Li Gora Markos
15 Hema ça sibeh safî bû, serokên kahîna, rûspî û qanûnzan, dêmek temamiya Dîwana Bilind ya Cihûya* hevra şêwirîn. Paşê Îsa girêdan û birin dane destê Pîlato. 2 Pîlato ji wî pirsî: “Tu yî Padşê Cihûya?” Ewî cab da: “Te xwexa got”. 3 Lê serokên kahîna, gelek tiştada şer davîtine Îsa. 4 Hingê Pîlato dîsa ji wî pirsî: “Tu naxwazî caba xwe bidî? Binihêre ewana miqabilî te çiqas tişt dibêjin”. 5 Lê Îsa îda tu cab neda, û Pîlato ser vê yekê ecêbmayî ma.
6 Wedê her cejinê, ewî li gora xwestina cimetê girtîk berdida. 7 Wê demê, merivekî bi navê Barabas tevî miqabilên din kelêda bû, çimkî wana wedê miqabilîbûnê meriv kuştibûn. 8 Cimet li hev top bû û xwest ku Pîlato anegorî wî edetê xwe, xwestina wan bîne sêrî. 9 Ewî wanra got: “Hûn dixwazin wekî ez bona we Padşê Cihûya berdim?” 10 Çimkî Pîlato zanibû ku serokên kahîna ji bo hevsûdiyê Îsa dabûne destê wî. 11 Lê serokên kahîna elalet şîret kirin, wekî bixwazin ku ew dewsa wî Barabas berde. 12 Dîsa Pîlato wanra got: “Lê ez wî, kîjanîra hûn Padşê Cihûya dibêjin, çawa bikim?” 13 Wana dîsa kire qîrîn: “Wî stûnê xe!” 14 Lê Pîlato pirsî: “Çira? Ewî çi xirabî kiriye?” Wana hê dikire qîrîn: “Wî stûnê xe!” 15 Pîlato dixwest cimetê razî ke, lema jî bona wan Barabas berda. Paşê ewî ferman da, wekî Îsa bidine ber qamçiya û wî stûnê xin.
16 Hingê eskera Îsa birin hewşa qesira welî û temamiya koma eskera top kirin. 17 Wana kinceke şîrk* lê kir, tacek ji stiriya çêkirin danîne ser serê wî, 18 û bi dengekî bilind jêra digotin: “Silav li te, ya Padşê Cihûya!” 19 Usa jî wana pê qamîş serê wî dixist, tûyî wî dikirin û diketine ser çoka û serê xwe ber wî datanîn. 20 Pey qerfkirinêra kinca şîrk ji wî êxistin, kincên wî dîsa lê kirin. Û ew birin wekî wî stûnêva mix kin. 21 Hingê Şimhûnê Kûrênî, bavê Skender û Rûfo, ji zeviyê dihat û wêderêra derbaz dibû. Wana zorê li wî kir, wekî stûna Îsa hilgire.
22 Û wana Îsa bire ciyê bi navê Golgota, çi ku tê hesabê “Ciyê Qaf”. 23 Wêderê wana şerava tev zimir* hevxistî dane wî, lê ewî venexwar. 24 Wana ew ser stûnê mix kir, û peşk avîtin, wekî kincên wî nav xweda parevekin û safî kin ku kî çi bistîne. 25 Çaxê wana ew ser stûnê mix kir, nêzîkî siheta neha* bû. 26 Û fêza serê wî, nivîsara meniya sûcdarkirina wî usa bû: “Padşê Cihûya”. 27 Du qaçax jî kêleka wî stûnê xistin, yek aliyê wîyî çepê û yê din jî aliyê wîyî rastê. 28* —— 29 Kesên ku ber wîra derbaz dibûn, ew bêhurmet dikirin, serê xwe dihejandin, û digotin: “Ne teyê paristgeh hilşanda û sê rojada çêkira. 30 De xwe xilaz ke û ji vê stûnê berjêr be!” 31 Usa jî serokên kahîna tevî qanûnzana nav xweda qerfên xwe wî dikirin û digotin: “Ewî xelq xilaz kirin, lê nikare xwe xilaz ke! 32 Bira Mesîh, Padşê Îsraêlê niha ji stûnê berjêr be, wekî em bivînin û wî bawer bikin”. Ewên ku kêleka wî ser stûna dardakirî bûn, hela hê wana jî ew bêhurmet dikir.
33 Nîvro nêzîkî siheta donzdeha* heta nêzîkî siheta sisiya,* terî kete ser rûyê vî erdî. 34 Siheta sisiya,* Îsa bi dengekî bilind kire gazî û got: “Êlî, Êlî, lama sabaxtanî?”, çi ku tê welgerandinê: “Xwedayê min, Xwedayê min, te çira ez hîştim?” 35 Hine kesên ku nêzîk sekinî bûn, ev yek bihîstin û gotin: “Binihêrin! Ew gazî Êlyas dike”. 36 Hingê kesek revî çû, lûfik nava şerava tirşda kir, pê qamîşekî bilind kir û da Îsa, wekî ew vexwe, û got: “Lê bihêlin! Em dixwazin bivînin, hela Êlyasê bê, wî bîne xwarê yan na?” 37 Lê Îsa bi dengekî bilind kire qîrîn û mir.* 38 Û perda paristgehê ji serî heta binî qelişî û bû du para. 39 Sersedê ku pêşberî Îsa sekinî bû, gava dît ku ew çawa mir, got: “Rastî jî ev meriv Kurê Xwedê bû”.
40 Wêderê hine jin jî hebûn ku dûrva dinihêrîn. Nav wanda bûn Meryema Megdelanî, Meryema diya Aqûbê Biçûk û Yûsês, û Seloma. 41 Gava Îsa li Celîlê bû, ew jin tevî wî bûn û berdestî wîra kiribûn, usa jî gelek jinên din, yên ku tevî wî hatibûne Orşelîmê, nav wanda bûn.
42 Îda berê êvar bû, û çimkî roja Hazirkirinê* bû, dêmek roja pêşiya Şemiyê,* 43 Ûsivê Arîmetyayî, yê ku Dîwana Bilinde Cihûyada endemekî xweyîqedir bû, û xwexa jî hîviya Padşatiya Xwedê bû, bi mêrxasî çû bal Pîlato û cinyazê Îsa jê xwest. 44 Lê Pîlato ecêbmayî ma, ku Îsa îda miriye. Ewî gazî sersed kir û jê pirsî hela Îsa bi rastî miriye, yan na. 45 Çaxê Pîlato ji sersed pêhesiya ku Îsa miriye, ciniyazê Îsa da Ûsiv. 46 Ewî kitanê rind kirî, ciniyazê Îsa anî xwarê, bi vî kitanî pêçand û danî nav tirba ku zinarda kolayî bû. Paşê ewî kevirekî mezin gilorî ber derê tirbê kir. 47 Lê Meryema Megdelanî û Meryema diya Yûsês, li ciyê ku ciniyazê Îsa hatibû danîn, dinihêrîn.