Li Gora Metta
4 Paşê, ruh Îsa bire beriyê, û ew wêderê aliyê Mîrê-cinada hate cêribandinê. 2 Îsa 40 roj û 40 şevî rojî girt, û peyra birçî bû. 3 Yê ku dicêribîne nêzîkî wî bû û jêra got: “Hergê tu kurê Xwedê yî, de bêje van kevira wekî bibine nan”. 4 Lê Îsa caba wî da: “Nivîsarên Pîrozda nivîsar e: ‘Meriv ne tenê bi nan, lê bi her xebera ku ji devê Yehowa derdikeve, dijî’”.
5 Hingê Mîrê-cina Îsa bire bajarê pîroz û ser ciyê herî bilind yê paristgehê, da sekinandinê 6 û wîra got: “Hergê tu kurê Xwedê yî, de xwe ji vir bavêje xwarê, çimkî nivîsar e: ‘Ewê bona te temiyê bide melekên xwe’, û ‘Ewana wê te ser destên xwe hilgirin, wekî nigê te kevir nekeve’”. 7 Îsa wîra got: “Usa jî nivîsar e: ‘Xwedayê xwe Yehowa necêribîne’”.
8 Paşê Mîrê-cina ew bire ser çiyakî gelek bilind, hemû padşatiyên dinyayê rûmeta wanva nîşanî wî kir 9 û wîra got: “Hergê tu ber min bikevî ser çoka û serê xwe ber min daynî, ezê van hemûya bidime te”. 10 Vê gavê Îsa wîra got: “Ji min dûr keve, Şeytan! Çimkî nivîsar e: ‘Xwedayê xwe Yehowa bihebîne û tenê wîra xizmetiya pîroz bike’”. 11 Paşî vê yekê Mîrê-cina ew hîşt çû, û melek hatin Îsara berdestî kirin.
12 Gava Îsa bihîst ku Yûhenna hatiye girtinê, çû Celîlê. 13 Paşê, ew ji Nisretê derket û çû Kepernahûma ber berê, ya ku herêma Zebûlon û Nefteliyêda ye. Ew wêderê cîwar bû, 14 seva ku ev gotina Îşaya pêxember bê sêrî: 15 “Ey Celîla mileta, welatê Zebûlonê û welatê Nefteliyê, li ser riya berbi berê, wî aliyê Ûrdunê! 16 Cimeta ku terîstanêda rûniştî ye, ronayîke mezin dît, û ser cimeta ku herêma siya mirinêda rûniştî ye, ronayê şewq da”. 17 Ji hingêva, Îsa destpêkir mizgîniyê bela ke û digot: “Tobe kin, çimkî Padşatiya ezmana nêzîk bûye”.
18 Gava Îsa ber Bera Celîlê dimeşiya, ewî du bira dîtin, Şimhûn, ku jêra Petrûs tê gotinê, û birê wî Endrawis. Wana tor davîtine berê, çimkî mesîgir bûn. 19 Ewî wanra got: “Pey min werên, û ezê we bikime mesîgirên meriva”. 20 Wana jî hema wê demê torên xwe cîda hîştin û pey wî çûn. 21 Gava Îsa ji wî cîyî hinekî pêşda çû, rastî du birên din jî hat, Aqûbê kurê Zebedî û birê wî Yûhenna. Wana tevî bavê xwe Zebedî torên xwe qeyîkêda didirûtin,* û Îsa gazî wan kir. 22 Wana jî hema wê demê qeyîk û bavê xwe hîşt û pey wî çûn.
23 Îsa temamiya Celîlê digeriya, kinîştên* wanda hîn dikir, mizgîniya Padşatiya Xwedê bela dikir û meriv ji hemû cûre êş û nexweşiya qenc dikirin. 24 Nav û dengê Îsa nav temamiya Sûryayêda bela bû. Û cimetê her cûre merivên nexweş anîne cem wî, yên ku cûre-cûre êş û cefada bûn: yên cinaketî, yên bi êpîlêpsî û şilûşet. Ewî ew hemû jî qenc kirin. 25 Gelek elalet ji Celîlê, ji Dêkapolîsê,* ji Orşelîmê, ji Cihûstanê û ji aliyê dine Çemê Ûrdunê pey wî çûn.