Nema Aqûb
3 Birano, gelek ji we bira nebine dersdar, çimkî hûn zanin wê dîwana me dersdara hê giran be. 2 Em gişk jî gelek cara şaşiya dikin. Hergê kesek bi zimanê xwe şaşiya nake, ew merivekî bêqisûr e û dikare temamiya bedena xwe jî zeft ke. 3 Gava em gemê davêjine devê hespê, wekî ew tesmîlî me be, em serwêrtiyê temamiya bedena hespê dikin. 4 Hela derheqa gemiya jî bifikirin: Gemî çiqas mezin in û bi bayên qayîm têne kişandinê jî, yeke gemîvan pê bêrikên biçûk gemiyê dibe wêderê, kîderê dixwaze.
5 Usa jî ziman, rast e ew endemekî bedenêye biçûk e, lê bi gotinên mezin payê xwe dide. Bifikirin ku agirekî çiqas biçûk jî dikare mêşekî mezin bişewitîne! 6 Ziman jî mîna agir e. Ew nav endemên bedena meda, kaniya xirabiyê ye, çimkî ew temamiya bedenê mirdar dike û temamiya jîyîna meriv dişewitîne, û agirê wê ji Gêhênayê ye.* 7 Hemû cûre heywanên çolê, teyrede, şûlikiyên erdê û heywanên berê dikarin bêne zeftkirinê û aliyê merivada têne zeftkirinê. 8 Lê ziman, tu meriv nikare zeft ke. Tu kes zimanê xwe nikare, ev zirarê dide û bi jera mirinê tije ye. 9 Em bi zimanê xwe pesinê Bavê xwe Yehowa didin, û hema bi vî zimanî jî em nifira wan meriva dikin, yên ku “sûretê Xwedêda” hatine efirandinê. 10 Hema ji vî devî him dua, him jî nifir derdikeve.
Birano, gerekê usa nîbe. 11 Gelo qe ji kanîkê him ava şîrin, him jî ava tel derdikeve? 12 Birano, qe dara hêjîrê dikare zeytûna bide, yan jî kola tiriyê hêjîra bide? Yan jî, qe ji kaniya ava şor, ava şîrin dikare derkeve?
13 Nav weda kî bîlan û femkar e? Bira ew bi rabûn-rûniştina xweye baş bide kifşê, ku ew her tiştî bi milûktî* dike, çi ku ji bîlaniyê tê. 14 Lê hergê dilê weda hevsûdî û hevrikî heye,* îda pê bîlaniya xwe payê xwe nedin û derewa nekin.* 15 Bîlaniya usa ne ku ji Xwedê tê, lê ji dinyayê, ji kesên ku li gora bedena xwe hereket dikin, û ji cina tê. 16 Kîderê hevsûdî û hevrikî hebe, wêderê bêterbetî û hemû cûre xirabî heye.
17 Lê bîlaniya ji Xwedê berê pêşin paqij e, paşê edilayîhez e, berbihêr e, bona guhdarîkirinê hazir e, bi dilremiyê û kirên qenc* tije ye, firqiyê nake û durû nîne. 18 Xêncî vê yekê, çaxê toximê rastiyê tê çandinê wêderê kîderê edilayî heye, ew wanra ber tîne, yên ku edilayê çêdikin.