Kitêba Pîroz Çi Dibêje?
Hûn çi difikirin, Padşatiya Xwedê heye?
HINEK MERIV BAWER DIKIN ku Padşatiya Xwedê heye. Lê hinek jî derheqa vê yekê cûre-cûre tişt zanin. Lê hûn çi difikirin, Padşatiya Xwedê heye? Û hergê heye, wî çaxî kara me çi ye?
KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE?
“Xwedayê ezmana wê kifş bike padşatîke ku tu car kuta nabe. . . . Ew wê ewan hemû padşatiya [meriva] bipişirîne û kuta ke” (Danyêl 2:44, DT). Padşatiya Xwedê tişteke rêalî ye.
DÎSA ÇI EM PÊDIHESIN JI KITÊBA PÎROZ?
- Padşatiya Xwedê ji ezmana serwêrtiyê dike. (Metta 10:7; Lûqa 10:9). 
- Xwedê bi saya vê Padşatiyê, tîne sêrî qirara xwe him li ser ezmana û him jî ser erdê (Metta 6:10). 
Gelo Padşatiya Xwedê wê bê?
HÛNÊ ÇI BÊJIN?
- Tu kes nizane 
- Zûtirekê wê bê 
- Tu car neyê 
KITÊBA PÎROZ DIBÊJE:
“Ev Mizgîniya Padşatiyê wê li nav temamiya dinyayê bê dannasînkirinê, ku hemû miletara bibe şedetî û hingê xilazî wê bê” (Metta 24:14). Çaxê mizgîniya xêrê wê li nav temamiya dinyayê bê belakirinê, hingê Padşatiya Xwedê wê evê dinya zulm kuta ke.
DÎSA ÇI EM DIKARIN PÊBIHESIN JI KITÊBA PÎROZ?
- Tu kes nizane ku Padşatiya Xwedê wê çi çax bê (Metta 24:36). 
- Li gora pêxembertiya Kitêba Pîroz, Padşatiya Xwedê zûtirekê wê bê (Metta 24:3, 7, 12).