektiyêda ye. Lê hergê hûn gotinên min bawer nakin, kirên min bawer bikin. 12 Ez rast wera dibêjim, yê ku baweriya xwe min bîne, ewê kirên ku ez dikim, bike. Û ewê kirên hê mezin jî bike, çimkî ez diçim cem Bav. 13 Usa jî, her tiştê ku hûn bi navê min bixwazin, ezê bikim, wekî Bav pê Kur bê rûmetkirinê. 14 Hergê hûn bi navê min tiştekî bixwazin, ezê bikim.
15 Hergê hûn min hez dikin, hûnê temiyên min bînin sêrî. 16 Û ezê ji Bav hîvî kim û ewê alîkarekî* din bide we, wekî heta-hetayê tevî we bimîne. 17 Ew ruhê rastiyê ye, û dinya nikare wî bistîne, çimkî dinya ne wî divîne û ne jî nas dike. Lê hûn wî nas dikin, çimkî ew tevî we ye û nav weda ye. 18 Ezê we êtîm nehêlim. Ezê bême bal we. 19 Wexteke kinda, dinya wê îda min nevîne, lê hûnê min bivînin, çimkî ez dijîm û hûnê jî bijîn. 20 Wê rojê hûnê bizanibin ku ez tevî Bavê xwe yektiyêda me, hûn jî tevî min yektiyêda nin, û ez tevî we yektiyêda me. 21 Yê ku temiyên min qebûl dike û wan tîne sêrî, ew min hez dike. Û yê ku min hez dike, Bavê min jî wê wî hez bike, û ezê jî wî hez bikim û xwe wîra eyan kim”.
22 Cihûda (ne Cihûdayê Îsxeryotî) ji Îsa pirsî: “Xudan, tu çira dixwazî xwe mera eyan kî, ne ku dinyayêra?”
23 Îsa caba wî da: “Yê ku min hez dike, ewê gotinên min bîne sêrî, û Bavê min jî wê wî hez bike. Ez û Bav emê bêne cem wî û tevî wî bijîn. 24 Yê ku min hez nake, ew gotinên min nayne sêrî. Gotinên ku hûn dibihên, ne yên min in, lê yên Bavê min in, yê ku ez şandime.
25 Heta ku ez cem we me, ez van hemû tişta wera dibêjim. 26 Lê alîkar, dêmek ruhê pîroz, yê ku Bav wê bi navê min bişîne, ewê hemû tiştî we hîn ke, û hemû tiştên ku min wera gotine, wê bîne bîra we. 27 Ez edilayê wera dihêlim, ez edilaya xwe didime we. Edilaya ku ez didime we, ne mîna vê edilayê ye, ya ku dinya dide we. Bira dilê we teng nebe û tirs nekeve dilê we. 28 We bihîst ku min wera got: ‘Ez diçim, û ezê paşda vegerim cem we’. Hergê hûn min hez dikin, hûnê şa bin ku ez diçim cem Bav, çimkî Bav ji min mezintir e. 29 Min ev tişt pêşiya ku biqewimin wera gotine, wekî gava ew biqewimin, hûn bawer kin. 30 Îda gelek wext nemaye ez tevî we xeber dim, çimkî serwêrê vê dinyayê tê, lê hukumê wî ser min tune ye. 31 Lê seva ku dinya bizanibe ez Bav hez dikim, ez hema usa dikim çawa ku Bav temî li min kiriye. Rabin, em ji vira herin.