Îbraniyara
13 Berdewam kin çawa bira hev hez bikin. 2 Mêvanheziyê* bîr nekin, çimkî bi vê yekê hineka melek ça mêvan qebûl kiribûn, lê nizanibûn. 3 Kesên ku kelêda nin bînin bîra xwe, ça bêjî hûn jî tevî wan girtî ne. Usa jî kesên ku xirabî li wan tê kirinê bînin bîra xwe, ça bêjî hûn jî mîna wan rastî xirabiyê tên.* 4 Bira her kes qedirê zewacê bigire, û bira jin û mêr hevdura amin bimînin.* Çimkî Xwedê wê dîwana zinêkara û qava bike. 5 Perehez nîbin, lê destê weda çiqas heye, razî bin, çimkî Xwedê gotiye: “Ezê tu car te nehêlim, û ezê tu car te bernedim”. 6 Lema em dikarin bê şik bêjin: “Yehowa piştovanê min e, ezê netirsim. Merivê çi li min bike?”
7 Kesên ku nav weda rêberiyê we dikin, yên ku xebera Xwedê wera gotine, bînin bîra xwe. Dîna xwe bidine axiriya kirên wan û çev bidine baweriya wan.
8 Îsa Mesîh duhu, îro û heta-hetayê yek e.
9 Bira cûre-cûre hînkirinên xerîb we ji rê dernexin. Bira em dilê xwe bi hezkirina Xwedê qewî kin, ne ku bi xwarinê,* çimkî ev xwarin karê nade wan meriva, yên ku bi zêdeyî xwarinê ferz hesab dikin.
10 Qurbangeheke me heye, û îzina kesên ku konda xizmetiya pîroz dikin, tune ye, wekî tiştên ku ser têne qurbankirinê, bixwin. 11 Çimkî kahînê mezin xûna heywana dibe ciyê pîroz,* çawa pêşkêşa seva gune, lê cendekê wan ji zomê der têne derxistinê û şewitandinê. 12 Lema Îsa jî ji bajêr der* cefa kişand, seva ku bi xûna xwe cimetê pîroz ke. 13 De werên em ji zomê der herin bal wî, û mîna wî bêne bêhurmetkirinê. 14 Çimkî vira bajarekî me, yê ku wê timê bimîne, tune ye. Lê em hizreta vî bajarî ne, yê ku wê bê. 15 Werên em bi saya Îsa hertim pesinê Xwedê bidin. Qurbana me bona Xwedê ew e, ku em bi devê xwe merivên dinra besa navê wî dikin. 16 Xêncî wê yekê, bîr nekin qenciyê bikin û tiştên ku bal we hene, tevî merivên din parevekin, çimkî qurbanên usa li Xwedê xweş tên.
17 Guh bidine kesên ku nav weda rêberiyê hildidin ser xwe, û gura wanda bin. Çimkî ewana hertim bona we xem dikin, û wê bona we hesab bidin. Usa bikin ku ewana vê yekê ne bi ofe-ofê, lê bi şabûn bikin. Hergê hûn usa nekin, ev yek wê ziyanê bide we.
18 Hertim bona me dua bikin. Çimkî em zanin ku îsafa me temiz e,* û em dixwazin her tiştîda rast û helal bin. 19 Lê îlahî ji we reca dikim ku hûn dua bikin, wekî ez hê zû vegerim bal we.
20 Bira Xwedayê edilayê, yê ku şivanê mezinî pêz, dêmek Xudanê me Îsa, tevî xûna peymana her-heyî ji mirinê rakiriye, 21 her tiştê ku wera lazim e, bide we, wekî hûn qirara wî bînin sêrî. Ew pê Îsa Mesîh dilê me qewî dike, wekî tiştên ku li wî xweş tên, em bikin. Bira Xwedêra heta-hetayê rûmet bê dayînê! Amîn.
22 Îja birano, ez ji we reca dikim ku hûn bi sebir guh bidine van giliya, kîjan ku dila qewî dikin, çimkî min wera nemeke kin nivîsî. 23 Ez dixwazim hûn bizanibin wekî birê me Tîmotêyo hatiye berdanê. Hergê ew zûtirekê bê, emê tevayî bêne bal we.
24 Silavên min bidine wan hemûya, yên ku nav weda rêberiyê hildidine ser xwe, û hemû pîroza. Birên ji Îtalyayê we silav dikin.
25 Bira kerema mezin tevî we hemûya be.