KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w20 Adar rûp. 24-29
  • Hevdu Qayîm Hiz Bikin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Hevdu Qayîm Hiz Bikin
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2020
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • EDILAYÊ BIKIN
  • FIRQIYÊ NEKINE ORTA HEVDU
  • MÊVANHIZ BIN
  • Mêvanhizî Qîmet e û Gelek Lazim e!
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2018
  • Hizkirina Xwe Diha Mezin ke.
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
  • Em Ça Dikarin Hezkirina Hindava Hevda Qewî Xwey kin?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
  • Pêşdaçûyîna Xwera Şa be!
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2021
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2020
w20 Adar rûp. 24-29

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 13

Hevdu Qayîm Hiz Bikin

“Bi dilê sax hevdu qayîm hiz bikin” (1 PET. 1:22).

KILAMA 109 Hevdu Qewî Hiz Bikin

VÊ GOTARÊDAa

Îsa tevî şandiyên xweyî amin xeber dide.

Îsa şev pêşiya mirina xwe, şandiyên xwera derheqa hizkirinê dibêje (Binihêre abzasa 1-2)

1. Îsa kîjan temiya mexsûs da şagirtên xwe? (Binihêre şiklê rûyê jûrnalê.)

ÎSA êvara pêşiya mirina xwe, temîke mexsûs da şagirtên xwe. Ewî gote wan: “Çawa ku min hûn hiz kirin, hûn jî usa hevdu hiz bikin”. Paşî wan giliya ewî got: “Bi vê yekê hemûyê zanibin hûn şagirtêd min in, heger hûn hevdu hiz bikin” (Yûhn. 13:34, 35).

2. Çira ferz e hev hiz bikin?

2 Îsa got ku gişkara wê eyan be, wekî ewana şagirtên wî ne, hergê usa meriva hiz bikin, çawa ewî wana hiz dikir. Ew giliyên Îsa çawa bona qirna yekê bûn, usa jî bona îro ne. Rastî jî çiqas ferz e hev hiz bikin hergê jî mera çetin e!

3. Emê vê gotarêda derheqa çi şêwir kin?

3 Em gunekar in, lema jî cara mera çetin e hevdu qayîm hiz bikin. Lê yeke em gerekê çev bidine Îsa. Vê gotarêda emê şêwir kin, ça hizkirin alî me dike tevî hev edilayêda bin, firqiyê nekine orta hev û mêvanhiz bin. Wedê şêwirkirina vê gotarê, wan pirsa bidine xwe: “Ez çi dikarim hîn bim ji wan xûşk-bira, kîjan ku berdewam dikin hizkirinê bidine kifşê, gava wanra çetin e jî?”

EDILAYÊ BIKIN

4. Li gora Metta 5:23, 24, çira çaxê bira ji me xeyîdiye, em gerekê tevî wî li hev bên?

4 Îsa hîn kir ku çiqas ferz e edilayê xwey kin tevî wî merivî, dilê kîjanî ji me maye. (Bixûne Metta 5:23, 24.) Ewî da kifşê ku hergê em dixwazin li Xwedê xweş bên, em gerekê heleqetiya baş tevî meriva xwey kin. Yehowa şa dibe çaxê em her tiştî dikin, seva tevî xûşk-bira li hev bên. Yehowa wê xizmetiya me qebûl neke, hergê em xeydê dilê xweda xwey kin û îlahî nexwazin li hev bên (1 Yûhn. 4:20).

5. Çira birakîra çetin bû tevî birê mayîn li hev bê?

5 Cara mera çetin e li hev bên. Lê çira? Dîna xwe bidinê çi qewimî tevî Mark.b Birakî ser wî dikire kute-kut û tiştên nebaş civatêda derheqa wî got. Lê Mark ça xwe da kifşê? Ew tîne bîra xwe: “Min îda nikaribû xwe bigirta, û min hêrsa xwe ser wîda rêt”. Paşê Mark poşman bû ku usa xwe da kifşê, û ewî xwest baxşandinê ji wî birayî bixwaze, seva li hev bên. Lê ewî birayî nexwest tevî wî li hev bê. Pêşiyê Mark fikirî: “Ew naxwaze tevî min li hev bê, îda çira ez gerekê dîsa berbi wî herim?” Lê berpirsiyarê mihalê şîret da wî, ku dîsa nêzîkî wî birayî be. Paşê Mark çi kir?

6. a) Mark çi dikir, wekî tevî birê xwe li hev bê? b) Mark ça rêzên ji Kolosî 3:13, 14 da xebatê?

6 Çaxê Mark ser nihêrandina xwe fikirî, ewî fem kir, wekî milûktiya wî kêm e û ew xwe gelek rast hesab dike. Lema ewî destpêkir nihêrandina xwe biguhêze (Kols. 3:8, 9, 12). Mark dîsa çû cem wî birayî û bona kirê xwe bi milûktî baxşandin jê xwest. Ewî usa jî wî birayîra neme nivîsîn, ku ew poşman bûye û zef dixwaze dîsa ewana hevaltiyê bikin. Mark hela hê jî pêşkêşên biçûk, kîjan ku difikirî wê wî xweş bên, da wî birayî. Sed heyf, ewî birayî dîsa jî nebaxşande wî û ser wî hêrs bû. Yeke Mark berdewam dikir gura temiya Îsa bike ku birê xwe hiz bike û bibaxşîne. (Bixûne Kolosî 3:13, 14.) Hergê em her tiştî dikin, lê yeke tevî me nexwazin li hev bên, hizkirina rast wê alî me bike bibaxşînine wan û dua bikin, wekî bikaribin li hev bên (Met. 18:21, 22; Galt. 6:9).

Şikil: Xûşkek çend cara hizkirinê dide kifşê hindava hevala xwe, kîjanê ewê lê daye xeyîdandinê. 1. Ew xûşk ku xeyîdiye naxwaze têlê ser havala xwe hilde. 2. Ew xûşk ku xeyîdiye naxwaze pêşkêşê hilde ji hevala xwe. 3. Ew xûşk ku xeyîdiye guh dide havala xwe ku jêra dibêje wekî lê hiz dike.

Seva tevî xûşk yan birakî li hev bên, cara lazim e ne tenê carekê tiştekî bikin, wekî tevî wan dîsa edilayêda bin (Binihêre abzasa 7-8)c

7. a) Îsa çi me hîn kir? b) Xûşkek rastî çi çetinayê hat?

7 Îsa got wekî em gerekê hindava merivada usa bin, ça em dixwazin ewana hindava meda bin. Ewî usa jî got, wekî em gerekê ne ku tenê wana hiz bikin, yên ku me hiz dikin, lê hemûya (Lûqa 6:31-33). Diqewime civatêda kesek xwe ji we dûr digire û naxwaze silavê bide we. Ew yek tevî xûşka me Lara qewimî. Ew gilî dike: “Xûşkekê qe silav nedida min û min ne jî zanibû çira. Ez gelek berxwe diketim û min ne dixwest bême civatê jî”. Pêşiyê, Lara usa difikirî: “Min jêra xirabî nekiriye. Û civatêda jî zanin, wekî ew xûşk xwe cûrekî ecêb dide kifşê”.

8. Larayê çi kir seva edilayê xwey ke, û em ji mesela wê çi hîn dibin?

8 Larayê aliyê xweda destpêkir gava bavêje. Ewê Yehowara dua kir, û safî kir tevî wê xûşkê xeber de. Wana tevayî derheqa vê problêmê xeber da, hev hemêz kirin û li hev hatin. Dihate kifşê ku ev problêm îda safî bû. Lara gilî dike: “Wede derbaz bû, ew xûşk dîsa hindava minda usa sar bû. Ez gelek berxwe ketim”. Pêşiyê, Lara difikirî ku heta ew xûşk hindava wêda neyê guhastinê, wê dilê wê rihet nebe. Axiriyêda Larayê fem kir, wekî ya lape baş çi ku ew dikare bike ew e, ku tevî wê xûşkê timê bi hizkirin be û bi dil bibaxşîne wê (Efes. 4:32–5:2). Larayê bîr nedikir, wekî hizkirina rast “kînê najo, . . . her gav dadixe, her gav bawer dike, her gav xweyîguman e, her gav sebir dike” (1 Korn. 13:5, 7). Dilê Larayê rihet bû. Wede derbaz bû, ew xûşk îda hindava wêda nerm bû. Belê, hergê hûn her tiştî dikin seva tevî xûşk-bira edilayêda bin û dîsa wana hiz dikin, hingê dudilî nebin, wekî “Xwedêyê hizkirinê û edilayiyê wê tevî we be” (2 Korn. 13:11).

FIRQIYÊ NEKINE ORTA HEVDU

9. Li gora Karên Şandiya 10:34, 35, çira em gerekê firqiyê nekine nava meriva?

9 Yehowa tu car firqiyê nake nava meriva. (Bixûne Karên Şandiya 10:34, 35.) Çaxê em jî vê yekêda çev didine wî, em îzbat dikin, wekî em zarên wî ne. Em gura vê temiyê dikin, ku meriva weke xwe hiz bikin, û nava malbeta xweye ruhanîda edilayê xwey kin (Rom. 12:9, 10; Aqûb 2:8, 9).

10-11. Çawa xûşkekê nihêrandina xwe rast kir?

10 Hinekara çetin e firqiyê nekine nava meriva. Dîna xwe bidine mesela xûşkeke me Rût. Cahiltiya wêda merivekî ji welatê xerîb jêra xirabî kir. Ew yek ça ser wê hukum bû? Rût dibêje: “Hemû merivên ji wî welatî ber çevê min reş bûn. Ez difikirîm, wekî hemû merivên wêderê xirab in, ez hela hê ser xûşk-bira jî usa difikirîm”. Rût ça ev nihêrandina xweye nerast guhast?

11 Rût fem kir, wekî ew gerekê ser xwe bixebite, seva nihêrandina xwe biguhêze. Ewê kitêba “Hersalîda” derheqa qewimandin û serhatiyên vî welatî xwend. Û ew dibêje: “Ez ser xwe dixebitîm, wekî derheqa merivên wî welatî baş bifikirim. Min dîna xwe dayê û dît, ku ew xûşk-bira bi dil û can Yehowara xizmet dikin. Min zelal dît, wekî ewana jî dikevine nava biratiya meye hemdinyayê”. Hêdî-hêdî Rût fem kir, wekî ew gerekê hindava wan xûşk-birada hê zêde hizkirina xwe bide kifşê. Ew dibêje: “Min ew xûşk-bira kîderê jî didîtin, ez ser xwe dixebitîm, wekî wanra heyf bim. Min tevî wan xeber dida û diha baş ewana nas kirin”. Axiriya vê yekê çi bû? Rût dibêje: “Wede derbaz bû, îda dilê min germ bû ser wan”.

Oda Civatêda, du jin û mêr têlê dinihêrin û dikenin. Piştêva sê birên cahil xwera xeber didin. Birakî emirda mezin dilteng e, çimkî tu kes ji wana jêra navêje wekî bê tevî wan xeber de.

Hergê em qayîm xûşk-bira hiz dikin, emê tu car firqiyê nekine orta hevdu (Binihêre abzasa 12-13)d

12. Problêma xûşka me Serayê çi bû?

12 Hinek firqiyê dikine nava meriva, lê ne jî têderdixin. Mesele, xûşka me Serayê tirê, wekî ew yeke usa nîne, çimkî ewê firqî nedikire orta meriva ji bo miletê wan, hebûka wan, yan jî cabdariyên wane teşkîletêda. Lê ew tîne ser xwe û dibêje: “Min têderxist, wekî ez bi rastî firqiyê dikime nava meriva”. Lê çi cûreyî? Malbeta Serayêda gişk xwendî bûn û wê xweş dihat tevî merivên xwendî hevaltiyê bike. Carekê ewê hela hê jî hevalê xwera got: “Ez tevî wan xûşk-bira hevaltiyê dikim, yên ku xwendî ne, û ji yên nexwendî xwe dûr digirim”. Eşkere ye, wekî Serayê gerekê nihêrandina xwe biguhasta. Lê çawa?

13. Serayê ça nihêrandina xwe guhast, û em ji vê yekê çi hîn dibin?

13 Berpirsiyarê mihalê alî Serayê kir, wekî ser nihêrandina xwe bifikire. Sera gilî dike: “Ewî payê min da, ku ez bi aminî xizmet dikim, civatêda cabên baş didim, û Kitêba Pîroz rind zanim. Paşê ewî minra şirovekir, ku zanebûna me çiqas zêde dibe, haqas em gerekê hunurên usa nav xweda pêşda bînin, ça milûktî, şkestîbûn, û remtî”. Serayê giliyên berpirsiyarê mihalê da xebatê. Ew dibêje: “Min fem kir, wekî diha ferz e em merivne heyf û bi hizkirin bin”. Axiriyêda, ewê îda nihêrandina xwe hindava xûşk-bira guhast. Ew şirovedike: “Ez difikirîm, wekî ji bo kîjan hunura ewana ber çevê Yehowa qîmet in”. Lê em derheqa xwe çi dikarin bêjin? Hergê em xwendî ne, em gerekê tu car xwe ser merivara negirin! Hergê em qayîm “xûşk-bira hiz bikin”, emê tu car firqiyê nekine nava wan (1 Pet. 2:17).

MÊVANHIZ BIN

14. Li gora Îbranî 13:16, Yehowa çi texmîn dike çaxê em mêvanhiziyê didine kifşê?

14 Em dilê Yehowa şa dikin, gava mêvanhiziyê didine kifşê. (Bixûne Îbranî 13:16.) Bona Yehowa ew pareke hebandina me ye, îlahî çaxê em alî wan dikin, yên ku hewce ne (Aqûb 1:27; 2:14-17). Lema jî Kitêba Pîroz me hêlan dike, ku “pey mêvanhiziyê bin” (Rom. 12:13). Bi saya mêvanhiziyê em nîşan dikin, wekî em bona xûşk-bira xem dikin, wana hiz dikin û dixwazin wanra hevaltiyê bikin. Çaxê em tevî wan hema tiştekî sivik jî dixwin yan vedixwin, bona wana wede divînin û bi dil xem dikin, dilê Yehowa şa dibe ku em mêvanhiziyê didine kifşê (1 Pet. 4:8-10). Lê cara ji bo hine tişta mera çetin e mêvanhiz bin.

Xûşk mala xweda, otax mêvanara nîşan dike, yên ku pê hûr-mûrên bona avakirinê hatin.

“Berê ez mêvanhiz nîbûm, lê hatime guhastinê û gelek şabûnê distînim” (Binihêre abzasa 16)e

15-16. a) Çira hinekara çetin e mêvanhiz bin? b) Çawa Êdît hîn bû mêvanhiz be?

15 Dibeke ji bo hine dereca mera çetin e mêvanhiz bin. Dîna xwe bidine mesela jinebîkê bi navê Êdît. Pêşiya ku ew bibûya Şedê Yehowa, ewê xwe ji meriva dûr digirt. Ew difikirî, wekî merivên mayîn ji wê baştir mêvana qebûl dikin.

16 Lê çaxê Êdît bû Şedê Yehowa, ewê nihêrandina xwe guhast. Ewê destpêkir ser xwe bixebite seva mêvanhiz be. Ew gilî dike: “Çaxê Oda Civata me dihate avakirinê, rûspîkî minra got, wekî jin-mêrek tên seva avakirinêda alîkariyê bidin, û pirsî hela ez dikarim du heftiya wana mala xweda xwey kim. Hingê hate bîra min, ku Yehowa ça jinebîke ji Sereptayê kerem kir” (1 Padş. 17:12-16). Êdît qayîl bû, wekî ew jin-mêr mala wêda bimînin. Ewê çi kerem stand? Ew gilî dike: “Du heftî bû du meh. Bi saya vê yekê, em bûne hevalên nêzîk”. Êdît usa jî hate keremkirinê, ku civatêda xwera heval dîtin. Niha ew pêşeng e û şabûnê distîne çaxê xûşk-birên ku tevî wê xizmet dikin, teglîfî mala xwe dike seva hêsa bin. Ew dibêje: “Çaxê ez merdaniyê didime kifşê, dilê min şa dibe! Bi rastî ez hê zêde distînim, ne ku çiqas didim” (Îbrn. 13:1, 2).

17. Lûka û jina wî çi têderxistin?

17 Dibeke em îda mêvanhiz in, lê em dikarin vê yekêda hê zêde pêşda herin. Dîna xwe bidine meselekê. Lûka û jina wî merivne mêvanhiz in. Lê wana timê dê-bavên xwe, merivên xweyî nêzîk, û berpirsiyarên mihalê tevî jinên wan, teglîfî mala xwe dikirin. Lûka dibêje: “Me têderxist, wekî em tenê gazî wan meriva dikin, tevî kîjana nêzîk in”. Lê wana vê yekêda ça xwe guhastin?

18. Lûka û jina wî çi alîda xwe guhastin?

18 Lûka û jina wî nihêrandina xwe guhastin, çaxê ser van giliyên Îsa fikirîn: “Heger hûn hizkirêd xwe hiz bikin, hûnê çi heq bistînin?” (Met. 5:45-47) Wana fem kir, wekî ewana gerekê çev bidine Yehowa, yê ku hindava hemûya merd e. Lema wana xwera nêt danîn, ku gazî wan xûşk-bira bikin, kîjana wana berê teglîf nedikir. Lûka dibêje: “Em hemûşk jî şabûnê distînin ku tevî hev wede derbaz dikin. Xêncî vê yekê, em dişidin û hevra nêzîk dibin”.

19. Em ça îzbat dikin, ku em şagirtên Îsa ne, û em gerekê xwera çi nêtê daynin?

19 Me şêwir kir, ku ça hizkirina qayîm alî me dike edilayê bikin, firqiyê nekine orta hevdu, û mêvanhiz bin. Were em tu car nehêlin, wekî tiştek rê me bigire seva xûşk-bira bi dilê sax qayîm hiz bikin. Çaxê em usa bikin, emê bextewar bin û îzbat kin, ku em bi rastî şagirtên Îsa ne (Yûhn. 13:17, 35).

ÇA HIZKIRINA QAYÎM ALÎ ME DIKE WEKÎ . . .

  • edilayê xwey kin?

  • firqiyê nekine orta hevdu?

  • mêvanhiz bin?

KILAMA 88 Riya Xwe Nîşanî Min ke

a Îsa got, wekî Mesîhiyên rast wê bi hizkirinê eyan bin. Hizkirina hindava xûşk-bira me hêlan dike, ku tevî hev edilayêda bin, firqiyê nekine orta hev û mêvanhiz bin. Lê cara hêsa nîne vê yekê bikin. Vê gotarêda emê çend şîreta şêwir kin, ku ça bi dilê sax hevdu qayîm hiz bikin.

b Vê gotarêda hine nav hatine guhastinê.

c ŞIROVEKIRINA ŞIKLA: Xûşk dixwaze tevî xûşka mayîn li hev bê, lê ew qayîl nabe. Ew yeke berdewam dike bi hizkirin be hindava wê, û axiriyêda ewana li hev tên.

d ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Birakî emirda mezin civatêda xwe nelazim texmîn dike.

e ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Xûşkê pêşiyê mêvanhizî nedida kifşê, lê paşê nihêrandina xwe diguhêze û şabûna mezin distîne.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin