2 Tîmotêyo
3 Lê vê yekê bizanibe ku rojên xilaziyêda* zemanên xirab wê bên. 2 Çimkî meriv wê bibine xwehez, perehez, payîdar,* kubar, kifir, ne gura dê-bavada, bêşêkir, neamin, 3 dilsar, wê nexwazin tevî kesên din edilayêda bin, buxdanbêj, bê xwegirtin, zulmkar, wê qenciyê hez nekin, 4 nemam bin, serhişk, qure, rihetîhez, ne ku Xwedêhez, 5 wê bidine kifşê ku Xwedêra amin in, lê kirên wan wê îzbat kin, wekî ewana amin nînin. Xwe ji kesên aha dûr bigire. 6 Ji wana hinek bi fêlbazî dikevine mala û zeft dikin jinên sist, yên ku bin barê guneda nin, û pey cûre-cûre xwestina dikevin. 7 Ew jin her gav hîn dibin, lê dîsa jî tu car nagihîjine zanebûna rastiyê.
8 Çawa ku Yanîs û Yambrîs miqabilî Mûsa rabûn, usa jî ev meriv miqabilî rastiyê radibin. Hişê merivên usa xirab bûye, û Xwedê wana qebûl nake, çimkî ewana li gora rastiyê najîn. 9 Lê ewana wê pêşda neçin, çimkî bêfemtiya wan wê hemû merivara eyan be, çawa ya wan du mêra. 10 Lê te xwe li hînkirina min, rabûn-rûniştin û nêta min girtiye, usa jî te çev daye bawerî, sebir, hezkirin û teyaxa min. 11 Tu rind zanî ku ez li Entakyayê, Konyayê û Lîstrayê rastî çi zêrandin û cefa hatim. Min nava van tengasiyada sebir kir, û Xudan ez ji wan hemû tişta xilaz kirim. 12 Belê, hemû şagirtên Mesîh Îsa, yên ku dixwazin Xwedêra bi aminî xizmet kin, wê bêne zêrandinê. 13 Lê merivên xirab û xapînok wê xirabiyêda hê pêşda herin, meriva bixalifînin û xwexa jî bixalifin.
14 Lê tu berdewam ke nava van tiştada bimîne, çi ku tu hîn bûyî û çida îzbat bûyî. Çimkî tu zanî ji kê hîn bûyî, 15 û tu ji zarotiya xweda Nivîsarên Pîroz zanî, yên ku dikarin te bîlan kin, wekî bi saya baweriya xweye hindava Mesîh Îsa xilaz bî. 16 Temamiya Nivîsarên Pîroz ji bîna ber Xwedê hatine nivîsarê û kêrhatî ne bona hînkirinê, lêhilatinê, rastkirinê û şîretkirina riya rastiyêda, 17 wekî xizmetkarê Xwedê bona her şixulê qenc bi temamî hemû aliyava hazir be.