KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w20 Adar rûp. 18-23
  • Kengê ye Wextê Xeberdanê?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Kengê ye Wextê Xeberdanê?
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2020
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • KENGÊ EM GEREKÊ XEBER DIN?
  • KENGÊ LAZIM E EM XWE KER KIN
  • GELO YEHOWARA YEKE EM ÇI XEBER DIDIN?
  • Abîgaîl Û Dawid
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Zimanê Xwe bona Qenciyê Bidine Xebatê
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • “Bira Femkariya Te Pîroz be”
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2017
  • Îtbariya Xwe Xûşk-Bira Bîne
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2022
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2020
w20 Adar rûp. 18-23

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 12

Kengê ye Wextê Xeberdanê?

“Wexta hişbûnê heye û wexta gotinê heye” (WAÎZ 3:7).

KILAMA 124 Timê Amin in

VÊ GOTARÊDAa

1. Waîz 3:7 me çi hîn dike?

HINEK ji me hiz dikin gelek xeber din, hinek jî hiz dikin kêm xeber din. Rêza sereke ya vê gotarê dide kifşê, ku wextê xeberdanê heye û wextê hişbûnê. (Bixûne Waîz 3:7.) Dibeke em ser hine xûşk-bira fikirîne, ku xwezil ewana hê zêde xeber din, ser hinekên din jî fikirîne ku xwezil kêm xeber din.

2. Kê prînsîpa datîne ku em kengê û ça gerekê xeber din?

2 Ziman, dêmek xeberdan, ew heye pêşkêşa ji Yehowa (Derk. 4:10, 11; Eyan. 4:11). Ew bi saya Xebera xwe alî me dike, ku hîn bin ça evê pêşkêşê rast bidine xebatê. Vê gotarêda, emê şêwir kin meselên ji Kitêba Pîroz, kîjan ku wê alî me bikin wekî em bizanibin kengê xeber din û kengê lazim e xwe ker kin. Emê usa jî pêbihesin, wekî Yehowa ça dinihêre ser vê yekê, ku em tevî meriva çi û ça xeber didin. Pêşiyê were şêwir kin, hela kengê wextê xeberdanê ye.

KENGÊ EM GEREKÊ XEBER DIN?

3. Li gora Romayî 10:14, kengê wextê xeberdanê ye?

3 Em gerekê her gav hazir bin derheqa Yehowa û Padşatiya wî xeber din (Met. 24:14; bixûne Romayî 10:14.) Usa emê çev bidine Îsa. Menîk ku çira Îsa hate ser erdê, ew bû, wekî derheqa Bavê xwe rastiyê hîn ke (Yûhn. 18:37). Lê em gerekê bîr nekin, wekî usa jî ferz e ku em ça xeber didin. Lema jî çaxê em tevî meriva derheqa Yehowa xeber didin, em gerekê bi nermî û bi milûktiyê xeber din. Usa jî em gerekê fikirên meriva hildin hesab û qedirê baweriya wan bigirin (1 Pet. 3:15). Hingê emê ne ku tenê xeber din, lê wana hîn kin û dibeke rastiyê bigihînine dilê wan.

KENGÊ WEXTÊ XEBERDANÊ YE

  • Çaxê tevî meriva derheqa Yehowa xeber didin. Vê yekê bi nermî bikin û qedirê baweriya wan bigirin (abzasa 3)

  • Çaxê divînin ku kesek dikare şaşiya mezin bike

  • Rûspî bi sebir û serwaxtî şîreta didin gava lazim e

Du xûşk dikanêda kinca dinihêrin. Yek ji wana ya dindra dibêje wekî dêre ku ew dixwaze bikire, kin e û necayîz e.

(Binihêre abzasa 8)b

Rûspî pê Kitêba Pîroz birakî cahilra derheqa temizayê şîretê dide, çimkî mala wî tevhev e.

(Binihêre abzasa 4, 9)c

4. Li gora Metelok 9:9, em ça dikarin pê xeberdana xwe alî meriva bikin?

4 Hergê xûşk yan birakîra şîret lazim e, rûspî gerekê xwe paş nexin şîretê bidin. Lê hemikî ewana bona vê yekê wê wedê rast bijbêrin, seva ew şermî nebe. Dibeke ewana wê hîviyê bin, wekî dor-berê wan kesek tune be, seva başqe wîra xeber din. Rûspî her gav gerekê usa xeber din, wekî qedirê tu kesî neêxin. Lê ew yek rê wana nagire ku prînsîpên ji Kitêba Pîroz wanra nîşan kin, bi alîkariya kîjana ewana wê bikaribin her tiştî bi bîlanî bikin. (Bixûne Metelok 9:9.) Lê çira usa ferz e wekî mêrxasiya me hebe, seva çaxê lazim e xeber din? Were em du mesela şêwir kin, ku ji hev cude dibin, ya pêşiyê, çaxê bav gerekê kurên xwe şîret kira, ya duda çaxê jinikekê gerekê wîra, yê ku axiriyêda wê bibûya padşa, bigota, ku ewî safîkirina nerast kiriye.

5. Çira em dikarin bêjin, wekî Elî Serekkahîn xwe ker kir, û ça lazim bû kurên xwe şîret nekir?

5 Du kurên Elî Serekkahîn hebûn, kîjana ewî hiz dikir. Lê kurên wî hurmet nedidan Yehowa. Ewana konê pîrozda ça kahîn xizmet dikirin, çi ku şixuleke gelek ferz bû. Lê wana hukumê xwe xirabiyêda didane xebatê. Wana qurbanên ku cimetê bona Yehowa dianîn, bêhurmet dikirin û eşkere bêşermî bênamûsî dikirin (1 Sam. 2:12-17, 22). Li gora Qanûna Mûsa, kurên Elî hêjayî mirinê bûn, lê Elî tenê bi nermî wana şîret kir û hîşt, wekî ewana dîsa konda xizmet kin (Qan. Dcr. 21:18-21). Lê Yehowa ça nihêrî ser vê yekê? Ewî gote Elî: “Çima tu ji min zêdetir hurmetê didî kurên xwe?” Paşê Yehowa got ku ew du kurên wîyî xirab wê bimirin (1 Sam. 2:29, 34, DT).

6. Em ji Elî çi dersê hîn dibin?

6 Em ji Elî derseke ferz hîn dibin. Hergê em pêbihesin, ku heval yan merivê meyî nêzîk Qanûna Xwedê teribandiye, em gerekê tevî wî xeber din û prînsîpên Yehowa bînin bîra wî. Paşê em gerekê pêbihesin, hela ewî alîkarî xwestiye ji wan bira, kîjana Yehowa kifş kiriye (Aqûb 5:14). Em tu car naxwazin mîna Elî bin, ku heval yan jî merivê xweyî nêzîk ji Yehowa zêdetir hurmet kin. Rast e mêrxasî lazim e seva kesekîra şîretê bidin, lê hêja ye vê yekê bikin. Dîna xwe bidin çi firqî heye orta mesela Elî û jinikeke Îsraêlî bi navê Abîgaîl.

Abîgaîl dikeve ser çoka û usa tevî Dawid xeber dide.

Abîgaîlê meseleke baş hîşt vê yekêda, ku wedekî rast bijart bona xeberdanê (Binihêre abzasa 7-8)d

7. Çira Abîgaîl çû tevî Dawid xeber de?

7 Abîgaîl jina merivekî dewletî bû, bi navê Nabal. Çaxê Dawid û berdestiyên wî ji Şawûl Padşa direviyan, ewana hine wext cem şivanên Nabal bûn û keriyên wî ji qaçaxa xwey dikirin. Lê Nabal alîkariya wan ber tiştekî hesab nekir. Çaxê Dawid ji wî hîvî kir, ku hine xwarin û av bide berdestiyên wî, Nabal hêrs ket û bi qarîniyê ewana bêhurmet kirin (1 Sam. 25:5-8, 10-12, 14). Ji bo vê yekê, Dawid qirar kir, wekî hemû mêrên mala Nabalda bikuje (1 Sam. 25:13, 22). Lê ew derece ça dikaribû safî bûya? Abîgaîl fem kir, wekî wextê gotinê heye, lema ew bi mêrxasî çû cem 400 mêrên birçî, hêrs, û pê çeka, seva tevî Dawid xeber de.

8. Em ji mesela Abîgaîl çi hîn dibin?

8 Çaxê Abîgaîl rastî Dawid hat, ewê bi mêrxasî, bi qedir û bi baweriyê xeber da. Rast e Abîgaîl vê derecêda neheq nîbû, lê ewê ji Dawid baxşandin xwest. Abîgaîlê îtbariya xwe alîkariya Yehowa anî, û ewê got ku ew zane Dawid merivekî heyf e, û tiştên rast dike (1 Sam. 25:24, 26, 28, 33, 34). Em jî gerekê mîna Abîgaîlê mêrxas bin, wekî xwe ker nekin çaxê divînin ku kesek dikare şaşiya mezin bike (Zeb. 141:5). Em gerekê tevî wana bi qedir xeber din, lê bêtirs. Çaxê em bi hizkirin kesekîra şîretê didin, em îzbat dikin ku hevalê rast in (Metlk. 27:17).

9-10. Rûspî çi gerekê bîr nekin çaxê kesekîra şîretê didin?

9 Îlahî mêrxasiya rûspiya gerekê hebe seva xeber din tevî wan xûşk-birên civatê, yên ku gaveke nerast davêjin (Galt. 6:1). Rûspî fem dikin wekî ewana xwexa jî gunekar in û cara wanra jî şîret lazim e. Lê ji bo vê yekê ewana xwe paş naxin, seva xûşk-bira şîret kin û rast kin (2 Tîmt. 4:2; Tîto 1:9). Besa xeberê, çaxê rûspî birakî şîret dikin, ewana pêşkêşa xeberdanê bi serwaxtî didine xebatê û bi sebir wî hîn dikin. Ewana birê xwe hiz dikin û hizkirina wan hindava wîda wana hêlan dike, ku alî wî bikin (Metlk. 13:24). Lê nêta wane sereke ew e, wekî hurmetê bidine Yehowa, dêmek prînsîpên wî hildin hesab û civatê ji ziyanê xwey kin (Kar. Şand. 20:28).

10 Me şêwir kir, ku kengê em gerekê xeber din. Cara jî wextê hişbûnê ye û hê baş e em xwe ker kin. Lê cara ew yek nehêsa ye. Çira?

KENGÊ LAZIM E EM XWE KER KIN

11. Aqûb çi mesele anî, û ça ew mesele tevî xeberdanê girêdayî ye?

11 Cara mera hêsa nîne zimanê xwe bikaribin. Nivîskarekî Kitêba Pîroz Aqûb, derheqa vê yekê mesele anî. Ewî got: “Heger yek xeberdanêda tu şaşiyê nake, ew yekî kamil e, ku dikare temamiya qalibê xwe zeft ke” (Aqûb 3:2, 3). Vê rêzêda gilî “zeft” gema hespêva tê beramberîkirinê. Gem serê hespêva tê girêdanê û devê wîva. Siyar pê vê gemê dikare hespê bajo û usa jî wî bide sekinandinê. Hergê siyar gemê kontrol neke, hesp dikare neyê zeftê û ziyanê bide hin xwe hin jî kê lê dajo. Mîna vê yekê, hergê em jî xeberdana xwe kontrol nekin, gelek problêm dikarin pêşda bên. Lema were em hine dereca şêwir kin, kîjanada em gerekê zimanê xwe “zeft kin” û xwe ji xeberdanê bigirin.

KENGÊ WEXTÊ HIŞBÛNÊ YE

  • Çaxê em dixwazin gilî kin, ku şixulê xizmetiyê ça tê kirinê wan welatada, kîderê şixulê me qedexekirî ye

  • Çaxê derheqa xûşk-birên civatê înformasiya konfêdênsyal zanin

Oda Civatêda, dora jin-mêrekî girtin ku hatine civatê, û pirsa didine wan.

(Binihêre abzasa 12)e

Rûspî ber têlê xeber dide û derî pey xwe dadide, çimkî vê otaxêda jina wî lêkolîna dike.

(Binihêre abzasa 13-14)f

12. Kengê em gerekê xwe “zeft kin” ku xeber nedin?

12 Hûn ça xwe didine kifşê, çaxê zanin, wekî xûşkek yan birak înformasiya konfêdênsyal zane? Mesele, gava hûn rastî wî bên, yê ku welatê usada xizmet dike, kîderê şixulê me qedexekirî ye, hûn dibeke bixwazin, wekî ew hûr bi hûr wera gilî ke, hela wêderê şixulê me ça tê kirinê. Femdarî ye, hûnê bi dilê xweyî sax bipirsin. Em xûşk-bira hiz dikin û lema dixwazin bizanibin halê wan ça ne. Hin jî em bona wan dua dikin. Lê hema vê derecêda wextê hişbûnê ye, em gerekê xwe “zeft kin” ku pirsên zêde nedin. Lê hergê em usa dikin ku giliya ji wî derxin, wekî înformasiya konfêdênsyal mera bêje, ew nîşana vê yekê ye, ku hizkirina me kêm e hin hindava wîda, hin jî hindava wan xûşk-birada, yên ku îtbariya xwe wî tînin, ku ew wê gilî neke înformasiya derheqa şixulê wan. Bêşik, tu kes ji me naxwaze wan xûşk-birara, yên ku wan welatada dijîn, kîderê şixulê me qedexekirî ye, çetinaya zêde kin. Û xwexa ew xûşk-bira jî, yên ku wan welatada xizmet dikin, wê hûr bi hûr gilî nekin ku Şedên Yehowa wêderê ça xizmet dikin, yan jî tiştên din ku şixulên meva girêdayî ne.

13. Ça Metelok 11:13-da tê gotinê, rûspî gerekê çi bike û çira?

13 Îlahî rûspî gerekê bîr nekin prînsîpa ji Metelok 11:13, kîderê tê gotinê, wekî tiştên konfêdênsyal gerekê veşartî bimînin (Bixûne.) Lê hergê rûspî zewicî ye, ew yek dikare jêra çetin be. Femdarî ye, ew jin-mêr heleqetiya xwe orta hevda qewî dikin bi vê yekê, ku dilê xwe hevra vedikin, hevdura surên xwe, fikirên xwe û xemên xwe gilî dikin. Lê rûspî yeke fem dike, wekî ew gerekê “xeberdana konfêdênsyal” yên xûşk-birên civatê, bela neke. Hergê ew vê yekê neke, ewê navê xwe xirab ke û tu kes wê îtbariya xwe wî neyne. Birên ku cabdariya wan heye, gerekê “xeberdanêda durûtiyê nekin”, yanê derewîn nîbin (1 Tîmt. 3:8). Ew tê hesabê, wekî ewana gerekê nexapînin û gevestiyê nekin. Hergê rûspî jina xwe hiz dike, ew wê jina xwe bargiran neke pê înformasiyê, ku ew gerekê nizanibe.

14. Jina rûspî ça dikare alî mêrê xwe bike ku navê wî xirab nebe?

14 Jina ku zorê mêrê xwe nake, wekî jêra tiştên konfêdênsyal gilî ke, navê mêrê xwe xwey dike. Çaxê jin evê şîretê tîne sêrî, ew ne tenê alî mêrê xwe dike, lê usa jî qedirê wan xûşk-bira digire, yên ku îtbariya xwe wî anîne. Lê ya lape ferz ew e, ku jin dilê Yehowa şa dike, çimkî ew edilayê û yektiyê dike nava civatê (Rom. 14:19).

GELO YEHOWARA YEKE EM ÇI XEBER DIDIN?

15. Yehowa ça xwe da kifşê hindava sê hevalên Îbo, û çira?

15 Em dikarin ji kitêba Îbo gelek tişt hîn bin, ku ça û kengê xeber din. Paşî vê yekê çaxê Îbo kul-derdên giran dît, çar hevalên wî hatin, seva berdiliyê û şîreta bidine wî. Pêşiyê wana êpêce wede xwe ker kiribûn. Lê çaxê wana destpêkir xeber din, ji wana sê heval Elîfaz, Bîldad, û Zofar, tê kifşê ku ne jî fikirîbûn, wekî ça pê xeberdana xwe alî Îbo bikin. Dewsê, ewana difikirîn ku ça Îbora îzbat kin, wekî yançi ewî xirabî kiriye. Wana hine tişt rast gotin, lê nîvê zef wana çi jî derheqa Îbo û Yehowa got, bi hizkirin nîbû û derew bû. Wana bêremtî lome Îbo kirin (Îb. 32:1-3). Lê Yehowa ser vê yekê ça nihêrî? Hêrsa Wî rabû ser wan hersêka. Ewî wana bêfem nav kir û gote wan, wekî ji Îbo hîvî kin ku bona wan dua bike (Îb. 42:7-9).

16. Em çi dersê hîn dibin ji Elîfaz, Bîldad, û Zofar?

16 Em ji mesela Elîfaz, Bîldad, û Zofar derseke ferz hîn dibin. Ya pêşin, em gerekê tu car loma xûşk-bira nekin (Met. 7:1-5). Dewsê, em gerekê pêşiya ku tiştekî wanra bêjin, rind guh bidine wan. Tenê hingê emê bikaribin halê wan fem kin (1 Pet. 3:8). Ya duda, çaxê em xeber didin, em gerekê kûr bifikirin hela giliyên me wê qenc bin û çi ku em dixwazin bêjin rast e yan na (Efes. 4:25). Û ya sisiya, Yehowa gelek dîna xwe didê ku em hevdura çi û ça dibêjin.

17. Em ji mesela Elîhû çi hîn dibin?

17 Hevalê çara Elîhû, ku hate cem Îbo, merivê Birahîm bû. Ewî guh da hin Îbo hin jî sê hevalên mayîn. Ça tê kifşê, ewî rind guh dida xeberdana wan, çimkî ewî bi nermî û dilşewatî Îbo şîret kir, seva ew nihêrandina xweye nerast biguhêze (Îb. 33:1, 6, 17). Bona Elîhû ya lape ferz ew bû ku Yehowa rûmet ke, ne ku xwe yan kesekî din (Îb. 32:21, 22; 37:23, 24). Ji mesela Elîhû em hîn dibin, wekî wextê hişbûnê heye, dêmek gerekê xwe ker kin û guh bidine meriva (Aqûb 1:19). Em usa jî hîn dibin, wekî çaxê em dixwazin kesekîra şîretê bidin, nêta sereke gerekê ew be, ku Yehowa hurmet kin, ne ku xwe.

18. Em ça dikarin nîşan kin, wekî em pêşkêşa xeberdanê qîmet dikin?

18 Hergê em şîreta ji Kitêba Pîroz bînin sêrî, ku kengê û ça xeber din, usa emê nîşan kin, wekî em pêşkêşa xeberdanê qîmet dikin. Silêman Padşa ku bîlan bû, ji bîna ber Xwedê nivîsî: “Gotineke cîda mîna sêva zêrîn e li ser zîv qaşkirî” (Metlk. 25:11). Belê, hergê em rind guh bidine meriva û pêşiya tiştekî bêjin, bifikirin, wê giliyên me mîna sêvên zêrîn bin, hin qîmet, hin jî bedew. Û îda firqî tune em zef xeber din yan kêm, xeberdana me wê meriva bişidîne û geş ke, û Yehowa jî wê mera firnaq be (Metlk. 23:15; Efes. 4:29). Bi vê yekê emê nîşan kin, ku em gelek qîmet dikin ewê pêşkêşa ji Xwedê!

HÛNÊ ÇA CABA XWE BIDIN?

  • Kengê em gerekê xeber din?

  • Kengê em gerekê xwe ker kin?

  • Ji wan meselên Kitêba Pîroz ku me vê gotarêda şêwir kir, em çi dersê hîn dibin?

KILAMA 82 Bira Ronaya We Eyan be

a Xebera Xwedêda hene prînsîp, bi alîkariya kîjana em dikarin bizanibin kengê xeber din û kengê hiş bin. Hergê em prînsîpên Kitêba Pîroz bizanibin û bidine xebatê, xeberdana me wê Yehowa xweş bê.

b ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Xûşk şîreta lazim dide xûşkeke mayîn.

c ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Birak derheqa temizayê şîretê dide birakî din.

d ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Abîgaîlê wededa çû tevî Dawid xeber da, û evê yekê axiriya baş anî.

e ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Mêr-jin xwe paş dixin, wekî eyan nekin derheqa xizmetiya me wî welatîda, kîderê şixulê me qedexekirî ye.

f ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Rûspî usa dike wekî tu kes nebihê xeberdana wî derheqa tiştên civatêye konfêdênsyal.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin