KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • fg dersa 7 pirs 1-5
  • Çi ye Padşatiya Xwedê?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çi ye Padşatiya Xwedê?
  • Mizgîniya Xwedê Seva Meriya
  • Têmên Mîna Wê
  • Çi ye Padşatiya Xwedê?
    Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
  • Çi ye Padşatiya Xwedê?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Padşatiya Xwedê wê Çi Bike?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Rastiya Derheqa Padşatiya Xwedê
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2020
Hê Zêde Binihêre
Mizgîniya Xwedê Seva Meriya
fg dersa 7 pirs 1-5

DERSA 7

Çi ye Padşatiya Xwedê?

1. Çi tê hesabê Padşatiya Xwedê?

Padşatiya Xwedê li ezmênda; 2. Îsa yê kotî qenc dike

Çi eyan dike, ku Îsa Mesîh padşakî gelek baş e? MARQOS 1:40-42

Padşatiya Xwedê ev heye serwêrtî, yê ku li ser ezmana ye. Ew wê dewsa hemû padşatiyên dinyayê bê kifşkirinê. Bi saya vê Padşatiyê, Xwedê qirara xwe ça li ser ezmana usa jî li ser erdê wê biqedîne. Ev yek rastî jî mizgînîke gele baş e. Zûtirekê Padşatiya Xwedê wê însanetêra ewê yekê bide, çi ku wanara gelek lazim e, ev heye serwêrtiya baş. Padşatiya Xwedê nava hemû meriya wê bike edilayî û yektî. Bixûne Daniyêl 2:44; Metta 6:9, 10; 24:14.

Di her padşatîkêda gerekê padşa hebe. Xwedê di padşatiya xweda, kurê xwe Îsa Mesîh kifş kir ça padşa. Bixûne Eyantî 11:15.

Binihêre vîdêo Çira em dikarin bawer kin, ku Îsa Mesîh padşakî gele baş e?

2. Çira em dikarin bawer kin, ku Îsa Mesîh padşakî gele baş e?

Îsa Mesîh padşakî gele baş e, çimkî ew dilrem e û ew xwe miqîm li rastiyê digire (Metta 11:28-30). Usa jî qewata wî digihîjê ku alî meriya bike. Ew wê ji ezmana li ser temamiya dinyayê serkartiyê bike. Çaxê Îsa Mesîh hate saxkirinê, ew vegeriya li ezmana û kêleka Xwedêye rastê rûnişt, ku hîviya wî wedeyî be, kengê ku ew li ser text rûnê (Îbranî 10:12, 13). Paşwextiyê Yahowa Xwedê qewat da Îsa, ku ew destpêke serkartiyê bike. Bixûne Daniyêl 7:13, 14.

3. Kî wê tevî Îsa Mesîh serkartiyê bikin?

Komeke meriya, ku têne navkirinê yên “pîroz” dêmek yên bijartî, wê tevî Îsa Mesîh li ezmana serkartiyê bikin (Daniyêl 7:27). Ev meriyên pîroz pêşiyê ji şagirtên Îsaye amin hatine bijartinê, li ser kîjana şandî dihate gotinê. Ji wî çaxî destpêbûyî heta îro Yahowa Xwedê kifş dike mêrên û jinên amin, ku bibine pîroz û bijartî. Ewana jî mîna Îsa Mesîh wê bêne saxkirinê ça kesên ruhanî. Bixûne Yûhenna 14:1-3; 1 Korintî 15:42-44.

Lê çiqas merî wê herine li ezmana? Îsa Mesîh li ser wan “keriyê pêzî biçûk” got (Lûqa 12:32). Ew kî wê tevî Îsa Mesîh li ser erdêra serkartiyê bikin, bi temamî wê 144 000 meriv bin. Bixûne Eyantî 14:1.

4. Çi qewimî çaxê Îsa Mesîh bû padşa?

Hînbûna Kitêba Pîroz

Padşatiya Xwedê di sala 1914-da destpêkir padşatiyê bikea. Çaxê Îsa Mesîh bû padşa, ewî pêşiyê Şeytan û cin avîtine li ser erdê. Wî çaxî Şeytan gelekî hêrs ket û destpêkir kul-derda bîne li ser erdê (Eyantî 12:7-10, 12). Paşî van yeka, li ser erdê kul-derd zêde bûn. Şer, xelayî-celayî, nexweşî û erdhej, eva hemû tişt “nîşan” in ku zûtirekê Padşatiya Xwedê wê bikeve nav şixulêd ser erdê. Bixûne Lûqa 21:7, 10, 11, 31.

5. Çi dike Padşatiya Xwedê îro û çi wê bike li axiriyê?

Bi saya şixulê dannasînkirina hemdinyayê, Padşatiya Xwedê elaleteke mezin ji hemû mileta û cimeta dike yek. Bi mîlyona meriyên milûk, dibine bineliyên vê padşatiyê. Çaxê Padşatiya Xwedê qira vê dinya xirab bîne, ew wê hemû bineliyên xwe xwey ke. Lema jî her kes kî ku dixwaze ji Padşatiya Xwedê karê bistîne, gerekê hîn be wekî bibe bineliyê guhdar. Bixûne Eyantî 7:9, 14, 16, 17.

Padşatiya Xwedê li ser erdê cinetê

Nava 1 000 saliya padşatiyê, Padşatiya Xwedê wê qirara wîye pêşin derheqa însanetê bîne serî. Erd temam wê bibe cinet. Xilaziyê, Îsa Mesîh padşatiyê wê paşda bide destê Bavê xwe (1 Korintî 15:24-26). Ji nava nasên xwe teyê kêra derheqa Padşatiya Xwedê bixwesta bigota? Bixûne Zebûr 37:10, 11, 29.

Bona hê zêde elametî, binihêre kitêba “Çi hîn dike Kitêba Pîroz?” serê 8 û 9.

a Seva ku pêbihesî, ça Kitêba Pîroz pêxembertiyê dike derheqa sala 1914, binihêre kitêba “Çi hîn dike Kitêba Pîroz?” li ser elametiyên başqe, navê kîjanî ku usa ne “Pêxembertiya Kitêba Pîroz, derheqa sala 1914, gelek ferz e”.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin