KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • wp20 № 1 rûp. 12-13
  • Rastiya Derheqa Padşatiya Xwedê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Rastiya Derheqa Padşatiya Xwedê
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2020
  • Têmên Mîna Wê
  • Çi ye Padşatiya Xwedê?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2020
  • Çi ye Padşatiya Xwedê?
    Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
  • Kitêba Pîroz Çi Dibêje?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2016
  • Gelo Padşatiya Xwedê Dilê Merivada ne?
    Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2020
wp20 № 1 rûp. 12-13
Erd ji kosmosê, û şewqa tevê

Rastiya Derheqa Padşatiya Xwedê

Îsa şagirtên xwe hîn dikir dua bikin: “Bavê meyî ezmana! Navê te pîroz be, Padşatiya te bê, emirê te be, çawa li ezmên, usa jî li ser erdê” (Metta 6:9, 10). Çi ye Padşatiya Xwedê? Ew çi dike? Û çima em gerekê derheqa vê Padşatiyê dua bikin?

Îsa Padşê Padşatiya Xwedê ye.

Lûqa 1:31-33: “Navê wî Îsa daynî. Ewê mezin be û Kurê Yê Herî Jorin wê bê gotinê. Û Xudan Xwedê wê textê bavê wî Dawid bide wî. Ewê heta-hetayê padşatiyê ser mala Aqûb bike û xilaziya Padşatiya wî wê tunebe”.

Padşatî, têma sereke bû ya dannasînkirina Îsa.

Metta 9:35: “Îsa hemû gund û bajara digeriya, kinîştêd wanda hîn dikir, Mizgîniya Padşatiyê dannasîn dikir û li nav cimetê hemû cûre nexweşî qenc dikirin”.

Îsa nîşan da şagirtên xwe, wekî alî wan bike ku têderxin ew Padşatî wê çi çax bê.

Metta 24:7: “Miletê rabe li ser milet, padşatî li ser padşatiyê, cî-ciya wê xelayî-celayê û erdhejê bibin”.

Niha şagirtên Îsa dikarin li temamiya dinyayê derheqa vê Padşatiyê dannasîn kin.

Metta 24:14: “Û ev Mizgîniya Padşatiyê wê li nav temamiya dinyayê bê dannasînkirinê, ku hemû miletara bibe şedetî û hingê xilazî wê bê”.

Padşatiya Xwedê Rêalî ye

Kîderê ye. Padşatiya Xwedê serwêrtiya rêalî ye, û Xwedê ew li ezmên kifş kiriye (DANIYÊL 2:44; METTA 4:17).

Nêt. Padşatiya Xwedê wê erdê bike cinet, kîderê ku hemû meriv wê di edilayêda bijîn, nexweşî û mirin jî wê tune be (ZEBÛR 37:11, 29).

Serwêr. Xwedê Îsa kifş kiriye ça Padşa li ezmên ku ew tevî 144 000, yên ku ji erdê hatine hildanê, serwêrtiyê bike (LÛQA 1:30-33; 12:32; EYANTÎ 14:1, 3).

Binelî. Bineliyên vê Padşatiyê wê li ser erdê bijîn, bi hazirbûn wê gura serwêrtiya Îsada bin û gura qanûnên Padşatiya wîda bin (METTA 7:21).

Çira Îsa wê Serwêrekî Baş be, bona Însanetê

Çaxê Îsa li ser erdê bû, ewî îzbat kir, wekî wê serwêrekî rem be, çimkî ewî

  • Bona kesîba xem dikir (LÛQA 14:13, 14).

  • Mixenetî û neheqî nefret dikir (METTA 21:12, 13).

  • Qewata tebyetê kontrol dikir (MARQOS 4:39).

  • Bi hezara meriva têr dikir (METTA 14:19-21).

  • Dilremî dida kifşê hindava nexweşa û ewana qenc dikirin (METTA 8:16).

  • Mirî ji mirinê radikir (YÛHENNA 11:43, 44).

Çawa Padşatiya Xwedê, Dikare Îda Nihada Karê Tera Bîne

Tu dikarî îda nihada bi jîyîneke bextewar bijîyî, hergê bibî bineliyê Padşatiya Xwedê. Bineliyên vê Padşatiyê

  • “Tevî hemûya edil” in (ÎBRANÎ 12:14).

  • Lezetê distînin ji edilayî û yektiya malbetêda, çimkî hevalzewac hevdu hiz dikin û qedirê hev digirin (EFESÎ 5:22, 23, 33).

  • Jîyîna wan bextewar e, çimkî ewana hewcên xweye ruhanî têderdixin (METTA 5:3).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin