KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w23 Mijdar rûp. 8-13
  • Em Ça Dikarin Hezkirina Hindava Hevda Qewî Xwey kin?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Em Ça Dikarin Hezkirina Hindava Hevda Qewî Xwey kin?
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • ÇIRA EM GEREKÊ HEVDU HEZ BIKIN?
  • EM ÇAWA DIKARIN HEZKIRINÊ HINDAVA HEVDA BIDINE KIFŞÊ?
  • EM ÇA DIKARIN HEZKIRINA HINDAVA HEVDA QEWÎ XWEY KIN?
  • ÇIRA ÎLAHÎ ÎRO HEZKIRIN LAZIM E
  • Nehêlin Hizkirina We Sar be
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2017
  • Hizkirin Hunurekî Gelek Qîmet e
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2017
  • Hizkirina Xwe Diha Mezin ke.
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
w23 Mijdar rûp. 8-13

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 47

Em Ça Dikarin Hezkirina Hindava Hevda Qewî Xwey kin?

“De em hevdu hiz bikin, çimkî hizkirin ji Xwedê ye” (1 YÛHENNA 4:7).

KILAMA 109 Hevdu Qewî Hiz Bikin

VÊ GOTARÊDAa

1-2. (a) Pawlosê şandî çira gotibû, ku hunurê “herî mezin hezkirin e”? (b) Emê niha dîna xwe bidine kîjan pirsa?

GAVA Pawlosê şandî besa gumanê, baweriyê û hezkirinê kir, ewî got ku “ya herî mezin hezkirin e” (1 Korintî 13:13, ÎM). Pawlos çira usa got? Dinya tezeda wê îda nelazim be, wekî em bawer kin, ku sozên Xwedê wê bêne sêrî, çimkî emê bi çevê xwe bivînin wekî ew ça hatine sêrî. Lê tiştek wê herheyî bimîne. Gelo çi? Gerekê em timê Yehowa û meriva hez bikin. Ev hezkirin wê heta-hetayê zêde be.

2 Em timê hewcê hezkirinê ne, lema jî emê dîna xwe bidine sê pirsa. Ya yekê, çira em gerekê hevdu hez bikin? Ya duda, em ça dikarin hindava hevda hezkirinê bidine kifşê? Ya sisiya, em ça dikarin hezkirina hindava hevda qewî xwey kin?

ÇIRA EM GEREKÊ HEVDU HEZ BIKIN?

3. Çira em gerekê hevdu hez bikin?

3 Çira ferz e wekî em hevdu hez bikin? Şagirtên Îsaye rast bi hezkirinê têne naskirinê. Îsa şandiyên xwera usa got: “Bi vê yekê hemûyê zanibin hûn şagirtên min in, heger hûn hevdu hiz bikin” (Yûhenna 13:35). Hezkirin usa jî me yektiyêda xwey dike. Pawlos hezkirin nav kir ça “yektiya tam” (Kolosî 3:14). Xêncî vê yekê, Yûhennayê şandî usa xûşk-birara nivîsî: “Ewê ku Xwedê hiz dike, ew gerekê birê xwe jî hiz bike” (1 Yûhenna 4:21). Gava em hezkirinê hindava hevda didine kifşê, bi vê yekê em eyan dikin, ku Yehowa hez dikin.

4-5. Hezkirina hindava Xwedê çawa hezkirina hindava xûşk-birava girêdayî ye? Meselê bîne.

4 Gelo hezkirina meye hindava Xwedê, çawa hezkirina meye hindava xûşk-birava girêdayî ye? Mesele, were em bifikirin ku çawa dil girêdayî ye tevî parên bedenê. Gava hekîm ser zenda me lêdana dilê me çap dike, ew dikare têderxe, ku dilê me çi halîda ne. Ji vê meselê, em çi dikarin hîn bin?

5 Çawa ku lêdana dilê me derheqa sihet-qewata me hekîmra eyan dike, ku dilê me çi halîda ne, usa jî hezkirina meye hindava kesên din nîşan dike, ku em Xwedê çiqas hez dikin. Hergê em têderdixin ku hezkirina me hindava xûşk-bira kêm bûye, ev yek eyan dike, ku hezkirina me hindava Yehowa jî kêm bûye. Lê gava em her roj hezkirina xwe xûşk-birara nîşan dikin, ev yek dide kifşê, ku hezkirina me hindava Xwedê qewî ye.

6. Çira em gerekê xûşk-bira hez bikin? (1 Yûhenna 4:7-9, 11)

6 Hergê hezkirina me hindava xûşk-birada dilê meda kêm dibe, ev yek problêmeke mezin e. Gelo çira? Çimkî ev nîşana vê yekê ye, ku ruhaniya me bin xofêda ne. Yûhennayê şandî eşkere gotibû: “Heger ewê birê xwe ku dibîne hiz nake, wê çawa bikaribe Xwedê hiz bike ku nabîne?” (1 Yûhenna 4:20). Ev yek çi ders e bona me? Seva ku Yehowa Xwedê ji me razî be, em gerekê “hevdu hiz bikin” (Bixûne 1 Yûhenna 4:7-9, 11).

EM ÇAWA DIKARIN HEZKIRINÊ HINDAVA HEVDA BIDINE KIFŞÊ?

7-8. Em ça dikarin hezkirina xwe kesên dinra bidine kifşê?

7 Xebera Xwedêda gelek car temî hatiye dayînê, ku “hevdu hiz bikin” (Yûhenna 15:12, 17; Romayî 13:8; 1 Têsalonîkî 4:9; 1 Petrûs 1:22; 1 Yûhenna 4:11). Hezkirin ji dil tê, û tu kes nikare dilê me bivîne. Lê meriv ça dikarin têderxin, ku em bi dil û can wana hez dikin? Hezkirina me wê pê gotin û kirên me bê kifşê.

8 Cûre-cûre mêtod hene, ku ça em dikarin hezkirina xwe xûşk-birara bidine kifşê. Mesele, Kitêba Pîrozda tê gotinê wekî hevdura “rastiyê bêjin” (Zekerya 8:16). “Hevra edilayiyêda bijîn” (Markos 9:50). “Qedirkirinêda ji hevdu derbaztir bin” (Romayî 12:10). “Hevdu qebûl kin” (Romayî 15:7). Berdewam kin “bibaxşînine hev” (Kolosî 3:13). “Barên hevdu hildin” (Galatî 6:2). “Ber dilê hevda werin” (1 Têsalonîkî 4:18). “Alîkariya hevdu bikin” (1 Têsalonîkî 5:11). “Bona hev dua bikin” (Aqûb 5:16).

Şikil: 1. Xûşkek dua dike. 2. Gava xûşkek xeber dide, ew guh didê. 3. Ew pê vîdêozengilê tevî xûşkekê xeber dide. 3. Ew neme û pêşkêşek dişîne. 4. Ew tevî xûşkekê, destê kîjanê şkestiye, xwarinê dixwe.

Em çawa dikarin ber dilê kesên dinda herin? (Binihêre abzasa 7-9)

9. Dîsa kîjan hunur wê alî me bikin, meriva hez kin û ber dilê wanda bên? (Binihêre usa jî şikil.)

9 Were em dîna xwe bidine vê şîreta Pawlosê şandî: “Ber dilê hevda werin”. Gelo çira ferz e, ku em ber dilê hevda bên, û ev yek ça hezkirina me dide kifşê? Li gora kanîkî, xeberên “ber dilê hevda werin”, ku Pawlosê şandî vê rêzêda da xebatê, tê hesabê ku meriv “wedê gelek çetinda kêleka kesekî disekine û berdiliyê dide wî”. Çaxê em berdiliyê didine xûşk yan birakî, em alî wî dikin wekî ew dîsa berdewam ke bi aminî Yehowara xizmet ke. Her car çaxê em ber dilê kesekîda tên, em hezkirina xwe hindava wîda didine kifşê (2 Korintî 7:6, 7, 13).

10. Orta dilşewatî û berdiliyêda çi hevgirêdan heye?

10 Dilşewatî û berdilî hevva girêdayî ne. Gelo çida? Merivê dilşewat dixwaze berdiliyê bide meriva û derdên wan sivik ke. Dêmek, pêşiyê dilê me bona kesekî dişewite û paşê em ber dilê wîda diçin. Dîna xwe bidinê, ku ça Pawlosê şandî dide kifşê, wekî dilşewatiya Yehowa, Wî hêlan dike berdiliyê bide kifşê. Pawlos Yehowa nav kir ça “Bavê dilşewatiyê û Xwedêyê hemû berdiliyê” (2 Korintî 1:3). Yehowa Xwedê “Bavê dilşewatiyê” ye, lema jî dilê wî bona me dişewite û ew rojên çetinda kêleka me ye (2 Korintî 1:4). Çawa ku rojeke germda ava sar tîbûna me dişkêne û dilê me rihet dike, Yehowa jî rojên çetinda ber dilê meda tê û dilê me hêsa dike. Lê em ça dikarin çev bidine Yehowa, dêmek hindava merivada dilşewat bin û berdiliyê bidine wan? Mecalek ku em ça dikarin vê yekê bikin ev e, wekî hunurên usa nav xweda pêşda bînin, kîjan ku wê alî me bikin dilşewatiyê û berdiliyê bidine kifşê. Gelo ew çi hunur in?

11. Li gora Kolosî 3:12 û 1 Petrûs 3:8, seva ku em ber dilê hevda bên, em gerekê kîjan hunura pêşda bînin?

11 Gelo çi wê alî me bike berdewam kin her roj hezkirinê bidine kifşê û ber dilê hevda bên? Em gerekê berdilî, hezkirina biratiyê û dilşewatî nav xweda pêşda bînin (Bixûne Kolosî 3:12; 1 Petrûs 3:8). Ew hunur ça wê alî me bikin? Hergê em hindava xûşk-birada dilşewat bin û bona wan xem bikin, xwestina me wê qewî be ber dilê wanda bên, çaxê ewana rastî kul-derda bên. Çawa ku Îsa got, “dil bi çi tije ye, ziman evê jî dibêje. Merivê qenc tiştên qenc dibêje, çimkî dilê wî bi tiştên qenc tije ye. Lê merivê xirab tiştên xirab dibêje, çimkî dilê wî bi tiştên xirab tije ye” (Metta 12:34, 35). Belê, gava em ber dilê xûşk-birada tên, em nîşan dikin ku em bi rastî jî wana hez dikin.

EM ÇA DIKARIN HEZKIRINA HINDAVA HEVDA QEWÎ XWEY KIN?

12. (a) Çira em gerekê hişyar bimînin? (b) Emê niha caba kîjan pirsê bistînin?

12 Em dixwazin timê “hevdu hiz bikin” (1 Yûhenna 4:7). Lê em gerekê bîr nekin, ku Îsa got wekî “hezkirina geleka wê sar be” (Metta 24:12). Îsa negot ku hezkirin wê nava heçî zef şagirtên wîda sar be. Lê dîsa jî em gerekê hişyar bimînin, wekî dilsariya merivên vê dinê, ser hezkirina me hukum neke. Lema jî, were em dîna xwe bidine vê pirsa ferz: Em ça dikarin têderxin, hela hezkirina me hindava xûşk-birada qewî ye yan na?

13. Çi dikare hezkirina me bicêribîne?

13 Hine derecên jîyîna meda, gotin û kirên me didine kifşê, wekî em kesên din çiqas hez dikin (2 Korintî 8:8). Petrûsê şandî derheqa vê yekê usa got: “Berî her tiştî, hizkirina we hindava hevda bi dil û can be, çimkî hizkirin gelek guna dinixême” (1 Petrûs 4:8). Lê ji bo kêmasiyên xûşk-bira, hezkirina me dikare bê cêribandinê.

14. Li gora 1 Petrûs 4:8, gerekê hezkirina me çawa be? Meselê bîne.

14 Were em diha kûr dîna xwe bidine giliyên Petrûsê şandî. Para pêşinda ya rêza 8, tê gotinê ku hezkirina me gerekê “bi dil û can be”. Lê para dudada tê gotinê ku ev hezkirin ça ser me hukum dike. Ev me hêlan dike çevê xwe ser şaşiyên xûşk-bira dadin. Em dikarin vê yekê beramberî meselekê bikin. Bidine ber çevê xwe ku sifrek gelek herişî ye û leke ser in. Hergê parçê sifirê bavêjine ser, wê ne ku tenê lekek yan dudu bê veşartinê, lê gelek qisûrên sifirê. Hema bi wî cûreyî, hergê hezkirina me hindava xûşk-bira bi dil û can be, emê bikaribin ne ku tenê şaşîk yan duda bibaxşînine wan, lê “gelek guna”.

15. Hergê hezkirina me qewî be, emê bikaribin çi bikin? (Kolosî 3:13).

15 Hezkirina me hindava xûşk-birada gerekê usa qewî be, wekî em bikaribin bi dil û can hela hê şaşiyên wane mezin jî bibaxşînin (Bixûne Kolosî 3:13). Gava em usa dikin, bi vê yekê em didine kifşê, ku hezkirina me qewî ye û em dilê Yehowa şa dikin. Usa jî çi dikare alî me bike, wekî em şaşiyên kesên din bibaxşînin û zû nexeyîdin?

Birak şikilekî xûşk-bira ji têla xwe temiz dike. Ewî şikilê tevî komê kiriye çarçovê û daniye ser dexilê.

Çawa ku em şikilê bedew dihêlin, lê yên nerind temiz dikin, usa jî em ew wedê xweş, kîjan ku em tevî xûşk-bira derbaz dikin, bîra xweda xwey dikin û qîmet dikin, lê tiştên nebaş bîr dikin (Binihêre abzasa 16-17)

16-17. Em çawa dikarin çevên xwe ser qisûr û kêmasiyên kesên din bigirin? Meselê bîne. (Binihêre usa jî şikil.)

16 Dewsa ku dîna xwe bidine qisûr û kêmasiyên xûşk û bira, dîna xwe bidine hunurên wane baş. Were em meselekê şêwir kin. Bide ber çevê xwe, ku tu tevî xûşk-bira wedekî baş derbaz dikî. Pêşiya ku hev bela bin, tu şikilê komê dikişînî. Tu du şikilên din jî dikişînî, çimkî diqewime şikilê pêşin rind derneyê. Niha sê şikil destê teda nin. Ser şikilekî, tu divînî wekî birak rind derneketiye. Tuyê çi bikî? Hemikî, tuyê wî şikilî temiz kî, çimkî du şikilên din jî hene, ser kîjana her kes bedew e û beşera gişka xweş e.

17 Em dikarin bîranînên xwe beramberî şikilên usa bikin. Gava em tevî xûşk-bira wedekî xweş derbaz dikin, em van bîranînên xwe qe bîr nakin. Lê rojekê, hergê xûşkek yan birak dilê me bêşîne, gelo emê çi bikin? Çawa ku em dikarin şikilekî nerind temiz kin, usa jî em dikarin van tiştên ne baş bîr kin (Metelok 19:11; Efesî 4:32). Ji bo vê yekê, ku me tevî xûşk-bira gelek wedê baş derbaz kiriye, ev yek dikare alî me bike şaşiyên wan bîr kin. Belê, em dixwazin tenê bîranînên xweş bîra xweda xwey kin û qîmet kin.

ÇIRA ÎLAHÎ ÎRO HEZKIRIN LAZIM E

18. Vê gotarêda em derheqa hezkirinê çi hîn bûn?

18 Em çira dixwazin hezkirina orta hevda qewî xwey kin? Çawa me dît, hezkirina me hindava xûşk-bira nîşan dike, ku em bi rastî Yehowa Xwedê hez dikin. Em çawa dikarin hezkirina xwe kesên dinra nîşan kin? Mecalek ew e, ku em bi dilşewatiyê “ber dilê hevda” bên. Gava em qisûr û kêmasiyên kesên din dibaxşînin, hezkirina me hindava hevda qewî dibe.

19. Çira gelek ferz e, ku em îro hezkirinê hevdura nîşan kin?

19 Gelo çira usa ferz e, ku em îro hev hez bikin? Petrûs usa gotibû: “Axiriya her tiştî nêzîk bûye. . . . Berî her tiştî, hizkirina we hindava hevda bi dil û can be” (1 Petrûs 4:7, 8). Xilaziya vê dinya xirab nêzîk dibe, lema jî em gerekê bona çi hazir bin? Îsa pêşda derheqa peyçûyên xwe usa gotibû: “Bona navê min hûnê ber çevê hemû mileta reş bin” (Metta 24:9). Seva ku em himberî vê nefretiyê Yehowa Xwedêra amin bimînin, gerekê em tifaqî û yektiya xwe biparêzin. Hergê em xûşk-bira hez bikin, Mîrê-cina wê tu car nikaribe me ji hev veqetîne, çimkî hezkirin me “bi yektiya tam hevva girêdide” (Kolosî 3:14; Fîlîpî 2:1, 2).

PIRSÊN DUBAREKIRINÊ

  • Em çira xûşk-bira hez dikin?

  • Em çawa dikarin xûşk-birara hezkirinê bidine kifşê?

  • Çira ferz e, ku em bibaxşînine hev?

KILAMA 130 Hevdu Bibaxşînin

a Roja îroyîn gelek ferz e, ku em xûşk-bira hez bikin. Gelo çira, û em çawa dikarin vê hezkirinê nîşan kin?

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin