DERSA 31
Çi ye Padşatiya Xwedê?
Kitêba Pîrozda têma sereke, derheqa Padşatiya Xwedê ye. Xwedê wê bi saya vê Padşatiyê, nêta xweye ewlin bîne sêrî. Lê çi ye Padşatiya Xwedê? Em ji ku zanin wekî niha ew Padşatî serwêrtiyê dike? Evê Padşatiyê çi îda aniye sêrî û axiriyêda wê çi bîne sêrî? Emê cabên van pirsa vê dersêda û du dersên dinda pêbihesin.
1. Çi ye Padşatiya Xwedê û Padşê vê kê ye?
Padşatiya Xwedê ew serwêrtî ye, kîjan ku Yehowa saz kiriye. Vê Padşatiyêda Îsa ye padşa, yê ku ji ezmana serwêrtiyê dike (Metta 4:17; Yûhenna 18:36). Kitêba Pîrozda derheqa Îsa tê gotinê: “Ewê heta-hetayê padşatiyê . . . bike” (Lûqa 1:32, 33). Îsa çawa Padşê Padşatiya Xwedê, wê ser temamiya erdê serwêrtiyê bike.
2. Kê wê tevî Îsa serwêrtiyê bike?
Îsa tenê serwêrtiyê nake. Wê merivên ji “her berekê, ji her zimanî, ji her cimetê û ji her miletî . . . li ser dinyayê padşatiyê bikin” (Eyantî 5:9, 10). Yên ku tevî Îsa serwêrtiyê bikin, wê çiqas bin? Çaxê Îsa ser erdê bû, hingêda bi mîlyona meriv bûne peyçûyên wî. Lê tenê 144 000 meriv wê ser ezmana tevî Îsa serwêrtiyê bikin (Bixûne Eyantî 14:1-4.) Lê hemû Mesîhiyên ser erdê, wê bin vê Padşatiyêda bin (Zebûr 37:29).
3. Çira Padşatiya Xwedê ji serwêrtiya meriva çêtir e?
Hene serwêr kîjan ku dixwazin merivara karê bînin, lê qewata wan nagihîjê hemû tiştî usa bikin, çawa dixwazin. Serwêr têne guhastinê, û dibeke yên pey wanra xwehiz bin, û ne jî bixwazin alî meriva bikin. Lê tu kes dewsa serwêrê Padşatiya Xwedê, dêmek dewsa Îsa, wê negire, çimkî Padşatiya ku Xwedê kifş kiriye, “wê tu car kuta nebe” (Daniyêl 2:44, DT). Îsa wê ser temamiya erdê serwêrtiyê bike û wê firqiyê neke orta meriva. Ew bi hizkirin e, qenc e û heq e, û meriva hîn dike, wekî ewana jî hindava hevda usa bin (Bixûne Îşaya 11:9.)
KÛR LÊKOLÎN KE
Pêbihese ku çira Padşatiya Xwedê serwêrtiya lape baş e.
4. Serwêrtiya qewî wê ser temamiya dinyayê serwêrtiyê bike
Terîxiyêda qewata tu kesî serwêrtîkirinêda nagihîje qewata Îsa Mesîh. Bixûne Metta 28:18, û paşê evê pirsê şêwir ke:
Çi firqî heye orta Îsa û serwêrên vê dinyayê?
Serwêr zû têne guhastinê û her yek tenê ser pareke erdê serwêrtiyê dike. Lê em çi dikarin bêjin derheqa Padşatiya Xwedê? Bixûne Daniyêl 7:14, û paşê van pirsa şêwir ke:
Çira gelek baş e ku “padşatiya [Xwedê] wê tu cara hilneşe”?
Çira baş e ku ew Padşatî wê ser temamiya erdê serwêrtiyê bike?
5. Serwêrtiya meriva gerekê bê guhastinê
Çira dewsa serwêrtiya meriva, gerekê Padşatiya Xwedê serwêrtiyê bike? Vêxe VÎDÊO, û paşê evê pirsê şêwir ke:
Serwêrtiya meriva çi axirî aniye?
Bixûne Waîz 8:9, û paşê evê pirsê şêwir ke:
Ça tu difikirî, lazim e wekî dewsa serwêrtiya meriva, Padşatiya Xwedê serwêrtiyê bike? Şiroveke.
6. Padşatiya Xwedêda serwêrên usa nin, kîjan ku halê me fem dikin
Padşê me Îsa halê me fem dike û dilê wî ser me dişewite, çimkî ew xwexa jî meriv bû (Îbranî 4:15). Xêncî vê yekê, Yehowa 144 000 merivên amin “ji her berekê, ji her zimanî, ji her cimetê û ji her miletî” bijart, wekî tevî Îsa serwêrtiyê bikin (Eyantî 5:9).
Tu dilbîniyê distînî ji zanebûna vê yekê, ku Îsa û yên ku tevî wî padşatiyê dikin, halê meriva fem dikin? Çira tu usa difikirî?
Yehowa ji cûre-cûre mileta çawa mêr usa jî jin bijartine, wekî tevî Îsa serwêrtiyê bikin
7. Qanûnên Padşatiya Xwedê lapî baş in
Dewlet qanûna saz dikin, wekî ew qanûn bineliyên wan xwey kin. Usa jî qanûnên Padşatiya Xwedê hene, û lema jî bineliyên vê Padşatiyê gerekê wan qanûna bînin sêrî. Bixûne 1 Korintî 6:9-11, û paşê van pirsa şêwir ke:
Bi texmîna te, halê dinyayê wê çawa be çaxê hemû meriv qanûnên Xwedê biqedînin?a
Tu ça difikirî, ew yek bi heqî û bi bîlanî ye, ku Yehowa dixwaze wekî bineliyên Padşatiya wî qanûnên wî bînin sêrî? Şiroveke.
Çi dide kifşê wekî merivên ku ew qanûn nedianîn sêrî, dikarin bêne guhastinê? (Binihêre rêza 11).
Serwêrtiyên meriva bona kara bineliyên xwe qanûna saz dikin, wekî ew qanûn meriva xwey kin. Lê hemikî, qanûnên Padşatiya Xwedê diha baş û kêrhatî ne
DIBEKE HINE MERIV PIRSEKE USA BIDIN: “Çi ye Padşatiya Xwedê?”
Tuyê ça caba xwe bidî?
TEMAMKIRIN
Padşatiya Xwedê serwêrtiya ser ezmana ye, kîjan ku wê ser temamiya erdê serwêrtiyê bike.
Wekilandin
Serwêrên Padşatiya Xwedê kê ne?
Padşatiya Xwedê çida ji serwêrtiya meriva baştir e?
Yehowa ji bineliyên Padşatiya xwe çi dewa dike?
HÊ ZÊDE PÊBIHESE
Pêbihese ku Îsa çi got derheqa vê yekê, ku Padşatiya Xwedê kîderê ye.
“Gelo Padşatiya Xwedê Dilê Merivada ne?” (Gotara ji malperê)
Çira bona Şedên Yehowa diha ferz e Padşatiya Xwedêra amin bimînin, ne ku serwêrtiya merivara?
Pêbihese ku Kitêba Pîrozda çi tê gotinê derheqa 144 000 meriva, yên ku hatine bijartinê, wekî tevî Îsa serwêrtiyê bikin.
Çi kulfetekê da bawerkirinê, wekî tenê Xwedê dikare halê dinyayê baş ke?
“Ez Pêhesiyam ku Neheqî wê bê Hildanê“ (“Hişyar Bin!”, Mijdar, 2011)