KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • ijwbq gotar 79
  • Gelo Padşatiya Xwedê Dilê Merivada ne?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Gelo Padşatiya Xwedê Dilê Merivada ne?
  • Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Caba Kitêba Pîroz
  • Rastiya Derheqa Padşatiya Xwedê
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2020
  • Çi ye Padşatiya Xwedê?
    Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
  • Kitêba Pîroz Çi Dibêje?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2016
  • Çi ye Padşatiya Xwedê?
    Mizgîniya Xwedê Seva Meriya
Hê Zêde Binihêre
Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
ijwbq gotar 79
Naqewime ku Padşatiya Xwedê bedena fîzîkîda be

Gelo Padşatiya Xwedê Dilê Merivada ne?

Caba Kitêba Pîroz

Na, Padşatiya Xwedê dilê merivada nîne.a Kitêba Pîroz dibêje ku ew padşatiya ezmana ye û şirovedike ku bi rastî ew kîderê ye (Metta 4:17). Were em şêwir kin, ku ça Kitêba Pîroz dide kifşê, wekî ew padşatî rêalî ye, kîjan ku ji ezmên serwêrtiyê dike.

  • Padşatiya Xwedêda hene serwêr, binelî û qanûn. Û îzina vê Padşatiyê heye, wekî qirara Xwedê ser ezmana û ser erdê hîmlî ke (Metta 6:10; Eyantî 5:10).

  • Serwêrtiya Xwedê, yanê Padşatiya Xwedê wê ser cimet, “milet û kesên ji her zimana” serwêrtiyê bike (Daniyêl 7:13, 14). Ne ku bineliya serwêr kifşkirine, lê Xwedê ewana kifş kirine (Zebûr 2:4-6; Îşaya 9:7).

  • Îsa şandiyên xweye aminra got, wekî ewana Padşatiya ezmênda wê tevî wî “ser kursiya rûnên” (Lûqa 22:28, 30).

  • Dijminên vê Padşatiyê hene û ewê wana kuta ke (Zebûr 2:1, 2, 8, 9; 110:1, 2; 1 Korintî 15:25, 26).

Kitêba Pîroz hîn nake ku Padşatiya Xwedê dilê merivada ne û bi saya dil serwêrtiyê dike. Lê ew dide kifşê ku “xebera Padşatiyê” yanê “Mizgîniya Padşatiyê”, dikare û gerekê ser dilê meriva hukum ke (Metta 13:19; 24:14).

Çi tê hesabê “Padşatiya Xwedê hindurê weda ye”?

Hine welgerandinên kitêba Lûqa 17:21, meriya dixalifînin vê yekêda, ku Padşatiya Xwedê bi rastî kîderê ye. Mesele welgerandina “Vêrsîa Aqûbê Padşa” ya ser zimanê Înglîzî usa dibêje: “Padşatiya Xwedê hindurê weda ye”. Seva ku evê rêzê rind fem kin, were em dîna xwe bidin kontêksta vê.

Hine serwêrên rêlîgî, yên ku miqabilî Îsa bûn

Padşatiya Xwedê dilê neyarên Îsada nîbû, yên ku dixwestin wî bikujin

Ew gilî Îsa Fêrisiyara got, dêmek serwêrên rêlîgiyayêra, yên ku miqabilî wî derdiketin û her tişt dikirin, wekî ew bê kuştinê (Metta 12:14; Lûqa 17:20). Gelo bi logîkî ye bifikirin, wekî Padşatiya Xwedê dilê wan miqabilada bû? Îsa gote wan: “Hindurva hûn durû ne û neheq in” (Metta 23:27, 28).

Welgerandinên dinda giliyê Îsaye ji Lûqa 17:21 diha zelal in: “Padşatiya Xwedê nava weda ye” (Welgerandina Mizgînî). Padşatiya ezmana bi vê nêtê “nava” Fêrisiyada bû, ku Îsa Padşê aliyê Xwedêda kifşkirî, ber wan sekinî bû (Lûqa 1:32, 33).

a Gelek rêlîgiya, hîn dikin wekî Padşatiya Xwedê dilê merivada ne. Li gora baweriya babtîsta Padşatiya Xwedê parek e “kîjan ku dil û jîyîna merivada ne”. Bavê Romê, Bênêdîktê XVI kitêba xweda ya bi navê “Îsayê ji Nisretê”, usa nivîsî: “Padşatiya Xwedê bi saya dilê guhdar tê”.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin