KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lff dersa 31
  • Çi ye Padşatiya Xwedê?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çi ye Padşatiya Xwedê?
  • Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • KÛR LÊKOLÎN KE
  • TEMAMKIRIN
  • HÊ ZÊDE PÊBIHESE
  • Çi ye Padşatiya Xwedê?
    Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
  • Padşatiya Xwedê wê Çi Bike?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Çi ye Padşatiya Xwedê?
    Mizgîniya Xwedê Seva Meriya
  • Rastiya Derheqa Padşatiya Xwedê
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2020
Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
lff dersa 31
Dersa 31. Padşê Padşatiya Xwedê, dêmek Îsa Mesîh, ber Yehowa sekinî ye.

DERSA 31

Çi ye Padşatiya Xwedê?

Ya Neşirkirî
Ya Neşirkirî
Ya Neşirkirî

Kitêba Pîrozda têma sereke, derheqa Padşatiya Xwedê ye. Xwedê wê bi saya vê Padşatiyê, nêta xweye ewlin bîne sêrî. Lê çi ye Padşatiya Xwedê? Em ji ku zanin wekî niha ew Padşatî serwêrtiyê dike? Evê Padşatiyê çi îda aniye sêrî û axiriyêda wê çi bîne sêrî? Emê cabên van pirsa vê dersêda û du dersên dinda pêbihesin.

1. Çi ye Padşatiya Xwedê û Padşê vê kê ye?

Padşatiya Xwedê ew serwêrtî ye, kîjan ku Yehowa saz kiriye. Vê Padşatiyêda Îsa ye padşa, yê ku ji ezmana serwêrtiyê dike (Metta 4:17; Yûhenna 18:36). Kitêba Pîrozda derheqa Îsa tê gotinê: “Ewê heta-hetayê padşatiyê . . . bike” (Lûqa 1:32, 33). Îsa çawa Padşê Padşatiya Xwedê, wê ser temamiya erdê serwêrtiyê bike.

2. Kê wê tevî Îsa serwêrtiyê bike?

Îsa tenê serwêrtiyê nake. Wê merivên ji “her berekê, ji her zimanî, ji her cimetê û ji her miletî . . . li ser dinyayê padşatiyê bikin” (Eyantî 5:9, 10). Yên ku tevî Îsa serwêrtiyê bikin, wê çiqas bin? Çaxê Îsa ser erdê bû, hingêda bi mîlyona meriv bûne peyçûyên wî. Lê tenê 144 000 meriv wê ser ezmana tevî Îsa serwêrtiyê bikin (Bixûne Eyantî 14:1-4.) Lê hemû Mesîhiyên ser erdê, wê bin vê Padşatiyêda bin (Zebûr 37:29).

3. Çira Padşatiya Xwedê ji serwêrtiya meriva çêtir e?

Hene serwêr kîjan ku dixwazin merivara karê bînin, lê qewata wan nagihîjê hemû tiştî usa bikin, çawa dixwazin. Serwêr têne guhastinê, û dibeke yên pey wanra xwehiz bin, û ne jî bixwazin alî meriva bikin. Lê tu kes dewsa serwêrê Padşatiya Xwedê, dêmek dewsa Îsa, wê negire, çimkî Padşatiya ku Xwedê kifş kiriye, “wê tu car kuta nebe” (Daniyêl 2:44, DT). Îsa wê ser temamiya erdê serwêrtiyê bike û wê firqiyê neke orta meriva. Ew bi hizkirin e, qenc e û heq e, û meriva hîn dike, wekî ewana jî hindava hevda usa bin (Bixûne Îşaya 11:9.)

KÛR LÊKOLÎN KE

Pêbihese ku çira Padşatiya Xwedê serwêrtiya lape baş e.

Îsa Mesîh ser textê xweyî ezmanî serwêrtiyê dike. Ewên ku pişt Îsa rûniştine, tevî wî serwêrtiyê dikin.

4. Serwêrtiya qewî wê ser temamiya dinyayê serwêrtiyê bike

Terîxiyêda qewata tu kesî serwêrtîkirinêda nagihîje qewata Îsa Mesîh. Bixûne Metta 28:18, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Çi firqî heye orta Îsa û serwêrên vê dinyayê?

Serwêr zû têne guhastinê û her yek tenê ser pareke erdê serwêrtiyê dike. Lê em çi dikarin bêjin derheqa Padşatiya Xwedê? Bixûne Daniyêl 7:14, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Çira gelek baş e ku “padşatiya [Xwedê] wê tu cara hilneşe”?

  • Çira baş e ku ew Padşatî wê ser temamiya erdê serwêrtiyê bike?

5. Serwêrtiya meriva gerekê bê guhastinê

Çira dewsa serwêrtiya meriva, gerekê Padşatiya Xwedê serwêrtiyê bike? Vêxe VÎDÊO, û paşê evê pirsê şêwir ke:

VÎDÊO: “Çi ye Padşatiya Xwedê?”; Parek (1:41)

  • Serwêrtiya meriva çi axirî aniye?

Bixûne Waîz 8:9, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Ça tu difikirî, lazim e wekî dewsa serwêrtiya meriva, Padşatiya Xwedê serwêrtiyê bike? Şiroveke.

6. Padşatiya Xwedêda serwêrên usa nin, kîjan ku halê me fem dikin

Padşê me Îsa halê me fem dike û dilê wî ser me dişewite, çimkî ew xwexa jî meriv bû (Îbranî 4:15). Xêncî vê yekê, Yehowa 144 000 merivên amin “ji her berekê, ji her zimanî, ji her cimetê û ji her miletî” bijart, wekî tevî Îsa serwêrtiyê bikin (Eyantî 5:9).

  • Tu dilbîniyê distînî ji zanebûna vê yekê, ku Îsa û yên ku tevî wî padşatiyê dikin, halê meriva fem dikin? Çira tu usa difikirî?

Mêr û usa jî jinên kifşkirî yên ku cûre-cûre wededa dijîtin.

Yehowa ji cûre-cûre mileta çawa mêr usa jî jin bijartine, wekî tevî Îsa serwêrtiyê bikin

7. Qanûnên Padşatiya Xwedê lapî baş in

Dewlet qanûna saz dikin, wekî ew qanûn bineliyên wan xwey kin. Usa jî qanûnên Padşatiya Xwedê hene, û lema jî bineliyên vê Padşatiyê gerekê wan qanûna bînin sêrî. Bixûne 1 Korintî 6:9-11, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Bi texmîna te, halê dinyayê wê çawa be çaxê hemû meriv qanûnên Xwedê biqedînin?a

  • Tu ça difikirî, ew yek bi heqî û bi bîlanî ye, ku Yehowa dixwaze wekî bineliyên Padşatiya wî qanûnên wî bînin sêrî? Şiroveke.

  • Çi dide kifşê wekî merivên ku ew qanûn nedianîn sêrî, dikarin bêne guhastinê? (Binihêre rêza 11).

Polîs erebê dide sekinandinê. Meriv rêra derbaz dibin.

Serwêrtiyên meriva bona kara bineliyên xwe qanûna saz dikin, wekî ew qanûn meriva xwey kin. Lê hemikî, qanûnên Padşatiya Xwedê diha baş û kêrhatî ne

DIBEKE HINE MERIV PIRSEKE USA BIDIN: “Çi ye Padşatiya Xwedê?”

  • Tuyê ça caba xwe bidî?

TEMAMKIRIN

Padşatiya Xwedê serwêrtiya ser ezmana ye, kîjan ku wê ser temamiya erdê serwêrtiyê bike.

Wekilandin

  • Serwêrên Padşatiya Xwedê kê ne?

  • Padşatiya Xwedê çida ji serwêrtiya meriva baştir e?

  • Yehowa ji bineliyên Padşatiya xwe çi dewa dike?

Nêt

HÊ ZÊDE PÊBIHESE

Pêbihese ku Îsa çi got derheqa vê yekê, ku Padşatiya Xwedê kîderê ye.

“Gelo Padşatiya Xwedê Dilê Merivada ne?” (Gotara ji malperê)

Çira bona Şedên Yehowa diha ferz e Padşatiya Xwedêra amin bimînin, ne ku serwêrtiya merivara?

“Padşatiya Xwedêra Amin in” (1:43)

Pêbihese ku Kitêba Pîrozda çi tê gotinê derheqa 144 000 meriva, yên ku hatine bijartinê, wekî tevî Îsa serwêrtiyê bikin.

“Kê Diçe Ser Ezmana?” (Gotara ji malperê)

Çi kulfetekê da bawerkirinê, wekî tenê Xwedê dikare halê dinyayê baş ke?

“Ez Pêhesiyam ku Neheqî wê bê Hildanê“ (“Hişyar Bin!”, Mijdar, 2011)

a Derheqa hine ji wan qanûna, wê Para 3-da bê şirovekirinê.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin